Bilind Salih

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bilind Salih
Jidayikbûn
Pîşe

Bilind Salih, li Ewropayê wekî Blend Saleh jî tê nasîn (jdb. 21ê îlonê 1978, Başûrê Kurdistanê) stranbêjekî kurd e. Popbêj (popvan) e.

Di 6 saliya xwe de dest bi xebata muzîkê dike. Li Hewlêrê diçe dibistanê. Bi zaraveyê kurmanciya Behdînanî distrê. Di TV ya herêmî ya Kerkûkê de distrê, bi enstrûmana xwe ji Tehsîn Taha re sazbendiyê dike. Sala 1991ê bi tevî malbata xwe diçe Swêdê, li wir dibin penaber. Di zanîngeha Uppsalayê de perwerdeya dermanzaniyê dibîne. Di orkestrayên kurd û swêdiyan de cih digire.

15ê adara 2002an de albûma xwe ya pêşîn a bi navê Bêrîvan dertîne. Di sala 2005an de duyem albûma bi navê Lê Canê diderxe. Di albûma duyem de bi zaraveyê soranî jî distrê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]