Bergiriya giştî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search
Sîstema bergiriyê

Bergiriya giştî yek ji beşên sereke yên sîstema bergiriyê yên laşê mirov e.

Hokarên nexweşiyê hertim li derdora mirov e, lê mirov hin caran nexweş dibe lê, gelek caran bi nexweşiyê nakeve. Sîstema (koendema) bergirî di laşê mirov de li dij hokarên nexweşiyê, bergirî dirust dike. Sîstema bergiriyê ji du beşên sereke pêk tê; bergiriya giştî û bergiriya taybet. Koendema bergiriyê bi du qonaxên sereke rê li ber hokarên nexweşiyê digire û parastina laş dabîn dike. Di qonaxa yekem de bi hin pêşgiriyan hokarên nexweşiyê tên astengkirin ku nekevin nav laş. Na heke qonaxa yekem bi ser neket û hokarên nexweşiyê ketin nav laş, îcar qonaxa duyem dest pê dike. Di qonaxa duyem de sîstema bergiriyê ji bo tunekirin an jî bêbandorkirina hokarên nexweşiyên di nav laş de kar dike.

Bergiriya giştî ne ji boy cureyek diyarkirî ya hokara nexweşiyê ye. Li dij hemû cureyên hokarên nexweşiyê, bi heman şêweyê bergirî tê dabînkirin. Ango dibe ku hokar bakterî, vîrus, jehr an jî tiştek din be, lê dîsa jî li dij hemû cureyên hokaran heman rêbaz tên bikaranîn.

Laşê mirov bi şeş rêbazan bergiriya giştî dabîn dike, evana; berbestên rûyî, bersîvdana hewdanî, bergiriya xaneyî, berteka germî (ta), sîstema temamker û înterferon e[1]:

Berbestên rûyî[biguherîne]

Çerm bi derdana xwêdan alîkariya bergiriyê dike.

Li dij hokarên nexweşiyê, berbesta yekem a bergiriyê li rûyê laş de ango li çermê mirov û lînceperde yê de ye. Çermê mirov li rûyê derve yê laş, lînceperde jî li rûyê hundirinê laş de bergiriyê dabîn dike. Çerm bi derdana xwêdan alîkariya bergiriyê dike. Di nav şileya xwêdanê de enzîmek bi navê lîzozîm (bi îngilîzî: lysozyme) heye ev enzîm kuştin û têkşikestina hokarên nexweşiyên li ser çerm pêk tîne. Herwiha çerm di navbera şaneyên laş û hawirdorê de berbestek fîzîkî ya siruştî ye. Dema birîndarbûnê, çerm diqelişe û hokarên nexweşiyê ji cihê birînê de derbasî nav laş dibin. Li ser rûyê çermê mirov de gelek bakterî dijîn. Van bakteriyan wekî floraya asayî ya çerm tên zanîn û tu ziyanê nadin mirov. Hebûna van bakteriyên li ser çerm rê li ber bakteriyên ziyanbexş digire. Ji xaneyên çermê yên kerika guh de madeyek çewrî tê derdan , çewrî û mûyên kerika guh rê li ber hokarên nexweşiyê digirin û nahêlin patojen derbasî hundirê guh bibin. Hêsirên mirov jî enzîma lîzozîm lixwe digire[2]. Her wiha gava hêsir ji çavan tê, şileya hêsir hokarên nexweşiyê ji çav dişo û dûr dixe. Di nav tûka mirov de li gel enzîma lîzozîmê, hin madeyen bakterîkujer jî heye, bi vî awayê rê li ber hokarên nexweşiyê tên girtin ku ji devê mirov nekeve hûndir. Heke hin ji hokarên nexweşiyê di nav xurekan de ji dev derbasî gedeyê bibe, îcar asîda gedeyê piraniya van patojenan bêbandor dike [1]. Rûyê gedeyê, rûyê rûvîyan, rûyê trakeyê (boriya hewa) û hûndirê pozê mirov bi perdeya lîncê (lînceperde) girtî ye. Ji perdeya lîncê, madeya lînc (çilm) tê derdan. Hokarên nexweşiyê gava bi lînceperdeyê ve rû bi rû dimînin, ji ber madeya lîncê, li ser rûyê lînceperdeyê dizeliqin. Wekî mînak heke bi bêhn girtine (henase girtinê) li gel hewa, hin hokarên nexweşiyê jî bikeve poz û qirika mirov, piraniya van patojenan ji aliyê lînceperde û mûyên poz ve tên girtin[3].

