Berçîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Berçîs Jupiter symbol.svg
Jupiter by Cassini-Huygens.jpg
Berçîs, ji Cassini
Taybetmendiya rêgehê
Rojdûrk 816.520.800 km
(5,4581 PA)
Rojnêzk 740.573.600 km
(4,9504 PA)
Hevrêzbûn bi erdê re 398,86 roj
Taybetmendiya fizîkê
Nîveşkêla nîvekî 69.911 ± 6 km km
Rûpîvan 6,21796×1010 km2
Qeware 1,43128 × 1015 km3
Bariste 1,8986 × 1027 kg
Rakêşa rûxarî 24,79 m/s2
Hişkiya axa xwe 1,326 g/cm3
Têhna ser rûyê  kêm
110 °K
nîvekî
152 °K
zêde
Taybetmendiya atmosferê
Pestoya atmosferê 20–200 kPa
Elementên sereke

Berçîs[çavkanî pêwîst e], Perçîs[1] an jî Jupîter, gerstêrka herî mezin a di rojbendê de ye. Li gorî durahiya ji rojê ew gerstêrka pêncem e.[2] Ji ber pir mezin bûyîna wê û pêkhatiya wê ya ji gazê wek dêwê gazê jî tê binavkirin. Di pergala rojê de wekî wê, gerstêrkine ji gazê pêkhatî hene: Keywan, Ûranûs û Neptûn.

Girseya Berçîsê nêzîkî 1.8986×1027 kg e û 318 qat ji erdê girantir e.[3] Ev nirx, du qata girseya hemu gerstêrkên rojbendê ye.[4] Berçîs bi çavan kare bê dîtin. Berçîs, li gorî sayiyê gerstêrka sêyem a rojbendê ye.[5] Bi tenê heyv û Gelawêj ji wê sayîtir e. Herî kêm 67 peyka Berçîsê hene. Lê 55'ê ji wan biçûk in û berfirehiya wan ji 5 km'yê kêmtir in. 4 peykên wê yên herî mezin Io, Europa, Ganymede û Callisto ne. Ji vê çar peyka mezin re, ji ber ku ji aliyê Galileo Galilei ve hatine dîtin, wekî Peykên Galilei jî têne gotin. Ganymede peyka herî mezin a rojbendê ye. Her wiha eşkêla Ganymede'ê ji Tîrê mezintir e. 

Binyata wê[biguherîne]

Şêweya Berçîsê

Berçîs gerstêrka herî mezin a rojbendê ye û eşkêla wê 142.984 km ye. Ev nirx, 11 qat ji eşkêla erdê mezintir e.

Atmosfer[biguherîne]

Atmosfera Berçîsê ya nêzê rûxara wê, ji sedî 88-92'yê wê ji Hîdrojen, ji sedî 8-12'ê wê ji helyûm û ji sedî 1'ê wê ji gazên din pêk tê.[6] Atmosfera kêm pir germ dibe û pesto qasî ku helyûm dagerê şileyê, zêde ye. Li gerstêrkê carinan baran dibare.[7] Berçîs, li gorî spektroskopiyê, wiha tê dîtin ku wekî Keywanê ji heman gazan pêk hatiye.[8] Lê ji Neptûn û Ûranûsê cûda ye. Di van her du gerstêrkan de pir kêmtir hîdrojen û helyûm hene. Li ser pûxteya hundirî a nenasbar, pûxteyeke derveyî heye. Pûxteya derveyî a berçîşê stûr e û ji hîdrojena şileyî pêk hatiye.[9] Pesto qasî ku hîdrojenê bipeyitîne, zêde ye lê bi saya tînê dihele.

Girse (bariste)[biguherîne]

Berçîs, qasî 2 qat ji gerstêrkên din yên rojbendê mezintir e. Firehiya wê 11 qatê erdê ye û li gorî girseyê jî ew 318 qatê erdê ye. Qewareya berçîsê 1.317 qatê qewareya erdê ye. Bi gotineke din, 1.317 heb erd dikare bikeve nav berçîsê.[10]

Nihomên hewrê[biguherîne]

Li ser rûxara berçîsê, gelek şerîtên hewrê yên wek berwar hene. Ji herêmên roniyê re dever(zone) û ji herêmên tarî re jî nehiye(belt) tê gotin. Dever û nahiyeyan tim û tim dikevin hevbandoriyê. Ev jî dibe sedema bahozên dijwar. Her wiha ku dîtina bayên bi leza 360 km/s'î belave ye.[11] Digel vê yekê leza bahozên tropîkal yên herî mezin nezîkî 100 km/s e.

Piraniya hewrên berçîsê ji amonyayê pêk tên.[12] Dibe ku wekî hewrên dinyayê ji hilma avê pêk bên. Wesaîtên fezayî yên wekî Voyager 1, li ser gerstêrkê birûsk dîtine. Zanyaran raman dikin ku ew ji hilma avê pêk hatiye. Çunkî birûsk hewcetî pê hilma avê dibîne. Ev birûskên pir mezin, hezar qat ji yên dinyayê mezintir in.[13]

Deqa sor a mezin[biguherîne]

Yek ji gewşînên herî mezin yên atmosfera berçîsê, deqa sor a mezin e. Ev bahozek e ku 4 qat ji erdê mezintir e. Di sala 1665 'an de ji aliyê Robert Hooke ve hatiye çavdêrîkirin û yê herî kêm, ew 340 sal e ku berdewam dike. Bahozan car caran bi saetan car caran jî wekî deqa sor a mezin bi sedsalan berdewam dikin.

Holka miqnatisî[biguherîne]

Berçîs xwediye holkekê miqnatisî ya wekî dinyayê ye lê 11 qat hêzdartir e. Di heman katî de jî manyetosferekê wê yê ji dinyayê mezintir û hêzdartir heye. Ew qasî ku wesaîtekê fezayiyê biavêje xetereyê, hêzdar e. Holka miqnatisî bi îhtimaleke mezin ji hîdrojena metalîk a şileyî ku di pûxteya berçîsê de dîmîne, pêk hatiye.

Agahdariyên Berçîsê[biguherîne]

  • Sala Berçîsê: Nêzîkî 12 salên erdê
  • Hevrêzbûn bi Jûpîterê: 398,86 rojên erdê (dinyayê)
  • Dûrayî xwe ji erdê: 588.500.000 km.
  • Kalîbreya ekvatora Berçîsê: 142.984 km. (zêdetirî 11 carî erdê)
  • Kişandina exterê: 23,12 m/s2
  • Elementên sereke: Helium û Hidrogen
  • Germiya zêde: 126 K (-147 °C)
  • Hişkiya axa xwe: 1,33 g/cm³
  • Roja Berçîsê li ekvatorê: 9 Kat 50 Minûte 30,003 Salîse

Çavkanî[biguherîne]