Here naverokê

Bombebarana atomî ya Hîroşîma û Nagazakî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Bombebarana atomî ya Hîroşîma û Nagazakî
  • Dyad
  • aerial bombing of a city Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
34°23′Bk 132°27′Rh / 34.39°Bk 132.45°Rh / 34.39; 132.45
DewletÎmperatoriya Japonê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Beşdar
Hejmara miriyan
  • 286.818 (2013)
  • 162.083 (2013) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • atomic bombing of Hiroshima
  • atomic bombing of Nagasaki Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di 6 û 9ê tebaxa 1945an de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê du bombeyên atomî li ser bajarên japonî yên Hîroşîma û Nagasaki teqandin. Bombebarana atomî ya Hîroşîma û Nagazakî 150.000 heta 246.000 kes kuştin, ku piraniya wan sivîl bûn. Ew carek tenê ye ku çekên nukleer di şerekî çekdarî de hatine bikaranîn. Japon di 15ê tebaxê de teslîmî Hevalbendan bû, şeş roj piştî bombebarana Nagazakî, ragihandina şer a Yekîtiya Sovyetê li dijî Japonê û dagirkirina herêma Mançuriya ji aliyê Japonê ve. Hikûmeta Japonê di 2ê îlonê de peymana teslîmbûnê îmze kir û şer bi tevahî bi dawî kir.

Di sala dawîn a Şerê Cîhanî yê Duyem de, Hevalbendan êrîşeke giran li ser axa Japonê amade kirin. Beriya vê operasyonê 64 bajarên japonî bi kampanyayeke bombebarkirinê hatine wêrankirin, ku di nav de operasyona li ser Tokyo jî hebû. Şerê cepheya ewropî bi teslîmbûna Almanyayê di 8ê gulana 1945an de bi dawî bû, û Hevalbendan bala xwe bi tevahî dane ser Şerê Pasîfîkê. Di tîrmeha 1945an de, Projeya Manhattan a Hevalbendan du celeb bombeyên atomî hilberand: "Little Boy", çekekî hûrkirina uranyumê, û "Fat Man", çekekî nukleerî ya plutonyûmê. Koma 509th Composit Group a Hêza Hewayî ya Artêşa DYAyê bi balafira taybet a Silverplate ya Boeing B-29 Superfortress hate perwerdekirin, û li Tinian li Giravên Mariana hate bicîhkirin. Hevalbendan di Daxuyaniya Potsdamê ya 26ê tîrmeha 1945an de banga teslîmbûna bê şert û merc a hêzên çekdar ên Împeratoriya Japonî kiribûn. Hikûmeta Japonî guh neda ultîmatomê.

Ji bo bombebarana atomî razîbûna Keyaniya Yekbûyî hate standin, wekî ku li gorî Peymana Quebecê hewce bû. Di 25ê tîrmehê de general Thomas T. Handy, serekê karmendê Artêşa DYAyê, fermana bombebarana atomî li dijî Hîroşîma, Kokura, Niigata û Nagasaki da. Ev bajar, ji ber ku deverên bajarî yên mezin bûn, hatin hilbijartin, ku di warê leşkerî de jî tesîsên girîng dihewandin. 6ê tebaxê, Little Boy avêtin ser Hîroşîmayê, û sê roj şûnda, Fat Man avêtin ser Nagasaki. Di du-çar mehên pêş de, bandorên bombeyên atomî 90,000 heta 166,000 kes li Hîroşîma û 60,000 heta 80,000 kes li Nagasaki kuştin; hema nîvê kuştiyan roja yekem qewimîn. Piştî çend mehan, gelek kes ji ber bandorên şewatê, nexweşiya radyasyonê, û birînên din jiyana xwe ji dest dan, ku ji ber nexweşketin û kêmxwarinê pêk dihat. Tevî hêza leşkerî ya mezin a Hîroşîma, piraniya kuştiyan sivîl bûn.

Zanistvan bi berfirehî bandorên teqînan li ser karektera civakî û siyasî ya dîroka mirovahiyê û çanda populer lêkolîn kirine. Li ser hinceta etîk û dadmendî ya teqînan hîn jî gelek nîqaş hene. Li gorî alîgiran, bombebarana atomî ji bo bidawîanîna şer pêwîst bû, da ku jimara qurbaniyan kêm bimîne: Nêrîna wan li ser vê yekê ye, ku bombebaran rê li ber ziyaneke mezin ji bo her du aliyan girtiye. Lê li gor rexnegiran, bombebaran ji bo bidawîhatina şer nepêwîst bûn û lewma divê wek tawanên şer bêne dîtin.