Berfende

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Berfende

Berfende ji berf û cemedê ku ji çiya qut dibe û yan berjêr diherike yan jî ser qadan hildiweşe re tê gotin. Berfendeyên ku dibin sedema zirarên maddî, mirovî yan hawirî wek afeta xwezayî tên bi nav kirin. Lewma ji dîroka kevnar heya îro berfende ji mirovahiyê re tehlûkeyek e.

Çavkaniyên kevnar ên nivîskî bi giştî qala leşkeran dikin, yên ku gava çiyayên Alpê derbas dikin dibin qurbanên berfendeyan. Bi vî havî Hannibal di çarçoveya derbaskirina çiyayên Alpê de qasî 20.000 leşker û jimarek fîl ji ber berfandeyan winda dike.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]

Wîkîferheng Wîkîferheng: berfende – Wate, Etîmolojî, Hevwate, Werger