Besam Mistefa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Besam Mistefa (z. 1977 li Hesîçeyê): Helbestvan, nivîskar û wergêrekî Kurd e.

Jînenîgarî[biguherîne]

Besam Mistefa di sala 1977'an de li bajarê Hesîçeyê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Besam kurê Ekrem kurê Faris kurê Silêmanê Mistê ye. Ew bi eslê xwe ji eşîra Elikan, Mala Dîbo ye. Cih û meskenê wan yê resen navçeya Xerzan e, ango ew bi esl koçer in û ser bi bajarê Êlihê (Batmanê) ne. Ji ber beşdariya malbata wan, wek gelek malbatên Kurd ên din, di Şoreşa Şêx Seîd de, ew di destpêkên sedsala bîstan de Binxet bûn. Besam Mistefa zaroktiya xwe li gundê Cimayê yê ser bi bajarê Qamişloyê ve borand. Cimayê niha taxek ji taxên Qamişlo ye. Mistefa xwendina xwe ya seretayî û navendî û lîse li Qamişlo xilas kir. Paşê di fakultêta edebiyat û zanînên mirovî, beşê wêjeya îngilîzî li zanîngeha Helebê xwend. Di sala 2003'an de îcaza xwe ya dîploma stand. Piştre, dora du salan li Qamişlo û gundên dora wê mamostetiya zimanê îngilîzî kire. Di 16'ê rêbendana 2006'an de derbasî başûrê Kurdistanê bû. Nivîs û gotarên wî di gelek rojname û malperên kurdî de hatine weşandin. Besam Mistefa demekê endamê desteya nivîskarên kovara Werzî bû, ya bi sernavê Hawara Nû ku ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li Hewlêrê dihat derxistin. Herwiha Besam Mistefa endamê Komîteya Birêvebir ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî bû. Endamê redakisyona rojnameya Rûdaw, a çapa Ewropayê ye. Di sala 2011'an de, Besam dest bi kurmancîkirina berhemên ji zaravê soranî kir û ji wê demê vir ve, gelemperî romanên sereke yên zaravayê soranî li kurmancî werdigerîne. Besam Mistefa niha dîwaneke helbestan ji bo çapê amade dike.

Niha Besam Mistefa li Hewlêrê dijî (2017)[çavkanî pêwîst e].


Nimûneyek ji helbestên Besam Mistefa:

"Destpêka Rojê Bi peyal ên berbang a şîrmij ve Dil , Dilê keserzan Tête şuştin.. Gendî Gemar û Guneh


Di noşava tîr a kevnar ya Elenda nûşiyar de dihilin û Bi ta yên reşahiya mayî re Têne rapêçandin - mînanî masiyên ter di tora Xwedê dikevin-

Berbang e !

Êdî ronahiya çavan zelal dibe û Di dilê zamdar de Xewn ji xew radibin..."

Werger û Berhemên wî[biguherîne]

  1. M, çîrok, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta, 2011.
  2. Xewna Pîrepindan, roman, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta, 2011.
  3. Jineke Xinanî, roman, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta, 2012.
  4. Êvara Perwaneyê, roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta, 2012.
  5. Apê min Cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir, roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta, 2013.
  6. Piyale ji bîr dikin min vexwin, helbest, Çinar Namiq, Weşanxaneya Ronahî.
  7. Gulên Şoran, roman, Eta Nehayî, Weşanxaneya Avesta, 2012.
  8. Hotêl Europe, roman, Ferhad Pîrbal, Weşanxaneya Avesta, 2012.
  9. Em li vir in, çîrok, Beroj Akreyî, Weşanxaneya Avesta, 2012.
  10. Santiago de Compostela, roman, Ferhad Pîrbal, Weşanxaneya Avesta, 2013.
  11. Balindeyên Li Ber Bê, roman, Eta Nehayî, Weşanxaneya Avesta, 2013.
  12. Qesra Balindeyên Xemgîn, roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta, 2014.
  13. Segwer (Reyîn), roman, Mihemed Mukrî, Weşanxaneya Avesta, 2015.
  14. Hinara Dawî ya Dinyayê, roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta, 20017.
  15. Şîfa Gerdî, Çîroka Rojnamevaneke Wêrek,Weşanxaneya Avesta, 2018.
  16. Koberhemên Bêbuhar, Amadekirin û Sererastkirin, Weşanxaneya Rojhelat, Hewlêr, 2018.

Girêdanên derve[biguherîne]