Dîndar Koçer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Dîndar Koçer kurrê Ehmed Hemo Hacanî ye, Li 24 Nîsana 1980 li gundê Kanî Spiyê li parêzgeha Duhokê ji dayîk bûye. Li enfala behdînan ya 25-8-1988 di temenê 8 salî li gel malbata xwe koçberî Bakurê Kurdistanê dibe li kempa penaberan li Amedê bi cih dibin. Ji ber rewşa xerab ya li kempê malbata wî carek din koçber dibe û li Atînapaytextê Yewnanistanê bi cih dibin, Dîndar li wir xwendina xwe ya seretayî û navendî bi zimanê Yewnanî diqedîne.

Sala 1997 Dîndar li gel malbata xwe li welatê Holenda bi cih dibe. Sala 2003 Dîndar bawernameya derhêneriya televîzyonê li ‘’Media Akademie’’ ya bajêrê Hilversumê bi dest xist. Ew li studio ya Kurdistan TV ya Ewropa kar dike wek pêşkêşker û bernamên documenterî ji amadekirine. Ew yek ji avakerên Yeketiya Qûtabiyên Kurdistanê- Liqa Europa ye ko sala 2002 li Holenda hate damezirandin ko niha ew serokatiyê dike.