Cînavên kesîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Cînav Di Zmanê Kurdî De (Kurmanciya Jorîn

*Zimanê te nasnameya te ye . Hebûna te ya neteweyî bi hebûna zimanê te ye.
*Zimanê xwe ji toz û zingara rojgarên dûdirêj daweşîne , wî pak û petî bike ...vejîne!
*Zimanê xwe yê bertalan bi xwe biparêze û xwejî bi zimanê xwe biparêze...zimanê te   hebûna te ye!!

Destpêk[biguherîne]

Gelek aloziyên zimanê kurdî hêj nehatine çareserkirin . Babeta zarave (têrm) jî arîşeyeke aloz e, ku heta nuho raweya xwe ya yekbûyî negirtiye . Navlêkirina mijara (pronom) weku zarave bi gelek navan hatiye destnîşankirin . Her şarezayekî zimanê kurdî, li gora baweriya xwe bi navekî ew daye nasîn: - Mîr Celadet Bedirxan û Dr. Kamîran Bedirxan peyva (pronav) bikar aniye . -Seyda Reşîdê Kurd navê (bernav) lê kiriye . -Seyda Sadiq Behadînê Amîdî gotina (cînav) xebitandiye . - Feqî Huseyn Sagniç gotiye (cînavk) - Dr. Qenatê Kurdo bi navê (cînav) aniye . - Şareza û zimanzanên Kurmanciya navîn (Soranî) jî bi navê (ranaw) û (cênaw) xebitandiye, (cênaw) berfrehtir e. - Hindekan jî gotina Erebî (zemîr) bikar aniye . Di vî warî de, min jî weku Dr. Qenatê Kurdo û S . Behadînê amîdî gotina (cînav) ji xwe re pesend kiriye . Hemû pertûk û gotarên rêzimanî yên ku piştî wan şarezayên binavkirî hatine der, ew jî di gêra wan navlêkirinan de mane . Anku her nivîskarekî zimên navek ji wan navan ji xwe re bijartiye û pê kar kiriye. Ev navlêkirinên têvel (ciyawaz) ku li mijara (pronom) bûne, ew jî weku gelek mijarên zimên ên dîtir tevheviyekê pêşberî xwendvanên zimanê kurdî peyda dikin . Ev tevheviyên aloz bi çalakiyên kesatiya yekane çareser nabin. Pêdivî ye ku dezgehine zanyarî hebin, ku kar û xebata çareserkirina hemû kêşe û arîşeyên zimanê me hildin ser milên xwe . Cînav di pirtûkên rêzimanî de :

Çawa nivîserên rêzimana kurdî derbarî navlêkirina cînavan ne wekî hev gotine, wisan jî derbarî jimar û dabeşkirina wan cînavan ne weku hev gotine. Her zimanzanekî li gora baweriya xwe cînav parve kirine:

1- Mîr Celadet Bedirxan di "Bingehên Gramêra Kurdmancî" de cînav kirine (8) beşên sereke :

*Cînavên kesîn
*Cînavên îşarkî
*Cînavên girêkî
*Cînavên pirsiyarî
*Cînavên nebinavkirî
*Cînavên xwedîn (xwemalî)
*Cînavên berbihevîn
*Cînavên lihevxistî

2-Seyda Reşîdê Kurd di "Rêziman a Zimanê Kurmancî" de, cînav kirine (6) beş :

*Cînavên kesok
*Cînavên nîşandan
*Cînavên arzî (milkî)
*Cînavên pêgih
*Cînavên pirsiyarî
*Cînavên nependî

3- Seyda Sadiq Behadîn Amîdî di "Rêzimana Kurdî" de, cînav bi "8" beşan parve kirine :

*Cînavên kesî
*Cînavên heyî
*Cînavên nîşankirinê
*Cînavên bêhêz
*Cînavên xweyî
*Cînavên pêgeh
*Cînavên pirsiyarî
*Cînavên nadiyar

4- Dr. Kamîran Bedirxan di "Rêzimana Zimanê Kurdî" de, cînav kirine (10) beş :

*Cînavên kesîn
*Cînavên destedaniyê
*Cînavên pêşker
*Cînavên girêkî
*Cînavên pirsiyarî 
*Cînavên nebinavkirî
*Cînavên bîrdar
*Cînavên hevedudîtiyê
*Cînavên nebinavkiriyên hevedudaniyê
*Cînavên kurt

5- Dr. Qenatê Kurdo di "Rzimanî Kurdî" de, cînav li ser "10" beşan parve kirine :

*Cînavên kesî
*Cînavên likaw (pêvekirî)
*Cînavên nîşane
*Cînavên xweyî
*Cînavên yektirî (lêkdayî)
*Cînavên pirsiyar
         - Cînavên heyî
         - Cînavên diyar
         - Cînavên nediyar î çendî
         - Cînavên na (neyînî)

6- Dr. Qenatê Kurdo di "Zimanê Kurdî" de, cînavan bi (8) beşan destnîşan dike :

        - Cînavên kesî
        - Cînavên nîşane
        - Cînavên likaw
        - Cînavên pirsiyar
        - Cînavên heyî
        - Cînavên nediyar
        - Cînavên diyar
        - Cînavên çendî

7- Dr. Qenatê Kurdo di "Rêzimanî Kurdî, le diyalêktî

    xwarû û jorî"  de, cînav li ser (10) beşan dabeş kirine:

- Cînavên kesî - Cînavên likaw - Cînavên nîşane - Cînavên xweyî - Cînavên pirsiyar - Cînavên heyî - Cînavên diyar - Cînavên nediyar - Cînavên çendî - Cînavên nefî (neyînî)

8- Feqî Huseyn Sagniç di (Hêmana Rêzimanî Kurdî)( ) de, cînav kirine (12) beş :

         - Cînavên kesîn
         - Cînavên zîvirandî (hêzdar)
         - Cînavên hevayî
         - Cînavên kevnê lêkerî
         - Cînavên kevnê daçekî
         - Cînavên îşarkî
         - Cînavên pirsiyarî 
         - Cînavên qertafî
         - Cînavên xwedîtî
          - Cînavên girêkî
          - Cînavên pêwendî
          - Cînavên nekifşî

Di Kurmanciya Xwarê (Soranî) de, jî şarezayên zimên, di nivîsarên xwe de, cînav dane nasîn û her yekî ji wan jî, li gora baweriya xwe ew bi nav kirine: 9- Seydayê zanyar Tewfîq Wehbî di "Destûrî Zimanî

   Kurdî"( ) de, cînav bi (7) beşan dane nasîn :
        - Cînavên kesî serbixwe 
        - Cînavên nîşaneyî
        - Cînavên lêkderî
        - Cînavên mubhem
        - Cînavên pirsî
        - Cînavên xweyî
        - Cînavên milkî

10- Mamoste Nûrî Elî Emîn di "Qewa'idî Zimanî Kurdî, le nehw û serf"( )de, (4) beşên cînavan bi nav kirine :

        - Cînavên coyî (serbixwe)
        - Cînavên likaw (pêvekirî)
        - Cînavên heyî	
        - Cînavên îşare

11- Mamoste Nûrî Elî Emîn di "Rêzimanî Kurdî"( ) de, cînav li ser (8) beşan parve kirine :

        - Cînavên kesî
        - Cînavên likaw
        - Cînavên xweyî
        - Cînavên îşarî
        - Cînavên geyener
        - Cînavên pirsiyarî
        - Cînavên nadiyar
        - Cînavên heyî

12- Mamoste Mustefa Xurremdil di "Serfî Destûrî Zebanî Kurdî Soranî"( ) de, cînav kirine (4) beş :

        - Cînavên kesî
        - Cînavên nîşandan
        - Cînavên hewbeşî (hevbeşî)
        - Cînavên xawenî (milkî)
                                   ( )

13- Dr. Kurdistan Mukriyanî di lêkolînekê de, cînav bi vê parvekirinê destnîşan kirine .

        - Cînavên kesî
        - Cînavên likaw
        - Cînavên nîşane
        - Cînavên pirsiyarî
        - Cînavên çendî
        - Cînavên heyî
        - Cînavên xweyî
        - Cînavên nadiyar 
        - Cînavên diyar
        - Cînavên na (neyînî) .

14- Mes'ûd Mihemed jî, di gotareke berfireh de,( ) li ser cînavan rawestiyaye û ew kirine (7) beşên sereke :

   - Cînavên kesî
   - Cînavên lêkder (geyener)
   - Cînavên pirsiyar
   - Cînavên îşarê
   - Cînavên xweyî
   - Cînavên heyî
   - Cînavên nadiyar

Diyare ku parvekirin û navlêkirina cînavan, li nik zimanzanên kurd (K J) û (K X) nêzî hev in . Danasîna cînavan jî, li nik wan şarezayan di çarçewa vê têgehê de digere : Cînav ew bêje ne, yên ku di rêxistina hevokan de cihên navan digirin . Wek : - Serdar alîkariya hevalê xwe dike

         - Kî yê biçe daristanê ?
         - Dengê çi tê me   ?

Ev cînav (xwe, kî, çi), bi şêweyekî rast û rewa cihên navan girtine . Anku, li şûna ku em bibêjin :

              -  Serdar alîkariya hevalê (Serdar) dike .
   - (Remo) yê biçe daristanê
   - Dengê (daholê) tê me

Me ev cînav (xwe, kî, çi) li şûna navên (Serdar, Remo, daholê) bikar anîne . Xebitandina cînavan deqqa axavtinê ji dûbarekirina navan rizgar dike . Ev jî, rewanbêjiyekê bi ser şêwazê axavtin û nivîsînê ve ber dide . Nimûne : (Zîn çû mala bavê xwe, cejna bav û birayên xwe pîroz kir .Bavê zînê diyariyek da wê û diya wê jî diyariyek da wê . Zînê xatir ji wan xwest û vegeriya mala xwe) . Ev nivîsar, bêyî cînavan, bi vî şêwazê xav û lihevgeryayî tê : (Zîn çû mala bavê (Zînê), cejna bav û birayên (Zînê) pîroz kir . Bavê Zînê diyariyek da (Zînê) / diya (Zînê) jî diyariyek da (Zînê) . Zînê xatir ji (bav, dê û birayan) xwest û vegeriya mala (zînê) . Bêguman, rewanbêjiya her dû deqqan ji hev cuda ye. Ev cudahî jî, girîngiya rola cînavan diçespîne .

Beşên cînavan :


Berî nuho me dît, çawa her Zimanzanekî Kurd, li gora baweriya xwe, cînav dabeş kirine û her beşek ji wan bi navekî daye nasîn . Piştî ku ez li ser wan cînav û navlêkirinan rawestiyam û min ew beranberî hev kirin, ez gihiştim baweriyekê, ku di şêwezarê kurmanciya jorîn de, cînav bi van beşan parve dibin:

1- Cînavên kesîn 2- Cînavên pirsiyarî 3- Cînavên nîşandan 4- Cînavên bêhêl (bêlayen) 5- Cînavên girêkî 6- Cînavên peywendî (heyî) 7- Cînavên nenas (nebinavkirî)

Ji bilî van her heft navlêkirinên cînavan jî, şarezayên zimanê kurdî çend navlêkirnên dîtir destnîşan kirine . Wek : Cînavên (bihevîn, lihevxistî, xweyî, xwedîn, heyî destdanî, bîrdar, hevdûdanî, yektirî, zîvirandî, hevayî û bêhêz) . Helbet, min ev cînav hemû bi van navan nedane ber vê ravekirina xwe . Hindek ji wan (li gora baweriya min) ne cînav in . Hindek jî, bi navinî dîtir ketine ber şirovekirinê . Wek : 1- Seyda Reşîdê Kurd ev pirtikên bêjeyan (im, î, e, in) kirine cînav û bi navê "bernavên dûmdar" ew rave kirine . Lê Dr. Qanatê Kurdo ew pirtik bi navê (paşkokan) pêşberî xwendevanên xwe kirine. Pirraniya şarezayên zimanê kurdî, yên her dû şêwezaran (K J) û (K X) ew kirine karê (bûnê) di dema nuho de . Ez jî dibînim ku ev pirtikên bêjeyan, ne cînav in . Ji ber vê egerê jî min ew paşguh kirine . 2- Ev her dû cînav (hev, xwe) di pirraniya nivîsarên rêzimanî de bi navê cînavên (hevayî) û (xweyî) hatine danasîn . Min ew her dû cînav û hinin dîtir jî, bi navê cînavên (bêhêl) şrove kirine . Her wiha cînavinî dîtir jî, bi navinî dîtir hatine ravekirin . Di pêvajoya şirovekirinê de, ev pirsgirêka navlêkirinên têvel, dê bêne ronîkirin .


1- Cînavên Kesîn

Cînavên kesîn ew bêje ne, yên ku di pêvajoya hevokan de cihê navên kesan (mirovan), giyanber û tiştan digrin, bêyî ku çi kêmasî bighêje wan hevokan. Wek : - Azad çûye zanîngehê

        - (Ew çûye zanîngehê)
        - Mirîşkê gul peritandin

( Wê gul peritandin)

        - Karker keviran şeh dike
          ( Karker wan şeh dike)

Cînavên kesîn, yên mayî jî bi wî şêweyî cihê navan digrin . Ji hêla rastnivîsê ve, cînavên kesîn di (K.X) de bûne (2) beş :

   - Cînavên serbixwe (yên ku serbixwe
     tên  nivîsîn)
        - Cînavên likaw (yên ku bi peyvên
berî xwe ve têne   nivîsîn) .

Di (K J)de hemû cînavên kesîn serbixwe têne nivîsîn. Tenê ev cînav (wî, wê, vî, vê) ku li pey van pêrbestan (daçekan) (ji, li, bi, di) bên, hingê ew cînav sivik dibin û bi wan pêrbestan ve têne nivîsîn :

        - Min ji wî, wê re got    = Min jê re got .
        - Ez li wî, wê didim      = Ez lê didim
        - Ez bi vî, vê kar dikim = Ez pê kar dikim

Ew her çar cînav bi karan re jî dibin (ê) û bi wan ve têne nivîsîn :

        - Min da wî, wê   = Min dayê
        - Ez çûm wî, wê  = Ez çûmê

Di şêwezarê (K J) de (2) celebên cînavên serbixwe hene

   - Cînavên koma (ez)
   - Cînavên koma (min)

Cînavên koma (ez) ev in : (ez, tu, ew, em, hûn, ew) . Cînavên koma (min) jî ev in : (min, te, wî, wê, me, we, wan) . Her komek ji van her dû komên cînavan di dem û raweyine taybet û destnîşankirî de bikar tê . Ne cînavên koma (ez) li şûna cînavên koma (min) bikar tên û ne yên koma (min) li şûna cînavên koma (ez) bikar tên . Mînak :

        - Ez û Tu, em hevalên hev in .
          Cînavên vê hevokê (ez, tu, em) ji koma(ez) in .
          Vebir (qet) ne dirust e ku em li şûna wan 
          cînavan bibêjin :
        - (Min û te, me hevalên hev in) .
  Berevajî vê jî, li şûna ku em bêjin :
        - Te û wî , we gul çinîn .
          Dîsan  ne dirust e ku em bibêjin :
         -( Tu û ew, hûn gul çinîn) .
Lê di şêwezarê (K X) de komeke cînavan tenê heye.

Ew kom jî ev cînavên serbixwe ne : (min, to, ew, ême, êwe, ewan) . Cînavên vê komê di (K X) de li şûna cînavên her dû komên cînavên (K J) bikar tên . Mînak : Kurmanciya jorîn(K J) kurmanciya xwarê(K X)

        - Ez hatim	                   Min hatim
        - Min xwariye	         Min xwardime

Seyda Sadiq Behadînê Amîdî di pertûka xwe de, ya bi navê (Rêzimana Kurdî)( ) dibêje : Dr. Cemal Nebez dibêjit( ) : Ji cudayêt di navbera kurmanciya jorî û jêrî, ji hêla morfolojî ve, cînav in . Paşê dibêjit, di kurmanciya jorî da dû corêt cînavêt kesî hene, corê yekê di awayê karayî (kiryarî, fa'ilî), di awayê palvedan û heyînê bikar tên . Corê dûwê ew in ku bi tenê di awayêt palvedan û heyînê bikar tên . Zarê kurmanciya jorî bi vê xwemaliyê wekî kevnezimanêt Îranî ye . Belê kurmanciya naverast wekî zimanê Farisî yê nuwî ye, bi tinê corekê cînavan bikar têt . Paşê dibêjit, cihnavêt di awayê kara bikar tên eve ne : (ez, tu ew, em, hiwîn, ew) . Belê cîhnavêt di awayêt heyînê de eve ne : (min, te, wî, me, we, wan) . Ji vê gotina Dr. Nebez tê zanîn ku cînavên koma (ez), yên ku nuho di (K.J) de bikar tên di zimanê Avêstayî de jî bikar dihatin . Çiku Avêstayî jî yek ji wan zimanên kevne – Îranî ye . Digel ku roja îro cînavên koma (ez) di şêwezarê (K.X) de bikar nayên jî, lê şûnwarên hebûna wan hêj di hindek gotin û derbirinên vî şêwezarî de têne pelandin

- Li herêma Silêmaniyê ev penda pêşiyan tê gotin : (Eger zanî ez im,eger nizanî diz im ) .( ) -Helbestvanê gelêrî, Elî Berdeşanî dibêje :

"Ez im Elî Berdeşanî( ) beytê elêm be dîwanî"( ) 

Ji van mînakan tê zanîn ku cînavên koma (ez) di koka şêwezarê kurmanciya naverast de hebûn, lê bi dirêjahiya demê re jê ketine û di şêwezarê kurmanciya jorî de mane.



A- Koma (Ez) :

Cînavên koma (ez) ev cînav in : "Ez, tu, ew, em, hûn,( ) ew". Li gora cîgirtina navên kesan, ev cînav bi vî şêweyê jêrîn parve dibin : a-(Ez, Em) : cînavên kesê yekem ê peyiver in (yê ku di peyive) . - Ez : Bo kesê peyiver ê yekjimara her dû zayendan e (nêr û mê) . Wek :

         - Ferhad dibêje, ez ji Amûdê me .
             Zînê got, ez ji Amûdê me .   

- Em : Bo kesên peyver ên pirjimara her dû

            zayendan e (nêr û mê)

Wek : - Em lawên welatê xwe ne .

           - Em keçên Kurdistanê ne .

b- (Tu, Hûn) : Cînavên kesê dûwem ê guhdar in (yên

            ku bi  wan re tê peyivandin) .  

- Tu : Bo kesê guhdar ê yekjimara her dû

              zayendan e .

Wek : - Tu kurrê kê yî ?

- Tu keça kê yî    ?

- Hûn : bo kesên guhdar ên pirjimara her dû zayndan

            e. 

Wek : - Kurrino, hûn ji kû ne ?

- Keçino, hûn ê biçine kû ?

C- (Ew) : Cînavê kesê sêyem ê nediyar e .

               Ev cînav bo her dû zayndên nêr û mê, 
               yên Yekjimar û komjimar bikar tê .

Wek : - Min Restem dît, ew diçû malê

- Min Mizgîn dît, ew jî diçû mala xwe .
- Min Şêrgo û hevalên wî dîtin, ew diçûn 
  dibistanê
     - Zîn û hevalên xwe bi rê ve bûn, ew dihatin
        malê.


Hêja ye bîranînê ku Seyda Reşîdê Kurd navê cînavên koma (ez) kiriye "cînavên salt"( )û navê yên koma (min) kiriye "cînavên serkar" . Lê Dr. Qanatê Kurdo navê cînavên koma (ez) kiriye "cênavên dema rast" û yên koma (min) kiriye "cînavên tewandî" . Di şêwezarê (K.J) de cînavên koma (ez) di van dem û raweyên hevokan de bikar tên :


1- Bi karê (bûn)ê re :

   Di zimanê kurdî de (2) celebên karê (bûn)ê hene :

a- (Bûn)a bi wateya (heyîn, hebûn), ku di zimanê Farisî de (hesten) e û di zimanê Ingilîzî de (verbe to be) ye û di zimanê Erebî de (keynûne - فعل الكينونة) ye . Bûyera vî karî heyîna (hebûna) rewş û çawaniya kesekî yan tiştekî eşkere dike . Wek : - Serkêşê hevalan Soro bû

- Sibe jî ew ê serkêş be .

b- (Bûn)a bi wateya (çêbûn). Ev kar çêbûn û guherîna rewşa kesekî yan tiştekî, ji qûnaxekê ta qûnaxeke dîtir dinimîne . Wek : - Dara çinarê mezin bûye

  ( berê biçûk bû, nuha mezin bûye)
- Ez fêrî zimanê kurdî dibim
- Bibe rêberê me (Tu)

Ji hêla veguheztinê (kêşanê) ve jî, ev her dû (bûn) ji hev cuda ne . Bûna ku bi wateya (çêbûn)ê, karekî sergihayî (temam) e, weku hemû karên nederhingêv (têneper) di her dem û raweyan de tê veguheztin . Wek : - Dema bûrî : - Ez fêrî zimanê kurdî bûm ,

                                     bûme,  dibûm,  bûbûm

- Dema nuho : - Ez fêrî zimên dibim

                                    (Ez fêrî zimên dibime)

- Dema paşeroj : - Ez ê fêrî zimên bibim - Raweya fermanî : - fêrî zimên bibe, bibin - Raweyên daxwazî : - Xwezî welat rizgar bibûya

                         - Bila welat rizgar bibe   !

