Berdan Öztürk
Jidayikbûn | |
---|---|
Hevwelatî | |
Perwerde |
Zanîngeha Mermereyê Zanîngeha Londonê (en) |
Pîşe | |
Partiyên siyasî |
Berdan Öztürk (jdb. 1ê gulan a 1980an, li Dutaxê, parêzgeha Agiriyê, Bakurê Kurdistanê) siyasetmedarekî kurd e ku endama Partiya Demokratîk a Gelan bû, ji 2017an vir ve jî hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk û endama meclîsê Agiriyê ye.
Jiyana berî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Öztürk Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Mermereyê qedand. Piştî salekê di ezmûna xebata yasayî de, wî master li zanîngeha Londonê, pispor di warê Hakemaniya Navdewletî û Hiqûqa Bazirganî de xwend. Ew ji sala 2011an vir ve parêzerek serbixwe ye û niha doktoraya xwe didomîne.[1]
Kariyera siyasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Öztürk di hilbijartinên giştî yên hezîrana 2015an de wek parlamenterê Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê ku nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê dike hat hilbijartin.[2] Ew di hilbijartinên pêşwext ên hilbijartinên giştî yên mijdara 2015an de[3] û hilbijartinên parlemanî yên 2018an careke din hate hilbijartin.[3] Di kongreya 8emîn a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a 16ê îlona 2017an de ew û Leyla Güven ji bo Hevserokatiya Giştî hatin hilbijartin.[4]
Di sala 2016an de li dijî Öztürk ji ber ku beşdarî merasîma cenazeyên 5 çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûye, di derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di gulana 2018an de hat berdan.[5] Ji ber daxuyaniyeke di derbarê êrişa Tirkiyeyê ya li ser Rojavaya Kurdistanê de, ji sala 2019an ve ji ber propagandaya terorê tê lêpirsîn.[6] Federasyona Navneteweyî ya Mafên Mirovan (FIDH) dozkirina wî şermezar kir û ji rayedarên tirk îzahatê xwest.[7] Di 17ê adara 2021an de serdozgerê dewleta tirk li Dadgeha Cezayê Giran Bekir Şahin ji bo wî û 686 siyasetmedarên din ên HDPê ji ber xebatên siyasî 5 sal cezayê qedexekirinê xwestibû, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.[8] Doz di 31ê adarê de ji ber ku îdianame ne li gorî şert û mercên hiqûqî sewqî dozgeriyê hatibû kirin.[9]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Biyografi". Haberler.com. Roja gihiştinê 27 tîrmeh 2015.
- ^ "AĞRI SEÇİM SONUÇLARI - 1 KASIM 2015 GENEL SEÇİM SONUÇLARI". secim.haberler.com. Ji orîjînalê di 30 îlon 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 nîsan 2021.
- ^ a b "Ağrı Seçim Sonuçları - Genel Seçim 2018 Ağrı Sonucu". Yeni Şafak (bi tirkî). 11 gulan 2019. Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2019.
- ^ "English – DEMOKRATİK TOPLUM KONGRESİ" (bi tirkî). Ji orîjînalê di 24 hezîran 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2 nîsan 2020.
- ^ SCF (8 gulan 2018). "Turkish court gives pro-Kurdish HDP's Taşdemir suspended sentence for 'terror propaganda'". Stockholm Center for Freedom (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2019.
- ^ "Pro-Kurdish leaders investigated by Turkey for opposing Syrian offensive". Ahval (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2020.
- ^ "Turkey: Harassment of several HRDs as a reprisal for their calls for peace and respect of human rights in the context of the "Operation Peace Spring"". International Federation for Human Rights (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2020.
- ^ "HDP indictment seeks political ban for 687 members, including Demirtaş, Buldan and Sancar". Bianet. Ji orîjînalê di 18 adar 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 adar 2021.
- ^ "Turkish court sends indictment seeking ban of pro-Kurdish party back to prosecutor". Reuters (bi îngilîzî). 31 adar 2021. Roja gihiştinê 4 nîsan 2021.
- Çalakvanên kurd
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 25an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 26an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 27an
- Endamên Parlamena Tirkiyeyê ya 28an
- Jidayikbûn 1980
- Kesên ji Agiriyê
- Mirovên zindî
- Siyasetmedarên girtî li Tirkiyeyê
- Siyasetmedarên kurd ên jin ên sedsala 21ê
- Siyasetmedarên kurd ên Bakurê Kurdistanê
- Siyasetmedarên Partiya Civaka Demokratîk
- Siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan
- Siyasetmedarên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan