Casim Elwan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
binnivîs

Casim Elwan (Erebî: جاسم علوان‎ ) (1928) serhengekî navdar yê artêşa Sûrî bû, bi taybetî di serdema Komara erebî ya yekgirtî (KEY) de(1958–1961) ku wê çaxê fermandarê bingehê Qetenayê ya nêzîkî Şamê bû. Elwan, piştgirê dilsoz ê serokê KEY Cemal Ebdilnasir, dijberiya veqetîna komara Sûrî û Frensî di sala 1961ê de kir û di sala 1962an wî du hewlên pêkanîna derbeyê kirin belam bi ser neket.

Tev li derbeya 8ê adarê ya Baesiyan bû ku wan karî di sala 1963an de hikûmetê birûxînin lê piştî wê serkeftinê baesiyan êdî hewl da ku hêzên Nasirî ji artêşê biavêjin û ev jî bû sedem ku Elwan serhildanekê li dijî hikûmeta nû bike lê bi ser neket. Têkçûna Elwanî bû sedem ku ê girtin û hukimê bidarvekirinê lê hat birrîn encex bi destwerdan Nasir û serokên din yên ereb hat berdan. Hewldana Elwanî ya derbeyê ya têkçûyî bû sedema qutbûn û têkçûna têkiliyên dîplomasî di navbera Misir û Sûriyeyê de. Ji wê çaxê de li Misirê wek dijber û çalakvanekî siyasî yê dijî Baesê li Misirê dijiya lê di sala 2005an de vegeriya Sûriyeyê.

Ciwanî û Karûbarên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Elwan li malbateke Sunî û bedewî ku nêzîkî Dêrezorê di sala 1928an de ji dayik bûye. Dêrezor nêzîkî çemê Firatê ye.[1][2] Piştî ku demekê li Akademdiya leşkerî ya Humsê xwend, tev li Artêşa Sûriyeyê bû. Di dema serokê esil-kurd Edîb el-Şîşeklî Elwan li wê akademiyê perwerde dida.[3] Elwan wisa dibêje ku Şîşeklî bi xwe jê xwestibû ku bêtir leşkerên Ereb û Sunî derxîne û kêmasiyên etnîk û olî yên din di artêşê de kêm bike lê wî ev daxwaz qebûl nekir.[2] Gelek efser di bin destê perwerde bûn ku dûre ew efser di dîroka Sûriyeyê de dê  bibin kesayetên giring, wek Hafiz Esed û generlaên Elî Aslan û Muhemed Nebhan.[2] Di salên pêncî de Elwan tev li tevgera neteweperwerên ereb bû ya ku serokomarê misirî Cemal Ebdilnasir ve girêdayî bû. .[3]

Karê Leşkerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fermandarê bingehê Qetena [biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1958an de gava Sûriye û Misir komara erebî ya yekgirtî damezirand, Elwan bû efserekeî giring di artêşê de û bû fermandarê bingehê Qetenayê ku li derdora Şamê bû..[3] Di sala 1961ê de bû serhengê.[4] Piştî 28ê îlona 1961ê û jihevketina KEY ku encama derbeyeke leşkerî bû. Elwan wê rojê ne li bingehê leşkerî bû lê li peywireke din li Şamê bû.[3] Yekîneyên tankan yên ku bi awayekî fermî di bin fermana wî de bûn roleke giring lîst, gava ku berê xwe da Şamê ta ku bi hêzên din yên dijber re li Dumeyrê bigihên hev û biçin dest deynin ser paytextî lê ev yekîne wisa tevgeriyan bê ku hayê Elwanî jê hebe,[5] û Elwan wisa dibêje ku eger li cihê xwe li Qetenayê bûya dê bikariya rê li ber derbeyê bigirta.[3]

Dijberiya cudabûnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Elwan li dijî hikûmeta Nazim el-Qudsî û cudaxwaz derket lê dîsa jî desthilatdariyê ew negirt ji tirsa ku bi girtina alaîgirên yekitiyê were tawanbarkirin û wek encam bi îxaneta neteweperweriya erebî were tawanbarkirin ku hîn jî di nav xelkê de xurt bû.[6] Soon after the secession, a loose coalition of Nasserist officers led by Alwan and the Arab Nationalist Movement, Ba'athist officers led by the Military Committee and politically independent unionist officers led by Ziad al-Hariri was formed to remove Kudsi's administration and install a pro-union government. While the unionist coup was planned for 2 April 1962, the Nasserist officers under Alwan's leadership made their move on 31 March, launching the revolt from the army garrison in Homs. However, no other army units joined to back the uprising resulting in its quick end. A divided military and an unstable political situation prevented the government from pursuing decisive action against the coup officers. Instead, on 1 April, an agreement between the military factions was devised in Homs whereby Abd al-Karim al-Nahlawi (the officer who staged the secessionist coup, but soon after joined the pro-unionist officers), Alwan and a small number officers loyal to them would be exiled.[7]

References[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Petran, 1972, p. 157.
  2. ^ a b c Van Dam, 1996, p. 29.
  3. ^ a b c d e Moubayed, p. 37.
  4. ^ Simon, Mattar, Bulliet, 1996, p. 132.
  5. ^ Oron, 1961, p. 607.
  6. ^ Seale, 2004, p. 69.
  7. ^ Mufti, p. 137.