Dîroka Başûrê Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Dîroka Başûrê Kurdistanê hemû dîrok û mêjuya Başûrê Kurdistanê dihundirîne. Wek tê zanîn piştî şerê cîhanî yê yekem, cografyaya kurdan ji aliyê dewletên rojavayî û herêmî hat parçe kirin. Di encamê de Başûrê Kurdistanê di nav dewleta nûava Iraqê de ma.

Destpêk[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistanê
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Dîroka Kurdistana Osmaniyan

Piştî şerê cîhanî ye yekem[biguherîne]

Hewlên rewşenbîrên kurd li Stenbolê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Cemiyeta Tealiya Kurd
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Azadî (rêxistin)

Li Stenbolê: Hêj şerê cîhanî nû xelasbûyî, entellektuel û siyasetmedarên kurd li Stenbolê dest bi xebata kirin. Seyîd Ebdulqadir, Emîn Alî Bedirxan û gelek endamên ji malbata Bedîrxaniyan û Babaniyan bi hevra Cemiyeta Teawun û Tereqiya Kurd ava kirin. Her wisa endamên vê cemiyetê Cemiyeta Tealiya Kurd jî ava kirin. Li Helebê, Nisêbînê, Şirnexê, Cizîrê û li Mûsilê propagandayên xwe dikirin. Heta ku li navbera Zaxo û Cizîrê tevgerên leşkerî hebûn ku li dijî artêşa Osmaniyan û Kemalîstan şer bikin. Li vê herêmê rêvebirê van xebatan miftiyê Cizîrê bû [1]. Xebatên van kurdan berevajî Şêx Mehmûd û Simkoyê Şikak, tenê bikaranîna rêyên dîplomasiyê û çandê bûn. Bi vê helwestê li 7ê mijdara 1918ê de kovara Jînê weşandin. Navenda siyasetê ya kurdan li Stenbolê bi giştî li gel Osmaniyan û dewletên Ewropî hevdîtin dikir. Di encama hevdîtinê li gel Osmaniyan 1ê xizîrana 1919ê ev biryar hat girtin. Hêjayî gotinê ye ku di hevdîtinên li gel dewletên Ewropayî, serokê heyeta kurdan Şerîf Paşa[2]:

  1. Ji bo Kurdistanê otonomeke fireh
  2. Ji bo vê otonomê, amadekirina qanûnan
  3. Bicîhanînan qanûnan
  4. Kurdistan dê wek parçeyê Osmanîyan bimîne

Lê ev hevgirtina kurdên Stenbolê jî wek xwe nema, di nav van kurdan de fraksiyonên cuda cuda derketin. Seyîd Ebdulqadir û hevalên wî dixwast di nav Osmaniyan de bimînin û divê kurd alîkariya Osmaniyan bikin. Yanî otonomî di nav Osmaniyan de dixwastin. Serê fraksiyona din Emîn Alî Bedirxan bû ku wî jî diparast ku kurd bikevin di bin sîwana hêzeke mezin de, ne ya Osmaniyan de. Yanî mandateriya ingilîzan dixwastin. Di dawiyê de Emîn Alî Bedîrxan û endamên din yên malbata Bedirxaniyan Cemiyeta Teşkîlata İctimiyeya Kurd ava kirin. Memduh Selîm Beg jî Partiya Demokrata Kurd-1919 ava kir[3] .

  • Fraksiyonên rewşenbîrên kurd li Stenbolê ev bûn;
  1. Cudahîxwaz: Hewla van kesan ew bû ku Kurdistana Serbixwe ava bikin. Şerîf Paşa û Sireya Bedîrxan serkêşiya vê grûbê dikir. Ev grûbeke gelek biçûk bû di nav rewşenbîran de.
  2. Otonomxwaz: Hewla van kesan jî ew bû ku di nava Osmaniyan de herêmeke otonom ji bo kurdan were ava kirin. Serkêşên wê Seyîd Ebduqadir û hinek endamên malbata Bedîrxaniyan bûn. Lê ev grûb zêde nejiya û di nax xwe de bûn du parçe; Kesên piştgiriya Siltan Mihemedê 6emîn dikin ku serokê wan Seyîd Ebdulqadir bû. Kesên din jî serxwebûna Kurdistanê diparastin ku Emîn Alî Bedîrxan, Memduh Selîm, Ekrem Cemîlpaşa hwd. di nav de bûn.

