Bikarhêner:Mirad Gundikî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Miradê Gundikî: Ew di îlona 1987ê de li Gundikê Melî ya Şirnexê Xwedê daye.

Xwendina xwe ya destpêkê li Gundikê û ya nêvê li Cizîra Botan xwendiye.

Li Diyarbekirê di zanîngeha Dîcleyê de ji bo kîmyaya ingilîzî li navenda zimanên biyanî salekê beşa zimanê ingilîzî xwendiye û niho di beşa kîmyayê de xwendekar e.

Şêwirmendê zimanî yê kovara Wenda-yê û bernameya Kevanî-yê ya Kurd1ê ye.

Qunciknivîskarê rojnameya Evro-yê ya Başûrê Kurdistanê ye.

Edîtorê malpera kurdigeh.comê ye.

Nivîsên wî di malperên; Nefel, Kulturname, Netkurd û Kurdîgehê de û di kovarên; Çirûsk, Nûpelda, Tîgrîs û Wendayê de belav bûne.

Du salan wek dildarê perwerdekirinê li mala piştgiriya perwerdeyê ya Şaredariya Baglarê dersên zimanê ingilîzî û fenê dane xwendekarên ko nekarin biçine dersxaneyên pereyî.

Niho li yekîtîya Rojnamegerên Rojhilata Başûrê, qursa zimanê kurdî dide rojnamegeran. Di 13 saliya xwe de di pêşbirkeka helbestên zarokan de li Şirnexê bû yê yekê û ji ber wê helbesta wî serok-komarê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Necdet Sezerî li qesra serok-komariyê xelat dayê.

Di sala 2010ê de li Bakurê Emerîkayê di konferansa yekê ya zimanê kurdî de, bi pêşbirkeka di nêvbera nivîskarên ciwan yên kurd de, Zanîngeha Los Angelesê(UCLA) û komeleya KAESê xelata kurdê ciwan yê herî orjînal û afrîner dinivîsîne da wî.

Di konferansa kurdolojîyê ya Zanîngeha Hekarîyê de, mijara ” li Herêma Botan leyistokên zarokên kurd; binavkirina wan, dabeşkirina wan û li gor bûyerên civakî guherînên li wan bûyîn, pêşkêş kir. Zanîngeha Hekarîyê dê lêkolîna wî wek lêkolîna zanistî ya kurdolojîyê çap bike.

Li Emerîkayê komîsyona îmtihanên zimanan ya TOEFLê ji 2010ê ve ji bo beşa kurdî jî îmtihan amade kirin û di wan îmtihanan de, bi nivîsên Miradî jî pirsên zimanê kurdî hatin kirin. ”Havîn” pirtûka wî ya pêşiyê ye