Cerdewan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Cerdewan, cerdevan, an jî cehş (bi tirkî: korucu) ji kesên ku bo berjewendiyên xwe yên ferdî, malbatî yan taybetî bi dijberên têkoşîna terxankirina çarenûsa gelê kurd re têkilî datînin û di bin fermana wan de bi pereyan dixebitin re tê gotin.

Gorî gelek zimanzanan di zimanê kurdî de bêjeyên bo dijberiya gelê kurd, hemî biyanî ne. Ango di xwezaya zimanê kurdî de ji gelê xwe re bêbextî, îxanet û xerabî kirin nîne. Lewra di felsefeya kurdan de ji gelê xwe re bêbextî û îxanetkirin nebûye. Pirraniya van bêjeyan ji zimanên wekî erebî, romî (tirkî) hwd ketine kurdî. Kengî ku civakên Kurdan têkçûn, hatin bindestkirin, ziman û çanda wan hatin guhertin wê demê jî civak pûç bû û nexweşiyên derûnî, sosyal û neteweyî xwe dan der û bikaranîna van bêjeyan destpêkir.

Di dema desthilatdariya împaratoriya Osmaniyan de pirranî peyva şane dihate bikaranîn. Ji peyayên Alayên Hemîdiyeyê re jî herwiha şane digotin. Li Başûrê Kurdistanê peyva cehş navdar e. Ji sala 1984î vir de, li Bakurê Kurdistanê ji bandora zimanê tirkî qorîcî (bi tirkî: korucu) û hin caran jî cerdevan tê bikaranîn.

Niha li bakurê welatê Kurdan, bi fermî 87.000 cerdewan li dijî gelê xwe têdikoşin û gorî statîstîkên nefermî bi hezaran ciwanên kurd bo îxanetê bi gelê xwe re jî, tên perwerdekirin. Navê cerdevanan di gelek karên kirêt û dijmirovane de derbas dibe. Gelek dozên navneteweyî jî dide xûyakirin ku qorîcî gelek mirovên bêsûc dikujin, eroîn û madeyên din ên vexwarinê difiroşin, daristanên Kurdistanê dişewitînin, êşkence hwd dikin.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirtûk û lêkolîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hamidiye Alaylarından Köy Koruculuğuna, Osman Aytar, Weşanên Perî, 1992

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]