Bikarhêner:Gomada/test 2

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

ARŞÎVA NÛÇEYÊN WÎKÎPEDIYA (2011)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di xwepêşandana Urmiyê de 3 kes hatin kuştin

Di xwepêşandana berfireh a xelkê bajarê Urmiyê de ji bo xuyakirina nerazîbûnê li hemberî xemsariyên hikûmeta Îranê yên di derbarê ziwabûna gola Urmiyê de, ku roja şemî 27'ê tebaxa 2011'an destpê kir û heta êvarê dom kir, 3 hevwelatî hatin kuştin û 100 kes jî hatine girtin.

Êrîşa Qendîlê ya dewleta Tirk

Dewleta Tirk ev heftiyeke bi hêceta PKK bi firokeyên cengî êrîşî Qendîlê dike. Di van êrîşan de malbateke kurd ku li ser rêya Ranya ji bombebaranê direviyan, bû hedefa firokeyên tirk. Di êrîşê de heft kes ji wê malbatê hatine kuştin ku yek ji wan zarokeke ji yek salî biçûktir e.

Kurdan li Helsinkiyê mizgeft vekir

Kurdên li paytexta Fînlandê Helsînkiyê dijîn, li taxa Rastiila bi navê ‘Şêx Seîdê Pîranê’ mizgeftek vekir. Li gel kurdan, ji gelên din ên misilman jî, ji bo nimêjê diçine mizgeftê û herwiha di mizgeftê de dersa Quranê bi kurdî tê dayîn. Mele Nûrî li wê mizgeftê melatiyê dike.

Test erzan e, can biha ye

Zanistên brîtanyayî testeke bilez û erzan çêkirin ku di dergûşiyê de bi nexweşiyên dil-demarê (NDD) dertîne. Bi viya dikare jiyana sedhezaran bifilite. Zanistan li ser zêdetirî bîst hezar dergûşan lêkolîneke berfireh kirin û pêderxistin ku kêmbûna oksîjenê di xwînê de, NDD'ê ditetikîne û yek ji nîşanên sereke yên NDD'ê ne. Ev têkilî berê jî dihate zanîn lê bi vê lêkolînê, mîsoger bû. Ev test dikare pêşiya mirinên ji NDD û mirina masûlkeyên dil pêk tên, bigire yan gelek kêm bike.

Ewropa peyamên bawerdêrî dide

Şayîşên borseyan ên ji ber astengiyên deynên Îtalya û Spanyayê derketibûn ranawestin, lê bankaya navendî ya Ewropayê peyamên ewledêr dide. Bankayê ragihand dê ew ê bi biryardarî têkilayî bi vê qeyrana dawî bikin, rê nedin panîkên herî mezin.

Bankaya navendî dê serî de ji bo kirrîna belgenameyên dagerandî yên dewletê bixebite. Ango dê senedên tehwîlê yên Îtalya û Spanyayê bikirre. Ev biryar di 7'ê gelawêjê de hat girtin. Dîsa jî di destpêka hefteyê de panîka borseyan neşikest. Tê payîn ev qeyran bandoreke domînoyî bike.

Destpêka meha pîroz Remezanê

Li gorî baweriya Îslamê di meha remezanê de rojî tê girtin û meheke pîroz tê pejirandin. Li gorî salnameya Hîcrî Remezan nehemîn mehe. Remezan vê salê di navîna havînê de destpê dike. Roja 1 Tebaxê bawermendên Îslamê wê rabin paşîvê û rojî bigirin. Îsal remezan dê 29 rojan dom bike û piştî Remezanêcejna remezanê were pîrozkirin.

Kurdên Bakur Xweseriya xwe îlan kirin

Bakur Xweseriya Demokratîk îlan kir. Di 14'ê tîrmeha 2011'an de li Amedê Bakurê Kurdistanê Ji hêla KCD (Kongreya Civaka Demokratik) Xweseriya (otonomî) Bakûrê kurdistanê hate îlan kirin. Di îlankirina xweseriyê de hate gotin ku Kurd êdî bêstatûtî naxwazin û divê bilez û bez beş bi beş bikeve meriyetê û bê lijnewî kirin.

