Celal Talebanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Celal Talabanî hat beralîkirin)
Celal Talebanî
Celal Talebanî (2005)
Navê rastî
Celal Husamedîn Tallebanî
Jidayikbûn12ê çiriya paşîn a 1933an
Gundê Kelkanê, Silêmanî
Mirin3ê çiriya pêşîn a 2017an
Berlîn, Almanya
EsilKurdistan Kurd
Hevwelatî Îraq
PîşePêşmerge, siyasetmedar, serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û Komara Iraqê
DînÎslam
HevjînHêro Îbrahîm Ehmed
ZarokQubad Talebanî, Pavêl Talebanî
biguhêreBelge

Celal Hisameddîn Şukrullah Talebanî Zengene (bi soranî: جەلال تاڵەبانی‎, Celal Talebanî; bi erebî: جلال طالباني‎‎) (jdb. 12ê çiriya paşîn a 1933an li gundê kelkanê, Silêmanî – m. 3ê çiriya pêşîn a 2017anli Berlînê, Almanya[1]), siyasetmedarekî kurd û serokkomarê Îraqê bû.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Talebanî di sala 1933an de li Başûrê Kurdistanê li gundekî girêdayî Dokanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya destpêkê û navîn li Koysinceq û ya lîseyê li Hewlêr û Kerkûkê qedand. Di sala 1945ê de hêj danzdeh salî di Newrozê de axiftineke bicoş dike.

Di ciwaniya xwe de Talebanî beşdarî xebata siyasî bûye, ew di sala 1951ê de weke endamê Komîteya Navendî ya PDKê hate hilbijartin. Di 1953an de wî li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina hiqûqê kir û li gel hinek hevalên xwe yên xwendekar bi dizîka Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê damezirand. Di sala 1956an de ji ber xebata xwe ya siyasî dest ji xwendinê berda.

Sala 1961ê ligel Mela Mistefa Barzanî dest bi şerê çekdarî kir. Piştre ji ber cudabûna bîr û baweriyên siyasî di navbera wî û Mela Mistefa Barzanî de di 1964an de ji PDK cuda bû û "Partiya Şoreşgerî ya Kurdistanê" damezirand.

Di sala 1970î de piştî peymana 11ê adarê careke din li Mela Mistefa Barzanî vegeriya. Piştî têkçûna peymana 11ê adarê di navbera kurdan û hikûmeta Îraqê de di sala 1975an de, Talebanî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ava kir.

Celal Talebanî bi keça nivîskarê navdar Îbrahîm Ehmed a Hêro Xanim re zewicî bû.[2]

Di 6ê nîsana 2005an de Talebanî bi hilbijartinê bû serokkomarê Iraqê.

Di 20ê kanûna paşîn a 2012an de ji ber tedawîbûna Talebanî, wî birine Almanyayê.[3] Wextê ku nexweşiya wî di 19ê temûza 2014a baş bû vegera Silêmaniyê.[1]

Ew di 11ê heyva neha ya sala 2017a de çûbû Almanyayê ji bo çavdêriyê û di 3ê heyva deha ya sala 2017a de siheta wî xirab bû û di komayê de çû rehma Xwedê.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c "Celal Talebanî koça dawî kir". Rûdaw. 03/10/2017. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  2. ^ (inglîzî) Iraqi first lady survives bombing
  3. ^ (inglîzî) Iraq's Jalal Talabani arrives in Germany for treatment

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]