Biharbêhna kufteyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Biharbêhna kufteyê yan biharata kufteyê ne standard e. Li gorî têkela kufteyê û herêman hinekê tê guhertin. Bo bitehmkirinê, çêjdarkirinê ye.

Cureyên biharbêhnan tên tevlîhevkirin ku mirov dikare ji xeynî kufteyan wê di hin kutilk (dolmeh) û xwarinên rûnbirêşkê yên ji goştê kişandî ne, herwiha bikarbîne. Di marketên nûjen de gelek cureyên wê hene, lê ne wekî yên malê sade ne, hin madeyên konservekirinê jî lê zêde dikin.

Li vir terîfeya herêma Xerzanê hatiye dayîn. Pîvan bo 750-800 gr goştê kişandî ye.

Berteviya (melzemeyê tevlîkirinê) biharata kufteyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2 KÇ (kevçiyê çayê) reşke (kemyon)
  • 2 KÇ gijnîj (şemujek, bi latînî coriandrum sativum)
  • 1 KÇ îsota toz a ne tûj (no) e
  • 1 KÇ îsota toz a tûj
  • 1 KÇ awîşena tozî (catirî, cehter, zembûr, latînî thymus vulgaris)
  • 1/4 KÇ îsota reş
  • 1/5 KÇ biharata hindî (latînî pimenta Pimenta racemosa, îngilîzî West Indian bay tree, rûsî Пимента кистевидная)
  • Qevdek bexdenûs (li ser daxwazê ye)
  • 1/2 serî pîvaza pirr hûrik hûrkirî (li ser daxwazê ye)