Duçerxe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Bisiklet hat beralîkirin)
Duçerxeya jiyana rojane
Êdî kevn bûye
Pisporê pêşbaziyan Jan Ullrich û çerxeya pêşbaziyê

Duçerxe,[1] an jî bisîklet[2][a] alaveke veguhastinê ya bêmotor e ku ji du çerxan (pêçke, taye, totik, dolav) pêk tê. Navê vê alavê yê giştî çerxe ye, ango çerxeyên siwarbûnê.

Wate û cudatî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Çerxe, bo duçerxe, çerxên klasîk ên firxûnan, çerxên lîstika qumarê, çerxên ku nava wan ne bi giştî tije, ne tevayî girtîne.
  • Tot(ik), ji bo yên kadî, kadokî, kûrewî, yên wekî guleyê. Bo mînak totikên kursîpalek, paldankan. Heger çerxeyên wiha hebin (hene jî) mirov divê ji wan re bêje tot, dutot(ik), sêtot(ik).
  • Pêçke, yên wekî otomobîlan in. Beriya ku lastîk hebe, dora wan ji bo neterişe bi hesin dihate pêçandin. Niha ji ber ku êdî ji lastîkê ûêd ne, divê ji bo yên otomobîlan pêçke bê bikaranîn.
  • Dolav, ji bo yên di mal de tên bikaranîn e. Bo mînak dolava bîrê, ku weris lê pêçandiye û mirov dema wê bigerîna avê dikişîne jor. An jî ên di darbendan de tên bikaranîn.

Di hin devokan de dudolav, baskîl, bîsîklet, dutotik, dupêçke, biskilêt ûêd jî tên bikaranîn, lê bêjeya herî lê tê çerxe ye. Mixabin ji ber ku tevahiya wan nêzîkê hev in, an jî ji bo heman armancê tên bikaranîn, carnan tevlîhevî derdikevin.

Çerxe herwiha di werzişê de tê bikaranîn. Çerxeyên pêşbaziyê, yên çiyageriyê, motorçerxe hwd gelek cureyên wê di werzişê de bikar tên.

Yekem car sala 1791'ê tê çêkirin ku badoka wê nebû. Sala 1818'yê yekemîn çerxeya bi badok tê çêkirin ji aliyê Karl Drais ve.

Hin cureyên sereke yên bisîkletê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Not[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Herwiha wekî piskilêt, bisiklêt[çavkanî hewce ye], payskil[3] paysgil[4] jî tê zanîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Zana Farqîn (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
  2. ^ Zana Farqîn (2004). Ferhenga kurdî-tirkî. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
  3. ^ Ferhenga Oksford bo zarokan: înglîz-kurdî. 2009. Spirêz, Dihok.
  4. ^ Ferhenga Kepir ya wênedar. 2009. Spirêz, Dihok.