Burhan Sönmez
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (çiriya pêşîn 2025) |
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Hevwelatî | |
| Perwerde |
Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stembolê (d) |
| Pîşe |
Nivîskar, parêzer, aktîvîstê mafên mirovan, rojnamevan, dadwer, mamosteyê zanîngehê |
| Qadên xebatê |
Wêjeya tirkî, belletristic literature (en), literary theory (en) |
| Malper |
Burhan Sonmez (jdb. 1965, li Şêxan, Haymana) nivîsakar, wêjevan û parêzerê kurd e ku romana wî ya yekem a bi navê Kuzey ("Bakur") di sala 2009an de hatiye weşandin.
Berhemên wî heta niha li 50 welatan li 48 zimanên cuda hatine wergerandin. Ji sala 2016an heta niha di rêveberiya PENa Navneteweyî de ye. Di îlona sala 2021ê de ji bo seroktiya PEN International hatiye hilbijartin.[1]
Burhan Sönmez di heman demê de endamê akademiya Zanîngeha Cambridge ye.
Jiyana wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1965an de li gundê Şêxan ê Haymaneyê hatiye dinyayê. Xwendina seretayî û navîn li Polatlıyê qedandiye.[2] Xwendina xwe yê zanîngehê li Zanîngeha Stembolê, fakulteta huqûqê xwendiye û di sala 1991ê de dest bi parêzeriyê kiriye.[3] Di heman demê di siyasetê de çalak bûye ku di gelek rojname û kovarên cuda de li ser çand û siyasetê nivîsiye. Li gel xebatên siyasî di avakirina Weqfa Lêkolînên Civakî û Weqfa Çand û Hunerê cih girtiye.
Di sala 1996an de li Enqereyê polês bi armanca ku ew bikujin êrîşê wî dikin. Piştê ku bawer dikin ew kuştine dev jê berdidin. Sonmez di encama êrîşa polêsan de bi xidarî ji serê xwe birîndar dibe û bi salan tedawî dibîne. Di sala 1998an de li Londonê li Navenda Tedawiya Mexdûrên İşkenceyê (“Freedom from Torture”) tedawî dibe. Ji ber sedemên siyasî û ji ber sedemên nexweşiyê nêzikî deh salan li derveyê welêt dimîne.
Romana wî ya yekem, Kuzey di sala 2009an de tê weşandin. Piştre romanên wî, Masumlar (2011), İstanbul İstanbul (2015), Labirent (2018), Taş ve Gölge (2021) û Evîndarên Franz K. (2024) hatine weşandin.[4] Romana Masumlar xelata Edebiyata Sedat Simavi ya 2011an û Xelata Romanê ya St. Joseph ya Izmîrê wergirtiye. Romana bi navê İstanbul İstanbul ji 40î zêdetir zimanan hate wergerandin. Nivîskar bi vê romana xwe di sala 2018an de xelata EBRD ya li Londonê û di sala 2017an de xelata Vaclav Havel stendiye.[2][5]
Çîrokên wî di bijarteyên çîrokan ên bi navên Bir Dersim Hikâyesi (2012), Bana Adını Söyle (2014) û Gezi (bi almanî, 2014) de hatine weşandin.
Pirtûka William Blake a bi navê Zewaca Bihişt û Dojehê di sala 2016an de ji inglîzî wergerandiye tirkî.
Burhan Sonmez romana xwe ya dawî Evîndarên Franz K. bi zimanê kurdî dinivsîne. Nivîsakarê ku kurdekî ji kurdên sirgûnên Anatolyaya navîn e bi vê awayê vedigere zimanê xwe yê dayikê ku dûrê welatê xwe ji dayika xwe fêr bûye.
Sönmez axaftvanê destpêkê yê Rêze Dersan a Trinity Global Humanities ê li Zanîngeha Cambridge (2024) bû, ku wî fikra, "Homo Artîfex" pêşkêş kir û bal kişandin ser wateya hunerê û cihê wê yê di dîroka şaristaniya mirovahiyê de.
Wî ji bo gelek kovar û raojnameyên we The Guardian, Der Spiegel, La Repubblica û hwd gelek gotar nivîsandine.
Sönmez, endamtiya juriya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cenevreyê, Xelata Hrant Dink a Navneteweyî, Xelata Inge Feltrinelli û Xelata Wêjeyê ya Cevdet Kudret kiriye.[6]
Burhan Sönmez niha (2025) li bajarê Cambridge (Brîtanya) dijî.
Berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Roman
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bi tirkî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Kuzey, 2009
- Masumlar, 2011
- İstanbul İstanbul, 2015
- Labirent, 2018
- Taş ve Gölge, 2021
Bi kurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Evîndarên Franz K. 2024
Berhemên wergerandî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bo ketelanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Istanbul, Istanbul (wergêr: Pelin Doğan û Miquel Saumell), 2018, Barselona: Edicions del Periscopi.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "'Türkiyeli' yazar Burhan Sönmez Uluslararası PEN Başkanı oldu! | Gercek Edebiyat". Gercek Edebiyat (bi tirkî). Ji orîjînalê di 28 îlon 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2025.
- ^ a b "Burhan Sönmez Xelata Wêjeyê ya EBRD 2018 wergirt". www.birgun.net. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "BURHAN SÖNMEZ - Faruk Bildirici". farukbildirici.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Li ser romana Burhan Sönmez a bi navê Kevir û Sî: Wê wekî berhemeke girîng cihê xwe di dîroka romanê de girtiye". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2025.
- ^ "Burhan Sönmez Xelata Wêjeyê ya EBRD wergirt | Wêjeya Nûçe" (bi tirkî). 11 nîsan 2018. Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2025.
- ^ Duvar, Gazete (24 îlon 2021). "Burhan Sönmez bû serokê nû yê PEN Internationalê". Gazete Duvar (bi tirkî). Roja gihiştinê 3 çiriya pêşîn 2025.