Bergiriya xaneyî[biguherîne]

Xaneya hellûşêner hokarên nexweşiyê qûtdide

Heke hokarên nexweşiyê ji berevaniya berbestên rûyî bifilitin û derbasê nav xwîn û şaneyên laş bibin, vê gavê bergiriya xaneyî li dij hokarên nexweşiyê çalak dibe. Bergiriya xaneyî ji aliyê xirokên spî (xaneyên spî yên xwînê) tê dabînkirin[4]. Xirokên spî wekî mîna zîndewerek tekxaneyî li hemû dewerên laş dê digerin û li dij hokarên nexweşiyê berbesta duyem ava dikin.

Lêkosît (xirokên spî) hokarên nexweşiyê bi vî awayî dinasin: Heke xaneyek tuşî vîrus bibe, vîrus rasterast dikeve nav xaneyê û li wê derî de zêde dibe. Lê hokarên nexweşiyê bakterî, mişexwer an jî zindiyên din be, dibe ku di nav xaneyê de an jî li dewrûbera xaneyê de zêde bibin. Ji boy nasîna hokarên nexweşiyê, divê xirokên spî û hokarên nexweşiyê an jî xaneyên mêwandar (xaneyên bi hokarê nexweşiyê tuşbûyî) rastê hev werin. Li ser rûyê hokarên nexweşiyê de nexşên molekulên têkildarên hokarên nexweşiyê (bi îngilîzî: Pathogen-associated molecular patterns (PAMPs)) heye. PAMP molekulên taybet in, dibe ku ji polîpeptîd, karbohîdrad an jî ji asîdên nukleî (dendikî) çêbûyî bin[2]. Taybetiya van molekulan eve ku, li ser xaneyên sax ên laş de tune ne. Lêkosît heke rastê PAMPan were, wê gavê dizane ku ev xane ne ji xaneyên asayî yê laş e. Xaneyên hellûşênera gewre û xaneyen dendrîdî cureyên xaneyên xirokê spî (lêkosît) ne. Li ser rûyê parzûna xaneyên hellûşênera gewre û xaneyên dendrîdî de ji boy naskirina PAMPan molekulên tewawker heye. Ev molekulan wekî wergirên nasîna nexşê (bi îngilîzî: Pattern recognition receptors (PRRs)) bi nav dibin. Ango PAMP û PRR temamkerên hevdu ne. Hellûşênera gewre (makrofaj) bi alikariya PRRên li ser rûyê derva yê parzûnê, hokarên nexweşiyê ji PAMPan nas dike û hewl dide ku hokarên nexweşiyê qûtbide (diqurtine) û têkbişkîne[5]. Ji boy naskirina hokarên nexweşiyê, divê lêkosît û hokarên nexweşiyê di nav têkiliyê de bin.

Hellûşîn[biguherîne]

Bersîvdana hewdanî yek ji rêbazên beravaniya laş e
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Hellûşîn

Heke hokara nexweşiyê ji çerm û linceperdeyê derbasî nav laş bibe, bergiriya xaneyî çalak dibe. Xaneya dendrîdî, hellûşênera gewre û nêtrofîl berbesta yekemîn a xaneyî ya laş in û bi hellûşînê, rê li ber hokarên nexweşiyê digirin. Xaneyên hellûşêner bi awayek çalak, li her derê laş de, di nav xwînê, an jî li nav xane û şaneyan de digerin. Heke rastê hokarên nexweşiyê werin, hellûşêner hokarên nexweşiyê qût didin û têk dişkînin [6].

Bersîvdana hewdanî[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Bersîvdana hewdanî

Bersîvdana hewdanî (bi înglîzî: inflammatory response) yek ji rêbazên beravaniya laş e. Heke hokarê nexweşiyê bikeve nav laş an jî li beşek laş de birindarbûn rû bide, bersîvdana hewdanî çalak dibe[3]. Armanca bersîvdana hewdaniyê tenêkirin, bêçalakkirin û tûnekirina hokarên nexweşiyê û xaneyên tuşbûyî ne. Her hokara ku ziyan dide xaneyan, an jî şaneyan birîndar dike, dibe sedema çalakbûna bersîvdana hewdaniyê. Li gel vîrus, bakterî, mişexwer, tozkulîlk, jehr û hwd., birînên li ser çerm, ên wekî birînên kêrê, çûyina sitriyek (dirî) jî bersîvdana hewdaniyê hander dike[5].

Ta[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Ta

Ta jî yek ji bersîvdanek bergiriya giştî ye. Bi gelemperî ta û bersîvdana hewdanî di heman demê de rû didin, loma li hin çavkaniyan de ta wekî beşek ji bersîvdana hewdaniyê tê nîşankirin. Heke endamek laşê mirov tûşî hokarên nexweşiyê bibe, ta tê mirov. Ta ne tenê li devrûbera tûşbûyî, lê li seranserê laş de pileya germiya laş bilind dike[1]. Ango ta ji ber tekoşîna laş a li dijî hokarên nexweşiyê peyda dibe, loma gava ta tê mirov, ev tê vî weteyê ku sîstema bergiriya mirov çalak e.

Sîstema temamker[biguherîne]

Rîyên sîstema temamker

Ev sîstem zêdetirî 30 cure proteînên pêşeng lixwe digire[2]. Proteînên sîstema tewawker (temamker) di kezebê de tên çêkirin û gava tevlî xwînê dibin hê neçalak in[4]. Heke proteînên sîstema temamker di nav xwînê an jî di navbera şaneyan de rastê hokarên nexweşiyê (dijepeydaker) werin, wê gavê çalak dibin. Di nav xwînê û navbera şaneyan de hertim proteînên sîstema temamker hene, loma li dij hokarên nexweşiyê, bersîvdana sîstema temamker bi lez çê dibe. Çalakbûna sîstema temamker ne bi yek carê de, lê gav bi gav, bi rêzereaksiyonan (zincîra reaksiyonan) rû dide[4]. Gava proteînek çalak bû, îcar ev proteîna çalak, proteînek neçalak, ji boy çalakbûnê hander dike.

Înterferon[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Înterferon
Înterferon proteînên agahdariyê ne.

Xane bi gelek rêbazan bi hev re di nav têkiliyêde ne, nîşanên (sînyal) cur be cur ji xaneyek ber bi yeka din ve wekî peyamber tên şandin. Navê gelemperi ji boy van molekulên peyamber, sîtokîn e. Gelek cureyên sîtokînan heye, înterferon jî yek ji van sîtokînan e[5]. Înterferon proteînên agahdariyê ne. Cara pêşîn di sala 1957an de ji aliyê bakteriyologê înglîz Alick Isaacs û bakteriyologê swîsrî Jean Lindenmann ve hatê vedîtin. Xaneyên bi virusan tûşbûyî, înterferon der didin[6] . Înterferon xaneyên nêzîkî xaneya tûşbûyî ji vîrûsan agahdar dikin, bi vî awayê xaneyên sax li hember zêdebûna vîrusan bergiriyê ava dikin[3]. Înterferon nê ji boy vîrusek diyarkirî, lê li dij hemû vîrusan bi heman şêweyê berevanî dabîn dike.

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b c Villee, Claude Alvin, et al.( 1989) Biology. 2nd ed., Saunders College Publishing. ISBN 0-03-023417-4 p 981-984
  2. a b c OpenStax, Microbiology, openstax, 2016 p737-765 [1]
  3. a b c Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. p931-936 ISBN 978-0-8053-6844-4
  4. a b c OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013 p990-995 [2]
  5. a b c OpenStax Biology. 2013. p1214,1220 [3]
  6. a b Johnson, Leland G. (1987) Biology. 2nd ed., Wm. C. Brown,. ISBN 0-697-04972-8 p702-707