- H T D ...

Lê karê (bûn)a bi wateya heyînê, karekî awarte ye, ne di hemû dem û raweyan de tê veguheztin û veguheztina wî jî, digel cînavên koma (ez), bi şêweyekî taybetî tê veguheztin( ).

- Dema bûrî : Hemû karên zimanê kurdî, di her çar raweyên dema bûrî de tên veguheztin . Lê ev karê (bûn)ê di raweyekê tenê de tê veguheztin :

        - Yê ku pertûk xwend ez bûm, tu bûyî, ew bû,
          em bûn, hûn bûn, ew bûn .

- Dema nuho :

          - yê pertûkê dixwîne ez im, tu yî, ew e, em in,
            hûn   in, ew in . [ li vir karê (bûn) hatiye
            avêtin : ( yê  dixwîne) ez ... im = yê dixwîne 
            ez ( dib)im ].

- Dema paşeroj :

          - Xwedê zane, kesê li malê bimîne ez ê bim, Tu
            yê bî, ew ê be, em ê bin, hûn ê bin, ew ê bin .

- Raweya fermanî : - Di cengê de mêrxas be (tu) - Di cengê de mêrxas bin (hûn) .

- Raweyên daxwazî : - Xwezî ez nêzî te bûma ! - Bila tu nêzî min bûyiya (bûya) - Eger ew nêzî te be - Gerek em nêzî hev bin

         H T D ...
	 Balkêş e ku cînavên koma (ez) di çi hevokê de bikar bên, ev kurtebêje (im, î, e, in) jî, li pey wan tên. 

Wek : - (Ez im, tu yî, ew e, em in, hûn in, ew in)

          - (Ez te dibînim, tû min dibînî, ew te dibîne ..)

Vê balkêşiyê kiriye ku şarezayên zimanê kurdî li ber van kurtebêjeyan (im, î, e, in) rawestin û pênasîna wan ronî bikin:

          - Pro. Qanatê Kurdo dibêje, ew pirtik paşkokên nav û cînavan in, di raweyên dema rast (netewandî) de, li pey wan tên û rewşa heyîna wan diçespînin .

- Seyda Reşîdê Kurd wan dike cînavên dûmdar . - Feqî Huseyn Sagniç jî di rêzimana xwe de ew kirine qertaf (paşpirtik) . - Min jî, di pirtûka xwe (Hindek Aloziyên Zimanê Kurdî) de, li gora nêrîna Q.Kurdo, ew kirine paşkok . - Lê Celadet Bedirxan, Rojyê Lîsko, Kamîran Bedirxan, Sadiq Behadînê Amîdî ew kirine karê (bûn)ê di dema nuho de . Li gora baweriya min î nuho, ew navlêkirin û danasînên zimanzanan tev hêj cihê lêkolîn û pirsê ne. Gelek pirsiyar û têbînî derbarî wan di bîra me de digerin . Bi hêvî me ku ez karibim careke dîtir vê mijara aloz, (li gora têgihiştina xwe), vekolim .

2- Bi karên nederhingêv re : Cînavên koma (ez) bikarên nederhingêv (têneper) re di hemû dem û raweyan de bikar tên : -Nimûne : (karê ketin-keftin)

- Dema bûrî:

     - Ez ketim, ketime, diketim, ketibûm,
     - Tu ketî, ketiye, diketî, ketibûyî
     - Ew ket, ketiye, diket, ketibû
     - Em ketin, ketine, diketin, ketibûn.
     - Hûn ketin, ketine, diketin, ketibûn.
     - Ew ketin, ketine, diketin, ketibûn.

- Dema nuho :

     - Ez dikevim, tu dikevî, ew dikeve, em
       dikevin, hûn dikevin, ew dikevin. 

- Dema paşeroj :

     - Ez ê bikevim, tu yê bikevî, 
     - Ew ê bikeve, em ê bikevin, hûn ê bikevin, 
       ew ê  bikevin. 

- Raweya fermanî :

     - Bikeve (tu). 
     - Bikevin (hûn).

- Raweyên daxwazî :

     - Xwezî ez bikevim, tu bikevî, ew bikeve, em 
       bikevin,   hûn bikevin, ew bikevin.
          - Bila ez biketama, tu  biketayiya 
 (biketaya) ew biketaya, em biketana, hûn
  biketana, ew biketana.

HTD........

3-Bi karên derhingêv (têper) re:

Cînavên koma (ez) bi karên derhingêv re(di dema bûrî de) dibin berkarên rasteder :

          - Zînê ez dîtim, Zînê hûn dîtin....
         - Zînê tu dîtiye, Zînê em dîtine...
         - Zînê ew didît, Zînê tu didîtî...
         - Zînê em û hûn û ew dîtibûn.

- Dema nuho : (nivîsîn).

         - Ez nameyê dinivîsim, tu nameyê 
           dinivîsî, ew nameyê dinivîse,
        - Em nameyê dinivîsin, hûn nameyê
          dinivîsin,  ew  nameyê dinivîsin 

- Dema paşeroj :

         - Ez ê nameyê binivîsim, tu yê nameyê
           binivîsî, ew ê nameyê binivîse, em ê nameyê
           binivîsin, hûn ê nameyê binivîsin, ew ê
           nameyê binivîsin.

- Raweya fermanî :

         - Nameyê binivîse (tu)
         - Nameyê binivîsin (hûn).

- Raweyên dazxwazî :

         - Xwezî ez nameyê binivîsim, tu nameyê
           binivîsî, ew nameyê binivîse, em nameyê
           binivîsin, hûn nameyê  binivîsin, ew nameyê 
             binivîsin.
         - Gerek ez nameyê binivîsim, tu nameyê 
           binivîsî, ew nameyê binivîse, em nameyê
           binivîsin, hûn nameyê  binivîsin, ew nameyê
           binivîsin.

4- Bi nav û karê (bûn)ê re :

        - Ez kurd im, tu kurd î, ew kurd e, em kurd
          in,  hûn kurd in, ew kurd in. 

Heger nav bi tîpeke dengdêr kuta bûbe, Ev kurtebêje (im, î, e, in) dibin (me, yî, ye, ne):

        - Ez zana me, tu zana yî, ew zana 
          ye, em  zana ne, hûn zana ne, ew
          zana ne. 


5- Bi hevalnav û karê (bûn) ê re :

        - Ez dirêj im, tu dirêj î, ew dirêj e, em dirêj in, 
          hûn dirêj in,    ew dirêj in . 

6- Bi hevalkar (zerf) û karê (bûn)ê re :

        - Ez dûr im, tu dûr î, ew dûr e, em dûr in, hûn
          dûr in, ew dûr in.                         
        - Ez li ser darê me
        - Tu li kû yî ?
        - Ew li ber avê ye
        - Em, hûn, ew li quntara çiyê ne.

Hinekan ji şarezayên zimanê kurdî, cînavên koma (ez) bi navê "cînavên awayê karayî" (kirarî – fa'ilî) dane nasîn û yên koma (min) bi navê "cînavên awayê palvedan û berkarî" dane nasîn. Bi dîtina min ev danasîn, bi vî rengî, ne cîgirtî ye. Ji ber ku cînavên koma (ez), di rêxistina hevokan de, kara tên û berkar jî tên : Kara :

        - Ez te dibînim.
        - Hûn min dibînin.
          .......

(Berkar) :

        - Te ez dîtim.
        - Min hûn dîtin	

......

Cînavên koma (min) jî, di hevokan de dibin kara û berkar: (kara) :

        - Min tu dîtî
        - Te Mizgîn dît

(berkar):

        - Ew te dibîne
        - Hûn wan dibînin
        - Tu ji min re dibêjî

Têbînî :

1- Dirust e ku çend kar (kirin) bi cînavekî kesîn tenê

   re hevokeke watedar ava bikin :
        - Ez hatim û çûm bê ku kes min bibîne.

2- Gelek caran karek tenê jî, bi çend cînavan re

   hevokeke  watedar dirust dike : 
        - Ez û hûn û ew, em çûn gulistanê.

3- Heger gelek cînav bi karekî tenê re hatin û yek ji

   wan cînavê peyiver (ez) be, hingê ew kar xwe dide
    ber cînavê  Peyiver ê pirjimar (em) :
        - Ez û tu û ew, em hatin .
        - Tu û ew û ez, em hatin .
   Cînavê (ez) digel navan jî, herî bi wî şêweyî hevokê 
    saz dike :
        - Ez û birayên xwe û Zîn, em hatin .

4- Lê ku cînavê (ez) ne di nav wan cînavan de be,

   hingê cînavê guhdar (tu) bi wê rolê radibe û karê 
   hevokê, xwe dide ber cînavê pirjimar (hûn) :     
        - Tu û ew, hûn çûn gulistanê .
        - Ew û tu, hûn çûn gulistanê .
        - Tu û Zîn û Elî, hûn çûn dibistanê .

5- Bi egera sivikbûna gotinê, gelek caran cînavên

   kesîn ji  hevokan dikevin û kar (kirin) bi tenê 
   dimînin bêyî ku çi   ziyan bighêje avahiya hevokan, 
   yan watedariya wan :
        - Ez li wî digerim

(...li wî digerim)

   Ev rawe bi pirranî di bersiva pirsiyarê de tê :
        - Tu li kû bûyî (bû) ?
        - (... li malê bûm).
  Ji ber ku cînav di pirsiyarê de eşkera bûye, nema
  hêja ye ku di bersivê de jî dûbare bibe.
  Yek ji taybetiyên zimanan ew e, ku çi zimanê heye,
bi demê re ber bi sivikbûn û şayikbûnê ve diçe . Di stiran û dîlokên folklora kurdî de, ev diyardeya sivikbûnê gelekî berçav dibe.

Wek :

       ".....Welle govend ranabe

Xwelî l' mêrê xerab be ..... wiha hat û wiha çû siwar hat û peya çû"( ) Di vê dîlokê de, cînavê (ew) ku cihê (mêrê xerab) digre, gerek li pêşiya van karan (hat û çû, siwar hat, peya çû) bi nav bibûya. Lê ji ber ku watedariya dîlokê (bêyî wî cînavî jî) zelal e, ew cînav hatiye avêtin. B- koma (Min) :

Cînavên koma (Min) ev in : (Min, te, wî, wê, me, we, wan) Ev cînav li gora cîgirtina navên kesan dibin (3) beş: a- (Min, Me) :Cînavên kesê yekem ê peyiver in

- Min : Bo kesê peyiver ê yekjimara her dû                                                   
                zayendan e (nêr û mê)

Wek :

	- Azad dibêje, min pertûk xwendibû .
         - Zîn dibêje, min pertûk nexwendibû .
- Me : Bo kesên peyiver ên pirjimara her dû
                zayendan e

Wek :

        - Kurd dibêjin, zimanê me hebûna me ye .
        - Keç dibêjin, welatê me dayika me ye . 
     

b- (Te, We) : Cînavên kesê dûwem ê guhdar in.

 - Te : Bo kesê guhdar ê yekjimara her dû
 zayendan e.

Wek :

        - Azado, te birayê xwe bir malê ?
        - Zînê, dayika te gazî te dike !

We : Bo kesên guhdar ên pirjimara her dû zayendan e Wek :

        - Gelî xoratn, ma we dara gezê dîtiye ?
        -gelî keçan, we karê xwe kiriye ? 
C- (Wî, Wê, Wan) : Cînavên kesê sêyem ê nediyar
                                  in.                                                       
Wî : Bo kesê nediyar ê yekjimara nêrza ye.
Wek :
        - Wî alîkariya min kir.
Wê : Bo kesê nediyar ê yekjimara mêza ye.
Wek :	
        - Wê alîkariya te kir.
Wan : Bo kesên nediyar ên pirjimara her dû
           zayendan e                                           
WeK :
        - Min dû keç dîtin, wan mazî diçinîn.
        -Pêşiyên me nezan bûn, wan gelek derfet             
              winda kirin.

Cînavên kesîn, yên koma (ez) di raweyên dema rast de bikar tên, lê yên koma (min) di raweyên verêsê (tewangê) de bikar tên. Nimûne : 1- Raweyên rast (netewandî) : - Zîn çû dibistanê . - (Ew) çû dibistanê . - Şagirt vegeriyan malên xwe . - (Ew) vegeriyan malên xwe . - ..... 2- Raweyên verêsê : - Zînê pênûsek kirrî (Wê) pênûsek kirrî - Şagirtan gurzek gul çinî (Wan) gurzek gul çinî Berçav e, ku di mînakên (1) ê de (Zîn, şagirt) di raweya rast de bikar hatine û cînavên (ew, ew) ji koma (ez) cihê wan girtiye. Lê di mînakên (2)ê de (Zînê, şagirtan) di raweyên verêsê de hatine û cînavên wan jî (wê,wan) ji koma (min) bikar hatine. Ji van mînakan tê zanîn ku cînavên koma (min) şêweyê koma (ez) di raweya verêsê de ne. Anku, cînavên koma (ez) di verêsê de dibin şêweyê koma (min) :

    Raweya rast 		raweya verêsê
         - Ez dikim		- Min kiriye
         - Tu dikî		          - Te dikir
         - Ew dike	         - Wî, wê dikir
         - Em ê bikin	         - Me kiribû
         - Hûn ê bikin         - We kiriye
         - Ew dikin	         - Wan dikir.

Cînavên koma (min) di rêxistina hevokan de, bi van şêweyên jêrîn bikar tên :

1-Bi karên derhingêv (têper) re :

  Cînavên koma (min) bi karên derhingêv re dibin kara   (kirar – fa'il) û dibin berkar (bireser – mef'ûl) ên rastder  (dîrêkt) û yên nerastede (endîrêkt).

a-Kara:

  Cînavên koma (min) di her çar raweyên dema bûrî tenê de dibin kara :
         - Min name nivîsî, nivîsiye, dinivîsî, nivîsîbû.
         - Te name nivîsî, nivîsiye, dinivîsî, nivîsîbû.
         - Wî name nivîsî, nivîsiye, dinivîsî, nivîsîbû.
         - Wê name nivîsî, nivîsiye, dinivîsî, nivîsîbû.
         - Me name nivîsî, nivîsiye, dinivîsî, nivîsîbû.
         - We name nivîsî, nivîsiye, dinivîsî, nivîsîbû.
         - Wan name nivîsî, nivîsiye, dinivîsî, nivîsîbû.

b- Berkarên rasteder (dîrêkt) :

   Cînavên koma (min), ji bilî dema bûrî, di hemû dem û raweyan de dibin berkarên rasteder. Ev cînavên berkar di  navbera kar û karayê wî de tên .
Anku, li pey kara û berî kar cihê xwe, di hevokan de   
  digrin.

Wek : - Dema nuho :

          - Salar min dibîne, (te dibîne, wî dibîne,                                            	    wê dibîne, me dibîne, we dibîne, wan 
             dibîne).
                 

- Dema paşeroj :

          - Salar ê (dê) min bibîne, (te, bibîne, 
            wî bibîne, wê bibîne, me bibîne,we 
            bibîne, wan bibîne).

-Raweya fermanî :

         - Min bibîne, min bibînin
         - Wî bibîne, wî bibînin
         - Wê bibîne, wê bibînin
         - Me bibîne, me bibînin
         - Wan bibîne, wan bibînin

- Raweyên daxwazî : - Xwezî, ez te serkevtî bibînim - Bila tu min bibînî - Eger hûn wê bibînin lêbûrînê jê bixwazin - Bi hêvî me, ku ez we, wan bibînim ......

C- Berkarên nerasteder (endîrêkt) :

    Cînavên koma (min), bi karên derhingêv re dibin   
    berkarên nerasteder ku li pey wan karan bên :
       - Memo pênûsek dabû min 	
         - Ez ê wê pênûsê bidim te

- Te ew pênûs neda wî - Memo pênûsek da wê jî - We pênûsa xwe neda me - Em ê pênûsan bidin we, wan Ev berkarên nerasteder li pey karên derhingêv, di hemû dem û raweyan de tên : - Zînê gulek daye min - Zîn gulekê dide te - Zîn ê (dê) gulekê bide wî, wê - Bila Zîn gulekê bide me jî ! - Gerek Zîn gulekê bide we, wan

2- Bi karên nederhingêv re :

   Cînavên koma (min) li pey karên nederhingêv jî tên 
   û dibin berkarên nerasteder : 

- Em çûn pêşingehê, ma hûn jî çûne wê (çûnê) ? - Stêr balkêş in, ku awira min dikeve wan

            Ez seyr dimînim.

- Em gihiştin wan .

3- Li pey navan :

    Cînavên koma (min) li pey navan û bi  alîkariya zêderên pendiyê (nasînê), "ê, a, ên" bikar tên. 

Wek :

        - Hevalê min mişext bûye.
        - Hevala te li kû maye ?  
        - Hevalên wî, wê çûne seyrangehê
        - Dostên me, we, wan tev bûne penaber

Zêderên nependiyê "ekî, eke, inî, ine), ew jî girêdanekê di navbera nav û cînavên koma (min) de dirust dikin . Wek :

        - Hevalekî min mişext bûye (nêr).
        - Hevaleke te xuya nabe (mê)
        - Xortinî me çûne seyranê( )
        - Keçine we, wan çûne seyranê

4- Li pey pêrbestan (daçekan ) :

Cînavên koma (min) di pêvajoya hevokan de, li pey pêrbestan jî tên xebitandin. Wek :

        - Baranê li min kir
        - Sosin bi te re axivî
        - Min ji wî, wê re helbestek xwend
        - Tiştekî ji me re bibêje, em ê jî dilê xwe 
        -  ji we û ji wan re vekin

5- Li pey hevalkaran (hokeran) :

     Li pey hevalkaran jî cînavên koma (min) bikar tên.

Wek :

        - Ew hevalê nêzî te, ji kû ye ?
        -Tu dûrî min ketiyî
        -Asmanê şîn di ser me re ye
        -Em li rex we rûniştî bûn

Têbînî :

1- Heger ev her dû cînav (wî, wê) li pey van pêrbestan : (ji, li, bi, di) bêne xebitandin, hingê ew cînav bi

         kurtebirrî dibin (ê) :

- (Ji) : ( ji + wî, wê = jê) - Serdar ji hevalê xwe re got. ( Serdar ji (wî) re got) ( Serdar (jê) re got) - Zîn ji hevala xwe re dibêje ( Zîn ji (wê) re dibêje) ( Zîn (jê) re dibêje) - (Li) : ( Li + wî, wê = lê) - Serdar li gund dimîne

    	 ( Serdar li (wî) dimîne)

( Serdar (lê) dimîne) - Zîn li dibistanê ye ( Zîn li (wê) ye) ( Zîn (lê) ye) (Bi) : ( Bi + wî, wê = bê = pê) - Ez bi Salar re çûm ( Ez bi (wî) re çûm) ( Ez (pê) re çûm).

         - Zîn bi dayika xwe re ye

( Zîn bi (wê) re ye) (Zîn (pê) re ye) Di vê mînakê de tîpa (b), bi egera sivikbûnê bûye (p). - (Di) : ( Di + wî, wê = dê = tê) - Malek di gund de nemaye ( Malek di (wî) de nemaye) ( Malek (tê) de nemaye) ( Sêvek di darê de pijıya ye) ( Sêvek di (wê) de pijiya ye) ( Sêvek (tê) de pijiya ye). Tîpa (d) jî, bi egera sivikbûnê bûye (t). Ji hêla dengsaziyê (fonîtîkê) ve, ev pêrbest (ji, li, bi, di) bi dengdêra (i) kuta dibin, vêca ku (ê) ya kurtkirî dighêje wan, (ji + ê, li + ê, bi + ê, di + ê) aloziya (2) dengdêrên li pey hev (i, ê) berçav dibe. Hingê dengdêra pêşîn (i) tê avêtin : (j...ê, l...ê, b...ê, d...ê) û dibin (jê, lê, pê, tê).

