Curiosity (amûra kefşê)

Curiosity, amûra kefşê ya Marsê ye ku bi mezinahiya otomobîlekî ye û ji bo keşfkirina Kratera Gale ya Marsê wekî beşek ji mîsyona Laboratoriya Zanistî ya Marsê (MSL) ya NASAyê hatiye çêkirin.[1] Curiosity ji Cape Canaveral (CCAFS) di 26ê mijdara sala 2011an de, saet 15:02:00 UTCyê de hatiye şandin û di 6ê tebaxa sala 2012an, saet di 05:17:57 UTC de, li Aeolis Palus di hundirê Kratera Galeyê ya Marsê de daketiye ser rûyê Marsê.[2][3][4]
Armancên amûra kefşê vekolînek li ser avhewa û erdnasî ya Marsê, nirxandina ku cîhê qada bijartî li hundurê Kratera Gale ti carî şert û mercên hawîrdorê yên guncan ji bo jiyana mîkrobial peyda kiriye (tevî lêkolîna rola avê) û lêkolînên jîngeha gerstêrkan di amadekirina keşifkirina mirovan de hene.
Di 6ê tebaxa sala 2022an de, kurtasî ya berfireh a serkevtinên ku ji hêla Curiosity ve di deh salên dawî de pêk hatiye, hate ragihandin. Curiosity hêj jî kar dike û ji 19ê îlona sala 2022an vir ve, Curiosity 3598 sol (3696 roj bi tevahî; 10 sal, 44 roj) ji dema daketina xwe ve li Marsê çalak e.[5]
Erk û armanca Curiosity[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Armancên ku ji hêla Bernameya Lêgerîna Marsê ve hatiye destnîşan kirin, armancên zanistî yên sereke yên mîsyona MSL ev e ku were destnîşankirin ka Mars dikare piştgirîya jiyanê bike an na.[6] Li gel van yekan destnîşankirina rola avê û lêkolîna avhewa û erdnasiya Marsê ye.
Erk û encamên vî kefşê ya din jî ev e ku ji bo çûyîna mirovî ya Marsê lêkolîn bê kirin. Ji bo beşdarbûna van armancan, heşt armancên zanistî yên sereke yên MSLê ku hene ev in:[6]
Biyolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Kifşkirin a xweza û envantera pêkhateyên karbonê yên organîk.
- Vekolîna blokên avakirina kîmyewî yên jiyanê wekî karbon, hîdrojen, nîtrojen, oksîjen, fosfor û sulfur.
- Taybetmendiyên dibe ku bandorên pêvajoyên biyolojîkî (biosignatures û biomolecules) temsîl bikin bêne naskirin.
Erdnasî û jeokîmya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Lêkolîna li ser pêkhateya kîmyewî, îzotopîk û mînerolojî ya rûberê Marsê û materyalên erdnasî yên nêzî rûyê Marsê.
- Pêvajoyên pêkhatina kevir û axê û şirovekirina guherandine.
Pêvajoya gerstêrkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Pêvajoyên pêşveçûna atmosfera Marsê ya demdirêj (yan jî 4 mîlyar sal) binirxînin.
- Diyarkirina rewşa heyiya belavkirina gerîdeya av û karbondîoksîtê.
Radyasona rûyê Marsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Karkterîzekirina radyasyonên galaktîk û kozmîk, rûdanên protonên rojê û neutronên duyemîn jî spektruma berfireh a radyasyonên rûxê.
Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- ↑ https://www.jpl.nasa.gov. "Mars Science Laboratory Curiosity Rover - Mars Missions - NASA Jet Propulsion Laboratory". NASA Jet Propulsion Laboratory (JPL) (bi American English). Roja wergirtinê: 19 îlon 2022.
{{cite web}}
: External link in
(alîkarî)|last=
- ↑ Abilleira, Fernando (10 sibat 2013). "2011 Mars Science Laboratory trajectory reconstruction and performance from launch through landing" (bi American English).
{{cite journal}}
: Cite journal requires|journal=
(alîkarî) - ↑ "Nasa's Curiosity rover lifts its navigation cameras". BBC News (bi British English). 8 tebax 2012. Roja wergirtinê: 19 îlon 2022.
- ↑ MSL Sol 3 Update (bi îngilîzî), roja wergirtinê: 19 îlon 2022
- ↑ "What a decade of Curiosity has taught us about life on Mars". NPR.org (bi îngilîzî). Roja wergirtinê: 19 îlon 2022.
- ↑ a b "http://mars.jpl.nasa.gov".
{{cite news}}
: External link in
(alîkarî)|title=