Bernamesaziya neurolînguîstîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

BNZ-Bernamesaziya Neuro-Zimannasî (NLP)[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

BNZ (Bernamesaziya, Neuro-Zimannasî) yan NLP  (bi îngilîzî: Neuro-linguistic programming) modelek bo têgihîştin û baştirînkirina têkilî, qalibên tevgerê û qalibên baweriya mirovan e. Angaşta wê ya sereke ew e ku pêvajo yan prosesên derûnî û têgihîştina derûnî wekhev in, heger balansa vê wekheviyê xirab bibe, astengî yan nexweşî rûdidin. Bi hin teknîkan mirov dikare wan bipeyitîne, piştre jî di tedawiya astengî yan nexweşiyan de bikarbîne.

Di NLPê de yek an du kanalên hestî bi tercîhî têne bikar anîn. Ev bi gelemperî  temsîlên dîtbarî û bihîzbarî (akustikî) an dîtbarî û kînestetîkî ne. Teoriya celebên fêrbûnê li gorî vê senifandinê ye. Mirov di pêvajoyek domdar a guherînê de ye û ev ji peresanê tê. Herakleîtos gotibû, „Hûn nikarin du caran bikevin nav çemekê“. Guherîn esasê hebûnê ye. Pirsgirêk an bertekên nelirê dikarin wekî nîşanên pêvajoyên pêşveçûnê an jî nîşanên qonaxên mezinbûnê jî werin fêhmkirin. Geşedan bidawî nabe, lê bi alîkariya BNZê mirov dikare bandoreke erênî lê bike.

Ji konseptên Gestaltterapî, nojdariya axavtinê (nojdariya ku şêwirdar/nexweş bingeh digire), Hîpnoz, Kognîsyonzanî, konstrûktîvîzmê sûdê werdigire. Di sala 1973 de ji DYAyê belav bûye. Ji aliyê Richard Bandler (înformatîker û matematîknas), John Grinder (zimannas) û Gregory Bateson ve bingeha wê hatiye avêtin. Piştre Fritz Perls (terapîstê gestalt), Milton H. Erickson (hîpnozker) û Virginia Satir (terapîsta malbatê) tevlî wan dibe. NLP di salên dawî de bala gelek firoşkar, şêwirmend, perwerdekar, mamoste û herî dawî psîkoterapîstan dikişîne.

Pêvajoyên, operasyonên di mejî de (= Neuro)

Bi alîkariya ziman  (= Linguistic)

Li gorî rêwerzên (talîmat)  sîstematîkî dikare were guhertin (= Programming).      

Mirov dikare bi BNZê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Qalibên tevgera nexwestî di xwe de biguherîne

Mîhengên sînordar bi mîhengên kêrhatîtir ve biguhezîne

Behremendiya têkiliyê bi xwe û kesên din re baştirîn bike

BNZ  helwestek e[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Rê li pêşketina baştirîn fêrbûnê vedike. Qîmetê dide meraqê, herwiha  yek ji nêrînen mirovhez û konstruktîv a di cîhana derûnnasiyê de ye. Ne kevneparêz e, xwe ji pêşdaraziyan û determînîzma rojavayiyan dûr digire. Ji ber wê ye jî sîgortayên nexweşiyan ên rojavayî mesrefa tedawiya  BNZê nadin ser xwe, yekitî û odeyên  terapîstan jî xwe jê dûr digirin. Li derfetên kurtedemî û erzan ên tedawiya pirsgirêkên derûnî digere. BNZ di heman demê de di hewla baştirkirina kalîteya ezmûna xwe de ye.

BNZ rêbazek, azîneyek e[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

BNZ ji pêvajoyên modelkirinê derket. Wê dişibînin „kêrê Swîsreyê“ ku tê zanîn çi alav pêwîst be pê re heye.

BNZ cûrbecûr teknîkên wekî rapport (têkiliya baştirîn), anchor (lenger), xebata submodalîte, modelên wekî metamodel, modela Milton (an astên mentiqî) û her wiha formatên guherîna babetên cihêreng ên wekî ji nû ve afirandinê, swish, livandina çavan (dermanê bilez a fobiyan) ûêd dihewîne.

Cîhana BNZê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Fêrbûn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

·         Mirov dikare xwe biguherîne

·         Ji bo guhertînê bi mirovan re hemî behremendî hene

·         Ne pêwîst e guhertin di asta hişmendiyê de pêk were

·         Heger mirovek bigihê serkeftinê, yên din jî dikarin

·         Heger a tu dikî bi kêr nayê, ya din biceribîne

·         Têkçûn tune, tenê rast an şaş, bersiv heye

Angaşta têkiliyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

·         Mirov nikare têkiliyê daneyne

·         Nirxê têkiliya te, di berteka te de veşartî ye

Konstruktîvîzm[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

·         Nexşe ne erdnîgarî ye (em rastiyê di hişê xwe de diafirînin, rastiya rast ji wê cuda û zêde ye)

·         Her mirov bêhempa ye. Her mirov xwedî modeleke têgihîştinê ye. Kes nikare bêje têgihîştina yekê ji ya din rastir e.

·         Mirov di karê xwe de nexşeya xwe ya derûnî bingeh digire, di bin bandora wê de tevdigere.

·         Qabîliyeta guherandina pêvajoya ku em pê rastiyê fêr dibin, timûtim ji guhartina naveroka azmûna me ya heqîqetê hêjatir e.

·         Hemî şîroveyên ku mirov dikare der barê hawîrdor û tevgera xwe de bike dikare ji hêla hestên dîtbarî, bihîstyarî, kînestetîk û tehmkirina xwe ve bi rengek guncan werin temsîl kirin.

Mirovhezî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

·         Mirovê xirab nîne, tenê rewşa mirov xirab dike heye

·         Her tevgerek di rewşekê de bikêr e

·         Li pişt hemî tevgeran niyetek erênî heye.

·         Mirov di hewla hilbijartina baştirînê de ye, bo wê çi ji dest hatiye dike

Sîbernetîk[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

·         Giyan/Ruh, laş û hawirdor di nava sîstemekê de ne

·         Hilbijartin ji nehilbijartinê baştir e

·         Sîmptom agahiyên pêwistiyan in

·         Heke hûn ji yekê tiştek dixwazin, kontekstek çêbikin,  daxwazkirî dikare bi xwezayî û serê xwe pêk were.

Teknîkên sereke yên BNZê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Kalîbrekirin: Bi rêbazên bêî gotin û axavtinê bi hevalbendê sohbetê re têkilî tê danîn. Ango hewl tê dayîn ku bingehek takekesî ya hevpar ê ku pêwendiya serfiraz gengaz dike, peyda bibe.

B.A.G.E.L. - Alîkariya bîranînê:

·         B = Body posture (pozîsyona laş) -> bo mînak pozîsyona milan

·         A = Accessing cues (destnîşankirin) -> b.m. asta deng

·         G = Gestures (mîmîk, jest) -> b.m. livandina bêçiyan

·         E = Eye accessing cues (şêweya çavan) -> b.m. çav li ku dinêrin

·         L = Language patterns (şêweya axavtinê) -> b.m. hevok kurt an direj in

Rapport, pacing & leading (adaptasyon, leza pêşketinê & pêşengiyê): Li vir wekî mirov xwe di awêneyê de (neynik) dibîne, bi her awayî teqlîda yê din tê kirin, bi giştî li helwesta, têkiliya baştirîn tê gerîn.

States (rewş) - rewşên navxweyî: Nîşaneyên fîzyolojîk di heman demê de agahî ji derûniya mirov didin. Bo mînak lêdana dil, kûrahiya bêhnê, hîperventîlasyon ûêd bi rewşa derûniyê ve jî girêdayîne. Texmînkirin û têgihîştina têkiliyê tê baştirînkirin.

