Here naverokê

Borîmîz

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Borîmîz, an jî borriya mîzê (bi latînî: ureter) cotek pêkhateyên lûleyî ne, mîzê ji hewza gurçikan, diguhazînên bo mîzdankê.

Ji her gurçikek mirov, borîmîzek ber bi mîzdankê ve dirêj dibe. Dirêjiya asayî ya borîmîzên mîrovê temenê pêgihîştî bi qasî 25 heta 30 santîmetre ne.[1]

Borîmîz ji hewza gurçikan derdikevin, li aliyê paşê zikekelênê de ber bi jêr heta mîzdankê dirêj dibin. Li nêzîkê binê mîzdankê, li aliyê paş de, di beşa trîgonê ya mîzdankê de di nav masûlkeyên detrusorê derbas dibin û digihîjin mîzdankê.[2]

Kotahiya borîmîzê di nav masûlkeyan de piçek xwar dirêj dibe.Borîmîz di dîwarê mîzdankê de wisa derbas dibe ko dema mîzdank bi mîzê tijî dibe û pestoya nav mîzdankê zêde dibe, masûlkeyên detrusor ên li diwarê mîzdankê, serê borîmîzê diguvêşên. Guvaştina masûlkeyan, rê li ber mîza nav mîzdankê digire ko paşve neherrike nav borîmîzan.[3]

Borîmîz ji gurçikan heta mîzdankê dirêj dibin.

Dîwarê borîmîzê ji sê çînan pêk tê[4]

Çîna navî, ango navpoşê borîmîzê ji lînceperdeyê pêk tê. Lînceperde rûkeşeşanaya guherbar û xaneyên goblet lixwe digire. Xaneyên goblet lîncemade der didin û navpoşê borîmîzê ji madeyên ziyanbexş diparêzin.[5]

Çîna naverastê ya borîmîzê ji lûsemasûlkeyên dirêjkî û bazinî pêk tê û wekî çîna masûlkî tê navkirin. Çîna masûlkeyên dirêjkî li aliyê derve, masûlkeyên bazinî ji li aliyê navî de cih digire. Lûsemasûlke bi perîstalsîyê mîzê di nav borîmîzê de ber bi mîzdankê tehn didin.[6]

Çîna derve ya borîmîzê ji ji rîşalên bestreşane û çewrî pêk tê. Çîna derve, borîmîzê bi pêkhateyên derdorê ve girê didin û cihê borîmîzan sabit dikin.[4]

Ji gurçikê ber bi mîzdankê, girjbûn û xavbûna masûlkeyên borîmîzan, beş bi beş rû dide. Ango hemû masûlke bi carek ve girj nabin. Dor bi dor û bi ahengî girjbûn û xavbûna masûlkeyan borîmîzan wekî perîstalsî tê navkirin. Bi pêlên perîstalsiyê, mîz di nav borîmîzan de ji gurçikan ber bi mîzdankê ve tê tehnkirin[4].Ji ber paldana masûlkeyan, pestoya mîza nav borriyan bi têra xwe zêde dibe. Loma tevî guvaştina masûlkeyên detrusor, dîsa jî mîz ji borîmîzan diherrike nav mîzdankê.[1]

Çalakiya masûlkeyên borîmîzê ji aliyê herdu sisteman; sîstema sîmpasawî û ya parasîmpasawî ve tên kontrolkirin. Sîstema parasîmpasawî ya demarekoendama xweyî çalakiyên masûlkeyên borîmîzan zêde dike, sîstema sîmpasawî jî çalakiya masûlkeyan kêm dike.[1]

  1. ^ a b c Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  2. ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "ureter". Encyclopedia Britannica, 18 Jan. 2018, [1]. Accessed 10 May 2022.
  3. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  4. ^ a b c Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  5. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.
  6. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill