Birca selcûqî
(Ji Birca Selçûqê hat beralîkirin)
Birca selcûqî, (bi tirkî: Selçuklu Kulesî) avahiyêkî bilind e ku di çarçoveya Projeya Veguheztina Nalçacıyê de li qada Stasyona Otobusê ya kevin a bajarê Qonyayê hatiye çêkirin. Bilindahiya avahiyê 163 mêtre û ji 42 qatan pêk tê. Avahî li Qonyayê û herêma Anatoliya Navîn avahiya herî bilind e. Birc di sala 2006an de ketiye xizmetê.
Birc, li navçeya navend a Selçukluyê hatiye çêkirin û di binê bircê de Navenda Danûstandinê Kule Site AVM cih digire. Avahî niha wekî navenda karsaziyê tê bikaranîn.