Anchor (Lenger): Di çarçoveya BNZê de, lenger fenomenek e. Lenger stîmûlûs e, hişyarker e. Heger hin hişyarker heman bertekê ditetikînin, gelo mirov dikare bertekên ziyandar kontrol bike?

Piece of cake – Berhevkirina behremendiyan/resorsan: Bi giştî behremendî têne analîzkirin û bihêzkirin.

Resonance pattern (Girêya rezîstansan): Li bihêztirînkirina hêza derûnî tê gerîn.

Modelên axavtinê: Gorî BNZê ahenga di nava xwezaya mirov û hawirdorê de nakokî derketine û ew jî xwe di zimên de didin der. Mirov ziman wekî çekekê, orkestrayek dikare di armanca başiyê de, bi erênî bikarbîne û ahenga di nava mirovan de baştir bike.

Reframing (ji nû ve afirandin): Bi girêdan û asosasyonên erênî, fêrbûnên neyînî tên guhertin. Mirov dikare bo mînak bi hin îmagînasyonan, qalibên fêrbûnên ku ziyanê didin, bêxeter bikin. Herwiha bi alavên curbecur jî.

Modela Milton: Eelementên hîpnotîk tên bikaranîn. Lê divê ev element ne ji derve bin, neyên telkînkirin, ji derûniya mirov bi xwe werin. Herwiha li baştirînkirina têkiliyan, li çareserkirina nakokî yan astengiyên derûniyê tê gerîn.

Bikaranîna Metaforan: Ev him têkiliyê hêsantir dike (lewra barê nexweş sivik dike), him jî bi dewlemendiya metaforan asoyê mirovan tê guhertin.

Konkretîzekirina daxwaziyan: Daxwaziyên me di bin bandora binehişiya me de ne. Ji ber wê jî xam in, li ser nehatine xebitîn. Mirov çendîn wan derîne asta hişmendiyê, çendîn konkretîze bike, him barên wan sivik dibe, him jî riya bicihanîna wan vedibe.

Modela T.O.T.E. (Test-Operate-Test-Exit-Modell): Di pêvajoyên vê modelê de, stratejiyên makro û mîkro yên cihêreng ên kesek dikare bêne xuyandin û baştir kirin.

BNZ di sala 1999ê de ji aliyê European Association of Psychotherapy ve, wekî rêbazeke derûndermaniyê hat naskirin. Li Îtalya, Romanya û Awistriyayê mesrefa wê ji aliyê sîgortayan ve tê dayîn. Sala 1996ê li Almanya yekîtiya wê „Deutschen Gesellschaft für Neuro-Linguistisches Programmieren“ (DGNLP) tê damezirandin lê ji ber rexneyan mecbûr dimîne sala 2008ê xebata xwe bidawî bike.  Sala 1999ê îcar wekî komele tê avakirin (DVNLP).

Bêhtir li ku tê bikaranîn?[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

·         Di warê aboriyê de (bi taybetî bo rêveberan), di çavkaniyên mirovan, pêşkeftina karmendan,  firotanê, qursên perwerdehiyê û holdîngan de.

·         Ji bo bilez bigihê hedef û encamê, di jiyana pisporan û pîşekaran de.

·         Coaching.

·         Di warê tenduristiyê de.

·         Derûndermanî û şêwirmendiyê de.

·         Di warê pedagojiyê de, bi taybetî li baxçeyên zarokan (dibistana dayikê) û dibistana seretayî de.

·         Di warê dadmendî û medîasyonê de.

·         Di pêşxistina huner û hîtabetê de.

·         Di çareserkirin û tedawîkirina astengiyên kesayetiyê de.

