Cîlaya neynokê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ojeya sor

Cîlaya neynokê, oje cîlaya ku li neynokê didin e ku di kozmetîkê de cihekê taybet digire. Ojeyê li neynokên bêçiyan û dehan (bêçiyên lingê) didin. Pirranî jin bikartînin.

Di manîkurê de gelek cureyên rengîn ên ojeyê tên bikaranîn. Ji nîtroselulozê tê çêkirin. Nîvron e, bi firçe yan darikên cîlakirinê li neynokan didin. Bi têkela xwe ya ronkirinê dikare bê ronkirin. Asetona pakijkirinê li hinekan nayê, dikare reaksiyonên alerjîk bitetikîne.

Oje di bijîşkiyê de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di bijîşkiyê de cureyek wê heye ku mirov bixwe jî ziyanê nade. Ev ji bo zarok an nexweşên neynokên xwe dixwin hatine çêkirin. Tehma wê ne baş e, lê zarok bixwin, pê bi jehrê nakevin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ojeya nûjen sala 1920an hatiye çêkirin. Sala 1932 birayên Charles Revson, Joseph Revson û Charles Lachman dest bi hilberîna ojeyê dikin. Revlon dibe markayek, herwiha soravkê jî difiroşe.

Berê jî mirovan neynokên xwe dinexşandin. Lê bi derketina ojeyê ve ev hêsantir bû.