Civaka berdar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Civaka berdar
  • Literary society Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
Cihê damezrandinê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Civaka berdar (bi almanî Die Fruchtbringende Gesellschaft, lat. societas fructifera) civakeke wêjeyî ya almanî bû ku di 1617 de li Weimarê ji hêla zana û zadeganên alman ve hate damezrandin. Armanca wê standardkirina zimanê almanî ya gelêrî bû û pêşvexistina wê hem wekî zimanekî zanistî û wêjeyî, wek nimûneya Accademia della Crusca li Firenze û komên bi vî rengî ku berê li Îtalyayê geş bûn, piştî salên paşîn jî li Fransa (1635) û Brîtanya.

Nîşana Civaka berdar û civîna endaman
Emblem
Nîşana Civaka berdar
A meeting
Civînek

Di heman demê de wekî Palmorden (" Rêhevaliya darqespê") jî dihat zanîn ji ber ku amblema wê civakê darqespa fêkîdar ya gûza hindî bû. Caspar von Teutleben (1576–1629), Hofmarschall li qesra Weimarê, bavê damezirînerê civakê bû. Di ciwaniya xwe de ew çûbû Îtalyayê û ji akademiyên zimanê Îtalî îlham girtibû. Di dema pîrozbahiyên cenazeyê Dûkbanû Dorothea Maria de di tebaxa 1617 de ku gelek mîrek beşdar bûn wî fersend dît ku damezrandina civakek bi mînaka Accademia della Crusca ya Îtalî pêşniyar dike. Bi taybetî Mîrê Anhalt-Köthenî Ludwig I. ku berê beşdarî bû Accademia della Crusca di 1600an de raman girt û bû serokê yekem ê Civaka berdar.

Civakê di nav endamên xwe de keyek, 153 mîrên alman, û zêdeyî 60 baron, zadegan, û zanyarên cihêreng hesiband. Ew di 1668 de belav bû.

Yekem pirtûka derbarê Civaka berdar de, Der Teutsche Palmbaum, ji hêla Carl Gustav von Hille ve hatî nivîsandin û di 1647 de li Nürnbergê hate weşandin.[1]

Endam[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Civak bi 890 endam bûn.[2] Ji vana, navnîşa jêrîn tenê yên ku gotarên wan li ser Wîkîpediya Kurdî hene. Ji bo navnîşek bêkêmasî, navên wan ên berhemdar jî tê de, li vê gotara almanî binêrin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Electronic edition at diglib.hab.de: Der Teutsche Palmbaum : Das ist, Lobschrift Von der Hochlöblichen/ Fruchtbringenden Gesellschaft Anfang/ Satzungen/ Vorhaben/ Namen/ Sprüchen/ Gemählen, Schriften und unverwelklichem Tugendruhm / Der Unverdrossene.
  2. ^ Wolfenbüttel, Herzog August Bibliothek. "Fruchtbringende Gesellschaft - Die deutsche Akademie des 17. Jahrhunderts". die-fruchtbringende-gesellschaft.de.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]