Biennale di Venezia

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Biennale di Venezia (Pêşangehê hunera hevdem li Venedîk’ê) pêşangeheke navnetewî ya şêwekariyê ye ku ji sala 1895an û virde her du salan carekê li bajarê Îtalya’yê Venedîk’ê tê lidarxistin. Ev pêşangeha yek ji giringtirin Pêşangehên hunera hevdem tê hesibandin.

Cihê ku Pêşangeh lê tê lidarxistin Giardini ye, ku li taxa Castello ya Venedîk’ê ye. Li vî cihî 28 pavîlyonên welatên cûda hene, ku berhemên hunermendên xwe yên bijartî lê pêşkeş dikin. Welatên ku pavîlyonên wan nebin, di dema „Biennalê“ de berhemên hunermendên welatên xwe li cihên curbecûr li bajêr pêşkeşî mêvanan û cihana hûnerhes dikin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]