Cejna Noelê
Cejna Noelê | |
|---|---|
| Pêk tê ji | |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
Noel (ji fransî û bi riya tirkî: Noël), Cejna Noelê, Krîsmis (ji zimanê inglîzi Christmas) an jî Cejna Miladê[1] her sal ji aliyê xiristiyanan ve di 25ê kanûna pêşîn (roja cejna Noelê) tê pîrozkirin. Pîrozbahî êvara 24ê kanûna pêşîn (êvara cejna Noelê) dest pê dike û li hin welatan heta şeva 26ê kanûna pêşîn (roja cejna Noelê yê duyem) didomê.
Dêra ermeniyan û ortodoksan li gorî salnameya Julianî roja 7ê kanûna paşîn dest bi pîrozkirina gaxendê dikin. Sedema pîrozkirina cuda, keşeyê katolîk Papa Gregorius XIII di sedsala 16an de salnameya Julianî de guhertin çêkir û salnameya Gregorî pêk anî. Dêrên ortodoks ên ku di 7ê kanûna paşîn de dest bi pîrozbahiyan dikin wê di 2100î de ji 8ê kanûna paşîn dest bi pîrozbahiyan bikin.
Noel di xiristiyaniyê de mîna rojbûna Îsa tê pîrozkirin. Dara Noelê navê dara çamêye ku di pîrozbahiyên Noelê de bi gelek cure rahnik û xemlan tê xemilandin. Baba Noel kalê mîtolojîk e ku tê bawerkirin di Noelê de bi taxoka xwe ya ku ji aliyê şivirên kedî ve tê kişandin û ji mirovan re diyariyan tîne.
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Fîgûrên cejna Noelê yên ku bûyîna Îsa (Meryem, Ûsiv û zarok Îsa) li Beytlehmê nîşan didin. Li gorî baweriya mesîhiyan diya wî Meryem bi Ruhê Pîroz bizaro bûbû û di 24an kanûna pêşîn de ji dayika xwe bûye.
- Baba Noelê
- Nêriyê Noelê li Bakurê Ewropayê
- Diyariyên Noelê
- Xwarina Noelê li gorî kevneşopa welatê Swêdê
- Şahiya Noelê li Lvîvê (Ûkrayna)
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ↑ Bedirxan, Celadet Alî (1985). Ronahî Hejmar 1-28 (1942-1945). Uppsala: Jîna Nû. r. 218.
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |