Here naverokê

Zimanê bretonî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Bretonî hat beralîkirin)
Zimanê bretonî
brezhoneg Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletFransa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema destpêkirinê
  • Sedsala 5an Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • bretoniya gwenedî
  • bretoniya kerneyî
  • bretoniya tregerî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zimanê bretonî an jî bretonî (bi bretonî: brezhonek [bʁeˈzɔ̃ːnɛk]) zimanekî brîtonî yê başûr-rojavayî yê koma zimanên keltî ye ku li Bretanyayê (Fransaya îro) tê axaftin. Tenê zimanê keltî ye ku hê jî bi berfirehî li ser parzemîna Ewropayê tê xeberdan. Bretonî bi beşa zimanên keltî yên navgiravî ve girêdayî ye.

Di Serdema Navîn a Paşîn de koçberên brîtonî zimanê bretonî ji girava Brîtanyaya Mezin bi xwe re birin Armorîkayê (navê kevnar ê herêma perava atlantîk a nîvgirava Bretanya) û bi vî awayî bretonî dibe zimanekî keltî yê navgiravî (însular). Zimanê bretonî nêzîkî zimanê kornî ye. Kornî jî wek zimanê bretonî zimanekî brîtonî yê başûr-rojavayî ye.[1]

Walesî û kumbrî (îro mirî ye), du zimanên brîtonî yên rojavayî, tevî ku zimanên brîtonî bin jî ji bretonî bi dur ketine. Li aliyê din, sê zimanên goidelîk ên koma keltî, îrlendî, manx (li girava Manê) û gaelîka skotî jî bi eslê xwe zimanên keltî yên navgiravî ne lê ew jî ji zimanê bretonî gelek bi dûr ketine.

  1. ^ "Breton language | History, Grammar & Dialects | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 6 kanûna pêşîn 2024. Roja gihiştinê 11 kanûna pêşîn 2024.