Heta payîzê konferans dê bê kirin

Hate zanîn ku di hevdîtinê de biryara hatiye girtin heta payîzê Konferansa Kurdistanî pêk be. Hate derbirîn ku di hevdîtinê de ji bo çêkirina Konferansa Kurdistanî di warê rêgezê de mutabakatek pêk hatiye û dê heta payîzê konferans çê bibe. Li gorî agahiyan ji bo konferans di demek kin de pêk bê komîsyona amadekariyê hate avakirin.

Şanda kurdan a çûyî Herêma Kurdistanê, bi serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî re hate cem hev. Di hevdîtinê de biryar hate girtin ku heta payîzê Konferansa Kurdistanî pêk bê û ji bo vê komîsyon hate avakirin.

Şanda Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ji bo "Konferansa Neteweyî ya Kurd" çûyî Herêma Kurdistanê bi serokê herêmê Mesud Barzanî re hate cem hev. Şanda ji hevserokê KCD'ê Ahmet Türk, serokê giştî yê HAKPARBayram Bozyel, serokê giştî yê berê Şerafettin Elçi, serokê giştî yê BDPHamit Geylani, serokê baroya Amedê M. Emîn Aktar û gelek kesên din pêk tê ji hêla Barzanî ve hate pêşwazîkirin.

Hilbijartin 2011 li Tirkiyeyê

Di 12'ê pûşpera 2011'an de li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hilbijartina giştî ya parlementoyê ye. Siyasetmedarên kurd bi dirûşma Bi Eniya, Ked û Azadiyê dikevin hilbijartinê. Rojeke girîng e bo çareserkirina pirsgirêka kurd. Di vê hilbijartinê de kurd jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe wê biçe ser sindoqan.

CEOyê Microsoftê Steve Ballmer diyar kir ku sîstema nû ya Microsoftê wê di sala 2012'an de derkeve.

Tê diyar kirin ku wê Windows 8 beyî bisekine vebe û were girtin. Her wiha dê Windows 8 wek sîstemeke şîfeyî bikarhênerê ji rûyê xwe nas bike û bixebitie û Windows 8'ê de wê kontrol kirina e-peyaman jî nûçeyan an jî temaşe kirina medyayê zûtir pêk were. Ji aliyê performansê de jî wê xûrttir û zûtir be. Windows 8 de wê taybetmendiyên wek fam kirina hereketên destan û taybetmendiyên destdanmatîk jî di pêş de bin. Her wiha Wîndows 8 wê gellek taybetmendiyên nû bixwe re bîne. Wek tê zanîn piştî derketina Vistayê ji ber derketina pirsgirêkan bikarhênar ji Microsoftê eciz bûbûn û di bazarê de cihê Microsoftê hêjiya bû. Lê bikarhêneran Windows 7'ê û Windows Phone 7'ê gellek ecibandin e û ji ber ku pirsgirêk dernakeve û biaheng e jê memnun in.

Kongreya Kurdolojiyê

Kongreya Kurdolojiyê bi dawî bû; Piştî 4 salan li wê bakurê Kurdistanê bihête li dar xistin Piştî lidarxistina kongreya Kurdolojiyê ya navneteweyî duyê li parêzgeha Duhokê, encamên dawiyê derketin.

Serpereştê kongreya Kurdolojiyê ya navdewletî Ebdilwehab Xalid ji AKnewsê re aşkere kir ku çendîn xal hatine gengeşekirin û dawiyê li ser 3 xalan rawestiyan ku dê bihêne cîbicîkirin.xala yekê zaravê devokî yê zimanê kurdî, li dam û dezgehên perwerdeyî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û her wisa yên xwendina bilind dîsan aliyên herî girîng ku ew jî medya ne û weşanxaneyên kurdî, girîngiyê bidine zaravên kurdî û hevsengiyê di navbera wan de biparêzin.

Xalid amaje kir ku ev zaraveyên devokî û zimanê kurdî samanekê neteweyî ye û neman û jinavçûna her zeravekî ji van anku jinavçûna zimanê kurdî ye, ev kultûr pişkek j kultûra mirovayetî ye.

Ji aliyekî dî ve Xalid got ew lêkolîn û semînerên kongreyê de hatine peşkêşkirin di pertûkekê de bi her du zimanan kurdî û îngilîzî bihêne çapkirin û li cîhanê bihêne belavkirin.

Xalid diyar kir ku biryar hate dan ku piştî 4 salên din Kongreya Kurdolojiyê ya sêyê li bakurê Kurdistanê bihête lidarxistin.