Bo zarokan modelên sade û nûjen hatine avakirin

·         Di pirsgirêkên bawerî û xwebaweriyê de

·         Ji bo derbirîna tirsa dibistanê, astengiyên fêrbûnê

·         Pirsgirêkên astengiyên civakî, xebatên di nava komê de

·         Amadekariya îmtahanan de

·         Pêşxistin û şarezakirina teknîkên fêrbûnê de

·         Xweparastîn û îdarekirina stresa mobîngê de

·         Di legastenî, dîskalkûlî û astengiyên din de

·         Di terapiya xwendekarên trawmatîzebûyî de

·         Di xebata obsesyon û kompûlsiyonê de

Rexne li ser BNZê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

Li Ewropa, bi taybetî jî li Almanya rexneyên tund li BNZ, krîtîk-psîkolojî, derûnnasiya mirovhezî û gelekan tên kirin. Di vî warî de kevneparêziyek heye ku ji xeynî derûnnasiya behaviyorîst ên din li derê sîstemê dibînin, heya xetere bo sîstemê. Mirov dikare bêje li Almanya lobîyeke xurt a elîtan heye, tenê piştevaniya behavîyorîzmê dike, bo parastina wê jî zagonên dewletê guhertine.

Terapîstên kurd divê sûdê ji BNZê bigirin

Mixabin derûnnasî û derûndermanî jî bi sazûmaniya heyî ve girêdayî ye û berjewendiyê vê sîstemê diparêze. Dibe ku ev rastegîniyeke peresana mirovî be û roj were bê guhertin. Vêgavê ti derfet nîne em xwe ji vê sazûmaniyê qut bikin û ji derve werin tedaviya bikin û herin. Gelê kurd jî wekî parçeyekê ji Asya Biçûk û Rojhilata Navîn, birîndar e, jiyana mirovan ne birêkûpêk e. Astengî, nexweşî û pirsgirêkên nivşan hene. Derûnnasên kurd jî divê li terapiya erzan, kurtedemî û ceribandî bigerin.

BNZ dikare li hawara me were. Çawa em dibînin ka seansên EMDRê çendîn bikêr in dê em ê bibînin seansên BNZ jî wisa rûyê me dikenînin. Bi taybetî di xebata bi zarokan re. Protokol, rêname û materyalên xebata bi zarokan re divê bilez bên wergerandin. Terapîstên kurd divê BNZê jî binasin. Herçendî li Tirkiyeyê (helbet li Iraqê jî) sînor û normên derûndermaniyê nehatine rûniştin jî. Bo mînak, xanimek bi salan bûye li Almanya tedawiya depresyonê werdigirtiye. Biserneketiye û berê xwe daye Tirkiyeyê –ku ez bêjim piraniya tirk û kurdên li Almanya dijîn wisa dikin- li wir BNZê ew sax kiriye. Çi xweş! Lê heman xanimê destpê kiriye terapiyê jî bike. Ti pewerdeya wê ya derûnnasiyê nîne. Tenê çend hefteyan bi riya CDyan perwerdeya BNZê dîtiye û hew. Li Tirkiyeyê psîkoterapiyê dike. Di malpera xwe de him hingiv difiroşe, him kremên destan, him jî nivîsiye: „Bi BNZê me nexweşek felcê lêxistibû rakir ser piyan“. Helbet ev bi me hemiyan eyan e.

Lê nivşên trawmatîzebûyî, zarokên xizan, civakeke têr xemgîn, bi êş û azar jî li me dinêrin.

Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]

1. QT-Question Thinking, Marilee Adams, 2017 2. Körpersprache, Samy Molcho, 2013 3. Therapie in Trance NLP und Struktur hypnotischer Kommunikation, John Grinder, Richard Bandler, 2007

Drn. Darius Winzer

  • Twitter: https://twitter.com/Darius_Winzer
  • Facebook: https://www.facebook.com/darius.winzer.9

Têbinî: Beî destûr nikare bê weşandin. Pêwîst be doz tê vekirin. All rights reserved.