Cêwî (komstêr)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Cêwî komstêreke di çembera felekan de ye. Ew yek ji 48 komstêrên ku Batlamyûs qala wan kirî bû û yek ji komstêreka 88 komstêrên îroyîn e. Navê wê cêwî ji du stêrên wî yên di mîtolojiya yewnanî de bi Castor û Pollux ve eleqedar ve tê. Nîşana wê (Unicode ♊) ye.

Cîhê xwe ya li ezmên[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komstêra Cêwiyan a wek bi çavên rût tê dîtin

Cêwî di navbera li roava komstêra Ga û li rohelat komstêra Kevjalê, li bakur komstêra Erebevan û komstêra Werşeq û li başûr komstêra Tekqiloç û komstêra Kûçikê Biçûk de dimîne.

Roj di komstêra Cêwiyan de di navbera 21ê hezîranê û 21ê tîrmehê de dimîne. Bi nîvê meheya tebaxê re komstêra Cêwiyan li ber rohelat li ser asoya rohelat xwiya dibe. Ew tewrê baş di meheyên kanûna paşînê û sibatê de tê dîtin. Di meheyên nîsan û gulanê de jî ew hema li dûv roava re li asoya roava xwiya dibe.

Dîtina komstêrê ya tewrî hêsan, bi ditîna stêrên wê yên geş ên Castor û Pollux a bi rêya şiklê “V” ya ber bi rohelat ve ya ji komstêra Gayê û sê stêrên kemera Oryonê ye. Rêyeke din a dîtina komstêrê ya li ezmên kişandina xêzeka xeyalî ya ji Komika Sêwiyan de ber bi geştirîn stêra komstêra Şêra Qelbê Şêr (Regulus) ve ye. Bi vî hawî xêz komstêra Cêwiyan di nivî re dibire û ew jêra herdu stêrên wê yên geş, Castor û Pollux, re derbas dibe.

Stêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Du stêrên wê yên tewrî geş Castor û Pollux in. Herçiqas Castor gorî binavkirina Bayer wek "Alpha" tê binavkirin jî ew ji dûv Pollux re duyemîn stêra herî geş a komstêrê ye. Castor sîstema stêran a ji şeş stêran pêk tê ye. Pollux xweyî peykekê ye ku li dor viz dibe.

Stêrên bi navkirî
Nav Qedra Zahirî Dûrî
(Salên roniyê)
Betaya Cêwiyan (β Gemini, Beta Gemini, Pollux) 1,16 31
Alfaya Cêwiyan (α Gemini, Alpha Gemini, Castor) 1,58 50
Gamaya Cêwiyan (γ Gemini, El Hena) 1,93 100
Muya Cêwiyan (μ Gemini, Muya Gemini, Pêyê piş) 2,94-3,00 250
Epsîlona Cêwiyan (ε Gemini, Epsilon Gemini, Mebsûta) 3,06 900
Etaya Cêwiyan (η Gemini, Eta Gemini, Pêyê pêş) 3,24-3,96 250
Ksiya Cêwiyan (ξ Gemini, Xi Gemini, Ezîr) 3,4 64
Deltaya Cêwiyan (δ Gemini, Delta Gemini, Wesat) 3,54 60
Zetaya Cêwiyan (ζ Gemini, Zeta Gemini, Mekbûda) 3,7-4,2 1200