Dr. Rêkewt Mihemed ji Rûdawê re wiha axifî: ‘’Di xwepêşandana doh a Silêmaniyê de 49 kes birîndar bûn. 7 kes ji wan bi fîşekan û 42 kes jî bi dar, kevir û gaza rondikrêj birîndar bûn. 8 kes ji birîndaran polîsên çalakiyên sivîl in û yên din jî hevwelatî ne.

Li Başûr Konsolosxane

Berpirsekî Amerîka li Herêma Kurdistanê bo Rûdawê ragehand ku berî dawiya îsal welatê wî bi fermî konsolxaneya xwe li Hewlêrê vedike. Serokê Beşa Dîplomasiya Giştî ya Tîma Avakirina Herêmî (RRT) li Herêma Kurdistanê Dell Prince bo Rûdawê diyar kir ku bi nêt in di demeke nêzîk de wê tîma wan a niha li Hewlêrê heye bikin konsolxaneya giştî ya Amerîka û got: "Me ragehandiye ku îsal RRT dikin konsolxane."

Lê got heta niha bi tevahî vekirina konsolxanê nehatiye diyarkirin li Hewlêrê û wiha pêde çû: "Na me dem diyar nekiriye, lê di demeke nêzîk de ew kar tê kirin."Rûdaw

Xwekuştinên Jinan na qede

Di van salên dawî de her ku diçe xwekuştinên jinan zêdetir dibin. Ligel zextên zilam û zextên di nava malbatê de, kuştinên ku xemla ‘xwekuştinê’ lê tên kirin her ku diçe gumanan zêdetir dikin. Di nava 5 rojên dawî de li Kerkûkê 14 jin û li Sîlêmaniyê jî keçeke ciwan xwe kuştin.

Rojek ber keçike 16 salî ya bi navê Ş.L.B li navçeya Kelara Germiyanê xwe bigulleyê kuşt. Her çendî keça ciwan rakirin nexweşxaneyê jî lê nehat rizgarkirin.Urmiye.org'

Çalakdarên Têkoşînê yên Komeleya Afrîkaya Başûr

Bi boneya ku ji bo aştiyê Nexşerê aşkera kiriye û helwesta wî ya aştîxwaz Xelatê Aştiyê da siyasetmedarê kurd Abdullah Ocalan. Endamên komeleyê eger Wezareta Dadê destûr bide dê li Îmraliyê xelata Ocalan pêşkeşî wî bike.ANF

Li Başûr Alozî

Li Başûrê bajarê Silêmaniyê doh dîsan xwepêşandanek hat kirin û di encam de 7 kes bi fîşekan bi giştî 49 kes birîndar bûn. Di vê derbarê de Rêveberê Fermangeha Tenduristî ya Silêmaniyê Dr. Rêkewt Mihemed got: ‘’Di xwepêşandana doh de 7 kes bi fîşekan û yên din jî bi dar û keviran bi giştî 49 kes birîndar bûn.’’

Dr. Rêkewt Mihemed ji Rûdawê re wiha axifî: ‘’Di xwepêşandana doh a Silêmaniyê de 49 kes birîndar bûn. 7 kes ji wan bi fîşekan û 42 kes jî bi dar, kevir û gaza rondikrêj birîndar bûn. 8 kes ji birîndaran polîsên çalakiyên sivîl in û yên din jî hevwelatî ne.

'Parlamentoya Iraqê: Helebçeyê jenosîd e'

Parlamentoya Iraqê deng li ser bi kîmyabarana Helebçeyê da û bi piraniya dengdan bi tawaneke komkuj (jenosîd) nasand.

'Ne zîndan in kampên êsîran e'

Li Başûr bi armanca piştgiriyê bidin girtiyên Sûriyeyê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Kesên ev wehşet jiyan e gotin ku îşkenceya li zindanên Sûriyeyê tên kirin li tu deran nîn e û salek û 3 mehan di tuwaletê de hatine hiştin

'Di santrala nuklear a Fukushimayê de teqîn'

Li Japonê piştî erdheja sedsalê û tsunamiyê vê carê di santrala Fukushimayê ya li bakûrê rojhilatê Japonê, teqîn pêk hatin. Hat diyarkirin ku ji ber teqînê ji reaktoran radyasyon belav bûye.

