Bendava Derbendîxanê

Bendava Derbendîxanê
بەنداوی دەربەندیخان
Cih
Herêm Derbendîxan, 65 km başûrê rojhilata Silêmaniyê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Dewlet Iraq
Koordînat 35°06′46″Bk 45°42′23″Rh / 35.11278°Bk 45.70639°Rh / 35.11278; 45.70639
Bendava Derbendîxanê li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Bendava Derbendîxanê
Avayî
Destpêk 1956
Vekirin 1961
Bendav
Mebest Çendmebestî
Cure Axebendaw
Bilindayî 128 m
Dirêjahî 445 m
Çem Sîrwan
Cureya Rêherkê Şirika bikontrol
Zerengiya deravêtê ya rêherkê 11.400 m3/s
Embarav (gola bendavê)
Bilindayî 485 m
Firehbûna rûyê
ava golê
113 km2
Qewareya
gola bendavê
3.000.000.000 m3
Îstgeha wizeya karebayê
Turbîn 3 x 83 MW[1]
Installed Capacity 249 MW
biguhêreBelge

Bendava Derbendîxanê (bi soranî: بەنداوی دەربەندیخان‎, lat. Bendawî Derbendîxanê), bendaveke çendmebestî ye ku li ser çemê Sîrwanê yê li parêzgeha Silêmaniyê hatiye çêkirin. Cureya wê bendava axî ye û di navbera salên 1954-1961ê de hatiye çêkirin. Mebesta bendavê avdanî, hilberandina wizeya hîdroelektrîkî û rekreasyon e. Bendav û sentrala wizeyê ya bi 249 MWî, ji ber nerind çêkirin û xemsarî, di nav salan de gelek car hatin veherandin. Rindkirina sentralê di sala 2007an de dest pê kiriye û di sala 2013an de jî dawî lê hatiye.[2]

Dîroka bendavê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî sêwirandina bendavê ya ji aliyê Şirketa Endezyariyê Harza ya DYAyê ve çêkirina bendavê di sala 1956an de dest pê kir. Gola bendî (rezervuar) jî di sala 1961ê de dest pê kir û di heman salî de çêkirina bendavê qediya. Piştî tijekirina gola bendî, çend problem derketin holê. Di sala 1967an de hezazekê çêbû. Ev hezaz bû sedema xûziyeke nêzîkî 100 metreyî û ev çewtî her gav di bin veherandinê de ye.

Di navbera salên 1983-1985an de sentrala wizeyê ya bendavê ji aliyê şirketên alman Polensky & Zöllner û japonî Mitsui ve hate veguhertin. Jeneratorên 83 MWî bi 2 jeneratorên bendavê yên bi 800 kWî re hate guhirandin. Piştî kemijîna bûyerên siyasî, ew di sala 1990î de kete navberê. Digel vê yekê, du jenerator xweş neşixûlîn û turbîn jî li dûçarî kavîtasyonan man. Ji ber şerê Îran û Iraqê, di sala 1988an de rêherk hatin rakirin û di navbera salên 1989 û 1990î de deriyên rêherkê yên nû hate sazkirin. Sentrala wizeyê di sala 1990î de bi bombebarankirinê gelek xesar çêbû. Di sala 2007an de ji aliyê Banka Cîhanê ve ji bo veherandina bendavên Dûkan û Derbendîxanê, nêzîkî 40 milyon dolar hate şandin. Vehera Bendava Derbendîxanê 18.850.000 dolar girt û di sala 2013an de tewaw bû.[3][4]

Dîzayn û karsazî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bendav, li ser newalekê ku ji latiyê niştî pêk hatiye, dimîne. Bilindiya bendavê ya maksîmûm 128 m û dirêjiya kretê ya bi rêherkê 535 m ye. Firehiya kretê 17 m û asta kretê jî 495 m ye. Qewareya bendavê ya binyadî 7.100.000 m3 e. Bendav di qadeke 17.850 km2 de av di xwe de dihewîne. Li gorî dîzayna xwe zerengiya avgirtinê bendavê 3 Mm3 e. Ji vê zerengiyê 2.500.000.000 m3 depokirina karîger û 500.000.000 m3 jî depokirina xalî ye. Di bilindahiya 485 metreyê de, qada rezervuarê 113 km2 e. 

Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gola Derbendîxanê

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]