2- kurtebirriya van her dû cînavan (wî, wê) li pey

   karan jî  dirust dibe :

- Min pertûkek da Rizgar (Rizgarî) ( Min pertûkek da (wî) ( Min pertûkek dayê) - Rizgar avê dixe perdaxê ( Rizgar avê dixe (wê) ( Rizgar avê dixê) Şarezayên zimanê kurdî (K.J), li ser vê diyardeya cînavan rawestiyane û ev cînavê kurtebirr (ê) bi van navan destnîşan kiriye : - Celadet Bedirxan navê "pronavê lihevxistî" lê kiriye. - Reşîd Kurd : "bernavê bêhêl" - Kamîran Bedirxan : "pronavê kurtkirî" - Sadiq Behadîn Amîdî : "cihnavê bêhêz" Ji hêla parvekirina rêzimanî ve jî, ev cînav di hemû raweyên hevokê de cihê navên berkarên nerasteder digre. Anku, berdewam ev cînav berkarê nerasteder e.

3- Cînavên koma (min), ku li pey karan (yên derhingêv û yên nederhingêv) bên, ew jî dibin berkarên nerasteder. Wek :

         - Zînê diyariyek da me .
         - Nêrgizê berek avête wan .

Ev her dû cînav (me, wan) berkarên nerasteder in. Ji ber ku reseniya wan her dû hevokên li jor ev e : - Zînê diyariyek da (bo) me\ - Nêrgizê berek avête (bo) wan.

4- Cînavên koma (min), yên ku li pey nav û hevalkaran tên: - Birayê te çûye gund - Ez nêzî we me bi van navlêkirinên rêzimanî hatine nasîn : - Celadet Bedirxan û Rojyê Lîsko (li jêr bandora zimanê Fransî) gotine, ev cînav (berkarê nav) in. - Dr. Cemal Nebez û Sadiq Behadînê Amîdî (li jêr bandora zimanê Erebî) gotine, ew di raweya palvedanê (îzafê) de ne.

Dr.Kurdistan Mukriyanî di "govarî Zanyarî Kurd, bergî   (7).R. (245) de, wan dike berkarên tiyan, anku, berverês (tewandî)	

5- Di zimanê Fransî de raweyek bi navê (Transformation) heye. Ev rawe di zimanê kurdî (K.J), de, xwe dide ber gotina "Raweya veguheztî). Anku, raweya ku ji raweyeke resen hatiye veguheztin. Di zimanê kurdî de jî ev rewaya veguheztî heye. Li gelek dever û herêmên Kurdistanê tê gotin : - Min dil heye ez herim Amedê. - Te hevalek heye. - Me (5) hespên kêşê hebûn. - Wî dostekî dilsoz heye. Ev raweya van mînakan di forma resen de, bi vî şêweyê jêrîn e : - Dilê min heye, ez herim Amedê. - Hevalekî te heye - (5) hespên me, yên kêşê hebûn. - Dostekî wî yê dilsoz heye.

6- Ji hêla rastnivîsê ve jî, hemû cînavên kesîn serbixwe têne nivîsîn, ji bilî cînavê kurtkirî (ê), ku bikar û pêrbestan ve têne nivîsîn. Wek :

        - Min dayê .
        - Tu jê re dibêjî .

7- Ev cînavê kurtebir (ê), ku di (K.X)de bi navê (ranawî Likaw) tê nasîn, berdewam cihê berkarên nerasteder digre: - Ez bi pênûsê dinivîsim. - (Ez pê dinivîsim) - Te pênûs da Zînê. - (Te pênûs dayê).

2 -Cînavên pirsiyarî

Rola şêwazê pirsiyarî di warê zelalkirina wate û têgehan de, roleke giring e. Gelek caran gotinin li ber guhên me dikevin û mebestên wan gotinan ji me ve baş zelal nabin. Hingê pirsiyar tenê li ber me dimînin ku em bi bersivên wan, mebest û têgehên tarî ronî bikin. Şêwazê axavtina pirsiyarî di zimanê kurdî de bi (3) şêweyan dirust dibe : - Bi cînavên pirsiyarî. - Bi alavên (amrazên) pirsiyarî. - Bi şêwazekî bê cînav û alavên pirsiyarî.

a- Cînavên pirsiyarî :

Cînavên pirsiyarî di zimanê kurdî (K.J.)de ev in:

" kî, kê, kû (ku), ka (kanî), kengî (kengê), kîjik, kîjan, çi, çilo, çon, çawa (çawan), çima, çitov (çito) çira (çire), çend, çiqas".

Her yek ji wan cînavan bi taybetiyekê tê xebitandin .

"Kî" : Ev cînav bo hişmendan (mirovan) tenê tê xebitandin û cihê navên yekjimar û pirjimara her dû zayendan (nêr û mê) digre .

Mînak : - Kî hat ? (Salar hat) (nêrê yekjimar) (Zîn hat) ( mêyê yekjimar) - Kî hatin ? ( Birayên te hatin)(nêrê pirjimar) ( Keçin hatin) (mêyê pirjimar) Cînavê (kî) weku hemû cînavên kesîn, yên koma (ez) di dem û raweyên rasteder (bê verês) de tê xebitandin.

1- Bi karê bûnê (heyinê) re :

- Dema bûrî :

         - Ew kî bû li min dipirsî ?

(Reşo bû li te dipirsî) - Mêvanên we kî bûn ? (Mêvanên me xizmên me bûn)

- Dema nuho :

         - Ev jina li te dipirse kî ye  ?

( Dayika min e) - Ev kî ne ? ( Ev hevalên Zînê ne)

- Dema paşeroj :

         - ku em bi rê ve biçin, kî yê rêberê me be ?

(Ev hevalê rênas dê rêberê me be) - Mêvanên me dê kî bin ( Mêvanên me dê Hemo û Reşo bin).

- Raweyên daxwazî :

         - Gerek kî hevalê te bûya ?( )

- Gerek Reşo hevalê min bûya)

2- Bi karên nederhingêv re :

   Cînavê (kî) di hemû dem û raweyên karên
    Nederhingêv (têneper) de, cihê navan digre:

- Dema bûrî : - Kî ket ? Kî ketin ? - Kî ketiye ? Kî ketine ? - Kî diket ? Kî diketin ? - Kî ketibû ? Kî ketibûn ?

- Dema nuho : - Kî dikeve ? - Kî dikevin ?

- Dema paşeroj : - Kî yê (dê) bikeve ? - Kî yê bikevin ?

- Raweyên daxwazî : - Bila kî biketaya ? - Gerek kî ketibana ?

3- Bi karên derhingêv (têper) re :

   Cînavê (kî) bi karê derhingêv re (dema bûrî), cihê 
   berkarê rasteder digre :

- Te kî dît ? (min Zîn dît) - Zînê kî dîtin ? (Zînê birayên xwe dîtin).

- Dema nuho : - Kî gotarê dinivîse ? - Kî gotaran dinivîsin ?

- Dema paşeroj : - Kî yê gotarê binivîse ? - Kî yê gotarê bixwînin ? (Em ê gotarê bixwînin)

- Raweyên daxwazî : ( ) - Te dixwest, kî gotarê binivîse ? - Gerek kî gotaran binivîsin ? Di pêvajoya (pêwera) hevokê de cînavê (kî) dibe kara (kirde, kiryar) : - Kî çû û kî hat ? - Kî dermanan difroşe ? Li wê gorê, dibe berkar (bireser) jî : - Te kî dît ? - Reşo kî biriye gundê xwe ?

"Kê" : Cînavê (kê) jî bo hişmendan (mirovan) tenê bikar tê û cihê navên her dû zayendên yekjimar û komjimar digre.

Mînak : - Tu li kê digerî ? ( Ez li Şêro digerim) ( Ez li Zînê digerim) - Hûn kê dibînin ? ( Em birayên xwe dibînin) ( Em xuşkên xwe dibînin) Ev cînav, weku cînavên kesîn, yên koma (min) di raweyên verêsê (tewangê) de bikar tê. Anku, cînavê (kê) berevajî cînavê (kî) cihê navan digre. Ji ber vê egerê ez dibînim ku, her dû cînav yek in. (Kî) di raweya rasteder (rastewxo) de ye û di raweya verêsê (tewangê) de dibe (kê) .

Wek : - Kî dilbera Siyamend bû ? ( Xec dilbera Siyamend bû) - Siyamend ji kê hez dikir ? ( Siyamend ji Xecê hez dikir)

Di van mînakan de, çawa navê (Xec) û (Xecê) yek in, wisan jî cînavê (kî) û (kê) her dû yek in.

Cînavê (kê) di van dem û raweyan de cihê navên berverês digre :

1- Bi karên derhingêv re :

Cînavê (kê) bi karên derhingêv (têper) re bikar tê û dibe kara (kirde) û berkarên rasteder û nerasteder.

a- Kara :

Di her çar raweyên dema bûrî de cînavê (kê) dibe kara WeK: - Kê hinar çinî ? (yek hinar) - Kê hinar çiniye ? - Kê hinar diçinî ? - Kê hinar çinîbû ? Di van mînakan de cînavê (kê) li şûna navê wî kesê hinar çiniye bikar hatiye. Anku, di pêvajoya hevokan de kara ye. (Kê) di dema bûrî tenê de dibe kara. b- Berkarê rasteder : Cînavê (kê) bi karên derhingêv re, di dema nuho, paşeroj û raweyên daxwazî de, dibe berkarê rasteder :

- Dema nuho: - Tu kê dibînî ? - Nêrgiz kê dixwaze ?

- Dema paşeroj : - Tu yê kê bibînî ? - Nêrgiz ê kê bixwaze ?

- Raweyên daxwazî : - Gerek tu kê bibînî ? - Bila Nêrgiz kê bixwaze ?

C- Berkarê nerasteder :

1- Bi karên derhingêv re : Cînavê (kê) dibe berkarê nerasteder, ku li pey karên derhingêv bikar bê : - Şêrgo pênûs daye kê ? - Şêrgo pênûsê dide kê ? - Şêrgo dê pênûsê bide kê ? - Gerek Şêrgo pênûsê bide kê ?

2- Bi karên nederhingêv re : Cînavê (kê) li pey karên nederhingêv (têneper) tê û dibe berkarê nerasteder : - Ma awira te ketibû kê ? - Dilê Şêrgo ketiye kê ?

3- Li pey navan : - Sosin keça kê ye ? - Em ê herin mala kê ? - Ev zarokên kê ne ? 4- Li pey pêrbestan : - Alan bi kê re çû malê ? - Te ev pênûs ji kê kirriye ?

5- Li pey hevalkaran (hokeran) : - Tu nêzî kê yî ? - Tu dûrî kê yî ? - Berika te li ber kê ketibû ?

Çend mînakên hînker : - Te kî şandiye dibistanê ? - Kê te fêrî zimên kiriye ? - Kî kê fêrî xwendinê dike ? - Kê kî fêrî xwendinê kiriye ? - Kî ji kê re kar dike ? - Kê diyariyek daye kê ?

Têbînî : Gelek caran cînavên pirsiyarî (kî, kê) ji raweya pirsiyariyê der diçin û wekî cînavên kesîn bikar tên: Wek : - Tu kî bî û tu lawê kê bî jî, ez ji te natirsim. - Kê tu şandibî û kî li pey te be jî, ez bi te re

    naçim. 
             

"Kû" (ku) :

Cînavê "kû" yan jî "ku" cînavekî pirsiyarî ye.Tenê bo pirsa cihê mirov, giyanber û tiştan bikar tê. Anku, bo zelalkirina cihê navên berpirs tenê tê xebitandin. Wek : - Tu ji kû yî, tu diçî kû ? (Ez ji Amûdê me, diçim Nisêbînê) - Pezê Reşo li kû ye ? ( Pezê Reşo li pirêzê ye) - Mala we li kû ye ? ( Mala me li Amûdê ye). Li gora parvekirina bêjeyên hevokê, ev cînavê pirsiyarî di rêxistina hevokan de dibin :

1- kara (kiryar) : - kû şewitiye ? - kû xweş bûye, em lê rûnin ?

2- Berkarê rasteder : - Tu kû dixwazî ? - Te ji zeviya xwe, kû firotiye ?

3- Berkarê nerasteder : - Em ê herin kû ? - Ava kû xweştir e ? - Nuho em li kû ne ?

4- Rewşa salixî : - Ev havîngeh kû ye ? - Ew devera han kû ye ? Car caran cînavê pirsiyarî "kû" ji têgeha pirsiyariyê tê der û weku cînavên dîtir (bêyî pirsiyar) bikar tê . Wek : - Tu ji kû bî, ez ji kû bim nexem e, em

             heval in.                                                                       

- Hûn ji kû hatibin, biçin kû, herî hûn mêvanên me ne. - Em li kû bûn, li kû mabûn; nepirse, va em hatin .

Di van mînakan de, cînavê pirsiyarî "kû" ne bi mebesta pirsê bikar hatiye û wateya pirsiyariyê jî bi xwe ve nagire. Tenê weku cînavekî li şûna navên cih û deveran bikar hatiye.

"Ka" (Kanî) :

Digel ku cînavê "ka" di zimanê kurdî (KJ) de bi şêweyekî rojane bikar tê jî, lê tu kesî ji rêzimanzanên Kurdan ev cînav di ber çavên xwe re derbas nekiriye. Tenê Seyda Sadiq Behadînê Amîdî, bi kurtî ew destnîşan kiriye :( ) "Ev cînavê pirsiyarê cihê têbwîna kesî, mirov, canewer yan tiştî pirs diket, divêt bizanît....". Li dawî dibêje, ez bawer dikim ku ev "ka" têgeheke firehtir bi xwe ve digre û çend mînakan berçav dike. Li gora dîtina min, bêjeya "ka" di (KJ) de bêjeyeke neguhêrbar e. Anku, bo her dû zayendên nêr û mê, yên yekjimar û komjimar tê xebitandin, bêyî ku ruxsara (forma) wê bê guherîn : - Ka birayê te ? - Ka hevala te ? - Ka dostên te ?

Car caran jî li şûna "ka" yê "kanî" bilêv dibe : - Kanî dostê me ? - Kanî ew bax û bîstan ?! Ji hêla têgeh û wateyê ve jî bêjeya "ka" bi dû coran tê xebitandin : - Cînavê pirsiyariyê . - Alava agadariyê .

a-"Ka", weku cînavekî pirsiyarî, bo zelalkirina çend têgehan bikar tê :

1- Bo nasîna cihê mirovekî, canewerekî yan tiştekî tê xebitandin : - Ka (kanî) mêvanê me ? (Mêvanê we li gund e) -Ka ew bilbilê ku li ser darê bû ? (Ez nizanim bilbil li kû maye) -Ka mala Reşo, li kû ye ? (Mala Reşo li Dêrika Mazî ye) Di van mînakan de, me cînavê pirsiyarî "ka", bo zanîna cihê lêbûna van navên berpirs (mêvan, bilbil, mal) bikar aniye.

2- Bo zanîna rewş û heyîna navên berpirs bikar

    tê :

- Ka bavê te, ne xuya ye ? (Bavê min-tu xweş-çû dilovaniya xwedê) -Te dirav girtin, ka deynê min? (dirav neman, deynê te jî, bila bimîne demeke dî). - Ka mastê çêleka Fatê ? ( Mast nîne, Fatê çêleka xwe firot).

Di van mînakan de, em bi "ka" yê pirsa rewş û hebûna navên (bav, deyn, mast) dikin, ne ku em dixwazin bizanin, ew li çi cihî ne.

3- Gelek caran jî, ev cînav ji rojeva pirsiyariyê dûr dikeve û ji bo derbirîna hestekî derûnî, wek mixabiniyekê, keserberdanekê, bikar tê : - Ka ew keç û xort, ew dost û heval ?! - Ka ew rojên xweş, ew cejn û sersal ?! yekser li me çûn, bûn xewn û xeyal..!!

Li vir ev (ka) ne bi mebesta zanîna cihekî nenas yan rewşeke nepen bikar hatiye. Tenê ji boyî ku em hestê xwe, derbarî wê jiyana têkçûyî berçav bikin .

b- "Ka", weku alaveke agadariyê (ne cînav) jî bikar tê. Ev alav wateya karekî fermanî yan daxwazî bi xwe ve digre . Wek : - Ka wê pênûsê ! (Wê pênûsê bide min) -Ka em biçin şanogehê ! (Dixwazim, em biçin şanogehê)

Alava "ka" bi (2) coran tê xebitandin :

1- Dikeve ser hevokên pirsdar, yên ku bi cînavên pirsiyarî saz dibin : - Ka te çi kir ? - Ka em kê xelat bikin ? yan jî bê cînavên pirsiyarî : - Ka dengê te nayê min ? - Ka te ji bavê xwe re got ?

2- Bi wateya alava agadariyê "de" : - Ka rabe, li me dereng e ( De rabe, li me dereng e - Ka were, ez te bibînim (De were, ez te bibînim)

Têbînî :

1- Digel ku (ka) ya alav bi wateya karê fermanî jî tê, lê ew ne kar e. Çiku hel û mercên pênasîna karan, wek (bûyer, veguheztin û rawegorî) bi xwe ve nagre.

2- Li gora watedariya hevokan cor û têgeha "ka" yê destnîşan dibin û têne nasîn.

"Kengî" :

Cînavê "kengî" cînavekî pirsiyarî ye, bi wateya (çi demê) tê xebtiandin : - Tu kengî hatî ? - (Tu çi demê hatî ?) Ev cînav bo zelalkirina demê tenê bikar tê. Anku, bi şêweyekî pirsiyarî, cihê hevalkarên (hokerên) demî digre û dema bûyîna karan, di rêxistina hevokan de destnîşan dike . Wek : - Kengî sînema Amûdê şewitî ? (Sala-1960-ê sînema Amûdê şewitî) - Amûd kengî hat şewitandin ? (Amûd sala (1937)ê hat şewitandin) - Em ê kengî herin Laleşê ? (Em ê paşî Nûrozê herin Laleşê) Di van mînakan de, dema bûyîna bûyerên (şewata sînemayê, şewitandina Amûdê, çûna Laleşê) bi pirsa "kengî" zelal bûye. Çiku, bi bersiva "kengî" hevalkarên demî (sala 1960, sala 1937, paşî Nûrozê) destnîşan bûne.

Li gora dîtina min, cînavê "kengî" cînavekî lêkdayî (hevedûdanî) ye, ji cînavê pirsiyarî (kî) û bêjeya (hingî, hingê) pêk hatiye.

- Kî : Ev cînavê pirsiyarî, bi vê raweya xwerû (sade), bo hişmendan (mirovan) tenê bikar tê : - Ji van xwendekaran kî serkeftî ye ? Lê bo giyanber û tiştan ne diruste ku em bêjin : - Ji van hespan kî bezatir e ? - Ji van pênûsan kî baştir e ?

Dema ku cînavê (kî) bi şêweyekî lêkdayî bikar bê, hingê bo giyanber û tiştan jî, tê xebitandin : - Ji van lawan kîjan (kî ji wan) jîrtir e ? - Ji van hespan kîjan bezatir e ? - Ji van pênûsan kîjan baştir e ?

- Hingî (hingê) : Ev bêje di firhengên zımanê kurdî de bi (hing, hingam, hengam, engam) hatiye. Lê herî wateya demê dide : - Hinga tu hatî ez ne li malê bûm (Dema tu hatî ez ne li malê bûm) - Wê hingê ez li mêşeyê bûm. (Wê demê ez li mêşeyê bûm)

    -  Hingî te dikir pit-pit, me xwe ji bîr kir.
       (Berdewam te dikir pit-pit, me xwe ji bîr kir)
    -  Hingî pit-pita te bû, me xwe ji bîr kir.
      (Her gav pit-pita te bû, me xwe ji bîr kir)

Vêca ku cînavê pirsiyarî (kî) û hevalkarê demî (hing, heng, eng...), bi hev re ev cînavê lêkdayî "kengî" saz kiribe, gerek em bizanin ku vî cînavê lêkdayî têgeha pirsiyariyê ji "kî"yê wergirtiye û têgeha demê jî, ji (hing)ê wergirtiye, wekî kû cînavê lêkdayî (kîjan) wateya xwe ji (kî + ji + wan-van) wergirtiye. Li gora vê ravekirinê cînavê "kengî" cînavekî lêkdayî ye, bo pirsiyara demê tenê bikar tê . Ev cînav ne guhêrbare û nakeve ber bandora verêsê (tewangê) . Anku, di hemû dem û raweyên hevokan de wekî xwe dimîne. Wek : - kengî bavê te çû gund ? - Mêvanên me kengî hatine ?

	  - Em ê kengî herin şanogehê  ?

Carinan jî, ev cînav bi forma (kengê) hatiye xebitandin. Melayê Cizîrî di destpêka dîwana xwe de gotiye : "Newaya mutrib û çengê

  fîxan avête xerçengê
  were saqî, heta kengê
  neşoyin dil ji vê zengê  ?!"

Hindek caran cînavê "kengî" bi şêweyê "kînga" jî bikar tê : - Kînga tu ji Amedê hatî ?

Têbînî : Gelek caran cînavê (kengî), bêyî têgeha pirsiyariyê bikar tê . Hingê weku hevalkarekî demî tê dîtin . Wek : - Kengî em çûn, em te ji bîr nakin. - Kengî tu hatî, were mala me.