'NY biryar da midaxeleyî Lîbyayê bike'

Duh piştî minaqeşeyên dûrûdirêj Konseya Ewleyî ya Neteweyên Yekbûyî biryar da ku di dema pêwîst de Neteweyên Yekbûyî midaxeleyeka eskerî bibe ser Lîbyayê.

'Hunermendan ji Newala Qesaban bang li hikûmetê kir!'

Li ser banga NÇM'ê, hunermendên ku di nav de Suavî, Ferhat Tunç, Feryal Onel, Şanar Yurdatapan û Îlkay Akkaya jî hene, bi boneya gorên komî ku cenazeyê pêşengê PKKMahsum Korkmaz (Egît) jî heye, yên li Newala Qesaban bi zanistî û li gorî peymana navneteweyî bê vekirin, çûn Newala Qesaba. Hunermed, berê çûn Sêrtê û ji aliyê rêveberên BDP'ê ve hatin pêşwazîkirin. 70 hunermend û şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, bi wesayitan çûn Newala Qesaba û li vir daxuyani dan çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê şaredar Sadak der barê gorê de hunermend agahdar kirin. Pişt re bi hev re bi dimilî "Dayê dayê" gotin. Piştî stranê li ser navê hunermendan Ferhat Tunç, di bin barana zêde de daxuyanî da çapemeniyê

'Kerkûk: Goreke komî a bi hezaran cesed hat dîtin'

Hêzên Pêşmergeyan li başûrê bajarê Kerkûkê doh goreke bikom dîtin ku hestiyên zêdeyî hezar kesî têde ne. Kesên di gora bikom de hatine veşartin jî hemû Kurdên wê navçeyê ne û cihê guleyan bi serê wan ve diyar e. Di vê derbarê Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Enwer Hacî Osman got: ‘’Hêzeke pêşmerge ser bi Lîwaya 1ê ya Piyade ya Wezareta Pêşmerge dema xwestin li wê navçeyê bicîh bibin, goreke bikom a mezin dîtin û tê texmînkirin zêdeyî hezar termî têde bin. Tarîxa wê jî vedigere sala 1988ê, cihê guleyan bi serê wan ve diyar e û hemû jî kurdên wê navçeyê ne.’’

'Li Japonê erdhejeke bi hêza 8,9 bi pîvera Richter'

Li Japonê erdheja herî domdirêj rû da û paytext Tokyo jî di nav de herêmek berfireh bandor kir. Hat diyarkirin ku mezinahiya erdhejê ya destpêkê 8,4 pile bû û pişt re jî bû 8,9 pile. Erdhej li gor demjimêra Japonê, demjimêr 14.46 pêk hat. Hat diyarkirin ku ev erdhej di van salên dawî de erdheja herî mezin bû li Japonê rû da.

'Dalai Lama dev ji serokatiya Tîbetê berdide'

Serokê tîbetiyan yê siyasî û ruhanî Dalai Lama (76 salî) eşkere kir ku ew ê dev ji hemû post û selahiyetên siyasî berde û divê nûner û birêvebir bi awayekî demokratîk û ji aliyê gel ve bêne hilbijartin.

'Di Google Maps de sînorên Kurdistanê hatin kişandin'

Google Mapsê li gorî bicihbûna kurdan a çandî (jeoçandî) û dîrokî ya li ser erdnîgariya Kurdistanê dijîn, xetên sînorê Kurdistanê kişand. Di pênaseya nexşeya Kurdistanê de tê gotin ku kurd ji Rojhilatê Tirkiyeyê re Kurdistana Bakur, ji Bakurê Iraqê Kurdistana Başûr, ji Bakûrê Rojavayê Îranê re “Kurdistana Rojhilat” û ji Bakûrê Sûriyeyê re jî “Kurdistana Rojava” tê gotin. Binêre: Google maps sînorên Kurdistanê

'Malikî xwest pêşmerge ji Kerkûkê derkevin'

Serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî daxwaz kir ku hemû hêzên pêşmerge ji Kerkûkê derkevin. Berpirsiyarekî hikûmeta Iraqê ji ajansa Reuters re got, bê destûra hikûmeta merkezî pêşmerge ketin Kerkûkê û divê yekser derkevin. Berpirsiyar diyar kir ku Malikî ne razî ye û daxwaza kişandina pêşmergeyan ji Kerkûkê kiriye.

