Ceylan Avcı

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ceylan
Ceylan Avcı
Jidayikbûn26ê hezîrana 1974an (49 salî)
Fındıkzade, Stembol
NeteweKurd
Cureyê muzîkêMuzîka gelêrî, erebesk
PîşeStranbêj , lîstikvan
Salên çalak1984–niha
biguhêreBelge

Ceylan, (jdb. 25ê tîrmeha 1974an li Fındıkzade, Stembol) stranbêjeke kurd e ku muzîka bi zimanê tirkî û bi zimanê kurdî çêdike. Ceylan keçeke malbata kurd e ku bi eslê xwe ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê ye.

Ceylan Avcı, di demenê zaroktiya xwe dest muzîk kiriye û di temenê zarokatiyê xwe de yek ji stranbêj û lîstikvana zarok a populerê li Tirkiyê bû.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ceylan Avcı, bi eslê xwe ji Dêrsimê ye. Eleqeya wê ya muzîkê di temenê 7 saliya xwe de li gel bavê xwe li salonên dawetên li Almanyayê bi gotina stranan destpêkiriye.[1]

Di sala 1983an de di pêşbirkê dengê herî xweş de xelata pêşbirkvana yekemînê wergirt û di sala 1984an de albûma xwe ya yekem çêkir. Ceylan di temenê xweyî zaroktiyê de gelek albûmên muzîkê çêkir û di gelek fîlman de wekî lîstikvana rola sereke rol wergirtiye.

Albûma wê ya bi navê Ah Gönlum ji aliyê Mü-yapê ve bi xelata plaka zêrîn hate xelatkirin.[2] Du caran ji hêla kanala muzîkê kanala Kral TVyê ve wekî hunermenda jin a Hûnermenda Muzîka Gelêrî ya herî baş hatiye hilbijartin.

Ceylan di sala 2019an de bi single ku bi keça xwe Melodî Bozkurt re derxistibû 35 saliya xwe ya di qada muzîkê de pîroz kir.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 23 gulan 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 23 gulan 2021. Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "MÜYAP "TÜRKİYE MÜZİK ENDÜSTRİSİ ÖDÜLLERİ 2006" – MÜ-YAP" (bi tirkî). Roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2023.