Berhem Salih

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Berhem Salih
Image dans Infobox.
Serokkomarê Iraqê (en)
-
Abdul Latif Rashid (en)
Serokwezîrê Kurdistana Iraqê (en)
-
Cîgirê Serokwezîr ê Iraqê (d)
-
Jidayikbûn
Navê rastî
بەرھەم ئەحمەد ساڵح‎Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Cîwar
Radwaniyah Palace (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Perwerde
Cardiff University (en)
University of Liverpool (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Siyasetmedar, international forum participantLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Sarbagh Salih (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Partiya siyasî

Berhem Ehmed Salih (bi soranî: بەرھەم ئەحمەد ساڵح‎, Berhem Eḧmed Salliḧ; jdb. 12ê îlona 1960an li bajarê Silêmaniyê) siyasetmedarekî kurd e ku di navbera salên 2018 û 2022an serokkomarê Iraqê bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1976an de bû endamê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK). Di sala 1976an de ji ber xebatên xwe yên di nav tevgera rizgariya gelê kurd de ji bal rejima Baasê ve du caran hat girtin. 43 rojan li Kerkûkê di bin lêpirsînê û îşkencê de ma. Dibistana amadeyî (lîse) bi dereceya yekê xelas kir. Ew bi dereceya dîploma xwe li seranserê Kurdistana Başûr bû yekem û li seranserê Iraqê bû sêyem.

Ji bo ku tûşî lêgerîn û lêpirsîna rejimê hat Iraq bi cî hişt û çûye Brîtanyayê. Li wir bû endamê rêxistina Ewropayê ya YNKê û wek berpirsekî pêwendiyên derve li Londonê kar kir. Li gel xebata xwe wî perwerdeya xwe ya li zanîngehê jî kir, di sala 1983an de Zanîngeha Cardiffê temam kir û bû mihendîzê avakirinê. Di sala 1987an de li Zanîngeha Liverpoolê li Brîtanyayê li ser ”Di Muhendîzyê de Programên Statîstîkê û Komputerê” doktora girt. Ji bo şirketeke ewropî wek rabêjê mihendîziyê kar kir.

Piştî raperîna 1992an di Kongreya pêşî a YNKê de ji bo merkeza rêxistinê hat hilbijartin û wek nunerê rêxistinê ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hat tayinkirin. Bû serokê Ofisa YNKê a Amerîkayê. Piştî yekemîn hilbijartinên Kurdistanê ên sala 1992an bû yekemîn nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ê li Washingtonê. Heta 2001ê karên xwe li wê derê meşandin.

Di 2001ê de bû serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê ê herêma Silêmaniyê û heta 2004an li wir wek serokwezîr kar kir. Piştî hilweşîna rejima Sadam di hikûmeta Iraqê a muweqet de di sala 2004an de wek cîgirê serokwezîrê Iraqê, di sala 2005an de wek wezîrê plandanînê li Bexdayê kar kir. Piştî hilbijartina 2005an di hikûmeta Nurî Malikî de li ser navê lîsteya Kurdistanî wek cîgirê serokwezîrê Iraqê dest bi kar kir. Heta hezîrana 2009an ew kar meşand.

Di hilbijartinên 2009an ên Herêma Kurdistanê de ji Lîsteya mişterek a PDK-YNKê bû parlamenter û 28ê çiriya pêşîn a 2009an wek serokwezîrê herêma Kurdistanê hat hilbijartin. Ev serokwezîriya wî li gor peymana navbera PDKê û YNKê ye.

  • Ew damezrênerê Zanîngeha Amerîkayê ya li Silêmaniyê ye û niha jî serokê birêvebiriya îdareya wê ye.
  • Ew bi Dr. Serbax Salih re zewicandî ye û kurek û keçeka wan heye. Serbax wek aktivîsteke mafên jinan tê nasîn.
  • Berhem Salih hem li hindur hem jî li dervayê welat wek yek ji serokên Kurdistanê ên modern ên xwedan vizyon û zîrek tê naskirin. Ew wek dîplomatekî jêhatî tê qebûlkirin. Li Bexdayê bi awayekî zîrekane temsîla daxwaz û berjeweniyên Kurdistanê kir ku bi vê xebata xwe jî gelek ji bal Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat ecibandin.
  • Ew di nav Yekîtiyê de jî wek rêvebirekî ku dixwaze temamê rêxistinê himbêz bike tê nasîn. Di mixalefeta Newşîrwan Mistefa de zêdetir wek kesekî ku yekîtiya rêxistinê diparêze hat xuyakirin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]