Captain America
| Jidayikbûn | |
|---|---|
| Nasnav |
Steve Rogers |
| Hevwelatî | |
| Pîşe |
Leşker |
| Endamê |
Avengers (en) Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê S.H.I.E.L.D. (en) |
| Malper |
Captain America superlehengekî ye ku ji hêla Joe Simon û Jack Kirby ve hatiye afirandin û di xezêçîrokên amerîkî yên ku ji hêla Marvel Comics ve hatine weşandin de xuya dibe.Ev karakter cara yekem di Captain America Comics #1 de, ku di 20ê kanûna pêşîn a 1940an de ji hêla Timely Comics, wesanxaneya pêşin ê Marvel Comics ve hatibû weşandin, xuya bû.Nasnameya sivîl a Captain America Steven " Steve " Rogerse, mêrekî lawaz ku piştî ku tevlî Artêşa Dewletên Yekbûyî bû da ku alîkariya hewildanên welêt di Şerê Cîhanê yê Duyem de bike, bi "serûma superleşker" a ceribandinî gihîştiye lûtkeya bêkêmasiya fîzîkî ya mirovan.Bi kostûmên ji ala amerîkî îlhamgirtî û mertaleke hema bêje neşikestî, Captain America û hevkarê wî Bucky Barnes gelek caran li dijî Red Skullê bed û endamên din ên hêzên Mihwerê şer dikirin. Di rojên dawî yên şer de, qezayek Captain America di rewşek bêhişbûnê de hişt heta ku di demên nûjen de ji nû ve hate vejandin. Ew wekî lehengek kostûmkirî dest bi serpêhatiyên xwe dike û dibe rêberê tîma superlehengan Avengers, lê pir caran wekî "zilamek bêdem" têdikoşe ku xwe li gorî serdema nû biguncîne.
Piştî weşana xwe ya orîjînal, ev karakter zû wekî afirandina herî binavûdeng û ji hêla bazirganî ve serkeftî ya Timely di dema şer de derket holê, her çend binavûdengiya superlehengan di serdema piştî şer de kêm bû û Captain America Comics di sala 1950an de hate rawestandin.