Changchun

Changchun
长春
Galeriya Changchunê
Changchun li ser nexşeya Çîn nîşan dide
Changchun
Changchun
Changchun (Çîn)
Kargêrî
Welat  Çîn
Dûgel Çîn
Demografî
Gelhe 7,6 milyon kes (2010)
Erdnîgarî
Koordînat 43°54′00″Bk 125°12′00″Rh / 43.90000°Bk 125.20000°Rh / 43.90000; 125.20000
Dem (UTC) UTC+8

Changchun (çînî: 长春; "Chángchūn"), serbajarê parêzgeha Jilin ya Çîn'ê ye. Navê "Changchun" di zimanê çînî de tê wateya "bihara dirêj". Hejmara niştecîhên bajar 7,6 milyon kes e.

Pîşesaziya sereke ya bajêr pîşesaziya xwarinê, biyolojî û derman, û pîşesaziya otomobîl e. Changchun navenda çêkirina otomobîl ya herî mezin a li welat e.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajarê ku wekî bajarek bazirganî ya piçûk hate damezrandin, di 1800an de ji hêla Împerator Jiaqing ve bi navê "Changchun Ting" ve hat nav kirin. Di sala 1898an de, dema ku Rûsan ji Harbin berbi Lushunkou re rêhesin ava dikirin, li Changchun, li navenda Kuancheng îstasyonek hate ava kirin. Piştî şerê Rûsya-Japon (1904-1905), Kuancheng bû îstasyona paşîn a vê xetê. Ji aliyekî din ve, Japona li hêla başûr, îstasyona trenê ya Changchun ava kir. Peymanek di sala 1907 de rê da trênên Rusî ku herin îstasyona Changchun û trenên Japonî herin Kuancheng. Ji ber vê yekê di Changchun de mezinbûnek bilez çêbu.

Di sala 1932an de Changchun bu paytexta dewleta Manchukuo ,ku ji alîyê Japonan hate avakirin. Di sala 1945an de artêşê Sovyet bajar dagir kir. Di sala 1946an de, hêzên Kuomintang bajar bi dest xistin.

Di sala 1948an de, Artêşa Rizgariya Gel a Komînîst bajar bi dest xist û di vî dorpêçekirina ku pênc mehan dom kir da 100-300 hezar sivîl ji birçîbûnê mir.

Pêşbirkên Zivistanê yên Asyayê yên 2007an li Changchunê hate lidarxistin.

Demografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Koma etnîkî Nifûs rêje
Han 6.883.310 %96,47
Mançu 142.998 %2,0
Koreyî 49.588 %0,69
Hui 43.692 %0,61
Mongol 11.106 %0,16
Sibe 685 %0,01
Zhuang 533 %0,01
Miao 522 %0,01
Yên din 3.005 %0,04

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Malpera fermî ya Changchun

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

http://www.citypopulation.de/php/china-sichuan-admin.php

Encyclopaedia Britannica Online

Luis Jackson, Industrial Commissioner of the Erie Railroad. "Rambles in Japan and China". In Railway and Locomotive Engineering, vol. 26 (March 1913), sf. 91-92

http://www.nytimes.com/2009/10/02/world/asia/02anniversary.html

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.