Bi dûçûna çavkaniyekê li sala 1919ê partiyeke bi navê Partiya Demokratîk ya Neteweyî ya Kurdistanê ji Londrayê miraceet dike ku Brîtanya alîkariya kurdan bike. Ev miraceete ji layê katibê giştî Selîmbeylî hatiye kirin [4]. Lê em têkiliya vê partiyê û partiya Memduh Selîm niha nizanin.

Cemiyeta Tealiya Kurd li sala 1921ê ji aliyê Meclîsa tirkan ve hate girtin.

Hewlên Elîşêr Beg(tîrmeh 1920)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Serhildana Qoçgiriyê

Li Dêrsim û Sêwazê li herêma kurdên qoçgirî li dijî Kemalîstan serhildan hate destpê kirin. Serhildêrên kurd bajarên Qoçgîr, Qenxal û Macîran bidest xistin û li Xozatê civiyan. Di encamê de li dijî Meclîsa Mezin ya Neteweyî ya Tirkiyeyê daxuyandin hate dan û ji meclîsê hate xwestin ku daxwazên miletê kurd bipejirînin. Lê tirkan ev daxwaz qebûl nekirin û dest bi şer kirin.

Heta xizîrana 1921ê şer berdewam bû. Alîşêr û 500 efserên kurd teslîmî tirkan bûn

Hewlên Mustafa Kemal[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kongreya Erzîromê
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Kongreya Sêwasê
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Şerê Rizgariya Tirkiyeyê

Piştî şerê cîhanî bidawî hat, Mustafa Kemal Atatürk û gelek efserên din yên artêşa Osmaniyan çûn Anatolyayê ji bo birêxistina gelê Anatolya. Pêşiyê li Erzeromê li 23 tîrmeh-5 gelawêja 1919ê kongreyek lidarxist. Ji 5 parêzgehên kurd 58 nûner tevlî vê kongreyê bûn, ji van nûneran 22 kurd bûn[5]. Paşî di navbera 4-11 îlona 1919ê de jî li Sêwazê kongreyek lidarxist. Gelek nûnerên kurd hatin vê kongreyê jî. Hêjayî gotinê ye ku hemû bajarên kurd tevlî van kongreyan nebûn. Mustafa Kemal tehdîda ermeniyan li ser kurdan baş bikaranî. Eşîrên kurd ji ber tirsa avabûna dewleta ermenî, piştgiriya Mustafa Kemal kirin. Ev eşîrên kurd ne tenê di meseleya ermenan de hatin bikaranîn, her wiha li dijî navenda sîyaseta kurd ya Stenbolê jî dijbertî dikir. Ji konferasnên ewropayiyan re name dişandin ku naxwazin dewleteke serbixwe ya kurd were ava kirin [6]. Mustafa Kemal Atatürk hêj neçûye Sêwazê, nameyekê ji van serok eşîran dişîne; Hecî Mûsa Begê Motkîyî, Şêx Ebdulbakî Efendîyê Kufrevîzade yê Bedlîsê, Ebdurehmanê Şirnexê, Umerê Derşevî, Resul Axa, Sadulah Efendî, Şêx Mehmûdê Mûşaşê, Şêx Ziyaedînê Norşînî, Cemîlê Çetoyê Garzanî. Di van nameyan de Mustafa Kemal demagojiya îslamî dike û bi tehdîda avabûna dewleteke ermenî, dixwaze kurdan qanî bike[7]. Her wisa piştgiriya girtina rêxistinên kurd dike û bang dike ku herkes tevlî Kuvayî Milliyeyê bin. Di van wextan de li dijî Mustafa Kemal jî xebat hene; Waliyê Elazîzê Alî Galip Beg, ji bedirxaniyan Mutaserrif Xelîl Beg bi piştgiriya Binbaşi Noel dixwazin êrîş bibin ser Kongreya Sêwazê. Lê biserneketin. [8].

Mustafa Kemal Atatürk 3yê berfanbara 1920ê li gel Bolşevîkan Peymana Gumruyê destnîşan kir. Bi vê peymanê Qers, Erdêxan û Artvin bûn milkê tirkan. Her wiha tehdîda ermenan bi vê peymanê ji holê rabû. Li gel Îtalyayê jî peymanek li sala 1921ê destnîşan kir ku di encamê de Îtalya ji Rojavayê Anatolyayê derket. Her wiha li gel Fransayê jî 20ê cotmeha 1921êde Peymana Enqereyê destnîşan kir ku sinorê Suriye û yê Tirkiyeyê aşkera bû. Her wiha sinorek kişandin di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de. Ev peymana li gel Fransayê tê wê wateyê ku Fransa dê dest ji Peymana Sevrê vekêşe û hêvîyên Kurdistana Serbixwe dê pûç bibin. 11 mijdara 1922yê jî şerê li gel İngilîzan sekinî. İngilîz mecbûr man ku li gel Hikûmeta Enqereyê pêk bihên. Şerê Rizgariya Tirkiyeyê gihişt armanca xwe û sinorên Tirkiyeya modern kifş kirin. Êdî rê li ber van hêzan vebû ku biçin Lozanê.

