Cîhana Sofî (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Cîhana Sofie hate beralîkirin)
Jump to navigation Jump to search

Cîhana Sofî[1], anku Cîhana Sofiyê (bi norwêcî: Sofies verden, bi înglîzî: Sophie's World), romaneka romannivîsê norwêcî Jostein Gaarder e ko li sala 1991ê çap bû. Ev pirtûk ji bo zêdetir ji 54 zimanên cîhanê hatiye paçivandin. Zêdetir ji 30 milyon pirtûk jê hatine çapkirin. Tenê bi zimanê elmanî 3 milyon jê hatine firotin. Paçiveya wê ya kurdî jî derkevtiye. Ahmet Gegez ev pirtûk kiriye kurdî û weşanxaneya Do jî li Stembolê ew weşandiye.

Ev roman pirranî hevpeyvîn û danûstandinek e di navbera Sofî Amundsen û kesekê pirr ji nihînî bi navê Alberto Knox. Ev roman bi nijara xwe ya aloz ve roman e û her di wê demê da jî destpêkek e ji bo nasandina felsefeyê.

Kurtiya romanê[biguherîne]

Sofî Amundsen (Sofie Amundsen di deqa norwêcî de) keçeka 14 salî ye ko li Norwêcê dijît. Sal 1990 e. Hindek name ji kesekê nenaskirî bi navê Alberto Knox digehin wê. Alberto feylesofekê 50 sal ye. Bi vî rengî danûstanek li ser niyasîna felsefeyê di navbera wan da dest pê dike.

Çavkanî[biguherîne]


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)