Îdeolojî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Birdozî hat beralîkirin)

Îdeolojî yan jî bîrdozî, cureyekî felsefeya siyasî an civakî ye ku hîmanên kiryarkî (praktîkal) zêdetir an jî bi qasî hîmanên hizirî giring û berçav in.

Dîroka peyvê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev peyv cara pêşîn li sala 1796'ê ji aliyê Antoine-Louis-Claude, kontê Destutt de Tracyê hat bikaranîn, dema wî dixwest "Zanistê Bîrûbaweran" şirove bike. Piraniya saloxetên ew jibo îdeolojiyan diyar dike, hêşta jî derheqa piraniya îdeolojiyan da rast in. Ji wan saloxetan ev in: bîrdozeka pirûtêr ya civakê û siyasetê, bernameyeka siyasî û berhevkirin jibo xebateka seba bicihkirina wê programê, û berbînî an pêdvîtiya serkêşî an rêberiyeka siyasî û hizirî.

Îdeolojî, bi rêzanî (sîyesî) û civakî hizrek were çêkirin û pê bi riya hukumetekê, rêxistinekê di nêzîkatiyê xuyên çîneke civakî de rê şanî dan bi polîtîkî, dadî, zanistî, felsefî, olî, moralî, hizrên ku hatina xamlkirin an ji xamilandin hebûna ye hemûkî ya. Di hizre îdeolojiyê de marksîzim cihekî mazin digirê. Di vê hizre de piştre weke Marks, Lenîn, Gramscî, Lukacs, Zanîngaha frankurtê û her weha hê gelekên din kar û xabatên wan bûna. Ev di demên Nûjen de bûna.

Hîmzanist[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bêja Îdeolojî, biqasî ku tê gotin di fransizî de ji bêja ´Idêologie´ hatiya afirandin. Deme ku mirov li ser bêjê bi xwe di hizirê, mirov dibêne ku bêje bi xwe ji îdea hatiya. Idea, bi serê xwe, wate wê hizirê. -olojî ji yanî zanista wê biwate dibe. Bêja îdeoloji cara pêşî di deme şoraşa Firansa de Antoine Destutt De Tracy di 1796 de bikar aniye. De Tracy di wate zanîna hizir de bikar anî. Li gor hizre De Tracy ti hizre bi serê xwe yên objektîv nîn in. Wî bawer kir ku ev wê weke biyolojî û zoolojî wê di xata xwe de hebûna pêşxê û berdewam kê. Li gor wî wî wê îdeolojî bê beşe zanistê ya herî girîng.

Hizra îdeolojiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îdeolojî di hizrekê de wekhevî û fehmkirinê dike armanca xwe. Wekhevî û ji hevdû xataka wê ya girînge. Li ser têkiliyê re jiyana ku hati hevparkirin were ser ziman bi hizir, bihizir dike. Lê îdeolojî, deme ku di nav xalkê de diçê haya bine wê û di nav civakê de herkesekî weke hevdû dixweze bike, hingî, xalatiya xwe têne ser hole. Ji ber ku di civakakê de pir kom û xalk heya ku hebin. Îdeolojî rengê wê kifşe. Çawa tê ser ziman wilo dixweze xwe bi pêş bixe. Bo mînak, li Tirkiye "yek ziman, yek ol, yek civak, yek çand" (bi tirkî: tek dil, tek din, tek milet) li ser civak tê ferzkirin. Ev xalatiyaka pêşketina îdeolojiyê ya. Bi vê yekê cudeyên civakê an ji civakan têne tinekirin. Hîmê vê, li ser baweriyê û çanda komakê tê avakirin. Divir de îdeoloji ji hizir û hebûna civaknasiyê (sosyoloji) tê dûr e. Civaknasî, di nav mirov û civakê de têkiliyê lêkolîn dike. Îdeoloji di nav têkiliya mirov civakê de xatakê di vir de ava dike. Ev xat, awayê hizrê, çawa bê, li gor tê nirxandin û şîrovekirin.