Proseya parçebûna Kurdistanê[biguherîne]

Peymana Sykes Pycot-16 gulan 1916[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Peymana Sykes Pycot

Bi destpêka şerê cîhanî yê yekem parçebûna Osmaniyan jî destpê kir û axa kurdan ket di bin dagirkeriya dewletên ewropiyan. Hêj şerê cîhanî yê yekem berdewam dikir, Brîtanyayê û Fransayê axa Osmanîyan bi hevpeymaneke veşartî ji xwe re parve kiribûn. Bi dûçûna vê hevpeymana veşartî ya bi navê Peymana Sykes Pycot; Rojhilata Navîn û Kurdistan di navbera van hêzên kolonyalîst bi erêkirina Cemiyeta Neteweyan hate parçe kirin. Bi dûçûna vê peymanê Libnan, Suriye û Rojavayê Kurdistanê ji bo mandateriya Fransayê ma. Li dijî vê Brîtanyayê jî li ser Iraq, Başûrê Kurdistanê, Filistîn û Urdunê mandaterî qezenc kir.

Parçebûna Kurdistana Osmaniyan bi awayeke fermî bi vê peymanê destpê kir. Piştî vê peymana proseya parçekirina Kurdistanê dewam dike. Ji ber kêmbûn û lihevnehatinên rêvebirên kurd, li her parçeyê Kurdistanê tevgerek hebû. Hinek tevger ji bo serxwebûna Kurdistanê, hinek ji bo salahiyeta Osmaniyan, hinek ji bo Brîtaniyan, hinek ji bo Rûsan, hinek ji bo eşîra xwe tevdigerîn. Di encamê de qedera Kurdistanê bi destê biyaniyan hate nivîsandin. Di navbera Fransa, Brîtanya û Rûsan de bû sê parçe.

Têkoşîna van hersê dewletan bi dûçûna vê planê rêvediçû. Lê ev peymaneke veşartî bû, heta ku rûsan li sala 1917ê nedaxuyandî kesê nedizanî.

Di proseyeke wiha de kurd jî betal neman. Berpirsiyarê kurdan li Ewropa Şerîf Paşa, têkiliyên dîplomatîkî dikir. Bi rêyên dîplomatîkî nameyek ji Brîtaniyan şand ku miletê kurd dixwaze li gel Brîtanyayê hevkariyê bike. Şerîf Paşa digot ku ew dikare bi hezaran kurdan bike leşker û li gel Brîtanyan bixebitin. Dixwast Kurdistan dibin rêvebirina prensekê Hînd de bibe, çûnkî Hînd jî wekî kurdan gelekê Aryanin [9].

12ê rêbendana 1918ê Sir Mark Sykes di manîfestoya xwe de diyar kir divê Mîrektiya Kurdistanê were ava kirin û navenda wê jî parêzgeha Mûsilê be. Şerîfê Mekeyê jî ev fikr pejirand [10]. Lê ev tenê wek fikr ma.

Peymana Agirbesê ya Mondrosê(30 cotmeh 1918)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Peymana Agirbesê ya Mondrosê

Konferansa Aştiyê ya Parîsê(18-21 rêbendan 1920)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Konferansa Aştiyê ya Parîsê

Di proseya van konferansan de gelek rûdan li Kurdistanê û hemî Rojhilata Navîn çêbûn. Ev konferans nêzî saleke berdewam kir û bi hinek peymanan bi dawî hat.

7ê gulana 1918ê İngilîzan Kerkûk dagir kir. Bi vê dagirkirinê jî Şêx Mehmûdê Berzencî li gel ingilîzan ket têkiliyan û van têkiliyan feydeya xwe da û li ser navê ingilîzan li heman salê bû waliyê Silêmanîyê [11].

Di proseya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de hem Şerîf Paşa hem jî Seyîd Ebdulqadir têkiliyên dîplomatîk dikirin. Rêberên kurdan dijî parçekirina Kurdistanê bûn. Nedixwastin parçeyeke kurdan li Iraqê parçeyek li nav Osmaniyan bimîne. Serokê rêvebirina heyeta kurdan Seyîd Ebdulqadir jî wiha digot;

Şerîf Paşa digot Kurdistaneke xweser a di bin desthilata tirkan de gelek ji Kurdistaneke parçekirî çêtir e û ji serokê konferansê George Clemencau re nameyek şand[12].

Bi dûçûna Necat Ebdula di proseya Konferansa Aştiyê ya Parîsê de li Kurdistanê çar navendên jeopolîtîk hebûn [13]

  1. Navenda jeopolîtîk ya tevgera Kemalîstan li Bakurê Kurdistanê
  2. Navenda jeopolîtîk ya tevgera Bolşevîk
  3. Navenda jeopolîtîk ya artêşên Fransa û Brîtanyayê
  4. Navenda jeopolîtîk ya tevgera Ermeniyan

Ji bilî van navendên hêzên dîplomatîk û artêşî di konferansê de Îranê jî hewl dida ku hinek parçeyên Kurdistanê û Qefqasya bixe bin kontrola xwe. Îranê diparast ku li Kurdistanê gelekê misliman, nijad û zimanê wan jî fars dije. Diparast ku ev memleket di navbera Osmaniyan û Farsan de hate parve kirin [14]. Lord Curzon jî di vê derbarê de wiha dibêje;


Di nav van hêzên xwedî artêş û dîplomasî, şansê kurdan gelek kêm bû. Heyeta kurdan a li konferansê tenê xwediyê qabiliyetên dîplomatîk bûn. çi hêzên leşkerî li pişta van dîplomatên kurd nebû. Lêbelê ev xebatên dîplomatên kurd, feydeya xwe di Konferansa San Remoyê de dide û hêviyên serxwebûna Kurdistanê şîn dibin.

Konferansa San Remoyê(18-26 nîsan 1920)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Konferansa San Remoyê

Konferansa San Remoyê, gelek li ser mijara kurdan sekinî. Her çend gelek biryarên têkildarî kurdan wergirtibin jî, gelek rexne li civaka kurd jî hate kirin. Lord Curzon digot ku şexsiyetek tine di nav kurdan de ku rêberiya kurdan bike, her wisa digot her kurd tenê berpirsiyaretiya eşîra xwe dike [15]

Di konferansê de têkildarî kurdan hindek biryar hatin wergirtin;

  1. Li rojhilatê çemê Feratê, li jêrî Ermenistanê û li bakurê Mezopotamyayê herêmeke otonom ji aliyê komîsyonekê ve were ava kirin. Ev herêm ji bo keldanî-asûriyan dê hinek temînatan bide
  2. Dewleta Osmanî dê xebatên vê komîsyonê qebûl bike
  3. Piştî destpêkirina peymanê de di salekê de eger Miletê Kurd bixwaze, dikare ser li Cemiyeta Neteweyan bide ji bo destxistina serxwebûnê. Tirkiye jî mecbûre ku mafê kurdan qebûl bike.
  4. Eger kurdên di parêzgeha Mûsilê de bixwazin dikarin tevlî Kurdistanê bibin, dewletên mitefiq li dijî vê yekê dernakevin [16].

Peymana Sevrê(20 gelawêj 1920)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Peymana Sevrê

Di 20ê gelawêja 1920ê de di navbera dewletên hevalbendan û Osmanî de Peymana Sevrê hate destnîşan kirin. Ev peyman fermana parçekirina Dewleta Osmaniyan bû. Bi dûçûna vê peymanê dewletên hevalbend şert û mercên gelek şedîd danîn ber Osmaniyan. Hem ji layê axê ve hem jî ji layê aboriyê ve şertên giran hebûn.

  • Şertên Axê:
  1. Axa Ereban: Divê hemû axa ereban ji Osmaniyan were standin. Hîcaz dibe dewleteke serbixwe; Sûrî, Filistin û Mezopotamya jî dikeve bin mandateriyê de
  2. Axa Osmaniyan ya li Ewropayê:Heta Çatalcayê hemû divê bide Yewnanan
  3. Îzmîr û giravên li derdora wê dê bide Yewnanan, 12 giravan jî bide Îtaliyan
  4. Ermenistan: Dewleta Osmaniyan, serxwebûna Ermenistanê dipejirîne û hakemtiya Wilson qebûl dike
  5. Kurdistan:Dewleta Osmaniyan otonoma Kurdistanê ya li rojhilatê Feratê dipejirîne.
  • Şertên desthilatê
  1. Kêmkirina leşkerên artêşa Osmaniyan
  2. Aboriya Osmaniyan dê di bin kontrola komîsyona hevabendan de be
  3. Kapîtolasyon dê berdewam bikin
  4. Dewleta Osmaniyan hemû mafên minorîteyan dê biparêze

Peymana Sevrê di dîroka Kurdistanê de xwedî nirxeke gelek bilind. Her çend ev biryar bêpratîk bin jî, ji bo globalîzasyona mafên Kurdistanê pêngaveke mezin e. Heta Peymana Sevrê jî kurdan dîplomasiyeke mezin birêvebir. Lê wek berê me gotî, nebûna hêzên leşkerî yên girêdayî hev, ev hewla dîplomatên kurd dixist xeterê. Jixwe kêmasiya vê di peymanên din de dê were dîtin.

