Bolşewîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Bolşewîk an jî Bolşewîkî (Rûsî:большевики, wergera bi peyvî Piranîperêz) fraksîyoneka Partiya Sosyal Demokratê Karkarên Rûsyayê bû. Fraksîyonê Bolşewîkan diktatoriya prolêteran dişopand û bo vê dixebitîn û wan xwe li hembera Menşewîkîyên ko daxwaza xwe demokrasiya nimînî bûn girtibû.

Nav û serborî[biguherîne]

Navê wê fraksîyonê di civîneka di 1903an de li Londonê cih girtî de hatibû. Hêldarên Wladimir Îlyîç Ulyanow (Lenin) di wê civînê de piraniya civakê (rusî bolşînstwo) pêk dianÎn û bo vê ewna wek Bolşewîkî dihatin nav kirin. Hindikeyên ko di wê civînê de bûn jî wek Menşewîkî(rusî menşînstwo) dihatin nav kirin. Stalin jî pê re di hêla Bolşewîkiyan de cih girtibû.

Bolşewîk gorî fraksîyonên dinê partiyê radîkal bûn. Wan xirab kirina Çariya Rûsyayê dixwest û bo vê armancê xwe bi Komûnîstan re yek kiribûn. Armanca Menşewikiyan hembera Bolşewîkan ne tu diktatoriya partiyan bû. .

Bolşewîkan pê Şoreşa Kewçêrê di 1917 re kargerî di pêşengiya Lenin de dest xwe xist.

Di Şerê Hindirê Rûsyayê di 1918an de destpêkirî de Artêşa Sor li hembera Artêşa Sipî têkoşÎn dikir. Artêşa Sorê ko di fermanderiyê Leon Davidovich Trotsky de bû Artêşa Sipî bin xist û Bolşewîkan di 1922an de li hemû welata Rûsyayê hikuma xwe dianîn.

Ji sala 1918an şûnda Boşlşewîkan xwe wek Partiya Komûnîstê Rûsyayê nav kirin û pê sala 1925an re jî xwe wek Partiya Komûnîstê YKSS xwe nav kirin.

LÎteratûr[biguherîne]