Îdeolojî, awayê hizrê şanî mirov dide. Lê di vir de gelek îdeolojî bûn heya. Ew ji bi gelek hizire û ramanan diafirê û tê ser ziman. Mînak, îdeolojiyên pêlitik. Di aliyê hizrê de xata wê heya. Xataya xwe ya ku heya serdest dike. Minaq, îro îdeolojiya kaptalist serdest e. Li Sovyetê ji îdeolojiya sosyalizim hebû. Deme ku hizre wê tê ser ziman ji gelek aliyan ve tê ser ziman, Ji aliyê nirx û çandê ve û girenbuhabûnê ve ji têne ser ziman. Deme ku hizre bi awayê îdeoloji hata afirandin, ji gelek awayan ve şîrove û anîna wê ya ser ziman dibe. Xweza, mirov, hizir, zanist û hwd. Di hundurê hizre îdeolojî de gelek nêzîkati hene. Lê du nêzkati hertimî mazin dereketina pêş. Nêzîkatiya pozîtîv û ya nêzîkatiya negatîv. Nêzkatiya pozîtîv baş dîtina û ya negatîv ji ne baş dîtina. Li gor wê hizre rastiyê tê kifşkirin. Şerên di nav îdeolojiyan ve weke yê di nav kapîtalîzmê û marksîzmê de, dibe. Kapîtalîzm ji û marksîzm ji du îdeolojiyê jev cude ne, dijî hevdû ne.

Îdeolojiya Kapitalist[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îdeolojiya kapitalist, hizre xwe li gor hizre ku jê re dibêje "lîberal" ava dike. Hîmê ya deme hemdem, piştî pişketina deme ronasansê piştre pêşket. Berê wê hersê demên demên navîn, jê re dibine hîm. Bi Kirîn û firotinê re hizre mazin dike. Piştî sadsala 17 wan pêde, ku di dest de girtin bû û li hev gaha hevdû, êdî hin bi hin kapitalizime roje me awa stand. Hîmê wê di dest de girtina.

Piştî sadsala 17 wan pêde mirovên weke Adam Smith û Dawid Ricardo hizire wê ya demî afirandin. Pêre êdî pêşketin aawa bû. Pêşketiona wê ji, li ser di destê komaka ku jê re dibêjin burjuva yên de dewlemend de girtina awa ya. Ev kom pêşdikeve û serdestiya siyesî ji dike destê xwe de bi hewgirtina didestê xwe de. Bi vê yekê çanda xwe ji ava dike. Bi vê yekê serdest dike. Di vê yekê de pergalak ji tê avakirin. civak bi komên xwe re di bin serweriya wê koma dewlemende dimeşê. Ew li ser baxt û wariya wî kifş dike. Di hundurê kapatiyalizmê de du hizrên girên hene. Kapitalizm, serweriya dewlemendan rast dibîne.

Hîmê kapitalizmê li ser çinkirinê ava ya. Derketina hizre çinî û hebûnê wê, ku mirov li dîrokê meyîzenê, diçê ta deme Sumeriyan. Di wê demê de Sumeriyan de dewleteke çinî awa kirin. Bi hizre xwe ya çinî re şaristaniya xwe ava kirin. Lê bi hizre olê ev yek kirin. Pişt wan de demên koladariyê hatin, û piştre koladariyê de demên demên navîn hatin. Pişt demên navîn re deme ku jê re hata gotin kapitalizim hat.

Îdeolojiya marksizim[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îdeolojiya marksizim, di sadsaal 17 de ji dijî îdeoloji û pêşketina kapitalizmê derket. Yê ku ev îdeoloji ji çêkir û afirand ji Karl Marks bû. Pêre Friedrich Engels hebû. Herdûkan hewl da ku hizrek wan komên civakê yên di bin dest de çêkin û belav bikin. Wan hizir kir ku ci vakakê ya ya herî kifşdar komên civakî yên karkar in. Wan ji van komar got "proleterya". Di bin destê karsazekî de gelek karkar kar dikin. Lê mafê karê xwe yê ku dikin na hildin. Marks û Engles, hizre xwe li ser vê yekê ava kirin. Wekhevî anîn ser ziman.

Çine serdest, ya ku xwediyê hemû tiştî bû. Yê xwediyê kar, gelek mirov li ber destê wî kar dikin, vê yekê dikir ku di destê wî de gelek li hew bigihê hevdû. Wan ji hizirkir ku divêt ku ewqas gelek ji yekî ne mêne. Di civakî de kî çi karî dike, ku mafê xwe yê beremberî kirina xwe hilde, wê di destê yekî de wilqasî li hevdû na gihê hevdû. Wan hizre vê yekê çêkirin. Di deme wan de sadsala 18 bû deme şerên di nav karkar û karsazan de. PIştre deme tekoşîna neweteyan pêşket, pêve.

