Bişavtin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Di salên 1930-1950 de gelek zarokên sámî ji aliyê dewleta Swêdê ve hatine bişavtin. Çand û zimanê van zarokan swêdî bû.
Lewheyeke hatûçûnê ya duzimanî ya bi zimanê xwecihên sqwamîş û inglîzî, li British Columbia, Keneda. Siyaseta pluralîst e û dijrabera siyaseta bişavker e.

Bişavtin, asîmîlasyon anku bişavtina çandî û zimanî, têgihek e ku ji bo saloxdana hevsengî û pêwendiya navbera hindekariyekê (inglîzî: minority) û piraniyekê (inglîzî: majority) li civatê tê bikaranîn. Pêwendiyên di nav komên cuda de dikarin pluralîst (berfireh, pêwendiyên yeksan) yan bişavker (astengker, qedexeker) bin. Li Kenedayê siyaseteke zimanî ya pluralîst heye, kargêriya kenedî di navbera îngilîzîaxiv û fransîaxivan de ti cudahî nabîne û hevsengiyeke di nav herdu koman de heye, zimanên dibistanan îngilîzî û fransî ne, hemû etîket û lewhe bi herdu zimanan in; lê belê, li komara Tirkiyê ji ber yekîtiya neteweyî ya komarê, pluralîzma çandî û zimanî qedexe ye û siyaseteke bişavker ji avakirina komara tirkî û pê de bi rê ve dibin. Zimanên wekî kurdî li dibistan û zaningehên dewletî yên Tirkiyê ne zimanê perwerdeyê ye, çend tîpên ku ne di alfabeya zimanê tirkî de ne tên qedexekirin, navên gund û bajaran yên ku ne bi tirkî bûn hatine guherandin yan tirkandin. Dewleta tirkî dixwaze ku her kes tirk bin û hebûna hindekariyan napejirîne.

Dema komek xwe li ser komeke din disepîne, pêvajoyeke bişavker dest pê dike. Hêdî hêdî taybetmendiyên koma bişavtî winda dibin. Kesên di prosesa bişavker de hêdî bala xwe nade zimanê xwe, statûsa zimanê wan her diçe nizimtir dibe û di dawiyê de, zimanê wan ber bi jibîrkirinê ve diçe û dimire (mirina zimên) û çanda wan jî winda dibe (akulturasyon) û çanda wan tevî çanda koma bişavker dihelîne (bişavtin).

Di civaknasî û zimannasiyê de, kesên ku çand û ziman û hebûna xwe guherandine, kesên bişavtî yan asîmîlekirî tên navlêkirin.

Nimûnên bişavtînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nimûnên siyasetên pluralîst[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]