Li vir, (kengî) têgeha pirsiyariyê bi xwe ve nagire, tenê cînavekî nebinavkiriî ye, bi wateya demê (dem, roj, çax...) hatiye . Wek: - Kengî tu hatî em ê hev bibînin (dema tu hatî .....) (roja tu hatî .......) Diyar e ev (kengî) têgeha mercê jî bi xwe ve digre.

"Kîjan" :

Cînavê "kîjan" cînavekî lêkdayî (hevedûdanî) ye, ji pevxistina van bêjeyên xwerû (sade) (kî- ji- van- wan) pêk hatiye : - Kî ji van (mêran) pismamê te ye ?

	  (kîjan pismamê te ye  ?)

- kî ji wan (jinan) dotmama te ye ? (kîjan dotmama te ye ?) Ev cînavê lêkdayî bi pirsiyarî cihê navên nêrza û mêzayên yekjimar û komjimar ên mirov, canewer û tiştan digre. Wek :

        1- (ji van kurran) kîjan jîr e  ?

- (ji van keçan) kîjan jîr e ? - (ji van kurr û keçan) kîjan jîr in ?

        2- (ji wan hespan )kîjan baş  e  ?
          - (ji wan mehînan) kîjan baş e ?
          - (ji wan hesp û mehînan) kîjan baş in  ?
        3- (ji van kirasan) kîjan yê te ye ?

- (ji van pertûkan) kîjan ya min e ? - (ji van dar û beran) kîjan yên Reşo ne ? Li gora dem û raweyên verêsê cînavê "Kîjan" jî, weku navdêran dibe cînavekî berverês û nîşandekên tewandinê lê xuya dibin. Wek : a- Raweya rasteder (bê verês) : - Kîjan hat ? - Kîjan hatin ? - Te kîjan xwest ? - Te kîjan xwestin ? - Kîjan baştir e ? - Kîjan baştir in ? - H.T.D.....

b- Dem û raweyên verêsê : 1- Kîjanî gul çinî ? ( Vî kurrî gul çinî ) - Kîjanê dar şikand ? (vê bizinê dar şikand) - Kîjanan av rijand ? (van zarokan av rijand) 2-Tu kîjanî dibînî ? (Ez wî hevalî dibînim) -Tu kîjanê dibînî ? ( Ez wê hevalê dibînim)

-Tu kîjanan dibînî    ?

( Ez wan hevalan dibînim) 3-Te pênûs dabû kîjanî ? (Min pênûs dabû wî hevalî) -Te pênûs dabû kîjanê ? (min pênûs dabû wê hevalê -Te pênûs dabû kîjanan ? (Min pênûs dabû wan hevalan)

       4- Zînê alîkariya kîjanî kir    ?

( Zînê alîkariya vî xwendekarî kir) - Zînê alîkariya kîjanê kir ? ( Zînê alîkariya vê xwendekarê kir) - Zînê alîkariya kîjanan kir ? ( Zînê alîkariya van xwendekaran kir)

     5- Te ew gotin ji kîjanî bihîstine    ?

(Min ew gotin ji wî mêrî bihîstine) -Te ew gotin ji kîjanê bihîstine ? (Min ew gotin ji wê jinê bihîstine) -Te ew gotin ji kîjanan bihîstine ? (Min ew gotin ji wan kesan bihîstine) - H.T:D......

Çawa nav biçûk dibin, cînavê "kîjan" jî wisan dikeve ber rêzanên biçûkirinê : - kîjankî rojname xwend ? - kîjankê rojname xwend ? - kîjankan rojname xwend ?

"Kîjik" :

Cînavê "kîjik" jî, weku "kîjan" cînavekî lêkdayî ye. Ev cînav ji (kî-ji-van, wan-yek) hatiye pevxistin : - (kî- ji- van- yek) : kîjik çû Amedê ? - (kî- ji- wan- yek) . kîjik ji Amedê hat ?

Ev cînavê pirsiyarî jî, di dem û raweyên verêsê de, dibe berverês : - Tu kîjikî dibînî ? - Tu kîjikê dibînî ? - Tu kîjikan dibînî ?

Berçav e, ku di raweyên verêsê de nîşandekên (î, ê, an) gihiştine dawiya vî cînavê pirsiyariyê . Cînavê "kîjik" weku "kîjan" jî, li gora rêxistina hevokan, cihê navan, bi şêweyekî pirsiyarî digre . Anku, dibe kara, berkarê rasteder û berkarê nerasteder...... Wek : - Kîjik hat, kîjik çû ? - Te kîjik xelat kir ? - Tu Kîjikan dinasî ? - Ev pênûsa kîjikî ye ? - Te pênûs ji kîjikê standiye ?

       .......

Gelek caran ev cînav jî, bêyî têgeha pirsiyariyê bikar tê : - Te kîjik xwest, ji xwe re bibe - Kîjikî alîkariya te kir, bila be

Têbînî : Gelek caran cînavên (kîjan, kîjik) sivik dibin û bi raweya "kîj" tên xebitandin .

"Çi" (Çî) :

Cînavê (çi) li hindek herêman (çî) jî bilêv dibe . Ev cînav bêjeyeke xwerû û neguhêrbar e (di hemû dem û raweyan de nayê guherîn). Wek : - Te çi dît, te çi nedît ? - Ev bêhna çi ye ? - Ev bûyerên giran, çi ne ?

Bi gelemperî cînavê "çi " bo zelalkirin û destnîşankirina tiştan bikar tê : - Ev çi ye ? ( Ev demjimêreke nûjen e) - Te çi kiriye ? ( Min tiştek nekiriye) - Çi ketin ? ( kevir ketin) Lê carinan jî, ev cînav bo nasîna kesan bikar tê : - Tu çi kes î ? ( Ez dêrikî me) - Mêvanên we çi kes in ? ( mêvanên me Ereb in) Hindek caran, bo destnîşankirina giyanberan jî bikar tê : - Tu ji goştê çi giyanberî hez dikî ? ( Ez ji goştê mêsî (masî) hez dikim) - Ev çi canewer e, çi teba ye ? ( Ev hirçê nav berfê ye) Ev cînav di pêvajoya hevokan de, cihê navên demê jî digre: - Nuho em di çi demsalê de ne ? ( Nuho em di havînê de ne) - Toşa Amûdê çi salê bû ? (toşa Amûdê sala (1937)ê bû)

Cînavê "çi " di hevokan de, weku navan dibe : 1- Kara (kiryar) : - Çi ket? ( Kevirek ket) - Çi şewitî ? ( Dar şewitî)

  	2- Berkarê rasteder :

- Te çi xwest ? ( Min av xwest) - Elî çi kirrî ? ( Elî pênûsek kirrî)

        3- Berkarê nerasteder :

- Ev dara çi ye ? ( Ev dara belalûkê ye) - Tu ji çi goştî hez dike ? ( Ez ji goştê masiyan hez dikim) - Hûn gihiştin çi encamê ? ( Em gihiştin peymaneke morkirî) .......

Carinan cînavê pirsiyarî "çi " ji çarçewa pirsiyariyê der dikeve û weku cînavekî bêpirsiyarî bikar tê : - Ne xem e, çi hebe em ê bibînin.

 Ev pênûs bi çi be jî, ez ê wê 
 bikirrim

- Kî çi dibêje, bila bêje !

Pêrbestên (bo, ji bo) bi ser "çi " ya pirsiyarî vedibin û bi hev re bo zelalkirina sedema bûyîna karan tên xebitandin. Wek : - Bo çi tu ji gund hatî ? - Bo çi Fatê xeyidî ye ? - Ji bo çi Fatê digrî ? - Ji bo çi tu naçî gundê xwe ?

Gelek caran cînavê "çi" bi şêweyekî gelêrî dibe "çî" . Wek : - Ev mirov çî te ye ? - Ev kesên ha çî te ne ? - Çî Serdar şehîd ketiye ?

Bi dîtina min, ev "çî" jî pevxistina (çi + yî), anku (çi + yê, ya, yên) pêk hatiye. Wek : - Ev kurr çî (çi yî) te ye ? - Ev keç çî (çi yî) te ye ? - Ev kurr û keç çî (çi yî) te ne ? Helbet, ev "çî" ya ku ji (çi + yî) hatiye pevxistin û sivikirin bi şêweyekî gelêrî tê xebitandin. Çiku, li şûna (çi yî te ye ?) gerek (çi yê te ye ? çi ya te ye ? çi yên te ne ?) bikar bihatina . Hingê jî, pevxistina (çi + yê, çi + ya, çi + yên) nedibû "çî ". Hindek bêjeyên xwerû, wek : "ra, ma, lo, awa, hind, tov..." dighêjin cînavê (çi) û bi hev re cînavine lêkdayî saz dikin, Wek : "çira, çima, çilo, çawa, çend, çitov...".

"Çira" (Çire) :

"Çira" yan jî, (çire) cînavekî lêkdayî ye, ji (çi- ra, re) ( ) pêk hatiye. Ev cînav bi şêweyekî pirsiyarî, doza sedema qewimandina bûyeran dike. Wek : - Çira tu nehatî çivînê ? - Şîrîn û Zîn çira ji hev xeyidî ne ? - Çira ev zarok digrî ?

Ji van mînakan dixuye, ku "çira" bi wateya (çima, bo çi) hatiye. Anku, bo zelalkirina egera (nehatina çivînê), (xeyda Şîrîn û Zînê), (giriyê wî zarokî) hatiye. Cînavê pirsiyarî (çira) cînavekî neguhêrbar e, di hemû raweyên hevokan de wekî xwe dimîne .

"Çima" :

Cînavê "çima" cînavekî lêkdayî ye, ji pevxistina (çi + ma) pêk hatiye :

- Çi : Cînavekî pirsiyarî yî xwerû (sade) ye.

Wek : - Ev çi ye ?

- Ma : Bi dû coran tê :

1- Alaveke pirsiyarî bi wateya (aya, qey) bikar tê

Wek :

        - Ma tu naçî dibistanê     ?
(Aya tu naçî dibistanê ?  )
( Qey tu naçî dibistanê ?  )

Di vê mînakê de (ma) alaveke pirsiyarî ye, ne ku cînav e. Çiku, cihê tu navan nagire . 2- Li gora ku Seydayê zanyar Gêwê Mukriyanî,

di firhenga " kurdistan" de dibêje :( )
Di şêwezarê "Pijderî" de (ma) bi wateya (bo, bo çi) bikar tê .

Pijderî dibêjin : (Ma ba key : Bo çi bang dekey ? ) Li vê gorê (çi + ma = çi + bo = bo + çi = bo çi) ye: Ji ber ku, li hindek herêmên Kurdistana naverast û başûr dibêjin : (lo – çi) li şûna ku bibêjin : (çi- lo = çilo) .( ) Ev cînav jî neguhêbar e, di hemû raweyan de weku xwe dimîne û ji bo eşkerekirina sedema bûyîna bûyeran bikar tê. Wek : - Çima Reşo penaber bûye ? (Sedema penaberiya Reşo çi ye ?)

- Ev zarok çima digirîn   ?

(Egera giriyê zarokan çi ye ?)

- tu çima xeyidî yî  ?

(Sedema xeyda te çi ye ?) Berçav e ku (çima) bi wateya (çira, bo çi, ji bo çi) hatiye . Ev (çima) jî weku cînavên dîtir, carinan bêyî têgeha pirsiyarî bikar tê : Wek :

    - Tu çima hatibî û xwesteka te jî çi be, ser çavan   !
    - Te çi kiribe, te çi nekiribe min ji te re negotiye 
       çima  !
        
                        	         

"Çawa":

Ev cînav jî lêkdayî ye, ji cînavê sade "çi" û bêjeya "awa" pêk hatiye . Cînavê "çawa" bi wateya (çi hawe, çi şêwe, çi reng, çilo) tê xebitandin û ji bo zelalkirina rewşa çawanî (hal) bikar tê.

      Wek :
           - Tu çawa yî  ?

(Ez baş im !)

      -Bavê Zînê çawa ye ?
(Bavê Zînê nexweş e !)

-Reşo çawa pêşwaziya we kir ?

(Reşo bi rêz û rûmet pêşwaziya me kir)

- Çawa cotyar genimê xwe diçine ?

 ( Cotyar bi dasê genimê xwe diçine)

- Mêvanên we çawa çûn ?

 ( Mêvanên me, hin siwar çûn û hin peya)

"Çawa" cînavekî neguhêrbar e (nayê guherîn). Li hindek herêmên Kurdistanê (Efrîn, Soran...) cînavê "çawa" sivik bûye û bi "ço" tê xebitandin : - Tu ço yî ? - Dost û heval ço ne ?

Ev cînav jî, gelek caran ji raweya pirsiyariyê tê der û weku her bêjeyê (bê pirsiyarî) bikar tê : - Rewşa te çawa be jî, herî divê tu biçî serdana

            bavê xwe

- Reşo çawa hatibe ne giring e, ya giring ew e

 ku gihişte vir .

"Çilo" :

"Çilo" jî cînavekî lêkdayî ye, ji cînavê pirsiyarî, yê xwerû "çi" û bêjeya "lo" pêk hatiye. Li gora ku Seyda Gêwê Mukriyanî di ferhenga "kurdistan" de( ) destnîşan kiriye, ku ev "lo" di şêwezarê Rojbeyanî de( ) bi wateya (reng) tê xebitandin. Bi vê wateyê jî Rojbeyanî dibêjin : (Zerdelo, reşelo) . Seyda Mukriyanî pê de diçe û dibêje : - Zerdelo : Rengî zerde (rengê zer) . - Reşelo : - Bo kenne – (anku, bo tinaziyan ji kesê rengereş – esmer – re tê gotin "reşelo". Li herêma me (Sûriyê), çivîkeke reş û pitpitkî heye bi navê (Cîq, Çîq) tê nasîn . Ji wê çivîkê re tê gotin "reşole" û hin jî dibêjin "reşêle" . Vêca ku em cihê her dû tîpan (o, e) ji gotina (reşole) bi hev biguherin, hingê gotin dê bibe (reşelo), anku (reşereng). Hevguherîna cihê tîpan jî di zimanê kurdî de bi pirranî hatiye . Di ferhenga Kurdistan, rûpelê (844)ê de gotina (lo çî, bo çi) hatiye. Vêca eger (lo) bi wateya (reng) be, gerek (lo çî) bi wateya (reng çi) be, û (çilo) bi wateya (çi reng) be . Ev cînavê lêkdayî, bi şêweyekî pirsiyarî rewşa çawaniya bûyîna karan zelal dike. Wek : - Çilo te pênûsa xwe şikand ?

    	   ( Şikandina pênûsê çawa bû     ?)
   	 - Mêvanên we çilo çûn       ?
    	  ( Çûna mêvanan bi çi rengî bû ?)
    	 - Em ê çilo armancan pêk bînin   ?
 ( Pêkanîna armancan dê bi çi şêweyî bibe?)
          - Tu çilo hatî malê     ?
 ( Tu siwar hatî, peya hatî, bi tenê hatî, bi 
  hinekan re hatî, ka tu çilo hatî...??) 

Diyar e ku di van mînakan de bersiva cînavê "çilo" rewşa çawaniyê berçav dike. Anku, dide zanîn, ka ew bûyer çawa qewimî ye. Pirs û bersiva "çilo" bi kurtebirriyeke gelêrî tê gotin : - Çilo (çi – reng) ? – wilo (wiha reng) . Cînavê "çilo" jî neguhêrbar e, di hemû dem û raweyan de nayê guherîn. Ev cînav jî, gelek caran bêyî têgeha pirsiyariyê bikar tê .

Wek :

       - Tu çilo hatibî, tu çilo çûbî ne xem e  !
       - Em çilo xweşiya xwe bibînin em ê wilo( )bikin

Têbînî :

Bêjeya "lo" ya ku di şêwezarê rojbeyaniyan de bi wateya (reng) bikar tê, dibe ku ji gotina Erebî "lewn" hatibe.

"Çend" :

Cînavê "çend" jî cînavekî lêkdayî ye. Ji pevxistina cînavê sade "çi" + "hind" (hin) pêk hatiye. "Hind" jî cînavekî (navekî) nebinavkirî ye, bi wateya (tibab, qeder) tê û di pêvajoya gotinê de bo destnîşankirina jimareke nenas bikar tê .

Wek : - Ka hindek (hinek) şekir bide min.

( Ka şekirnî – tibabek şekir....)
- Hindek caran em hev dibînin
( Carinan – carine nejimartî...)
- Em ê hindekî vehesin .
( Em ê bîstekê – demeke nenas vehesin.)

Diyar e ku cînavê "çend" têgeha xwe ya pirsiyariyê ji cînavê "çi" wergirtiye. Lê watedariya jimara xwe ji bêjeya "hind" û pêgirên wê distîne. Bi vê egerê jî ev cînavê lêkdayî, bi şêweyekî pirsiyarî jimara navên berpirs zelal dike. Wek : - Te çend pênûs kirrîne ?

( Min (5) pênûs kirrîne)
- Em ê çend rojan li welêt bimînin  ?
          ( Em ê (8) rojan li welêt bimînin)
- Ev çend rastek in  ?
( Ev (3) rastek in  )

Ev cînavê pirsiyarî "çend", bêjeyeke guhêrbar e, li gora rawe û demên hevokan tê guhertin. Anku, bêjeyeke berverês e, dikeve ber rêzanên tewandinê û nîşandekên verêsê lê xuya dibin . Wek :

         - Ji van hevalan tu çendan dinasî   ?

- Rûberê vê zeviyê çend bi çendan e ?

	- Tu çendî dixwazî   ?

Gelek caran jî, cînavê "çend" ji çarçewa pirsiyariyê der diçe û wekû cînavekî nebinavkirî (bê pirsiyarî) bikar tê . Wek :

         - Çendî Ev gulistan xweş e  !
         - Çend caran min li te pirsî, lê min tu nedîtî . 
         - Ez ê çendekî (çendakî) dîtir biçim Amedê .
         - Çend dostên min hebûn, ew jî mişext  bûn.

Cînavê "çend" jî weku pirraniya cînavan, di rêxistina hevokan de, dibe kara, berkarê rasteder û berkarê nerasteder. Wek :

1-Kara:
            - Çend mirov ji Amedê hatin     ?

- Çend birayên Zînê hebûn ? - Çend hevalên te penaber bûne ? 2- Berkarê rasteder:

            -  Te çend pênûs diyarî kirin  ?

- Hûn çend jimarên rojnameyê dixwazin? - Salar çend xelat wergirtine ? 3- Berkarê nerasteder:

             - Ev roja çendê ye ku tu li vir  î  ?

- Te mêweyên çend daran berhev kirine? - Ji van hevalan tu navên çendan dizanî ?

"Çiton" (Çitov) :

"Çiton" an jî (çitov) cînavekî lêkdayî ye. Ew jî, ji cînavê xwerû "çi" û bêjeya (ton) hatiye pevxistin. Bêjeya "ton", li gora ku li hin navçeyên kurdistanê bikar tê û bi van wateyan berçav dibe : - Seyda Elî Seydo Goranî di "Ferhenga Kurdî Nûjen"( )de dibêje : (Ton : Reng, form, wêne, çawanî). - Zanyar Gêwê Mukriyanî di ferhenga "Kurdistan"( ) de dibêje :

Di kurmanciya bakur, çiyayê Kurmanc, Kurdaxê de : Ton : Awa, reng, çeşn, çiloyî, çawa, şêwe.( Bi vî tonî : Bew çeşne). Li gora van wateyan, cînavê "çiton" bo zelalkirina rewşa çawanî bikar tê . Wek : - Tu çiton î ? (Tu çawa yî ?)

Bi dîtina min, hevgirtina cînavê "çi" û bêjeya "ton" ne wekî pevxistina cînavê lêkdayî (çi-ra, çi-lo, çi-ma, çi-awa...) ku berdewam bi van raweyên lêkdayî : (Çira, çilo, çima, çawa) hev girtine . Anku, gelek caran (çi) bi tena xwe bikar tê û (ton) jî, bi tena xwe bikar tê : Wek :

          - Bi çi tonî tu çûyî    ?

( Bi çi şêweyî tu çûyî ?) - Karê te bi vî tonî ne durist e ( Karê te bi vî awayî ne durist e) Ji ber vê egerê jî, em nikarin bêjeya "çiton", di her raweyê de, weku cînavekî pirsiyarî yî lêkdayî bibînin .

"Çito" :

"Çito" jî cînavekî pirsiyarî ye, ji cînavê "çiton" kurtebir bûye. Ev cînav jî rewşa çawaniyê bi awayekî pirsiyarî diyar dike.

Wek :

          - Tu çito yî ?

( Tu çiton î ?)