Bi vê îdeolojiyê li ser têkiliya di nav meta, kirin û bikar anîn de sekinîn. Hizre vê yekê hata avakirin. Pirtûka marks ya herî bingeh ya "kapîtal" e. Li ser vê yekê di rawastê.Li bûjenîye rastaha. Îdeolojiya alman ya ku Hegel anî ser ziman, pir ser sekinî û şîrovekir û anî ser ziman. Aboriya Îngilistanê pir şîrove kir û anî ser ziman. Pêketin hizrî bi felsefe re ku şoraşa Firansa ji di nav de şîrove kir û anî ser ziman. Felsefe demê ya hemdem afirand û weke îdeolojiya marksizmê hata ser ziman.

Zanist û îdeoloji[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Haya roje me, sê awayên îdeolojiyan serdest bûn. Weke ku li welatên ereban û li Îranê Îdeolojiya olî serdest bû. Li Îranê ji û li welatên ereban ji Îdeolojiya îslamê serdet heye. Weke ku li Tirkiyeyê jî îdeoloji Qawmî an ji Netewperestî serdest bû. Û weke ku ji sadsala 17 wan dest pê kir li Ewropa ku Rusya ji di nav de îdeolojiya Kapitalizim û îdeolojiya Sosyalizm serdest bû. Di naqabina zanist û îdeolojiyê de hertimî sînorek hata dîtin. Zanistên weke Biolojî, Psîkolojî û whd pir nîqaş hatina kirin. Marks bi xwe ji deme ku şîrove bike, li hevberê xalatiyan zanistê didêne. Bi vê yekê, xwest zanistiya wê hizre dêne hole. Lê di naqabîna bêja îdeolojiyê û zanistê de hertimî li ser hebûna rastteqîniyê de li serhevdû de ne çûnek bû. Felsefe weke riyaka gahandinê weyn leyist. Lê di sadsala 20 de di beşa wê ya dawiyê de zanistê derkete pêş û bêja îdeolojiyê êdî wilo zêde ne hata ser ziman. Ev yek, weke dawiyekê hata ser ziman.

Li ser vê yekê, dijîtiya zanistê ya li îdeolojiyê hata rojeve û weke zanistê ew bi binkir hata ser ziman. Di vê demê de hizrên ku weke ku ji wan dihatina gotin "post-modern" hatina rojeve. Pêşketin. û pir di rojeve de hatina hiştin. Li gor ku hata ser ziman Marks dijîtiya xalatiyan bi zanistiyê nîşanda, ev yek weke bitimî dîjiytiya zanist-îdeoloji hata şrovekirin û erê kirin.

Hizre dawiya Îdeolojiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ketina (xuruxandin) sovyetê, êdî hata gotin ku dawiyê hizre îdeolojiyan hat. Ev yek weke hizreke ebedî hata ser ziman. Edî wê hertimî wilo berdewam bike. Bi hizre hizre herkesekî bi bandûr kir. Li gor vê hizre siyeset tenê tekoşîneke desthilatdariyê ya. Ya deme kapitalizmê ya. Hizrên hebûnê derketina pêş. Li fransa weke komên ku mirovên ku weke Jean Paul Sartre derketin û pêşketiya wê kirin. Vî hizre, hizre teherî ji bandûr kir. Mirovên weke Fukuyama pirtûk bi navê "dawiyê Dîrokê" nivîsandin. Ev hemû ji armanca wan ew bû ku vê hizre biddine erêkirin.

Di dawiya Sedsala 20'an de zanist ji her awayî û alî ve serdest bû. Zanist û riyaka ku jiyan pê were ser ziman û nirxandin. Civaknasî û derketina pêş. Têgihiştina îktisadî derkete pêş. Hin bi hin ji raxnakirin bû. Raxnakirina îdeolojiyan bû. Di îdeolojiyan de mijaraka ku herî mazin tê nîqaşkirin ji rexnakirin û nerexnakirin e. Li ser vê yekê pir dihata sekinandin. Di îdeolojiyê de rexne heya an ji ku hebe bi çi awayî ya. Çawa rexne pê kirin?. Di dawiya sadsala 20 de û piştre weke têgihiştinekê derkete pêş, ku zanist îdeolojiyê rexne dikêt. Bi vê yekê, êdî hebûna zanistê mazin hata ser ziman. Nêzîkatiya maks ya ku li hevberê xalatiyan zanistê danîn ji i vê yekê re weke temenêkî hata dîtin û pê hat xwestin ku bê gotin ku zanist û îdeoloji jev cude li dij hevdû ne.

Di vê demê de piyasa derkete pêş. Hizre wî mazin pêşket. Êdî demeke nû her weha dest pê kir. Deme mayindakirina desthildariyê ji bo kapitalizmê dest pê kir.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]