Bundesnachrichtendienst

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Logoya buroya saloxgeriyê ya Almanyayê
BND

BND kurteya Bundesnachrichtendienst e, saziya sîxuriyê ya fermî ya Almanyayê ye û navenda wê li Pullacha ber Münchenê ye.

Almanya ji xeynî BNDê xwedî du saziyên heman e. Mirov dikare bêje, BND bêhtirî bi saloxgeriya derveyî welêt re bilîdibe. Tê texmînkirin ku 6000 xebatkarên wê hene (sala 2005) û salê 430 milyon EUR terxan dike[çavkanî hewce ye].

Di 1ê nîsanê 1956an de hatiye damezrandin. Yekemîn gerînendeyê wê Reinhard Gehlen bûye. Wekî sazî wiha hatiye birêxistinkirin:

Beşên Saziya saloxgeriyê ya Almanyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Tespîtên operasyonel
  2. Bicihanînên teknîkî
  3. ûdwergirtin û şîrove
  4. Birêvebirina navendî û trafîka înformasyonan
  5. Tespîtên operasyonel / Nirxandina krîmînalîteya birêxistinbûyî û terorîzm
  6. Alîkariyên teknîkî
  7. Dibistana BNDê
  8. Ewlekarî[çavkanî hewce ye]