Têbîniyeke giştî :

Diyar e ku rola cînavê "çi" di warê avakirina cînavên pirsiyarî, yên lêkdayî de roleke giring e. Bo vê yekê jî hindek bêje, wek (qas, kes, tişt...) gelek caran bi "çi" yê re tên xebitandin : (çi-qas, çi-kes, çi-tişt...). Hindek nivîserên rêzimana kurdî ketine wê gumanê ku ew bêje pevxistî ne û wekû cînavên pirsiyarî yên lêkdayî, gerek bi hev ve bêne nivîsîn,

wek :

(çiqas, çikes, çitişt). Bi dîtina min, di van gotinan de, "çi" tenê cînavê pirsiyarî ye, lê (qas, kes, tişt) gotinin serbixwe ne, gerek serbixwe jî bêne nivîsîn, wek : (çi qas, çi kes, çi tişt) . Li vê gorê, bêjeyên "çi-ton, çi-tov" jî dikevin ber vê pîvanê .

b- Alavên pirsiyarî :

Alavên pirsiyarî ew bêje ne ku cihê navan nagrin. Tenê şêwazekî pirsiyarî peyda dikin û di pêvajoya hevokan de pirsa zelalkirina têgehekê yan bûyerekê dikin . Alavên pirsiyarî di zimanê kurdî (K J) de ev in : (Aya, ma, qey, gelo).

-"Aya" : Ev alav bi pirranî li kurdistana naverast, rojhilat û başûr bikar tê . Di zimanê Farisî de jî, bi resenî tê xebitandin. Di hevokan de, ev alav bi wateya (ma, gelo) bikar tê . Wek : - Aya tu ne kurrê Remo yî ? ( Ma tu ne kurrê Remo yî ? ) - Aya ew kes ne hevalê te bû ? ( Gelo ew kes ne hevalê te bû ?)

Ehmedê Xanî dibêje :( ) Aya ne te çêkirin muqabil Her yek te kirin bi hev mu'adil ? Ev alav digel cînavên pirsiyarî jî bikar tê : - Aya ev çi toz û dûman e ?!

Xanî derbarî kurdan dibêje : ( ) Aya bi çi wechî mane mehrûm ?! Bilcumle, ji bo çi bûne mehkûm ?!

- "Ma" : Ev alava pirsiyariyê jî, bo zelalkirina

              têgehekê yan bûyerekê bikar tê .

Wek :

          - Ma we karê xwe nekiriye   ?!

- Ma Lalîxan ne keça Beko Ewan bû ?

Ev alav jî, bi cînavên pirsiyarî re tê xebitandin : - Ma kê ji min xwest û min nedayê ?!

- "Qey" : Alava "qey" jî, bo ronîkirina têgehên

               nezelal bikar tê .


Wek:

       - Qey tu îroj neçûyî karê xwe  ?!
       - Qey nayê bîra wan me çi got ?
- "Gelo" : Ev alav jî wekî yên dîtir bikar tê .
Wek:
        - Gelo Serdar hêj girtî ye  ?
        - Gelo, kî ji me mezintir e  ?
        - Gelo kîjan çemê Kurdistanê dirêjtir e ?

C- Şêwazê pirsiyariya bê

cînav û alavên pirsiyarî:

Di zimanê kurdî de raweyên pirsiyariyê bêyî xebitandina cînav û alavên pirsiyarî jî dirust dibe , Anku wateya pirsê, bo zelalkirina hindek têgehan, bê cînav û alavên pirsiyarî pêk tê. Hingê pêdivî ye ku nîşandeka pirsiyariyê (?) li dawiya hevoka pirsdar bête danîn . Wek: - Tu çûyî Laleşê ? - Reşo ji Qamişlokê hatiye ? - Havîn xweş e yan zivistan ? - Zarokên we zanin bi kurdî bixwînin ?

3- Cînavên nîşandan

Cînavên nîşandan ew cînav in, yên ku navên mirov, canewer û tiştan destnîşan dikin . Wek :

         - Ev mirov mêvanê min e

- Ew keça ha kî ye ? - Tu vî hespî difroşî ?

Pirraniya şarezayên zimanê kurdî (KJ) jimara cînavên nîşandan dikin (8) cînav . Ew jî ev in : 1- Ev : Bo destnîşankirina navên nêz, yên yekjimar û

           komjimara her dû zayendan (nêr û mê), di dem
           û raweya rasteder (bê tewandin) de.

Wek :

         - Ev mêr mêvanê kê ye    ?

-Ev mêr mêvanên kê ne ? - Ev jin ji kû ye ?

         -Ev jin ji kû ne  ?

2- Ew : Bo destnîşankirina navên dûr, yên yekjimar û

           komjimara her dû zayendan (nêr û mê) di dem 
           û raweya rasteder de.

Wek :

         - Ew hespê ha, yê kê ye   ?
         - Ew hespên ha, yên kê ne ?
         - Ew mehîna girêdayî, ya kê ye   ?
         - Ew mehînên girêdayî, yên kê ne  ?

3- Vî (evî) : bo destnîşankirina navên nêz, yên

    yekjimarên nêrza, di raweya verêsê (tewangê)de 

Wek :

         - Ez vî (evî) mirovî dinasim.
         - Vî hespî bibe ser avê.
         - Li ber siya vî dîwarî rûne .

4- Vê (evê) : Bo destnîşankirina navên mêzayên

    yekjimar,  ên nêz, di raweya verêsê de .

Wek :

         - Ez vê jinê dinasim .

- Vê mehînê bibin ser avê . - Berên vê darê xweş in .

5- Van (evan) : Bo destnîşankirina navên nêz, yên

     komjimara her dû zayendan, di raweya verêsê de.

Wek :

         - Tu van mêran dinasî    ?
         - Malên van keçan li kû ne ?
         - Van hesp û mehînan bikirrin

- Van dar û beran bibin hêlekê .

6- Wî (ewî) : Bo destnîşankirina navên dûr, yên

    nêrzayên yekjimar di raweya verêsê de .

Wek :

         - Tu wî hevalî dinasî ?

- Wî hespî bibe mêrgê . - Ez ê wî xaniyî bifroşim .

7- Wê (ewê) :Bo destnîşankirina navên dûr, yên

   mêzayên yekjimar di raweya verêsê de .

Wek :

         - Mala wê keçê li kû ye   ?

- Wê mehînê bibe mêrgê . - Kulîlkên wê darê diweşin .

8- Wan (ewan) : Bo destnîşankirina navên dûr, yên

   komjimara her dû zayendan di raweya verêsê de .

Wek :

         - Em wan mêrxasan ji bîr nakin   .

- Rêz û rûmetê bidin wan dayikan . - Wan hesp û mehînan êm bikin .

         - Wan dar û beran bidin hêlekê  .

Bi dîtina min cînavên nîşandan (2) cînav tenê ne. Ew jî ev in : - Ev : Bo destnîşankirina navên nêz, yên yekjimar û

         komjimara her dû zayendan bikar tê. 

-Ew : Bo destnîşankirina navên dûr, yên yekjimar û

         komjimara her dû zayendan bikar tê.

Helbet, ev her dû cînav jî di dem û raweya rasteder (bê verês) de bikar tên. Lê dema ku ev cînav dikevin raweya verêsê, hingê nîşandekên verêsê (î, ê, an) dighêjin wan û bi vî rengî têne guherîn :

1- Ev + î = Evî : - Evî hespî bibe mêrgê .

- Ev + ê  =  evê :

- Evê mehînê bibe mêrgê .

 - Ev + an  = evan :

- Evan hesp û mehînan bibe mêrgê .

2- Ew + î = ewî : - Ewî hespî bifroşe .

 - Ew + ê = ewê :

- Ewê mehînê bifroşe .

 - Ew + an = ewan :

- ewan hesp û mehînan bifroşe . Li rojava û bakurê Kurdistanê tîpa (e) ji ser cînavên nîşandan (bi egera sivikbûnê) dikeve û bi şêweyê (vî, vê, van, wî, wê, wan) bikar tên . Helbet ev (e) di raweya verêsê de tê avêtin : 1- Ev + î = ...vî : - Vî hespî bibe mêrgê .

- Ev + ê = ...vê :

- Vê mehînê bibe mêrgê .

- Ev + an = ...van :

- Van hesp û mehînan bibe mêrgê .

2- Ew + î = ...wî : - Wî hespî bifroşe .

- Ew + ê = ...wê :

- Wê mehînê bifroşe .

- Ew + an = ...wan :	

- Wan hesp û mehînan bifroşe .

Car caran navên destnîşankirî têne avêtin û cînavên nîşandan cihê wan digrin, bêyî ku çi tevhevî bighêje wateyên hevokan . Wek :

         - Ev kî ye    ?

- Ev mêvanê kê ye ? - Ew birayê Zînê ye . - Ew xizmên me ne . Li şûna ku em bêjin :

	- Ev (mirov) kî ye   ?

- Ev (kes) mêvanê kê ye ? - Ew (zilam) birayê Zînê ye . - Ew (jin) xizmên me ne .

Gelek caran alava tekezkirina (teqezkirina) nîşandanê (ha)( )ya ku têgeha rewşeke nependî bi xwe ve digre, li pey navên destnîşankirî bikar tê . Wek :

         - Evî xwendekarê ha xelat wergirt .

- Ew dara ha zuha bûye . - Ev bizinên ha, yên kê ne ?

Celadet Bedirxan vê (ha)yê dike cînav( )bêyî ku bibêje, ew çi cînav e û bi çi wateyê tê xebitandin. Bi dîtina min ev (ha), yan jî (he, han) alaveke tekezkirinê ye, ne cînav e. Çiku em dizanin, çi cînavê heye şûna navekî digre, lê ev (ha) cihê tu navan nagre. Anku, em nikarin bibêjin : - Ez (ha) dibînim - (ha) çû û (ha) vegeriya Li şûna ku em bibêjin : - Ez mirovekî dibînim . - Mirovek çû û mirovek vegeriya .

Bikaranîna alava (ha)dû têgehan dide wateya hevokê : 1- Nîşandana cînavan tekez dike, wekî ku di vê

     gotebêjê de diyar dibe :
         - Tu wî mirovî dinasî    ?

- Kîjan mirovî ? (mirov gelek in) - Wî mirovê ha (destê xwe ber bi wî ve dirêj

            dike)

- Ha..a..a wî ? Erê ez dinasim !

2- Cihekî yan rewşeke nebinavkirî dide ber navên

    nîşankirî,bo wan zelaltir bike . 
 Wek : 
- Ev pênûs, ya wê keça ha ye , (...ew keça li
  hêlekê, bi tenê, rûniştî, kin, dirêj)

Cînavên nîşandan jî, weku hemû nav û cînavên dîtir, di pêvajoya hevokan de dibin kara, berkarên rasteder û berkarên nerasteder .

Kara (kiryar) :

Çilo nav di rêxistina hevokê de dibe hêmanekî bingehîn, kar û bûyerên hevokê pê ve têne girêdan, wilo jî cînavên nîşandan, ew kar û bûyer pê ve têne girêdan . Wek :

         - Ev kesê dipeyive kî ye   ?

- Ew bizina ha kayinê nake . - Wî mamosteyî rê da ber min . - Wê keçê pirsiyarek kir - Wanên ha komîtek damezirandin

Berkarê rasteder :

Cînavên nîşandan, bi her dû raweyên xwe ve (ya rasteder û verêsê) dibin berkarên rasteder .

Wek : 
           - Ez vî hevalî nas dikim .

- Te ew mirovê ha dîtibû ? - Rizgar ew mêvan birin malê - Zîn vê birîndarê derman dike . - Kî van gulan diçine ?

Berkarê nersteder :

Cînavên nîşandan di raweya verêsê tenê de dibin berkarên nerasteder . Wek :

        1- Zînê pênûsek daye vî hevalî .	

- Tu çawa gihiştî vê qûnaxê ? - Koçer hildiperikin van çiyan .

        2- Min alîkariya vê keçê kiriye 	

- Pelên van darên ha diweşin . - Çavên wan dayikan ziwa nabin .

       3- Em ji vê dozê venagerin  .

- Kurd bi vî zimanê xwe hene - Li wan malên ha vehesin .


Ji van her dû cînavên nîşandan (ev, ew) û ji raweyên wan ên verêsê (vî, vê, van, wî, wê, wan) çend bêjeyên kurtebir bi şêweyekî gelêrî sivik bûne û li hindek herêmên (K J) bikar tên . Hin ji wan bêjeyên kurtebir û pevxistî, hêj weku cînavên nîşandan tên xebitandin û hin jî bi têgehine dîtir bikar tên. Ew bêje jî ev in :

1- Viya (Vîna) :

Ev bêjeya pevxistî weku cînavekî nîşandan bikar tê û ji vê raweya verêsê (vî yê ha) kurtebir bûye . Li vê gorê jî, ev cînavê pevxistî bo destnîşankirina navên nêz, yên nêrzayên yekjimar bikar tê .

Wek :
          - Viya (vîna) alîkariya min kiriye .

( Vî yê ha) alîkariya min kiriye . ( Vî kesê ha...) - Ez viya, baş nas dikim . - Mêvanên me xizmên viya ne .

2- Vêya (vêna) :

Ev cînavê kurtebir û pevxistî ji raweya verêsê (vê ya ha) hatiye pevxistin û ji bo destnîşankirina navên nêz, yên mêzayên yekjimar bikar tê . Wek :

          - Vêya (vêna) helbestek xwend  .

( Vê ya ha) helbestek xwend . ( Vê kesa ha....)

- Helbesta vêya kêşsaz bû .
     - Min helbesta vêya nivîsî .

Bi dîtina min, ev her dû raweyên van cînavên nîşandanê (vî yê ha, vê ya ha) bi vî şêweyê jêrîn bûne (viya, vêya) : - Her dû cînavên nîşandan (vî, vê) wekî xwe mane. - Her dû zêder (veqetandek), (yê, ya) hatine avêtin :

 (vî...ha, vê...ha) .

- Tîpa (h) ji (ha) yê hatiye avêtin :

  (vî....a, vê....a)

- Tîpa navbira dengdêran (y), ketiye navbera her

  dû tîpên dengdêr (î,a) û (ê,a) :
  (vî, y, a) û (vê, y, a) .

- Tîpa (î) ji (vî), li gora rêzimanê( )Sivik bûye :(viya ) Di van her dû bêjeyên kurtebir de (vîna, vêna), dîsan ew guherînên li jor, gav bi gav pêk hatine, tenê li şûna tîpa navbir (y), tîpa (n) ya navbir bikar hatiye : (vî – n- a, vê –n – a) .

      Hêja ye gotinê ku ev her dû tîpên navbir (y, n), di hindek gotinan de cihê hev digrin .

Wek :

         - Kêmayî  =  Kêmanî .

- Dûrayî = dûranî .

Ev her dû cînavên kurtebir û pevxistî (viya, vêya) jî, bi şêweyekî gelêrî (li hindek herêman) siviktir bûne û bi rengê (vaya) têne xebitandin . Ev jî devokeke gelêrî ye, dûrî zimanê petî ketiye .

3- Vana : Cînavekî nîşandan e ji (van ên ha) kurtebir bûye. Ev cînav bo destnîşankirina navên nêz, yên komjimara her dû zayendan (nêr û mê) bikar tê . Wek :

         - Vana em fêrî zimên kirin .
 	- Em li vana dipirsin  .
	- Hevaltiya vana bêsûd e .

Ev cînav jî, ji (van ên ha) hatiye kurtkirin û pevxistin : - Van mêrên ha = van ên ha = van...a = vana - Van jinên ha = van ên ha = van... ...a = vana

4- Wiya (wîna) :

Ev jî cînavekî nîşandan e, ji raweya resen (wî yê ha) kurtebir û pevxistî ye. Ev cînav bo destnîşankirina navên dûr, yên nêrzayên yekjimar bikar tê . 

Wek :

         - Wiya hevaltiya min kiriye .
	- Ez piştgiriya wiya dikim   .
	- Ma tu wiya dinasî     ?

Diyar e ku ev bêje (wiya), ji (wî yê ha) kurtebir û pevxistî ye. Ev sivikbûn jî bi vî şêweyî pêk hatiye : - Cînavê nîşandan (wî) wekî xwe maye . - Zêdera (yê) hatiye avêtin : (wî...ha) . - Tîpa (h) ji (ha) yê hatiye avêtin : (wî... ...a). - Tîpa navbir (y) ketiye navbera (î, a) (wî-y-a). - Tîpa (î) ji (wî) sivik bûye : (wi-y-a) = (wiya)

5- Wêya (wêna) : Cînavê nîşandan (wêya), cînavekî pevxistî ye, ji raweya (wê ya ha) sivik bûye. Ev cînav bo destnîşankirina navên mêzayên yekjimar bikar tê . Wek :

         - Wêya hevala xwe bir seyranê .
         - Birayê wêya dostê min e .
         - Mamoste xelatek da wêya .

Cînavê (wêya) jî, weku cînavê (wiya), bi wan pêngavan, ji (wê ya ha) hatiye kurtkirin û pevxistin. Ji hêleke dî jî, ev her dû cînavên nîşandan (wiya, wêya) bi şêweyê (wîna, wêna) jî, li hindek herêman bikar tên . Helbet ev her dû cînav jî (wîna, wêna) weku (wiya, wêya) ji van raweyên resen (wî yê ha, wê ya ha) sivik bûne, tenê li şûna (y) a navbir tîpa navbir (n), di (wîna, wêna) de bikar hatiye .

6- Wana : "Wana" jî cînavekî nîşandan e, ji (wan ên ha) hatiye pevxistin . Ev cînav bo destnîşankirina navên komjimara her dû zayendan (nêr û mê) bikar tê : Wek :

         - Wana alîkariya me kiribû .

- Me alîkariya wana nekir .

	- Tu kê ji wana nas dikî     ?

Di van mînakan de cînavê nîşandan (wan) bo komjamra nêr û mê bikar tê : - (Wana) = wan mêrên ha = wan ên ha .

    = wan jinên ha = wan ên ha   .

7- Viyalî (valî) : Diyar e ku ev bêje, bêjeyeke lêkdayî e (hevedûdanî) ye, ji cînavê nîşandan (vî) û hevalkarê (alî) pêk hatiye. Bi vê yekê jî, gotina (viyalî) wateya (vî rexî, vê hêlê) dide. Gelek caran bêjeya (viyalî) sivik dibe û bi raweya (valî) tê xebitandin . Bêguman bêjeya (viyalî) yan jî (valî) bo destnîşankirina cîgehekî nêz bikar tê . Anku, bi wateya (rexê nêz) tê xebitandin . Wek :

         - Gelî hevalan, werin viyalî (valî) .

- Gundê me li viyalî (valî) çiyê ye . - Viyalî (valî) bajêr xweştir e .

8- Wiyalî (walî) : Ev gotin jî lêkdayî ye, ji cînavê nîşandan (wî) û hevalkarê cîgehî (alî) pêk hatiye. Reseniya vê bêjeya pevxistî ev e : (wî alî)

Wek :

         - Ez li wiyalî dinêrim .
         - Mala me li wiyalî pirê ye .

Bêjeya pevxistî (wiyalî) jî, bi şêweyekî gelêrî sivik bûye û bi lêvkirina (valî) tê xebitandin . Ev bêje bo nîşankirina cîgehekî dûr bikar tê . Anku, wateya (rexê dûr) dide . Wek :

         - Mizgeft li walî bajêr e .

- Nêçîrvan çûne walî çiyê .

Têbînî : 1- Heger her dû bêje (viyalî, wiyalî) bi vî şêweyê pevxistî û sivikbûyî bikar bên, (î) ya her dû cînavan (vî, wî) dibe (i) û nîşandeka verêsê (î) jî naghêje her dû bêjeyan Wek :

         - Ez li viyalî (valî) bûm .

- Tu li wiyalî (walî) bûyî .

2- Lê ku her dû hêmanên wan bêjeyan (vî-alî, wî-alî) bi şêweyekî serbixwe (bêyî pevxistin) bikar bên, hingê (î) ya (vî, wî) wekî xwe dimîne û nîşandeka verêsê (î) jî dighêje her dû bêjeyan . Wek :

         - Ez li vî aliyî bûm  .

- Tu li wî aliyî bûyî . 3- Alava tekezkirina nîşandanê (ha) li pey raweya pevxistî (viyalî, wiyalî) nayê xebitandin. Anku, nayê gotin : - Ez li viyalî (ha) bûm .

Lê ev alav li pey raweya resen (bêyî pevxistin) bikar tê : - Ez li vî aliyê ha bûm . - Tu li wî aliyê ha bûyî .

4- Ji wan têbînî, mînak û ravekirinan tê zanîn ku: a- Peyva (viyalî) ji (vî aliyî) hatiye pevxistin.

    Ev peyva lêkdayî jî, bi wateya cihekî nêz (vî 
    rexî) tê xebitandin .

b- peyva (wiyalî) jî, ji (wî aliyî) hatiye pevxistin. Ev peyva lêkdayî jî, bi wateya cihekî dûr (wî rexî) bikar tê .

