Bendava Derbendîxanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Bendava Derbendîxanê
بەنداوی دەربەندیخان
Darbandikhan Dam USACE NWD.jpg
Cih
Herêm Derbendîxan, 65km başûrê rojhilata Silêmaniyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Dewlet Iraq
Koordînat 35°06′46″Bk 45°42′23″Rh / 35.11278°Bk 45.70639°Rh / 35.11278; 45.70639
Bendava Derbendîxanê li ser nexşeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan dide
Bendava Derbendîxanê
Avayî
Destpêk 1956
Vekirin 1961
Bendav
Mebest Çendmebestî
Cure Axebendaw
Bilindayî 128 m
Dirêjahî 445 m
Çem Sîrwan
Cureya Rêherkê Şirika bikontrol
Zerengiya deravêtê ya rêherkê 11.400 m3/s
Embarav (gola bendavê)
Bilindayî 485 m
Firehbûna rûyê
ava golê
113 km2
Qewareya
gola bendavê
3.000.000.000 m3
Îstgeha wizeya karebayê
Turbîn 3 x 83 MW[1]
Installed Capacity 249 MW
biguherîneBelge

Bendava Derbendîxanê (bi soranî: بەنداوی دەربەندیخان‎, lat. Bendawî Derbendîxanê), bendaveke çendmebestî ye ku li ser çemê Sîrwanê yê li parêzgeha Silêmaniyê hatiye çêkirin. Cureya wê bendava axî(axebendaw) ye û di navbera salên 1954-1961'an de hatiye çêkirin. Mebesta bendavê avdanî, hilberandina wizeya hîdroelektrîkî û rekreasyon(betlane) e. Bendav û santrala wizeyê ya bi 249 MWî, ji ber nerind çêkirin û xemsarî, di nav salan de gelek car hatin veherandin. Rindkirina santralê di sala 2007'an de dest pê kiriye û di sala 2013'an de jî dawî lê hatiye.[2]

Dîroka bendavê[biguherîne]

Piştî sêwirandina bendavê ya ji aliyê Şirketa Endezyariyê Harza ya DYA'yî ve çêkirina bendavê di sala 1956'an de dest pê kir. Deryaçeya bendavê(rezervuar) jî di sala 1961'an de dest pê kir û di heman salî de çêkirina bendavê qediya. Piştî tijekirina rezervuarê, çend problem derketin holê. Di sala 1967'an de hezazekê çêbû. Ev hezaz bû sedema xûziyeke nêzîkî 100 metreyî û ev çewtî her gav di bin veherandinê de ye.

Di navbera salên 1983-1985'an de santrala wizeyê ya bendavê ji aliyê şirketên Alman(Polensky & Zöllner) û Japon(Mitsui) ve hate veguhertin. Jeneratorên 83 MWî bi 2 jeneratorên bendavê yên bi 800 kWî re hate guhirandin. Piştî kemijîna bûyerên siyasî, ew di sala 1990'an de kete navberê. Digel vê yekê, du jenerator xweş neşixûlîn û turbîn jî li dûçarî kavîtasyonan man. Ji ber şerê Îran û Iraqê, di sala 1988'an de rêherk hatin rakirin û di navbera salên 1989 û 1990'an de deriyên rêherkê yên nû hate sazkirin. Santrala wizeyê di sala 1990'an de bi bombebarankirinê gelek xesar çêbû. Di sala 2007'an de ji aliyê Banka cîhanê ve ji bo veherandina bendavên Dûkan û derbendîxanê, nêzîkî 40 milyon dolar hate şandin. Vehera Bendava Derbendîxanê 18.85 milyon dolar girt û di sala 2013'an de tewaw bû.[3][4]

Dîzayn û Karsazî[biguherîne]

Bendav, li ser newalekê ku ji latiyê niştî pêk hatiye, dimîne. Bilindiya bendavê ya maksîmûm 128 m û dirêjiya kretê ya bi rêherkê 535 m ye. Firehiya kretê 17 m û asta kretê jî 495 m ye. Qewareya bendavê ya binyadî 7.100.000 m3 e. Bendav di qadeke 17.850 km2 de av di xwe de dihewîne. Li gorî dîzayna xwe zerengiya avgirtinê bendavê 3 Mm3 e. Ji vê zerengiyê 2500.000.000 m3 depokirina karîger û 500.000.000 m3 jî depokirina xalî ye. Di bilindahiya 485 metreyê de, qada rezervuarê 113 km2 e. 

Pêşangeh[biguherîne]

Gola Derbendîxanê

Girêdanên derve[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]