Besam Mistefa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Besem Mistefa hat beralîkirin)
Besam Mistefa
Jidayikbûn1977, Hesîç
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
Tevgera wejêyîNivîskar, Helbestvan, Wergêr, çîroknivîs
biguhêreBelge

Besam Mistefa (jdb. 1977 li Hesîçeyê): Helbestvan, nivîskar û wergêrekî kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Besam Mistefa di sala 1977an de li bajarê Hesîçeyê li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Besam kurê Ekrem kurê Faris kurê Silêmanê Mistê ye. Ew bi eslê xwe ji eşîra Elikan, Mala Dîbo ye. Cih û meskenê wan yê resen navçeya Xerzan e, ango ew bi esl koçer in û ser bi bajarê Êlihê (Batmanê) ne. Ji ber beşdariya malbata wan, wek gelek malbatên Kurd ên din, di Şoreşa Şêx Seîd de, ew di destpêkên sedsala bîstan de Binxet bûn. Besam Mistefa zaroktiya xwe li gundê Cimayê yê ser bi bajarê Qamişloyê ve borand. Cimayê niha taxek ji taxên Qamişlo ye. Mistefa xwendina xwe ya seretayî û navendî û lîse li Qamişlo xilas kir. Paşê di fakultêta edebiyat û zanînên mirovî, beşê edebiyata îngilîzî li Zanîngeha Helebê xwend. Di sala 2003an de îcaza xwe ya dîploma stand. Piştre, dora du salan li Qamişlo û gundên dora wê mamostetiya zimanê îngilîzî kir. Di 16ê kanûna paşîn a 2006an de derbasî başûrê Kurdistanê bû. Nivîs û gotarên wî di gelek rojname û malperên kurdî de hatine weşandin. Besam Mistefa demekê endamê desteya nivîskarên kovara Werzî bû, ya bi sernavê Hawara Nû ku ji aliyê Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî li Hewlêrê dihat derxistin. Herwiha Besam Mistefa endamê Komîteya Birêvebir ya Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî bû. Endamê redaksyona rojnameya Rûdaw, a çapa Ewropayê ye. Di sala 2011ê de, Besam dest bi kurmancîkirina berhemên ji zaravê soranî kir û ji wê demê vir ve, gelemperî romanên sereke yên zaravayê soranî li kurmancî werdigerîne. Besam Mistefa niha dîwaneke helbestan ji bo çapê amade dike. Besam bi zimanê Kurdî dinivîse, lê hin gotar û helbestên wî bi zimanê Erebî jî hene. Herwiha berhemên edebî wek gotar û romanan ji zimanên Ingilîzî û Erebî werdigerîne ser zimanê Kurdî.

Niha Besam Mistefa li Hewlêrê dijî (2019)[çavkanî hewce ye].

Werger û Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. M, Çîrok, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta,Stenbol, 2011.
  2. Xewna Pîrepindan, Roman, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta, Stenbol, 2011.
  3. Jineke Xinanî, Roman, Şêrzad Hesen, Weşanxaneya Avesta,Stenbol, 2012.
  4. Êvara Perwaneyê, Roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta,Stenbol, 2012.
  5. Apê min Cemşîd xan ku Hertim bê ew li ber xwe dibir, Roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta, 2013.
  6. Piyale ji bîr dikin min vexwin, Helbest, Çinar Namiq, Weşanxaneya Ronahî, Amed.
  7. Gulên Şoran, Roman, Eta Nehayî, Weşanxaneya Avesta,Stenbol, 2012.
  8. Hotêl Europe, Roman, Ferhad Pîrbal, Weşanxaneya Avesta,Stenbol, 2012.
  9. Em li vir in, Çîrok, Beroj Akreyî, Weşanxaneya Avesta,Stenbol, 2012.
  10. Santiago de Compostela, Roman, Ferhad Pîrbal, Weşanxaneya Avesta,Stenbol, 2013.
  11. Balindeyên Li Ber Bê, Roman, Eta Nehayî, Weşanxaneya Avesta, Stenbol, 2013.
  12. Qesra Balindeyên Xemgîn, Roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta,Stenbol, 2014.
  13. Segwer (Reyîn), Roman, Mihemed Mukrî, Weşanxaneya Avesta,Stenbol, 2015.
  14. Hinara Dawî ya Dinyayê, Roman, Bextiyar Elî, Weşanxaneya Avesta,Stenbol, 20017.
  15. Şîfa Gerdî, Çîroka Rojnamevaneke Wêrek,Weşanxaneya Avesta,Stenbol, 2018.
  16. Koberhemên Bêbuhar, Amadekirin û Sererastkirin, Weşanxaneya Rojhelat, Hewlêr, 2018.
  17. Pêla Xîzê Reş (1), Kurteçîrok, Xêrî Bozanî, Latînîzekirin B. Mistefa, Hewlêr, 2018.
  18. Naqosên Romayê, Roman, Jan Dost, Wergerandin ji Erebî bo Kurdî, Weşanên Dara, Amed, 2019.
  19. Derzîya Tirsê, Roman, Heysem Hisên, Wergerandin ji Erebî bo Kurdî, Weşanxaneya Ava, Kobanî, 2021.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]