9- Vir (vira) : Ev bêje bi wateya (vê derê, vî cihî) bikar tê . Li herêma Behdînan jî ev gotin bi raweya (vêrê) tê xebitandin û di kurmanciya xwarê (Soranî) de jî bi raweya (êre) tê xebitandin . Ev her sê gotin jî (vir, vêrê, êre) wateya cîhekî nêzîk didin. Dema ku em wan her sê gotinan di ber çavên xwe re derbas bikin û wan beranberî hev bikin em ê bighêjin encamekê, ku bêjeya (vir) bêjeyeke lêkdayî ye, ji gotina (vê derê) kurtebirr bûye û hêj bi wateya cihê nêz tê xebitandin.

Wek :

         - Vir (vê derê) ji her derê xweştir e

- Hevalên min çûn û ez li vir mam . - Ji bo karekî giring ez hatime vir .

Bi dîtina min, kurtebirrî û pevxistina (vir) bi vî şêweyê jêrîn, ji (vê derê) hatiye : 1- Kîta (de) ji (derê) hatiye avêtin :

 - Vê + ...rê = vêrê . (Wisan jî li herêma Behdînan bikar tê .

2- Nîşandeka verêsê (ê) ji (derê,...rê) ketiye

 - Vê + ...r = vêr .

3- Tîpa (ê) ji cînavê nîşandan (vê), bi egera

    sivikbûnê, bûye (i) :
 - Vêr = vir

( Bi wê pîvan û rêbazê jî bêjeya (kur) ji gotina (kû derê) hatiye sivikirin û pevxistin : 1- Kîta (de) ji (derê) hatiye avêtin : - kû + ...rê = kûrê .

2- Nîşandeka verêsê (ê) ji dawiya (kûrê) ketiye :
          - Kûr... = kûr .
3- Tîpa (û), ji cînavê pirsiyarî (kû), bi egera 
    sivikbûnê, bûye (u) :
  - Kûr   = kur .

Wek :

         - Ev cihê ha kur e (kû der e) ?

- Tu ji kur î (kû derê yî) ? - Ka em ê biçin kur (kû derê) ?

Têbînî : Hindek caran gotina (vir) bi şêweyê (vira) jî bikar tê. Gotina (vira) ji (vira ha) sivik bûye. Koka gotinê jî ev e: (vê dera ha) Wek :

          - Ez li vir im = Ez li vira me

= Ez li vira ha me . = Ez li vê dera ha me .

10- Wir (Wira) :

      Çawa bêjeya (vir) ji (vê derê) sivik û             
kurtebirr bûye wisan jî bêjeya (wir) ji gotina (wê derê) hatiye kurtkirin û pevxistî .
Ev bêje bi wateya cihekî dûr tê xebitandin.

Wek :

         - Ku tu çûyî Amedê, li wir (wê derê) bimîne .  

- Memo ji Silêmaniyê hat, gelo çi li wir (wê

            derê)  dît ?

- Ez li vir im û tu li wir î .

Li herêma Behdînan (wêrê) li şûna (wir) bikar tê . Ew jî, ji (wê derê) sivik bûye . Bêjeya (wir), di nav gel de, bi şêweyê (wira) jî bikar tê. Ev şêwe ji (wê dera ha) kurtebirr bûye. Anku :

  - Wir : Wê derê
  - Wira : wê dera ha .

11- Vêde :

      Bêjeya (vêde) bêjeyeke lêkdayî ye, bi 
      şêweyekî gelêrî ji cînavê nîşandan (vê)( )  
     û bêjeya (derê) kurtebirr û sivik bûye .
    Ev kurtebirrî û pevxistin jî,bi vî şêweyî pêk Hatiye:

- Kîta (rê) ji gotina (derê) hatiye avêtin - Vê de... = vê..de . - Cînavê nîşandan (vê) û (de) ya ku ji (derê) maye, her dû hatine pevxistin : - Vê + de = vêde Ev bêjeya kurtebirr û pevxistî (vêde) bi wateya cihekî nêzîk bikar tê . Wek :

         - Were vêde (vê derê), em te bibînin !
	- Ez ji vêde (vê derê) mişext nabim .
	- Axa vêde (vê derê) têr û zengîn e  .

12-Evde : Ev gotin jî lêkdayî ye, ji cînavê nîşandan, yê raweya rasteder (bê verês) (ev) û gotina (der) sivik bûye : - Tîpa (r) ji gotina (der) hatiye avêtin : - Ev de... = Ev de - Cînavê (ev) û (de) ya (der) hatine pevxistin : - Ev + de = Evde .

Wek : - Evde (ev der) kû ye ? - Evde welatê me ye .

         - Evde ji her derê xweştir e .

Diyar e ku (evde) jî, bi wateya cihekî nêzîk bikar tê .

13- Wêde : Bêjeya (wêde) jî, bêjeyeke lêkdayî ye, ji cînavê nîşandan (wê) û gotina (derê) pêk hatiye : - Kîta (rê) ji gotina (derê) hatiye avêtin : - Wê de ... = wê de - Cînavê (wê) û (de) ya (derê) hatine pevxistin: - Wê + de = wêde . Ev bêjeya sivikbûyî û pevxistî (wêde), bi wateya cihekî dûr tê xebitandin . Wek :

         - Tû li wêde (wê derê) çi dikî  ?

- Ez li wêde nêçîrê dikim . - Nêçîra wêde xweş û hêsan e .

14- Ewde : Ev gotin jî lêkdayî ye, Bi şêweyekî gelêrî, ji cînavê nîşandan (ew) û peyva (der) hatiye sivikirin û pevxistin : - Tîpa (r) ji peyva (der) hatiye avêtin : - Ew de ... = Ew de - Cînavê nîşandan (ew) û (de) ya (der) hatine

    pevxistin:

- Ew + de = Ewde Bêjeya (evde) bi wateya cihekî dûr tê xebitandin.

Têbînî :

Di zimanê kurdî (kurmanciya jorîn)de ev her çar peyv "îroj, îşev, îsal, îcar" bi pirranî tên xebitandin. Gelo ev (î) ya destpêka wan peyvan çi ye ? Bi dîtina min, (î) di reseniya xwe de cînavekî nîşandan e.

Ev cînavê nîşandan (î) bi şêweyekî gelêrî ji (îv,în) sivik bûye û bi ser van her çar bêjeyan ve hatiye berdan "roj, şev, sal, car" . Wek :

         - Em ê îroj herin seyrangehê
    - Îşev hîvron  e .
    - Sala îsal xêr û bêr e.
    - Divê îcar em li hev rûnin .

Cînavê (îv), yê ku (î) jê kurtebirr bûye li Kurdistana rojhilat, Mehabad û hindek herêmên dîtir bikar tê : - Îvroj welat xweş bûye . Li hin herêman jî ev (v) ya (îv) bûye (m), wek (îm roj). Di zimanê Farisî de,jî (în) li şûna (îv) bikar tê .

Alavên Nîşandan :

Alavên nîşandan ew bêje ne, yên ku têgeha nîşandan û destnîşankirinê bi xwe ve digrin, bêyî ku cihê navekî bigrin, yan jî wateya cihekî bidin. Alavên nîşandanê ev in : (va, wa). Ev alav ji cînavên nîşandan (ev, ew) û raweyên wan ên verês. hatine dariştin.

1- Va :

Ev alava nîşandanê bo destnîşankirina navên berçav û nêz, bikar tê .

Wek :

         - Va Azad nameyê dinivîse .

- Va Şîrîn jî li vir e . - Va pale karê xwe dikin .

Di van mînakan de em bi alava (va)yê guhdarên xwe agadar dikin bo destnîşankirina rewş û heyîna navên (Azad, şîrîn, pale) . Helbet, dema em dibêjin, (va) alava nîşandanê ye (ne cînav e), tê wê têgehê ku em dikarin (va) yê ji hevokan bavêjin, bêyî ku çi kêmasî bighêje wateyên wan ên sereke. Wek :

         - Va Seydayê me li vir e .                         

(...Seydayê me li vir e) - Va Azad waneyê şirove dike . (...Azad waneyê şirove dike) - Pale,va li vir kar dikin . ( Pale..li vir kar dikin).

Lê ku ev (va) cînav bûya, me nikarîbû ew bavêta, çiku cînav cihekî sereke di rêxistina hevokê de digre . Wek :

        - Ev kî ye     ?
        - Tu viya nas dikî ?

Berçav e ku ev her dû cînavên nîşandan (ev, viya) nayên avêtin, çiku hevok bêyî wan cînavan, nema dimînin hevokine watedar .

Wek :

         - ....Kî ye ?

- Tu ...nas dikî ?

2- Wa : Alava nîşandanê (wa) bo destnîşankirina navên

 Dûr bikar tê .

Wek :

         - Wa baran li ser Cûdî dibare

- Hespên me, wa li mêrgê ne . - Wa birûsk li başûr vedidin .

Têbînî : Çi tiştê ku derbarî alava (va) yê hatiye gotin, derbarî (wa) yê jî rast e ku bê gotin, ji bilî : - (va) bo destnîşankirina navên nêz e . - (wa) bo destnîşankirina navên dûr e .

4- Cînavên Bêhêl (bêlayen)

Cînavên bêhêl ew cînav in, yên ku li şûna gelek hêlên nav û cînavên kes, canewer û tiştan bikar tên . Anku,ne weku cînavên dîtir şûna hêleke nav û cînavan tenê digrin . Cînavên bêhêl di zimanê kurdî (KJ) de ev in : (ê, xwe, hev, hevûdû, êk, êkûdû) . Ev cînavên bêhêl, li gora wate û bikaranîna wan,dibin (3) beş :

           A - Cînavê pevxistî, (ê) .
           B - Cînavê xweyî, (xwe) .
           C - Cînavên hevayî, (hev, hevûdû, 
                 êk,êkûdû).

Her beşek ji van beşan, di pertûkên rêzimanî de, bi navekî xweser hatiye danasîn . Lê ji ber ku ev her sê beş jî cihê gelek hêlên nav û cînavan digrin, me ew tev bi vê navlêkirina gelemper (cînavên bêhêl), dane nasîn. Lê digel vî navê tevayî jî, me her beşek ji wan, li gora taybetmendiya wî, navek dayê û di bin wî navî de me ew ravekiriye .

A- Cînavê pevxistî (Ê) :

    Ev cînavê bêhêl di pertûkên rêzimana kurdî 
    (KJ) de, bi gelek navan hatiye nasîn . Her 
    rêzimanzanekî ev cînav-li gora dîtina xwe-
    navek lê kiriye .

Wek :

         - Celadet Bedirxan :
           "Pronavê Lihevxistî". (Bingehên Geramêra
            Kurdmancî- Stokholm- 1994).
         - Reşîd Kurd :
          "Bernavê Bêhêl"-(Rêzimana Zimanê
           Kurmancî- Şam – 1956) .
         - Kamîran Bedirxan û S.Şivan :
          "Pronavê Kurtkirî"- (Zimanê Kurdî- Îstanbol –
           1976) .
        - Feqe Huseyn Sagniç : Ev cînav kiriye (2) beş
        - "Cînavka kevnî lêkerî"
        - "Cînavka kevnî daçekî"-(Rêzimanê Kurdî – 
           Îstanbol – 1991).
        - Sadiq Behadînê Amîdî :
         "Cînavê Bêhêz" – (Rêzimana Kurdî- Bexda-
          1987).

Bi egera ku ev cînav şûna gelek hêlên cînavan (nîşandan,kesîn) digre, me jî ( wek Reşîdê Kurd) ev cînav bi navê "cînavê bêhêl" xebitandiye . Bi dîtina min, ev navlêkirina ha li gora têgeh û bikaranîna vî cînavê pevxistî ye .

Di pêvajoya hevokan de ev cînavê bêhêl, bi (2) şêweyan bikar tê : 1- Bi karan (kirinan) re . 2- Bi pêrbestan (daçekan) re .

1- Bi karan re : Ev cînanavê nîşandan (vî, vê,

   wî, wê) ku li pey hindek karan bikar bên, bi 
   kurtebirrî dibin (ê) û bi karan ve têne nivîsîn .

Wek :

         - Te pênûsek da vî (xwendekarî) ?

( Erê, min pênûsek da vî...) ( Erê, min pênûsek dayê ) - Te pênûsek da vê (xwendekarê) ? ( Erê, min pênûsek da vê...) ( Erê, min pênûsek dayê ) - Tu çûyî wî xaniyê ha ? ( Erê, ez çûm wî....) ( Erê, ez çûmê ) . - Avê bixe (bêxe) wê (perdaxê) !

  	( Min av xist wê )

( Min av xistê ) .

Wilo jî ev her dû cînavên kesîn (wî, wê) ku li pey hindek karan bêne xebitandin, ew jî bi kurtebirrî dibin (ê) û bi wan karan ve têne nivîsîn . Wek :

          - Azad rojname da hevalê xwe

( Azad rojname da wî ) ( Azad rojname dayê ) . - Nêrgizê jî rojname da Zînê ( Nêrgizê jî rojname da wê ) ( Nêrgizê jî rojname dayê ) .

2- Bi pêrbestan re : Cînavên nîşandan (vî, vê, wî, wê) û yên kesîn (wî, wê) ku li pey van pêrbestan (ji, li, bi, di) bikar bên, ew cînav û pêrbest bi hev re têne kurtkirin û pevxistin û bi vî şêweyê jêrî têne xebitandin :

    (jê, lê, pê, tê ) .

Wek : a- (pêrbest + cînavên nîşandan ) :

   (Ji) : 
          - Min ji vî (hevalî) re got
          ( Min ji vî re got ) .
          ( Min jê re got )
       
         - Te çi ji vê (hevalê) standiye ?
          ( Te çi ji vê standiye ?)
          ( Te çi jê standiye ? )

- Nêrgiz ji wî (gundî) hat (Nêrgiz ji wî hat) . (Nêrgiz jê hat ) .

- Azad ji wê (gulistanê) hat (Azad ji wê hat) . (Azad jê hat ) .

- (Li) :

         - Ez li vî (gundî) bûm

( Ez li vî bûm) ( Ez lê bûm ) .

- Te li vê keçê dipirsî ?

(Te li vê pirsî  ?)
(Te lê pirsî  ?  ) .

- Nêrgiz çi ji wî hevalî dixwaze ?

(Nêrgiz çi ji wî dixwaze ?)
(Nêrgiz çi jê dixwaze ?).

- Nêrgiz li wê hevalê pirsîbû

(Nêrgiz li wê pirsîbû)
(Nêrgiz lê pirsîbû ) .

- (Bi) :

         - Ez bi vî hevalî re hatim .

( Ez bi vî re hatim) ( Ez pê re hatim) .

        - Zîn bi vê pênûsê dinivîse

( Zîn bi vê dinivîse) ( Zîn pê dinivîse) .

        - Ez bi wî hevalî re hatim

( Ez bi wî re hatim ) ( Ez pê re hatim)

        - Zînê bi wê pênûsê nivîsiye

( Zînê bi wê nivîsiye) (Zînê pê nivîsiye).

- (Di) :

          - Çi di vî xaniyî de heye  ?

(Çi di vî de heye ?) (Çi tê de heye ?).

         - Kî di vê malê de ye ?
	 (Kî di vê de ye ?)

(Kî tê de ye ?) .

- Pezê me di wî xaniyî de ye ( Pezê me di wî de ye ) ( Pezê me tê de ye) .

- Hevalê min di wê malê de ye ( Hevalê min di wê de ye) ( Hevalê min tê de ye) .

Wekî ku di van mînakên jorîn de diyar dibe, dema ku ev cînavên nîşandan (vî,vê, wî, wê) li pey van pêrbestan (ji, li, bi, di) bikar tên, ew cînav û pêrbest dibin : (jê, lê, pê, tê) û navên nîşandayî (nîşankirî), yên li pey cînavan tên avêtin . Wek :

         - Ez bi vê pênûsê dinivîsim .

(Ez pê ...dinivîsim) .

Dema ku cînavên nîşandan bi karan re jî têne kurtkirin, navên wan ên nîşankirî jî, têne avêtin . Wek :

         - Te pênûsek da vî hevalî

( Te pênûsek dayê...).

         - Te pênûsek da vê hevalê

( Te pênûsek dayê...) .

         - Min av xist vî kûzî

( Min av xistê...).

         - Min av berda vê zerikê

( Min av berdayê....).

b- (pêrbest + cînavên kesîn ) : Ev her dû cînavên kesîn (wî, wê) jî bi wan pêrbestan re têne kurtkirin û pevxistin :

- (Ji) :

         - Te çi ji birayê xwe re got   ?

( Te çi ji wî re got ? ) ( Te çi jê re got ?).

- Te çi ji xuşka xwe re got ?

( Te çi ji wê re got ?)

( Te çi jê re got ? ) .

- (Li) :

          - Em li bajêr in

( Em li wî ne ) ( Em lê ne ).

         - Em li dibistanê dixwînin

( Em li wê dixwînin) ( Em lê dixwînin ) . - (Bi) :

          - Azad bi karê xwe dilxweş e

( Azad bi wî dilxweş e) ( Azad pê dilxweş e) .

- Azad bi bêrê kar dike ( Azad bi wê kar dike) ( Azad pê kar dike) .

- (Di) :

          - Gund di çiyê de hene

( Gund di wî de hene) ( Gund tê de hene) .

- Masî di avê de dimînin ( Masî di wê de dimînin) ( Masî tê de dimînin).

Têbînî : 1- Cînavê kurtebirr û pevxistî (ê) li şûna cînavên yekjimar tenê bikar tê, çi ew cînav, yên nîşandan bin, yan jî yên kesîn bin. Anku, li şûna cînavên komjimar bikar nayê . 2- Cînavê (ê) şûna berkarê nerasteder digre. Anku, di rêxistina hevokê de, berdewam berkarê nerasteder e . 3- Cînavê pevxistî, (ê) cînavekî nêtar e (nêremê ye), cihê cînavên nêrza û mêza digre . Wek :

         - Min dayê .

( Min da wî, wê) .

- Min jê re got . ( Min ji wî, wê re got) .

4- Durist e ku (2) cînavên bêhêl,ên pevxistî di

   hevokekê de li pey hev bikar bên

Wek :

         - Min jê lê pirsî

( Min ji Zînê li birayê wê pirsî)

5- Ji hêla dengsaziyê (fonîtîkê) ve jî, sedema ku tîpa

   (b) û  (d) bi cînavê (ê) re  dibin (p) û (t) ew e, ku
   cîderê dengê (p) û (t), ji cîderê dengê (b) û (d),
   nêzîktirî cîderê dengê (ê) yê  ye .

6- Hindek ronakbîrên kurd dibêjin, kurtkirin û

    pevxistna cînavê (ê) yê, şêweyekî devoka gelêrî
    ye,ne durist e  ku di zimanê nivîsînê de bikar bê .
   Bi dîtina min, ev gotin ne rast e. Kurtkirin û
   pevxistina (ê) yê dirûv û  nîşana xwevejîn û
   jîndariya zimanê kurdî ye. Ji ber ku çendî ziman
  karibe xwe sivik bike, hevçendî jî, ew ê karibe bi
  demê re xwe vejîne .

B- Cînavê Xweyî (Xwe) :

   Li hindek herêman cînavê "xwe" bi şêweyê "xo, xe"  jî tê gotin . Ev cînav di pertûkên rêzimana kurdî (KJ) de bi çend navlêkirinên têvel hatiye :

- "Cînavê Serbixwe" – Qenatê Kurdo . - "Bernavê Bêhêl" – Reşîdê Kurd . - "Pronavê Bîrdar" – Kamîran Bedirxan . - "Cînavê xweyî (xweser) – Sadiq Behadînê Amîdî . - "Cînavka Zîvirandî – Feqe Huseyn Sagniç .

Bi baweriya min, navlêkirina (xweyî), nêzîktirî têgeh û bikaranîna cînavê (xwe) ye. Ji ber vê yekê min jî ev navlêkirin pijirandiye da ku ev cînavê bêhêl, bi vî navê taybetî, ji cînavên bêhêl, ên dîtir bête nasîn. Lê digel vî navî jî, dîsan (xwe) cînavekî bêhêl e, li şûna hemu nav û cînavên yekjimar û komjimar, yên her sê kesan bikar tê : 1- Kesê yekem ê peyîver . Wek :

         - Ez xwe diparêzim

- Em xwe diparêzin - Min xwe parastiye - Me xwe parastiye

    2 - Kesê dûwem ê guhdar :

Wek :

         - Tu xwe fêrî zimên dikî

- Hûn xwe fêrî zimên dikin - Te xwe fêrî zimên kiriye - We xwe fêrî zimên kiriye

    3 - Kesê sêyem ê nediyar :
Wek : 
          - Ew xwe dişo

- Ew xwe dişon - Wî xwe şûşt - Wê xwe şûşt - Wan xwe şûşt

Cînavê (xwe) cînavekî nêtar e (nêremê ye), li şûna nav û cînavên her dû zayendan (nêr û mê) bikar tê . Wek :

         - Azad xwe dide ber rojê .