'Lîbya ber bi şerê navxweyî ve diçe'

Li hêlekê mudaxekirin û nekirina Lîbyayê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê gotûbêjkirin, li hêla din jî hêzên NATO'yê li Başûrê Îspanyayê tedbîqata xwe ya herî berfireh pêk tînin. Li hêla din jî pevçûnên di navbera muxalîf û rejîma Lîbyayê de dibe bibe sedam şerê navxeyî.

'Li Urmiyê 10 kes hatin darvekirin'

Kampanya Brevaniya Zîndaniyên Siyasî yên Neteweyên Îranê ragehand ku şeva 27.02.2011ê li Zîndana Navendî ya bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 10 kes ji wan 12 kesên ku biryar bû bên darvekirin, hatine darvekirin.

'Xelata Oscarê: Fîlma herî baş "The King's Speech"'

Akademiya Zanist û Hunerên Sînemayê ya Amerîkan 83emîn xelatên Oscarê belav kirin, fîlma “Qralê bi Kotekî” wek “Fîlma herî Baş” hate hilbijartin û di 4 beşan de xelatên Oscarê birin. Merasîma Oscarê şeva borî li Şanogeha Kodak a Los Angelesê hate lidarxistin û ji aliyê gelek televizyonên cîhanê ve bi zindî hate weşandin. Derhênerê îngilîz ê fîlma “Qralê bi Kotekî” Tom Hopper jî “Xelata Derhênerê Herî Baş” wergirt. Colin Fith ê di fîlma “Qralê bi Kotekî” de dilîze hêjayî xelata “Lîstikvanê Herî Baş ê Mêr” hate dîtin û her wiha fîlmê “Xelata Senaryoya Xweser a Herî Baş” jî stand. Her dîsa “Xelata Lîstikvana Jin a Herî Baş” jî bi rola “Siya Reş” hêjayî Natalie Portman hate dîtin.

'Lîbya ber bi şerê navxweyî ve diçe'

Li hêlekê mudaxekirin û nekirina Lîbyayê ji aliy Neteweyên Yekbûyî ve tê gotûbêjkirin, li hêla din jî hêzên NATO li Başûrê Îspanyayê tedbîqata xwe ya herî berfireh pêk tînin. Li hêla din jî pevçûnên di navbera muxalîf û rejîma Lîbyayê de dibe bibe sedam şerê navxeyî.

'Hejmara birîndarên Silêmaniyê gihîşte 48 kesan'

Rêveberê Nexweşxaneya Firyakewtina Silêmaniyê Hawar Neqşbendî, diyar kir, heta niha 48 birîndar hatine nexweşxaneyê ku rewşa yekê giran e. Neqşbendî, diyar kir, ji 48 birîndaran, 28 jê bi gaza rondikrij birîndar bûne, 11 jê jî bi fîşekan birîndar bûne. Di nav birîndaran de, pênc polîs jî hene.

'Silêmanî: 50 çekdaran êriş bir ser kanala NRT'ê'

Kanalê asmanî ya Naliyayê ragihand ku duhê êvarê baregeha televîzyona wan ji aliyê 50 çekdarên nenaskirî ve gulebaran kirine û di encamê de, cih û amêrên wê baregehê hatiye şewtandin û pasawanê wan jî di wê êrişê de birîndar bûne.

'Kurdistanî ji bo zimanê zikmakî li qadan in'

Kurd bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê li Sêrt, Amed, Wan, Colemêrg û Mêrdînê derketin kolanan û xwestin di 21'ê Sibatê de her kes beşdarî meşê zimên bibin.

'Herêma Kurdistanê dest bi şandina derve ya petrolê kir'

Kompanya DNO a Norwêcê ragehand ku şandina derve ya petrola Herêma Kurdistanê dest pê kiriye, Hikûmeta Îraqê jî nûçeyê piştrast dike û li gor wê şandina petrola derve ya Herêma Kurdistanê ta dawiya vê mehê di rojekê de dighe 100 hezar bermîl.

'Bombeyên Çelê derket ku yên Artêşa Tirk bûn!'

