Cejna Êzîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Cejna Êzîd[1] an jî Eyda Êzîd[2] an Eyda Êzîdê Sor[çavkanî hewce ye], yek ji cejnên herî mezin ên êzdiyan[çavkanî hewce ye] e. Ev cejin dikeve roja îniyê û meha kanûna pêşîn tê derbazkirin.[3]

Berî sê roja wê cejnê êzdî rojî digirin ji bo biranîna Siltan Êzîd, ew wek Şêx Adî û Melekê Tawûs tê pejirandin û naskirin. Rojî di roja duşemê dest pê dibe heya roja pêncşemê, pey wê re cejn pîroz dikin[çavkanî hewce ye].

Taybetiya cejnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Êzdiyên Bakur, Rojava an jî Başûr berî du hefteya pêşa rojiya Êzîdê Sor rojiya nûr Şêşemis digirin[çavkanî hewce ye], pey wan roja hefteyek pişt re sê roj bi navê xudanê malê rojî digirin. Her sal rojên Cejna Êzîd tê guhartin, çûnkî ew taybetiya salnameyên gregorî û julianî ne[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Êzîden feiern weltweit das Cejna Êzîd-Fest". Ezidipress.com (bi almanî). 15 kanûna pêşîn 2017. Ji orîjînalê di 4 hezîran 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 adar 2022.
  2. ^ Xanna Omerxalî (2007). Êzdiyatî. Avesta, Amed - Stembol.
  3. ^ Xanna Omerxalî (2007). Êzdiyatî. Avesta, Amed - Stembol.