- Zîn xwe diparêze . - Van hespan êmê xwe nexwariye . -Ev pale xwe diwestînin.

Ji wan mînakên jorîn berçav dibe, ku cînavê (xwe), cînavekî neguhêrbar e, cihê hemû nav û cînavan digre, bêyî ku ruxsara (forma) wî bête guherîn . Cînavê bêhêl (xwe), di rêxistina hevokan de, cihê nav û cînavên berkar tenê digre. Anku, ev cînav, di hevokan de dibe berkarê rasteder (rastewxo) û yê nerasteder (nerastewxo) : 1- Berkarê rasteder : - Bizin xwe duxrîne - Min xwe ji sermayê parastiye. - Karker xwe amade dikin .

2- Berkarê nerasteder : - Zînê serê xwe şûştiye . - Memo birayê xwe bir dibistanê . - Min ji xwe pirsî : Ev der kû ye ? - Tû mirovekî ji xwe re yî . - Gerek em li xwe bipirsin !

Têbînî : 1- Ji hêla rastnivîsê ve, ku cînavê xweyî (xwe), bo

   tekezkirinê (teqezkirinê) bikar bê, gerek berdewam  
   pêrbesta (bi) bi ser wî ve bête berdan. Anku, (bi) û
   (xwe) bi hev ve bêne nivîsîn . 
  Wek :

- Kesê li ber te, ez bixwe me ! - Te bixwe ji min re got, ne kesekî dîtir !

2- Gelek caran cînavê (xwe) û jêderên hinek karan (kirinan) bi hev re, jêderin lêkdayî, bi watene nû pêk tînin.

   Wek : 

-( xwe + vejîn = xwevejîn) . -( xwe + kuştin = xwekuştin) .

3-Carinan pêrbesta (ji) bi cînavê (xwe) ve tê nivîsîn

  (jixwe). Hing. (ji) nema dimîne pêrbest û   (xwe) jî
  nema dimîne cînav. Her dû bêje (ji + xwe) bi 
  hev re bêjeyeke lêkdayî (jixwe), bi wateya (hema,
  wilo,wisan) pêk tînin.  

Wek : 1-- Tu hatiyî çi ?! - Jixwe ez hatime ! 2- Tu îro neçûyî dibistan, çima ?! - Hema, wilo, jixwe ez neçûm ! 3- Te çima av rijand ? - Jixwe, wilo, (dilê min xwest...)

Car caran jî gotina (jixwe) bi wateya (bêguman, erê, helbet...) tê . Wek : - Jixwe em dost in, çi gerek be, ez li ber te me ! - Jixwe ez tiştekî ji ber te venaşêrim, ma em ne heval in? - Jixwe em bi hev re ne, çi bibe em ê alîkariya hev bikin


Li vir, (ji) û (xwe), her dû dûrî têgeha pêrbest û cînavan ketine. Ji ber vê yekê jî bi hev ve hatine nivîsîn. Lê ku (ji, xwe)weku pêrbest û cînav bikar bên, gerek ji hev cuda bêne nivîsîn. Wek : - Ez ji xwe re li karekî digerim . - Nêrgizê ji xwe re pênûsek kirrî .

Wilo jî pêrbesta (bi) : - Ez karê xwe bi xwe dikim, ne bi kesekî dîtir . - Nêrgiz bi xwe û birayê xwe mijûl e .

C- Cînavên Hevayî, ( Hev, Hevûdû, Êk, Êkûdû) .

Cînavên bêhêl, ên hevayî ew cînav in yên ku li şûna nav û cînavên komjimar ên her sê kesan ( kesê yekem ê peyîver û kesê duem ê guhdar û kesê seyem ê nediyar) bikar tên . Wek : 1- Kesê yekem (peyîver) : - Ez û tu, em hevalê hev in - Ez û Azad û Reşo, em birayên êk in - Me ji hevûdû hez kir - Em ji êkûdû hez dikin .

2- Kesê dûwem (guhdar) : - Tu û Azad, hûn birayên hev in - Tu û Zîn û Şîrîn, hûn hevalên êk in - Hûn tev dostên hevûdû ne - Hûn û ew, hevalên êkûdûn ne

3- Kesê sêyem (nediyar) : - Zîn û Nêrgiz xuşkên hev in - Restem û Şêrgo birayên êk in - Ew pale xizmên hevûdû ne . - Ew keç xuşkên êkûdû ne .

Di rêxistina hevokan de cînavên bêhêl ên hevayî cihê nav û cînavên berkarên rasteder û yên nerasteder digrin. Anku, ev cînav, di hevokan de dibin berkarên rasteder (rastew xo) û yên nerasteder . Wek : 1- Berkarên rasteder : - Gerek em hev biparêzin - Xwendekar hevûdû fêrî zimanê kurdî dikin - Hûn êkûdû perwerde dikin .

2- Bernavên nerasteder : - Em dostên hev in - Hûn pismamên êk in - Zarok bi hevûdû re dileyîzin

Diyar e ku ev cînavên bêhêl (hev, êk, hevûdû, êkûdû) hevwate ne.Anku, her çar cînav bi wateya hev in. Lê ji ber ku cînavê (hev), ji yên dî pirtir bikar tê, me navê (hevayî) bo van cînavan pesend kiriye .

Dema ku ev her çar pêrbest (ji, li, bi, di) dikevin ser cînavên hevayî, pêrbest û cînav têne kurtkirin û pevxistin. Wek : (Ji + hev = jev) - Wênekêş rengan ji hev cuda dike ( Wênekêş rengan jev cuda dike)

( Li + hev = lev) - Zarok li hev dixin . ( Zarok lev dixin) .

(Bi hev = pev) - Keleşêr bi hev ketin (keleşêr pev ketin) .

( Di + hev = tev) - Fatê pelûla xwe di hev dide ( Fatê pelûla xwe tev dide)

Wilo jî cînavê (êk) : - Me pênûs ji êk stand ( Me pênûs jêk stand) .

- We li êk pirsîbû ( We lêk pirsîbû)

- Wan xelat bi êk ve kirin ( Wan xelat pêk ve kirin)

- Zarok xwe di êk didin ( Zarok xwe têk didin) .

Her wisan jî bi cînavên (hevûdû, êkûdû) re , ew pêrbest û cînav kurtbir dibin .Ev şêwazê kurtkirî devokeke herêmî ye , ne li hemû navçeyên Kurdistanê bikar tê .

Têbînî : 1- Gelek caran li şûna (êk, êkûdû) şêweyê (yêk, yêkûdû) bikar tê. Ev şêwe jî, dema ku bêjeya berî (êk, êkûdû) bi tîpeke dengdêr kuta bûbe, hingê tîpa navbirra dengan (y) dikeve navbera her dû tîpên dengdêr, da ku dengên wan ji hev bibirre .

Wek :

- Me xelatek da – y – êk

( Me xelatek da yêk) .

- Me xelatek da – y - êkûdû ( Me xelatek da yêkûdû ) .

2- Ev her çar cînavên hevayî (hev, hevûdû, êk, êkûdû), ne li her herêmê bikar tên .Her hinek ji wan li deverek welêt bikar tên .

5- Cînavê Girêkî (pêgeh) "Ku" :

Cînavê "ku" jî, wek hemû mijarên rêzimanî, di nivîsarên rêzimana kurdî de bi gelek navan hatiye danasîn . Wek : - Celadet Bedirxan : (Pronavê Girêkî) . - Reşîdê Kurd : ( Bernavê Pêgeh) - Nûrî Elî Emîn : ( Ranawî Geyener ) - Sadiq BehadînêAmîdî : (Cînavê Pêgeh) . - Feqe Huseyn Sagniç : ( Cînavkê Girêkî ) .

Berçav e ku wateyên van her sê navlêkirinan (girêkî, pêgeh, geyener) nêzî hev in . Her sê jî, têgeha (gihandinê, girêdanê) didin . Bi vê têgehê em dikarin cînavê girêkî "ku" bi vî şêweyî bidin nasîn : Cîanvê "ku" ew cînav e, yê ku di rêxistina hevokê de peyvên pêş xwe bi yên paş xwe ve girê dide. Anku, ev cînav dibe mîna girêkekê, her dû parçeyên hevoka sergihayî (yê berî xwe û yê li pey xwe) dighîne hev . Bi vê yekê rola vî cînavî pevgirêdana bêje û wateyên hevokan e .

Wek : - Ew kesê ku tu lê dipirsî hevalê min e . - Kesê ku li pêş here hevalê xwe diparêze.

Li hindek herêman cînavê "ku" bi şêweyê "ko" û "go" jî tê xebitandin. Bi dîtina min "ku" pirtir cîgirtî ye û bi şêweyekî berfirehtir bikar tê . Hinek şarezayên zimanê kurdî, wek (Reşîdê Kurd, Feqe Huseyn Sagniç..) dibêjin, ku cînavê girêkî ev in : (ê ku, a ku, ên ku), yan jî (yê ku, ya ku, yên ku). Lê (Celadet Bedirxan Û Sadiq Behadînê Amîdî) dibêjin, cînavê girêkî "ku" bi tenê ye. Bi dîtina min jî cînavê girêkî "ku" bi tenê ye. Ji ber ku : 1-Ev ( ê, a, ên), yan jî (yê, ya, yên) di reseniya xwe de

  zêderên (veqetandekên) nav û cînavên berî xwe ne,            
  zayend û jimara wan nav û cînavan diyar dikin .
 Wek : 

- Ev hevalê ku li vir bû rojnamevan e - Ev hevala ku li vir bû rojnamevan e - Ev hevalên ku li vir bûn rojnamevan in

2- Dema ku ev zêder (ê, a,ên) serbixwe tên xebitandin

   pêwendiya wan bi navên berî wan,ên avêtî ve dimîne .
  Wek :

- Ev hespê ku diçêre ê min e - Ev mehîna ku diçêre a min e - Ev hesp û mehînên ku diçêrin ên min in

Reseniya van hevokan jî ev e : - Ev hespê ku diçêre (hespê) min e - Ev mehîna ku diçêre (mehîna) min e - Ev hesp û mehînên ku diçêrin (hesp û

              mehînên) min in .
Lê ji bo ku ev nav (hesp, mehîn, hesp û mehîn) dûbare nebin hatine avêtin û zêderên wan (ê, a, ên) cihê wan girtiye . Bo vê cîgirtinê jî, navê (cînavên heyî, arzî, peywendî) li van zêderan bûye .

3- Vêca ku ev zêder (ê, a, ên) bi tena xwe li pêş cînavê girêkî "ku" bikar bên, hingê weku cînavên pêywendî (arzî) têne nasîn, ne ku parçeyek ji cînavê girêkî ne .

Wek : - Ê ku helbestan dixwîne birayê min e - A ku helbestan dixwîne xuşka te ye - Ên ku helbesan dixwînin hevalên me ne

Cînavê "ku" bêjeyeke neguhêrbar e, di hemû dem û raweyên hevokan de wekî xwe dimînin.Nîşandekên zayend û jimaran jî lê xuya nabin û li gora navê berî xwe (bê guherîn) tê xebitandin.

Wek : - Ev dost bû, yê ku alîkariya min kir - Ev dost bû, ya ku alîkariya te kir - Ev dost bûn, yên ku alîkariya me kir

Bikaranîna cînavê girêkî "ku", di pêvajoya gotina watedar de, (2) hevokên hevtêkel û pevgirêdayî saz dike : 1-Hevokeke sereke yî tevayî, ku ji hemû bêjeyên komika gotinê (qisekirinê) pêk tê . 2-Hevokeke biçûk î girêkî, ku ji cînavê "ku" û kar û pêgirên wî, di hundirê hevoka sereke ya tevyaî de Wek : - Miletê (ku zimanê xwe neparêze) kesatiya xwe bertalan dike . - Serê (ku ne-êşe) paçan lê negerîne . - Çala (ku tu avê jê vedixwî) keviran tê werneke

Her mînakek ji van mînakan bi(2)hevokan pêk

hatiye :
1- Hevoka sereke ya ku ji tevaya komika mînakê saz bûye . Anku, her mînakek hevokeke sereke ye.

2- Hevoka biçûk, a ku di navbera kevankan de ji cînavê "ku" û pêgirên wî saz bûye . Ev hevoka ku bi cînavê "ku" saz dibe, hevokeke girêkî ye. Berçav e, ku her dû hevok (ya sereke û ya girêkî), ji hêla bêje û wateyê ve jî, bi hev girêdayî ne . Cînavê "ku" di hevoka xwe, ya girêkî de dibe kara û berkar .

Nimûne : - Kara : - Mirovê (ku tu birî malê) hevalê min bû . Anku, (wî tu birî malê) . - Berkar : -Mirovê (ku te bir malê) hevalê min bû

              Anku, (te ew bir malê)

Diyar e, ku ev cînavê girêkî "ku" di hevoka xwe de serbixwe ye, dibe kara û dibe berkar jî . Lê ji hêleke dîtir, girêdaneke tund di navbera vî cînavî û navê berî wî de heye . Vêca pirs ev e : Gelo ew girêdan çi ye ?! Ji hemû mînakên derbasbûyî tê nasîn ku cînavê "ku" digel hevoka xwe ya girêkî cihê hevalnavekî (rewşekê, rengdêrekî) digre. Ev hevalnav bi navê berî cînavê "ku" ve girêdayî ye . Anku, hevoka girêkî dibe hevalnavê navê berî "ku" . Wek : - Dijminê (ku xwîna gelan dimije) gerek nemîne . - Ew kesê ( ku hatiye kuştin) diz bû .

Di van mînakan de cînavê "ku" tev hevoka xwe, cihê hevalnavekî digre . Li vê gorê - ew mînakên jorîn dibin : - Dijminê (ku xwîna gelan dimije) gerek nemîne. [ Dijminê (xwînmij) gerek nemîne ]. - Ew kesê ( ku hatiye kuştin) diz bû . [ Ew kesê (kuştî) diz bû] .

Berçav e, ku ev her dû hevalnav (xwînmij, kuştî) bi navên (dijmin, kes) ve têne girêdan û dibin hevalnavên wan . Ji bilî vê "ku" ya cînav (2) "ku" yên dîtir jî hene. Pêdivî ye ku em wan jî binasin, da ku em karibin wan ji hev cuda bikin .

1 -(Ku) ya Alava Mercî :

Ev "ku" bi wateya (heger, eger, heke) bikar tê. Wek : - Ku ez vegeriyam ez ê te bibînim - Ku birayê te li malê be, bila bê dibistanê . - Ku bayê te rabû zebeşan li ber bidêre . ( gotina

 pêşiyan)

2- (Ku) ya Alava Girêkî :

Ev "ku" alaveke girêkî ye, peyvên berî xwe bi yên paş xwe ve girê dide û bi vê girêdanê wateya hevokê sergihayî dike. Ev alava girêkî li pey karan (kirinan) tê xebitandin û egera bûyîna wan karan ronî dike . Wek : - Ez hatim ku te bibînim . - Min xwest ku ez we nas bikim . - Azad hewl dide ku xwe bighîne hevalan .

Ji hêleke dîtir, ev alava girêkî digel karê li pey xwe dibe weku navekî (jêderekê) û cihê berkarê nerasteder digre : - Berî ku ez te bibînim min xwe amade kiribû . ( Berî dîtina te min xwe amade kiribû) . - Piştî ku em karê xwe bikin em ê vehesin ( Piştî kirina karê xwe em ê vehesin)

Li wê gorê jî dibe berkarê rasteder : - Min xwest ku ez te bibînim . ( Min dîtina te xwest )

Bi vê têgehê em dikarin bibêjin, ev alava girêkî alaveke jêderî ye. Anku, ew û hevoka li pey wê şûna jêderekê digrin .

6- Cînavên Peywendî

Ev cînav jî, weku gelek mijarên zimên di nivîsarên rêzimanî de bi çend navlêkirinên têvel hatine danasîn .

- Celadet Bedirxan Ew bi navê "Pronavên Xwemalîn" şirove kirine . - Kamîran Bedirxan navê "Pronavên Destdanî" li wan kiriye . - Reşîdê Kurd ew bi navê "Bernavên Arzî"dane nasîn . - Feqe Huseyn Sagniç navê "Cînavkên Peywendî" daye wan . - Qenatê Kurdo ew kirine "Cînavên Eleqedarî". - Sadiq Behadînê Amîdî jî, navê "Cînavên Heyî" li wan kiriye . Lê Şarezayên Kurmanciya Xwarê (Soranî), ew cînav bi navê "Ranawî Hî" xebitandine . Diyar e ku ev navlêkirin tev, ji hêla wateyê ve nêzî hev in . Hemû bi wateya cînavên (xwedîtî, xawenî, peywendî, milkî...) bikar tên. Li gora watedariya van cînavan di hevokên core-cor de, min jî navê "cînavên Peywendî" pejirandiye . Bi dîtina min, têgeha vê navlêkirinê berfireh e, wateyên navên dîtir jî bi xwe ve digre . Cînavên peywendî ew cînav in, yên ku cihê navên mirov, canewer û tiştan digrin û peywendiya wan navan bi nav û cînavên piştî xwe ve destnîşan dikin.

Wek : - Rezê Hemo avî ye, lê yê Reşo dêm e. [ Rezê Hemo avî ye, lê (rez) ê Reşo dêm e] . - Bizina Zînê avis e û ya Fatê stewr e [ Bizina Zînê avis e û (bizin) a Fatê stewr e] . - Birayên te karker in, lê yên min tiral in .( ) [ Birayên te karker in, lê (bira) yên min tiral in].

Di van mînakan de cînavên (yê, ya, yên) cihê van navan (rez, bizin, bira) girtiye . Ev cîgirtin jî, şêwazekî rewanbêjî ye, çunkî ku ev cînav li şûna wan navan bikar nehatana diviya ku ew nav dûbare bibûna Wek: - Birayê min û birayê te û birayê Zînê heval in (Birayê min û yê te û yê Zînê heval in)

Çawa şarezayên zimanê kurdî di warê navlêkirina van cînavan de ne wekî hev gotine, wilo jî di warê destnîşankirina forma wan de ne wekî hev gotine . Celadet Bedirxan, Reşîdê Kurd û Kamîran Bedirxan di nivîsarên xwe de dibêjin, ku ev cînavên peywendî lêkdayî ne (hevedûdanî ne), ji cînavên xwerû "yê, ya,yên" û cînavên "kesîn, xweyî û nîşandan" pêk hatine . Wek : 1- Yê min,yê te, yê wî, yê wê, yê me... - Ya min, ya te, ya wî, ya we... - Yên min, yên te, yên wan.... 2- Yê xwe, ya xwe, yên xwe 3-Yê vî, yê vê, yê wî, yê wê, yê van - ya vî, ya wê, ya wan...

- Yên vî, yên wî, yên van... 
       

Kamîran Bedirxan cînavên pirsiyarî jî dispêre wan cînavên peywendî : - Yê kê ye ? - Ya kê ye ? - Yên kê ne ?

Lê rêzimanzanên dîtir, wek "Qenatê Kurdo, Sadiq Behadîn Amîdî, Feqe Huseyn Sagniç û şarezayên kurmanciya xwarê dibînin ku cînavên peywendî ev tenê ne: "yê,ya,yên"( ) . Bi dîtina min jî, cînavên peywendî ev cînavên xwerû (sade) tenê ne. Ji ber ku ev cînav ne li pêş cînavên kesîn, xweyî û nîşandan tenê bikar tên : 1- Li pêş navan :

           - Ev hespê te ye, ka yê Memo ?

2- Li pêş hevalnavan (rengdêran) : - Gula sor bo teye û ya zer bo Zînê ye . 3- Li pêş hevalkaran (hokeran) : - Sala par zuha bû, lê ya pêrar pirbaran bû . 4- Li pêş karan (kirinan, lêkeran) : - Mirovê bipirse û yê nepirse ne wekî hev in. Vêca ku rast "yê wî" cînavekî pêwendî be, gerek "yê Memo" jî ew cînav be. Çunkî "wî" dikare cihê "Memo" bigre : - Ev yê Memo ye = Ev yê wî ye . Helbet, ne dirust e ku cînavek û navek, bi hev re bibin cînavekî lêkdayî . Ji hêla dengsaziyê (fonîtîkî) ve jî, heger bêjeya berî van cînavan bi tîpeke dengdar (bêdeng) kuta bûbe gerek cînav bi şêweyê "ê, a, ên" bikar bên :

        	   - Ji van hespan, ê pêşîn baş e. 

Lê ku ew bêje bi tîpeke dengdêr kuta bûbe, gerek tîpa navbirra dengan (y) bikeve ser cînavan (yê, ya, yên) : - Ev hevalê min e, ka yê te ?

