Berkuteyê keviran
Tehtseyok | |
---|---|
![]() | |
![]() | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Bir: | Aves |
Kom: | Passeriformes |
Famîle: | Sittidae |
Cins: | Sitta |
Cure: | S. tephronota |
Navê zanistî yê latînî | |
Sitta tephronota Sharpe, 1872 |
Berkuteyê keviran[2], berkuteyê mezin[çavkanî hewce ye] an jî tehtseyok[çavkanî hewce ye] (Sitta tephronota) çûkekî li ciyê bilind û bi teht dijî.
Şayes
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tehtseyok dişibite berkuteyê biçûk, lê bi qewdê xwe, nikul û serê xwe jê mezintir e û bi brûyê xwe yê reş ku qalind û drêj e jê cudatir e. Drêjahiya wî bi qeysî 16-18 cm'an e.
Reftar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li derdora Stewrê ji ber ku dengê wî yê pirr xweş jê re bilbil dihê gotin.
Parêzî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi kêz, kurm û meyweyên daran yên hişk xwe xwedî dikin.
Pirbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di navbera 5-7 heft hêkan dikin û qurpmayina wan di navbêhna 12-18 rojan de ye.
Jîngeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hêlîna xwe bi heriyê li ser daran yan jî li ser tehtan çêdikin.
Belavbûn
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tehtseyok li welatên wekî Ermenistan, Tirkiye, Kurdistan, Îraq, Îran, Sûrî, Azerbeycan, Pakistan, Hindistan, Gorcistan, Qazexistan, Tirkmenistan û Rûsyayê tê dîtin.
Pêşangeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Berkuteyê keviran
-
Tehtseyok
-
Tehtseyok li Stewrê
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ BirdLife International (2012). "Sitta tephronota". IUCN Red List of Threatened Species. Version 2013.2. International Union for Conservation of Nature. Roja gihiştinê 26 çiriya paşîn 2013.
- ^ Şahîn, Îsmaîl Taha (2008). Balindeyên Kurdistanê, 3. Dihok: Spîrêz. r. 33.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |