Here naverokê

Cefer Axa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Cefer Axa
Potreyekî Cefer Axa
Jidayikbûn
Mirin1905
Tewrêz, Îrana Qacarî
Sedema mirinêKuştin
EsilKurdê Rojhilata Kurdistanê
BerêTeymûr Axa
PaşêSimkoyê Şikak
Dê û bav
  • Mihemed Axa (bav)
biguhêreBelge

Cefer Axa (soranî: جەعفەر ئاغا) rêveberekî kurd bû di destpêka sedsala 20an de li Rojhilata Kurdistanê ​​serokatiya eşîra Şikakan kiriye ku di serokatiya eşîrê de roleke girîng lîstiye. Di sala 1905an de, Cefer Axa li Tewrêzê di kemînekê de ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatiye kuştin. Mirina wî li herêmê alozî çêdike û bûye sedema ku birayê wî yê biçûk Simkoyê Şikak serokatiya eşîra Şikak bigire ser xwe.

Cefer Axa li Çehrîqê Jorîn ji dayik bûye. Bavê wî Mihemed Axa ji êla Evdoyî ya eşîra Şikak bû û kurê Îsmaîl Axa ku serokê eşîrê bû.[1][2] Dema ku ew zarok bûn, Cefer Axa û birayê wî yê biçûk Îsmaîl (Simko) Axa xwedî moralek pir bilind bûn ji ber ku ew bi hev re rûdiniştin û guh didan çîrokên li ser şerê bav û kalên xwe li dijî tirk û farisan. Cefer Axa paşê dibe serokê eşîrê û desthilatdariya xwe li seranserê Rojhilata Kurdistanê ferz dike. Li axên ku ji hêla Cefer Axa ve dihatin kontrol kirin, ti desthilatdariyeke hikûmeta Îranê tune bû. Cefer Axa kesayeteke alîgirê xizanan bû ku milkên kesên dewlemend desteser dikir û bi awayeke wekhev li feqîran belav dikir. Cefer Axa desteser kirina milkên dewlemedan bi awayeke bi rêkûpêk li Ûrmiye, Selmas û li Xoyê berdewam dikir. Simko jî gelek caran bi wî re bû.

Xapandin û kuştina wî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1905an de, Huseyn-Qoli Mafî Nezam-ol-Saltaneh, parêzgarê Tewrêzê, Cefer Axa ji bo danûstandinan vexwendiye Tewrêzê û li ser Quranê sond xwar ku Cefer Axa dê zirarê nebîne. Walî herwiha soz da ku otonomiyeke kurdî bi desthilata Cefer Axa nas bike. Dema ku Cefer Axa digihîje Tewrêz û dikeve hundirê ofîsa parêzgerê Tewrêzê û dema ku ew bê guman li ser pêlêkê ber bi jor ve derdiket, guleyek berdidin dilê wî û wî li wir dikujin.[3][4][5] Laşê wî ji aliyê parêzgerê Tewrêz ve hatiyê parçe kirin û hatiye nîşan dan. Simko li şûna Cefer Axa bû serokê eşîrê û sond xwariye ku tola xwe hilîne. Simko heman rêbazên Cefer Axa bikaranî û herwiha civakên asûrî û azerî jî hedef girt.[6] Her çiqas asûrî û azerî yên herêmî di nav tirsê de bin jî Cefer Axa û Simko ji aliyê kurd ve dihatin hezkirin.[7]

  1. ^ Houtsma, M. Th.; û yên din. (1993). "Shakāk". E.J. Brill's First Encyclopaedia of Islam, 1913-1936. Cild 4 (Çapa Reprint). E.J. Brill. r. 290. ISBN 90-04-09796-1.
  2. ^ Houtsma, M. Th.; û yên din. (1993). "Salmas". E.J. Brill's First Encyclopaedia of Islam, 1913-1936. Cild 4 (Çapa Reprint). E.J. Brill. r. 118. ISBN 90-04-09796-1.
  3. ^ The Passion and Death of Rahman the Kurd: Dreaming Kurdistan, Carol Prunhuber, 2010, pp. 282, ISBN 9781440178153
  4. ^ Tribe and State in Iran and Afghanistan (RLE Iran D), Richard Tapper, 2012, pp. 383, ISBN 9781136833847
  5. ^ From Qajar to Pahlavi: Iran, 1919-1930, Mohammad Gholi Majd, 2008, pp. 382, ISBN 9780761840299
  6. ^ The Political Development of the Kurds in Iran: Pastoral Nationalism, F. Koohi-Kamali, 2003, pp. 82, ISBN 9780230535725
  7. ^ Kurdish Ethno-Nationalism versus Nation-Building States: Collected Articles, Martin van Bruinessen, The Isis Press, 2011, pp. 139, ISBN 978-1-61143-105-6