Cezayir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
الجمهورية الجزائرية الديمقراطية الشعبية
ⵜⴰⴳⴷⵓⴷⴰ ⵜⴰⵎⴳⴷⴰⵢⵜ ⵜⴰⵖⵔⴼⴰⵏⵜ ⵜⴰⴷⵣⴰⵢⵔⵉⵜ
Alê Cezayirê Arma Cezayirê
(Ala) (Nîşan)
Gotina netewî: بالشّعب وللشّعب
Sirûda netewî: Kassaman
Zimanên fermî Erebî, berberî


Paytext Alcer
36°46′Bk 03°03′Rh / 36.767°Bk 3.050°Rh / 36.767; 3.050
Bajarê mezin Alcer
Sîstema siyasî Komar
 - Serkomar
 - Serekwezîr
Abdelmadjid Tebboune
Aymen Abderrahmane
Rûerd
 - Giştî

2.381.741 km2
Gelhe
 - Giştî (2018)
 - Berbelavî

42.200.000 kes
18 kes/km2
Serxwebûn 5 hezîran 1962
Dirav Dînarê cezayirî (DZD)
Dem UTC+1
Nîşana înternetê .dz
Koda telefonê +213
Nexşeya Cezayirê
Nexşeya Cezayirê

Cezayir Bi zimanê Amazîxî : ⴷⵣⴰⵢⵔ an jî Komara Cezayira Demokratîk a Xelk (bi erebî: الجمهورية الجزائرية الديمقراطية الشعبية‎, lat. Al-Jumhūrīyah al-Jazā’irīyah ad-Dīmuqrāṭīyah ash-Sha’bīyah; ) welatekî li bakurê (Mexrib) Afrîkayê ye. Paytexta Cezayirê bi hevşêwe nav e.

Cezayir ji serxwebûniya xwe û vir de ye, endamê Yekitiya Afrîkayê, û Lîga Ereban e. Cezayir di avakirina Yekitiya Mexribê (UMA) ya 1988an de jî cih girtiye.

Cezayir piştî Sûdanê duyemîn dewletê herî mezin ê Afrîkayê ye. Sînorên Cezayirê li bakur-rojava Tûnis, li rojhilat Lîbya, li başûr-rojhilat Nîjer, li başûr-rojava Sahara rojava, Malî û Morîtanya û li Rojava jî bi Maroko re ye.

Cezayir welatekî ereb e. Ola Cezayirê îslam e.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li sala 1907ê de Cezayîr ji layê Fransayê ve hatiye dagirkirin û bi fermî li sala 1912an de Cezayîr bi temamî ket bin destê Fransayê. Ji ber zengîniya axa Cezayîrê ku bêhtir tirî dihate çandin û bi tirî şerab dihate çêkirin çavê Fransayê li vî welatî bû. Heta sala 1914an nifûsa Cezayîrê 13% xelkê Fransayê bû û bajarê Cezayîrê jî 75% fransayî bûn[1].

Li sala 1954an de ji aliyê Cebheya Rizgariya Netewî ve serhildanek dijî desthilata Fransa hatiye destpêkirin. Cebheya Rizgariya Neteweyî li sala 1958an de xwe wek hikûmeta demborî ya Komara Cezayîrê daxuyand. Şerên mezin li navbera hêzên Fransa û cezayîriyan rûdabûn. Di encama pevçûnan de 300 hezar cezayîrî û 20 hezar fransayî hatibûn kuştin[2]. Di dawiyê de jî adara 1962yê de peymanek hatiye destnîşankirin û Fransayê serxwebûna Cezayîrê nasî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Albert Hourani, Arap Halkları Tarihi, r:345
  2. ^ Albert Hourani, Arap Halkları Tarihi, r:432

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]