Derbarê doza li navçeya Çelê ya Bakurê Kurdistanê ku 6 leşkerên tirk pê li mayînî kiribûn û jiyana xwe ji dest dabûn de bersûc Albay Atîlla Riza Erdogan got: “Ez di mijara bombeyan de ku yên artêşa tirk in (TSK), bûm şahidê peywendiya telefonî ya navbera General Zekî Es û General Gûrbûz Kaya.”

'Roj TV bo Xelata Nobelê hat berbijarkirin'

Kanala kurdî Roj TV ji aliyê çend pisporên di warê mafê mirov de ji bo wergirtina Xelata Nobelê ya Aştiyê hat berbijarkirin. Namzetkirina wê kanalê ji bo wergirtina Xelata Nobelê di demekê de ye ku bi behaneya têkiliyên ligel PKK'ê, li Danîmarkayê çend gilehî li ser hatine tomarkirin. Ji bo wergirtina Xelata Aştiyê nêzîka 150 pisporan dengê xwe dane berbijarkirina Roj TV. Di nav wan de jî kesên wek; rahîbê mezin ê Afrîkaya Başûr Desmond Tutu, damezrênerê melbenda çareseriya qûrbaniyên îşkencê li Danîmarkayê Dr. İnge Genefke, Endamê Danîmarka yê komîteya Hêlsinkî Tue Magnussen, endamê komîteya li dijî îşkencê yê Yekitiya Ewropayê Bent Sörenson û çend parlementerên biyanî hene.

'Li Agirî, Îdir, Mûş, Colemêrg, Dêrsim û Şirnexê alarma radyasyonê'

Li ser îdîaya ku ji sentrala Ermenistanê ya Medzamorê çizirandin heye, pîvanên radyasyonê li Agirî, Îdir, Mûş, Colemêrg, Dêrsim û Şirnexê dest pê kir. Derket holê ku cîhazên wê çizirandina radyasyonê bikin li bajarên rojava yên Tirkiyeyê heye lê li van bajarên Kurdistanê tuneye.

'Li balafirgeha Moskowê teqîneke ecêb!'

Li balafirgeha Domodedovayê ya paytexta Moskowa Rûsyayê êrîşeke xwekujî pêk hat û di encama êrîşê de bi kêmanî 31 kes mir û gelek jê bi xedarî bi temamî 130 kes jî birîndar bûne. Li beşa balafirgehê ya xetên derveyî welêt de li hêla bagajan li gorî saeta heramê saet li dor 18’an teqîneke ecêb pêk hat. Li gor kesên dîtiye, tê gotin ku kesê ku êrîş pêk aniye bombeya li ser xwe teqandiye û ev yek çêbûye. Di encama teqînê de 31 kes miriye.

'70 xwendekarên kurd ji ber êrîşan, zanîngehê bicîh dihêlin'

Xwendekarên kurd ên li navçeya Hadima Qonyayê ku Dibistana Bilind dixwînin, ji ber di hefteyekê de du caran rastî êrîşa nijadperestan hatin, dest ji dibistanê berdidin. Hat zanîn ku 70 xwendekarên kurd ên ku zanîngehê dixwînin, ji ber rastî êrîşan tên, daxwazname nivîsandin û diyar kirin ku ji ber şert û mercên wan ên zanîngehê bixwînin nemaye dê ji neçarî zanîngehê bicîh bihêlin.

'Goreke komî jî li Çemişgezekê ye'

Piştî gorên komî yên li navçeya Motkiya Bedlîsê, angaştek ji Dêrsimê jî hat. Hat diyarkirin ku 19 gêrîla di sala 1997'an de, di goreke komî ya li navçeya Çemişgezeka Dêrsimê de hatine veşartin.

'Serokdewletê Tûnisê reviya Erebistana Siûdî'

Serokdewletê Tûnisê Zeynel Abidîn Bin Elî ji ber serhildana gel ji welat revî. Tê gotin ku Bin Elî hatiye Siûdiyê bajarê Ceddeyê. Desthilatiya 23 salan a Serokdewletê Tûnûsê Zeynel Abidin Bin Elî, tenê 4 hefteyan xwe li ber serhildana gel girt. Serokdewlet Bin Elî ji ber serhildana li paytextê, neçar ma ji welêt bireve.

'Xelkê Kobaniyê 100 saliya avakirina bajêr pîroz dike'

Kobanî berî vê bi 100 salî hate avakirin. Îro xelkê bajêr 100 saliya avakirina bajarê xwe pîroz dike.