Cejna Qurbanê
Îslam |
---|
![]() |
Cîhên pîroz |
Wekî din |
![]() |
Cejna Qurbanê, Eyda haciyan an jî Eyda qurbanê (bi erebî: عيد الاضحى, lat. Ayd al-Adha; bi farisî: عید قربان, lat. Eyd-e Qorban; bi tirkî: Kurban Bayramı) li gorî baweriya misilman cejna qurbankirina ajalan a dînê îslamê ye. Ew li gorî salnameya hîcrî di roja 10an a meha Zîlhice de dest pê dike û çar rojan diajo. Ji bo sedema cudahiya di navbera salnameya hîcrî û salnameya Gregorî de, 10 an jî 11 rojan ciyawazî heye, li gorî salnameya Gregorî ew her sal di demên cuda de tê pîrozkirin. Cejna Qurbanê herwiha ji bo misilmanan dema ferza îslamî ya ziyaretkirina Kabeyê ye ku misilman bi vê ziyaretê dibin hacî.
Li welatên ku gelheya wan bi giştî misilman in, cejna Qurbanê weke betlane ya fermî tê pejirandin. Cejna Qurbanê bi Cejna Remezanê re yek ji girîngtirîn cejnên îslamê ye.
Sedem[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Qurban di wan rojan de ji bo peyçûna Îbrahîm pêxember tê kirin. Îbrahîm pêxember ji bo zarokên xwe ne dibûn sozaka wiha da bû: ger Xwedê zarokekî bi min de ezê wî zarokî ji bo Xwedê qurban bikim. Paş Îsmaîl pêxember bû re wî soza xwe bîr kirî bû. Kengê wî sê şevan li ser hev xewna xwe de dît ko ew îsmaîl pêxember qurban dike re, wî fehm kir ko Xwe de dixwazê ko ew sozê xwe bicîh bike. Ew bi Îsmaîl pexamber re dibeje û Îsmaîl pexamber jî qabûl dike ko ji riya Xwedê de qurban be. Kengê dike Îbrahîm pexamber kêre bi stûye îsmail pexamber de Xwede mizgîna wan azmûn derbaz kirî dida wan Û bi Îbrahîm pêxember re dibeje ko şuna Îsmaîl pexamber berana kî qurban bike. Misilman jî pê Muhemmed pêxember re qurbanê wek cejnake pîroz dikin û heywanan qurban dikin.
Qurban li Çiyayê Erefatê kî Hec dike û rewşa xwe rind re wacib e.
Nimêja Cejna Qurbanê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Wek Cejna Remezanê roja cejna qurbanêya pêşin an jî duyem nimêja cejnê he ye. Ew du rekatin û sibe bi cimate tê kirin.
Daraza Qurbanê gorî Zavan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Qurbanê, ew kesên narewîtî, azad û qasî nîsab male xwe henî dikin. Nîsaba ji bo qurbanê wiha ye: ew kesî, hewceyiyên bingehîyen wek xanî, tiştên bingehiyên xanî, heywana ji bo siyar bûne, sê qat kincên xwe, ew kesên li aborîye wan peyda dike û li deynên xwe bê tir qasî 80, 18 gr zerî xwe heyî qurbanê dike. Lê qurban daraza qurbanê gorî zavan cihê bi cihê ye. .
Şafiî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gorî şafiîyan qurban kirin suneta mûekkede ye. Ew kesên, jin an jî mêr, qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin suneta mûekede ye.
Malikî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gorî malikîyan qurban kirinê suneta mûekkede ye. Ew merên qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin suneta mûekkede ye.

Henefî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gorî henefîyan qurban kirin ew kesî rewşa xwe rind re wacib e. Ew kesî, jin an jî mêr, qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin wacib e.
Henbelî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Gorî henbelîyan ew kesî rewşa xwe rind re ferza kifaye ye. Ew merên qanda Nîsab malî xwe heyî re qurban kirin ferza kifaye ye.
Heywanên tên Qurban kirin[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Mih, bizin, hêştir, dewar û ga dikanin werin qurbankirin. Li wan divê ko bikêmasî deve 5, dewar û gemêş 2, mîh û bizin ji 1 dîtî be. Mîh û bizinan ancax yek kes dikana qurban bike. Deve, dewar û gemêşan jî heta 7 kesan mirov dikana tev qurban bike. Ew heywanên bi kêmasî wek çav, gunên xwe tune, naxweş, lawaz qurban nabin.
Li gorî Salnameya gregorî dîroka pîrozkirina cejnê:
- 1418 (Salnameya koçî): 7ê nîsanê, 1998
- 1419 (Salnameya koçî): 27ê adarê, 1999
- 1420 (Salnameya koçî): 16ê adarê, 2000
- 1421 (Salnameya koçî): 5ê adarê, 2001
- 1422 (Salnameya koçî): 23ê sibatê, 2002
- 1423 (Salnameya koçî): 12ê sibatê, 2003
- 1424 (Salnameya koçî): 1ê sibatê, 2004
- 1425 (Salnameya koçî): 21ê kanûna paşîn, 2005
- 1426 (Salnameya koçî): 10ê kanûna paşîn, 2006
- 1427 (Salnameya koçî): 31ê kanûna pêşîn, 2006
- 1428 (Salnameya koçî): 20ê kanûna pêşîn, 2007
- 1429 (Salnameya koçî): 8ê kanûna pêşîn, 2008
- 1430 (Salnameya koçî): 27ê çiriya paşîn, 2009
- 1431 (Salnameya koçî): 16ê çiriya paşîn, 2010
- 1432 (Salnameya koçî): 6ê çiriya paşîn, 2011
- 1433 (Salnameya koçî): 26ê çiriya pêşîn, 2012 (hatiye hesabkirin)
- 1434 (Salnameya koçî): 15ê çiriya pêşîn, 2013 (hatiye hesabkirin)
- 1435 (Salnameya koçî): 4ê çiriya pêşîn, 2014 (hatiye hesabkirin)
- 1436 (Salnameya koçî): 23ê îlonê, 2015 (hatiye hesabkirin)
- 1437 (Salnameya koçî): 11ê îlonê, 2016 (hatiye hesabkirin)
- 1438 (Salnameya koçî): 1ê îlonê, 2017 (hatiye hesabkirin)
- 1439 (Salnameya koçî): 21ê tebaxê, 2018 (hatiye hesabkirin)
- 1440 (Salnameya koçî): 11ê tebaxê, 2019 (hatiye hesabkirin)
- 1441 (Salnameya koçî): 31ê tîrmehê, 2020 (hatiye hesabkirin)
- 1442 (Salnameya koçî): 20ê tîrmehê, 2021 (hatiye hesabkirin)