Di şêwezarê kurmanciya xwarê de cînavekî peywendî bi tenê heye, ew jî "hî" ye. Bilêvkirina vî cînavî ji herêmekê ta herêmekê tê guherîn : - Li Silêmaniyê dibêjin, "hî" . - Li Kerkûkê dibêjin, "hîn" . -Li Hewlêr, Rawendûz û Mehabadê dibêjin "î". (S.B.Amîdî) - Li Efrînê (Sûriyê) jî ev (î) tê bihîstin : - (î ji Xwedê xafil e kafir e) Zayend û çendaniya cînavên peywendî li gora zayend û çendaniya navên avêtî, yên ku ev cînav li şûna wan bikar tên, destnîşan dibin . - Li şûna navê nêrzayê yekjimar cînavê "ê, yê" bikar tê : - Birayê min ji yê te mezintir e . - Li şûna navê mêzayê yekjimar cînavê "a, ya" bikar tê : - Xuşka Zînê ji ya Fatê biçûktir e . - Li şûna navên nêrza û mêza, yên komjimar cînavê

 "ên,yên" bikar tê :

- Mêrên karker ji yên tiral baştir in .

- Jinên zana ji yên nezan çêtir in .

Di kurmanciya xwarê de cînavê "hî" bo her dû zayendên yekjimar û komjimar bikar tê .

Bêguman ev cînavên peywendî di reseniya xwe de zêderên (veqetandekên) nav û cînavan in, zayend û jimara wan destnîşan dikin . Wek :

         - Ev hevalê min e (nêrê yekjimar)
         - Ev hevala Zînê ye (mêyê yekjimar)
         - Ev hevalên me ne (nêr û mêyên komjimar)		
Di van mînakan de navê "heval" navekî bêhêl e (bêlayen e), bo her dû zayendan (nêr û mê) bikar tê . Bi van zêderan "ê, a, ên" em dizanin, kîjan "heval" nêr e û kîjan mê ye, kîjan yekjimar e û kîjan komjimar e . Lê dema ku nav têne avêtin û zêder cihê wan digrin, hingê ew zêder dibin cînav û li gora wan navên avêtî cihên xwe di pêvajoya hevokan de dibînin :

Wek :

         - Ev dostê min e, ka (dost)ê te  ?

( Ev dostê min e, ka (...) yê te ?

         - Ev dosta Zînê ye, ka (dost) a Fatê  ?
          [Ev dosta Zînê ye, ka (...) ya Fatê    ?]
         - 	Ev hevalên me ne, ka (heval) ên we  ?
          [ Ev hevalên me ne, ka (...) yên we ? ]

Wilo jî, ku zêdera navekî dûbare bibe, zêdera dûwem a ku serbixwe tê nivîsîn dibe cînavê peywendî û têkiliya wî navê avêtî bi pêgirên wî, yên paş xwe ve destnîşan dike . Wek :

         - Birayê min, ê mezin bûye mamoste .

[ Birayê min, (bira) yê mezin bûye mamoste].

         - Ew xuşka te, ya jîr li kû ye ?

[ Ew xuşka te, (xuşk) a jîr li kû ye ? ]

         - Ka ew hevalên me yên dilsoz ?

[ Ka ew hevalên me (heval) ên dilsoz ?]

Li hindek herêman zêdera dûbare, ya ku dibe cînavê peywendî li şûna "ê- yê , a – ya , ên - yên", bi şêweyê "î, yî," bikar tê . Wek :

         - Hevalê min ê dilsoz
          ( Hevalê min î dilsoz)
         - Pênûsa te ya sor

(Pênûsa te yî sor) . - Çiyayên me yên bilind (Çiyayên me yî bilind) .

Bi rastî mijara zêdera dûwem mijareke pir giring e, pêdivî ye ku zelal bibe, zêder û cînav ji hev bêne nasîn da ku wateyên hevokan, li wê gorê ronî bibin. Lewra hindek hevok li gora rastnivîsa wan zêder û cînavan, wateyên wan zelal dibin . Wek :

       1- Birayê Hesoyê şivan nexweş e .
       2- Birayê Heso yê şivan nexweş e .

Berçav e ku me mînaka xwe bi dû şêweyan nivîsiye, me , carekê "yê" bi "Heso" ve nivîsiye û carekê jî me "yê" serbixwe nivîsiye . Vêca li vê gorê em ê bipirsin : Gelo di wan her dû şêweyan de,yê şivan kî ye ? Heso ye yan birayê wî ye ?! - Di şêweyê (1) ê de, yê şivan Heso ye. Ji ber ku (yê), zêdera navê Heso ye û pê ve hatiye nivîsîn . Bi vê têgehê wateya mînakê ev e : - ( Hesoyê şivan, birayê wî nexweş e) .

- Di şêweyê (2) ê de, yê şivan birayê Heso ye. Ji ber ku (yê) cînavê peywendî ye, serbixwe hatiye nivîsîn, lê ji hêla wateyê bi navê (bira) ve girêdayî ye û cihê wî girtiye: - ( Birayê Heso, (bira) yê şivan nexweş e) .

Cînavên peywendî jî, weku navan, di rêxistina hevokan de dibin kara (kiryar, kirar) û berkar (serve, bireser), anku cihê navên kara û berkar digrin :

Kara:

- Birayê min li gund e û yê te çû bajêr . - Xuşka min a biçûk dixwîne . - Pelên daran, ên zer diweşin . Berçav e ku ev cînavên peywendî "yê, a, ên", di mînakên jorîn de, bûne karayên van karan (lêkeran), "çû, dixwîne, diweşin" .

Berkar:

Li gora raweyên hevokan, cînavên peywendî dibin berkarên rasteder (rastewxo) û yên nerasteder : 1- Berkarên rasteder :

        - Ez birayê te dinasim, ma tu jî yê min dinasî ?
        - Min dara çinarê dîtiye, lê min ya gezê nedîtiye
        - Kesê darên we birrîn bila yên me jî bibirre.

Di van mînakan de cînavên "yê, ya, yên" bûne berkarên rasteder, yên van karên derhingêv (têper) "dinasî, nedîtiye, bibirre" . 2- Berkarên nerasteder :

        a- Em hatin gundê we, hûn jî werin yê me .
        b- Mala we nêzî ya me ye .
        c- Hevalên Memo ji yên Reşo pirtir in .

Diyar e ku di mînaka (a) yê de, cînavê "yê" bûye berkarê nerasteder bo karê nederhingêv "werin" . Di mînaka (b) yê de, cînavê "ya" bûye berkarê nerasteder, yê hevalkarê "nêzî". Di mînaka (c) yê de jî, cînavê "yên" bi pêrbesta "ji" bûye berkarê nerasteder .

7- Cînavên Nenas

Cînavên nenas ew bêje ne, yên ku cihê navekî nependî û nebinavkirî digrin, bêyî ku nependiya wan zelal bikin, yan jî celebê wan destnîşan bikin, tenê bi gelemperî li şûna wan bikar tên . Wek :

         - Hinek hatin

Di vê mînakê de bêjeya "hinek" li şûna navekî nediyar bikar hatiye, em nizanin ew nav çi celeb e, yan jî bi çi taybetiyê ye. Dibe ku bêjeya "hinek" di mînaka me de cihê mirovnan, canewernan yan tiştinan girtibe, anku li şûna ku em bibêjin,"hinek hatin"em dikarin bibêjin : - Mêvanin hatin ( hinek mêvan ) . - Zarokin hatin (hinek zarok ) . - Hespin hatin ( hinek hesp ) . - Bizinin hatin ( hinek bizin ) . - Darin li ber avê hatin (hinek dar) . - Êzingin li ber avê hatin (hinek êzing) .

Navlêkirina van cînavan jî, di pirtûkên rêzimanî de bi gelek navên têvel hatiye. Her şarezayekî zimanê kurdî ew bi navekî berçav kirine :

   - Celadet Bedirxan : " Nebinavkirî " .
   - Reşîdê Kurd : " Nependî " .
   - Kamîran Bedirxan : " Nebinavkirî " .
   - Qenatê Kurdo : " Nekifş " .
   - Feqe Huseyn Sagniç : " Nekifşî " .
   - Cigerxwîn : " Nenas " .
   - Sadiq Behadîn Amîdî : " Nenas " .
   - Nûrî Elî Emîn : " Nadiyar " .
   - Tewfîq Wehbî : " Mubhem " .

Diyar e ku ev navlêkirin tev, ji hêla wateyê ve nêzî hev in û danasîna wan jî li nik wan şarezayan gelekî nêzî hev in . Li gora dîtina zimanzanan, ev cînavên nenas ji hêla formê ve dibin dû beş :

   - Cînavên xwerû (sade) .
   - Cînavên lêkdayî (hevedûdanî) .

1-Cînavên xwerû ew cînav in, yên ku ji bêjeyeke rût tenê pêk hatine, wek : " yek, tu, çi, her, kes, tişt, hîç (hêç), heçî, hin (hind), çend, tibab, hemû (hemî), filan, bêvan (bêhvan), gî (giş), pirr, kêm, gelek, piç, tev (tevde) ...." . 2- Cînavên lêkdayî jî ew cînav in, yên ku forma wan ji cînavekî xwerû zêdetir pêk hatine, wek : "her yek, her kes, her tişt, tu kes, tu tişt, filan kes, filan tişt, bêvan kes, bêvan tişt, hîç kes, hîç tişt, çi qas( )wiqas( ) , hemû kes, hemû tişt....". Diyar e ku ev cînavên nenas, ji hêla form û wateyê ve dikevin ber taybetmendiya navan, anku ew jî weku navan dikevin ber verêsê (tewangê) û nîşandekên zayend û jimarê dighêjin wan .

Wek :

         - Min tiştek nedît
         - Ez tiştekî nabînim . 

Bi vê têgehê cînavên nenas nav in . Lê ji hêla xebitandin û rola wan di warê hevoksaziyê de, ew cînav in, ji ber ku cihê navan digrin . Wek :

         - Ez tiştekî dixwazim .

Di vê mînakê de bêjeya "tiştek" cînavekî nenas e, cihê xwestekeke nebinavkirî girtiye . Reng e ku ev xwestek govarek, pênûsek, kaxezek, yan jî tiştekî dîtir be.

Em dizanin ku navên rût (bê nîşandek) tev nas in (pendî ne)( ) lê ku nîşandekên nenasînê "ek, in" bighêjin wan, ew nav dibin navinî nenas . Wek :

         - Şagirt helbestê dixwîne

( Şagirtek helbestekê dixwîne ) . ( Şagirt helbestan dixwînin ) . ( Şagirtin helbestinan dixwînin ) . Lê cînavên nenas nakevin ber vê rêzan û destûra navan . Ev cînav di raweya rût de nenas in, dema ku nîşandekên nenasînê "ek, in" dighêjin wan, nenasiya wan kûrtir û tarîtir dikin . Wek :

         - Min kes nedît
          ( Min kesek nedît ) .
          ( Min kesin nedîtin )
         - Ez kesî nabînim
          ( Ez kesekî nabînim)
         ( Ez kesinan nabînim ) .

Bo vê taybetmendiya nependiyê jî, navê vî beşê cînavan bûye "Cînavên Nenas" .

Ji hêla guherîna formê ve, cînavên nenas dibin(2)beş : - Cînavên guhêrbar (tên guherîn) . - Cînavên neguhêrbar (nayên guherîn) .

1- Cînavên guhêrbar ew cînav in, yên ku forma wan, a resen li gora dem û raweyên hevokan tên guhertin, nîşandekên zayend (nêr û mê) û jimarê dighêjin wan, Wek : Yek : - Yekî ji yekê re got Tu : - Ez tuyan (tiyan) nabînim . ( ) Tişt : - Tiştek heye ji gelek tiştan çêtir e Hemû : - Hemûyan dostên xwe parastin . Hin : - Ez hinan dinasim . Hinek : - Hinek ji hinekan zanatir in Pirr : - Pirraniya gelê kurd bi zimanê xwe naxwînin Çend : - Tu çendan dixwazî ? Filan : - Filano li filanê pirsî Gî : - Min ji giyan pirsî . Giş : - Min ji gişan xwest, lê giştikan deng nekir . Gelek: - Gelekan gundên xwe berdan . Piç : - Piçek ji piçekê şerm nake . Tibab: - Ez tibabekê li bendî te mam . Tev : - Bi tevayî hatin . Kêm: - Gelek kêmasiyên me hene .

           - Gerek em li kêmasiyên xwe vegerin .

Hemû cînavên nenas, ên lêkdayî jî, guhêrbar in, nîşandekên guherînê dighêjin parçeyê dawî, wek : Her kes : - Ez ne her kesî dinasim . Filan tişt:- Filan tişt ji filan tiştî çêtir e . HTD.... 2- Cînavên neguêrbar jî, ew cînav in, yên ku di hemû dem û raweyên hevokan de wekî xwe (bê guherîn) dimînin, Wek: Her : - Her mehê carekê ez diçim Nisêbînê .

         - Çi bibe jî, em her bira ne .

Hîç : - Jiyana bindestiyê hîç e.

         - Hîç mirovekî li te nepirsî .

Çi : - Çi gerekî tebe,bixwaze !

        - Te çi got, min got erê !

Heçî:- Heçî rabû, gote min, na...!

      - Heçî kurd be gerek fêrî zimanê xwe bibe

Hindek ji cînavên nenas di hema - dem de cînavên pirsiyarî û yên nenas in jî, wek : Çi : - Te çi gotibe jî, bila ew be (nenas)

      -  Tu çi dixwazî  ? (pirsiyarî) .

Çi kes : - Çi kesê hat gotarek xwend (nenas)

            - Reşo çi kes e ? (pirsiyarî)

Cînavên nenas jî, weku hemû nav û cînavên dîtir roleke giring di warê rêxistin û hevoksaziya zimanê Kurdî de dibînin . Ev cînav di pêvajoya hevokan de dibin kara, berkar, hevalnav û hevalkar :

- Kara :

Kara ew bêje ye , yê ku karê hevokê dike,anku kiryarê kar e. Wek :

         - Hinek hatin û çendek çûn .
         - Tiştek ket .
         - Kes bi derdê kesî nizane

- Berkar:

Berkar di hevokê de ew bêje ye, ya ku li ber kar e, bûyera karê hevokê lê dibe, wek :

         - Memo rojnameyê dixwîne .

Li vir, rojname berkar e, çiku bûyera xwendinê lê dibe, anku (rojname) tê xwendin . Di zimanê kurdî de berkar (2) beş in : a- Berkarê rasteder (rastewxo) :

         -  Tu çi dixwazî, bixwaze  !

- Min kesek li wir nedît . - Zarok her tiştî dixwazin - ..... b- Berkarê nerasteder : - Seyda xelat da hinekan . - Zînê berek avête tiştekî - Ez bêriya gelekan dikim . - Reşo ji tirsa tiştekî nehat vir .

         - Min ji gelekan pirsî

- Vê gotarê li her cihî bixwêne !

Hevalnav (rengdêr ) : - Reşo gelek heval dîtine - Reşo piçik nan da min . Di van mînakan de cînavên nenas (gelek,piçek) cihê hevalnavan (rengdêran) girtine, anku bûne hevalnavên van navan (heval, nan) . Bi pêşxistin û paşxistina wan nav û cînavan, hevok dê wisan bibin : - Reşo hevalin gelek dîtin . - Reşo nanin piçik da min . Bêguman, di van hevokan de cînavên nenas (gelek, piçik) hevalnav in . Li vê gorê jî em karin bipîv in :

    - Pir zarok = zarokin pir
    - Kêm caran = carin kêm .

Lê ku nav ji wan hevokan bêne avêtin û cînav cihê wan bigrin, Wek :

   - Reşo gelek (...) dîtin
   - Reşo piçik (...) da min

Hingê ev cînavên nenas (gelek, piçik) nema dimînin hevalnav, ji ber ku şûna navên avêtî (heval, nan) digrin û li cihê wan dibin berkarên rasteder ( ) .

Hevalkar (hoker) :

Gelek caran, hinek cînavên nenas têgeha demê bi xwe ve digrin û di pêvajoya hevokan de li cihê demeke nenas bikar tên Wek :

         - Her ez têm vir ez te nabînim .

- Vê çendê baran nabare . - Ez tibabekê li Amûdê mam .

Di van mînakan de ev cînavên nenas (her, çend, tibab) bi wateya demeke nebinavkirî hatine : - Her ez têm : Çi dema ez têm... - Vê çendê... : Vê demê ... - Tibabekê ... : Demekê ... Bi vê wateyê ew mînak dibin : - Çi dema ez têm vir ez te nabînim - Vê demê baran nabare . - Ez demekê li Amûdê mam . Diyar e ku ev cînavên nenas, yên ku bi wateya demeke nebinavkirî tên û li şûna hevalkarên demî (demikî) bikar tên, ew jî di rêxistina hevokan de dibin hevalkarên demikî (hokerên demane) .

Zaraveyên Bikarhatî (têrm)

- Hevok : Pevek, hevek, riste .

- Kar : Kirin, lêker . - Karê derhingêv : Karê derbaz, karê têper - Kara : Kirar, kiryar, kirde . - Berkar : Bireser, serve - Berkarê rasteder:Berkarê rasterê, berkarê rastewxo - Berkarê nerasteder:Berkarê nerasterê, berkarê nerastewxo - Verês : Tawang (tewandin) - Hevalnav : Rengdêr, rewş, (sîfet) . - Hevalkar : Hoker, nîr, (zerf) - Guhêrbar : Tê guherîn . - Neguhêrbar : Nayê guherîn . - (KJ) : Kurmanciya Jorî - (KX) : Kurmanciya Xwarê.

Jêder

1- Qenatê Kurdo : Rêzimanî kurdî be keresteyî diyalêktîkî Kurmancî û Soranî . Mosko (1957) .

   Wer .Dr. Kurdistan Mukriyanî, ji Rûsî . Hewlêr (1982). 

2- Celadet Bedirxan : Bingehên Giramêra Kurdmancî.

    Stokholm – Nûdem (1994) .

3- Reşdê Kurd : Rêziman a ziman ê kurdî . Şam (1956) . 4- Kamîran Bedirxan : Rêzimana zimanê kurdî . Parîs

   (1971) .

5- Sadiq Behadînê Amîdî : Rêzimana kurdî . Bexda

   (1987) .  

6- Qenatê Kurdo : Rêzimanî kurdî le diyalêktîkî xwarû û jorî . Mosko (1978) . 7- Feqe Huseyn Sagniç : Rêzimanî zimanê kurdî .

   Istanbol (1991) .

8- Tewfîq Wehbî : Destûrî Zimanî kurdî . Bexda (1929) . 9- Nûrî Elî Emîn: Rezimanî Kurdî . Silêmanî (1960). 10 – Cemal Nebez : Zimanê yekgirtiyî kurdî . Bembêrg (1976) . 11- Ebdurhman Hacî Marûf : Wuşiyî zimanî kurdî .

     Bexda (1975) .

12- Mihemed Emîn Hewramanî : Seretayek le fîlolejî

     zimanî kurdî . Bexda (1974) .

13- Cigerxwîn : Awa û destûra zimanê kurdî . Bexda

     (1962) .

14- Keça Kurd : Zayenda Mê û Nêr . Berlîn (2001). 15- Dr. Kurdistan Mukriyanî û Dr. Nesrîn Fexrî :

     Rêzimanî kurdî. Hewlêr (1982) .

16- Ebdurehman Hacî Marûf : Rêzimanî kurdî – Nav-

      Bexda (1997) .

17- Govarî Korî zanyarî kurd, bergî heftem . Bexda

     (1980).

18- Govara Peyv, jimar (24) . Dihok (2002) . 19- Govarî Korî zanyarî kurd, bergî dûwem . beşî yekem . Bexda (1971) .

Naverok

 Mıjar                                                            rûpel

- Destpêk ............................................................. 9 - Cînav di pertûkên rêzimanî de .......................... 11 - Beşên cînavan ................................................... 19 1- Cînavên kesîn ................................................. 21

   A - koma " Ez "     ..........................................     25
   B -  koms "  Min "  .........................................     36

2- Cînavên pirsiyarî ............................................ 48

    a - Cînavên pirsiyarî.......................................    48
    b - Alavên  pirsiyarî.......................................     81
    c - şêwazê pirsiyarî Bê cînav û Alavê pirsiyarî. 83  

3 - Cînavên Nîşandan ........................................ 84

         - Alavên  Nîşandan ..................................     102

4 - Cînavên Bêhêl (bêlayen)............................... 105

    a - Cînavê pevxistî " Ê " ...............................     105
    b - Cînavê  xweyî    " Xwe " .........................     114
    c -  Cînavên Hevayî "Hev,Hevûdû,Êk,Êkûdû".. 118

5 - Cînavên Girêkî " Ku " .................................. 122

    1 - " Ku " ya Alava mercî .............................     127
    2 - " Ku " ya alava Girêkî .............................     127 

6 - Cînavên peywendî ....................................... 129 7 - Cînavên Nenas ............................................ 138 - Zaraveyên Bikarhatî ....................................... 147 - Jêder ............................................................... 148