Cîhanbeglû

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Cîhanbeglû an jî Canbeglû eşîreke esilkurd, mazenderîaxev a li Mazenderan ye. Ev eşîr di dema Qeceran de ji Kurdistanê, ji herêma Wirmiyeyê hatiye koçberkirin. Beşeke wan li Farsê (Kelûn Abdû) beşeke wan jî li Mazendaran, li bakurê Sariyê û li navenda Sariyê hatiye bicîhkirin. Cangeblû û Modanlû (Motikan) heta demeke nêzik de bi eşîrên tirkomanî yên Giraylî û Ûşalû êleke bi navê Kurd û Tirk li Mazendaran pêk dianîn[1]. Canbeglû heta destpeka sedsala 20'mîn bi Kurmancî axiviye, belê berebere asîmîle bûye û gorê çavkaniyên 1960an ve de bi mazendarî diaxivin[2].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]