Dêrsim (herêm)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ji bo maneyên din li Dêrsim binêre.
Nexşeya Dêrsimê kevnar salan 1911

Dêrsim herêmeke bakurê Kurdistanê ye. Hemû gelê Dêrsimê kurd e. Li bakurê û nava Dêrsimê kirmanckî tê axaftin, li başûrê Dêrsimê kurmancî tê axaftin. Di navînê vê herêmê de bajarê Mamekî (bi tirkî: Tunceli) heye. Di dîrokê de Dêrsim ji başûrê Erzinganê dest pê dike, li rojava digihijê Sêwasê, li rojhilat cîranê Mûş û Bîngolê ye, li başûrê Dêrsîmê sînorên Amed û Elezîzê dest pê dikin. Li Dêrsimê bi piranî kirmanckî (zazakî, dimilî) tê axaftin, lê ji bilî dimilî, kurmancî jî tê bikaranîn. Piraniya gelê Dêrsimê elewî ye.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber madenên herêmê navê Dêrsimê ji gotina (Der- sîm: Dera Sîmê yan jî zîv) tê. Di serhildana Dêrsimê de, tevgera leşkeri ya Tirkan bi navê Tunceli li dijî Kurdan dest bi şêr kirin. Navê bajar jî wek Tunceli ji alî Tirkan ve wê demê hatiye guhertin. Hinek kes ji bajarê heremê rê Kalan jî dibêjin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Demnasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî Îsa(zayîn)

  • 1200 - 612 Dema Mushkiyan
  • 612 - 550 Dema Medan
  • 332 Dema Mekedoniyan

Piştî Îsa (zayîn)

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mûnzir

Avhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê av û hewayeke reşayî heye. Havînan kin û hênik lê zivistanan sar û dirêj derbas dibe.

Çiyayên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mûnzir (3.071 m), Kirklar (2.033 m), Topatan (2.234 m), Karaoğlan (2.422 m) û Yilandax (2.950 m)

Deşt, zozan û gelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Deşta Zerenik: 1.350 m ji behrê di navbera çiyayê Munzir û Çemê munzirê de ye li Zerenikê bilind e.

Gelyê Mizûr/Mûnzir: Ji Çiyayê Mizûr/Mûnzir dest pê dike heta Gola Kebanê dirêj dibe. Geliye Pilemorî û Perê jî geliyên din ên herêmê ne.

Çem û Gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemê Pêrê; şaxek çemê Miradê ye ji Çiyayên Şeytên li Çewligê dest pê dike diherike gola bendava Kebanê.

Çemê Mizûr/Mûnzir; Ji çiyayên Mizûr/Mûnzûr dest pê dike û diherike gola Kebanê. Çemê Pilemorî jî şaxê çemê Munzûrê ye.

Gola bendava Kebanê dikeve hundirê sînorên Dêrsimê jî. Li ser çiyayan hinek golên biçûk jî peyde dibin. Gola Kebanê heta binê pira Mêzgirê tê.

Babetên ajalan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî ajalên kovî û çiyayî pir dewlemend e. Kûze, darbir (semasî), ruvî, keroşk, bizin û pez kovî, qertel, gur, baz, kew yên herî pirin ku peyde dibin. Li herêmê nêçira ajalan bi zagonan tê kirin.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Samanên binerdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li hêla Zerenikê, sifir, asbest, xwê û mangenez hatiye dîtên. Li Pilemorî jî krom, manganez, ji bin erdê dertê.

Cîhên geştyarî, dîrokî û gerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Germavên herêmê: Haçik (Mamekiye), Mêzgir, Harik (Qisle)

Geliya Mûnzûr ji bo gerê û Seyranan ji alî xwezayê ve pir guncaw e. Kela Pêrtagê jî ji alî gel ve tê ziyaret kirin

Çand û huner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hemû gelê Dêrsimê kurd e. Piranî kirmanckî (dimilî/zazakî) qise dikin. Lê jî pir kurmancî qise dikin. Dêrsim bajarekî Elewî ye.

Ol û civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piraniya nifûsa herêmê ji kurdên zaza pêk tê. Ji aliyê olî ve piraniya gelê herêmê ji elewiyan pêk tê, lê muslumanên sunnî jî li herêmê hene.

Kincên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîrikeke kirmanc ji Xozatê (2008)

Jinên herêmê etegek ku jê re dibêjin Pêshî û bi serde ji îşligek li xwe dikin. Li pişta xwe kêfiyek û bi li ser kêfiyê de jî şerîdek rengîn ku jê re dibêjin Kejik girê didin. Di nigan de qonderên Qapik bilind û gorên hirî tê li xwe kirin. Keçên ciwan şarpe yên tul, jinên pîr jî yên hevreşim û rengtarî didin serê xwe.

Şalwar, îşlik û çakêt kincên herêmî yên zilaman e. Sê newên goran yên zilaman heye galik (bi çarox tê li xwe kirin) , dîzleme (heta li ser çongê dirêj e) û konçî

Xwarênên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navdarên Dêrsimê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]