Bikarhêner:Cegerxwîn GOYÎ

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

DI DERBAZBÛNA ŞARISTANIYÊ DE KURD[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beş -1- Di Çaxên Kevnar (Antîk) de Pêkhateyên Kurdan;[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî şoreşa Neolîtîk ya li Mezopotamya Jor pêkhat, pêşketina dewletên bajar yên li Mezopotamya Jêr yên avaniyên Sumeran pekanîne di dîroka mirovahî de li rasta qonaxek nû tê. Ev pêvajoya kû em wekû “şaristaniyeta dewletî” bi nav dikin, ji aliyê gelik dîroknasan ve wekû destpêkirina dîrokê hatiye nirxandin. Lê bi derketina delîlên arkeolojîk re hatiye çespandin kû gelik ji berêqonaxa şaristaniyeta bi dewlet pêşketina civaka çandî pêkhatiye. Ji ber vê sedemê êdî çespandinên weke “ Dîrok jiSumer destpê dike” gelik paşvemayîne û li cihê wê çespandinên “ Dîrok li Mezopotamya destpê dike” wateyek baştir qezenç kiriye. Lê dîsan jî dîroka nivîskî kû jiSumeran destpê dike ji aliyê disiplîna dîrokê de ji mere weke daneyên bingehînderbazkertîya wê dewam dike. Ji ber vê sedemê çi di navkirinê de be çi jî di temaşekirina dîrokê de be, nirxandina daneyên dîroka nivîskî ji aliyê me ve weke rêbazek jênerev yê dewam bike. Ji aliyê dîroka Kurd ve jî pêkhateyên yekem yên Kurdan hêj pitir mirov dikare di nivîsarên Sumer, Akad, Babîl, Hîtît û Misir de bibîne.

Bi awayek giştî ji bovan avaniyan çend xalên hevbeş yên em destnîşan bikin evin:

1-Hemû pêkhateyê Kurd yên çaxên antîk dewsên şoreşa Neolîtîk dihilgirin,

2-Dîtina hemî avaniyên çandî yên çanda Arî di van de pêkane,

3-Avaniya zimanê wan di gruba nifşê çandî yê Arî de cih digre,

4-Avaniya olî li gel kû bixwe pesartina sîstema Xuda-Ezmane, bi gelik Xuda û xudawendane jî,avaniyên olî yên gelên li derdorê jî di pejirînin,

5-Ne wek derketina şaristaniyetek nû, li beramberê şaristaniya dewletî ya heyî taybetmendiyên bûyîna şaristaniyetek demokratîk pitir di plana pêş de ye,

6-Li rasta avaniyên koledar nayê, sîstemên kast yên cidî pêşneketîne,

7-Ji aliyê ekonomîk ve çandinî û heywan xweyîkirin di plana pêş de ye, bi qismî li hinek herêman bi ticaretê ve xerîkbûn jî pêşketiye,

8-Gundîtî û Koçbertî di jiyana komelayetî de serwere,

9-Ji aliyê rêveberî ve xanedantî di plana pêş de be jî, tişta kû em dikarin jêre bêjin demokrasiya sereta bi awayê konfederesyonên eşîretan giraniya xwe heye,

10- Heta bêjî sîstemek parastinê ya bihêz heye.

Akademiya Şehîd Ferhat KURTAY