Her çend li konferansan de biryarên wiha bên girtin jî, li Anatolyayê jî berxwedana hêzên Kemalîst mezin dibû. Di hidûdê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê şerê Tirkiyeyê li dijî Fransayê sekinî. Fransa li dijî Sevrê poşmaniya xwe qebul kir û li gel Tirkiyeya kemalîst pêkhat. Jixwe piştî Fransayê dewletên din jî hêdî hêdî destnîşanên xwe vekêşan. Necat Ebdula li ser helwesta Fransayê wiha dibêje;

Konferansa Lozanê(11 mijdar 1922-24 tîrmeh 1923[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Konferansa Lozanê

Berî konferansê li ser Mûsilê şerekê dijwar hebû di navbera ingilîzan û tirkan de. Xwediyên herêmê miletê kurd ji ber parçebûna eşîrî, carna li gel tirkan, carna jî li gel ingilîzan tevdigerîn. Bi destpêka konferansê şer sekinîn û hewlên dîplomatîkî destpê kirin

Peymana Lozanê(23 tîrmeh 1923)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Peymana Lozanê

Konferansên li Lozanê 8 mehan berdewam kir. Piştî têkçûna hêzên ewropayî dijî tirkan, Peymana Sevrê pûç bû. Berevajî peymana Sevrê, peyva kurd jî di Lozanê de derbas nabe. Tirk bi xwebaweriyeke mezin rûniştin li ser maseyên Lozanê. Di encamê de 24ê tîrmeha 1923yê de di navbera van dewletan û Tirkiyeyê de Peymana Lozanê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna madeya 3yê ya vê peymanê, di 9 mehan de diviyabû sinorê Tirkiye û Iraqê were kifş kirin. Eger di 9 mehan de ev pirsgirêk neyê çareser kirin, Cemiyeta Neteweyan dê vê pirsgirêkê çareser bike. Di navbera tirkan û dewletên din de sê mijar mabûn ku nehatin çareser kirin.

Ji bilî van her sê mijaran êdî Kurdistan bi awayekî fermî bû çar parçe;

  1. Bakurê Kurdistanê di bin kontrola Tirkiyeyê de
  2. Başûrê Kurdistanê di bin mandateriya İngilîzan de
  3. Rojavayê Kurdistanê di bin mandateriya Fransayiyan de
  4. Rojhilatê Kurdistanê di bin kontrola Îranê de

Konferansa Xalîcê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Konferansa Xalîcê

19 gulana 1924ê li Stenbolê Tirkiye û Brîtanya rûniştin ku pirsgirêka Mûsilê çareser bikin. Lê pirsgirêk çareser nabe û rê ji bo çareseriya Cemiyeta Neteweyan vedibe.

Li Cemiyeta Neteweyan[biguherîne]

6ê gelawêja 1924ê hikûmeta Brîtanyayê ji bo çareserkirina Mûsilê miraceeta Cemiyeta Neteweyan dike. Cemiyeta Neteweyan bi navê Xeta Brûkselê hidûdên van herdu dewletan kifş dike.

Peymana Enqereyê (1926)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Peymana Enqereyê (1926)

Li sala 1926ê de Iraq, Tirkiye û Brîtanya peymanekê destnîşan dikin. Bi dûçûna wê peymanê hidûdê Tirkiye û Iraqê aşkera dibe.

Bi vê peymanê parçebûna Kurdistanê temam bû. Êdî li her parçeyê Kurdistanê siyaseteke cûda tê meşandin. Lê bersiva hemû kurdan eynî ye; Serhildan

Hewlên Şêx Mehmûd Berzencî (1919-1931)[biguherîne]

Şêx Mehmûd Berzencî li Kerkûkê, 1922
Wêneyê çend mamoste û xwendekaran li silêmanî li sala 1924
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Keyaniya Kurdistanê

Piştî salên 1900an de li herêma Barzanê bi rêberiya Şêx Ebdulselamê Berzanî ve serhildanek li dijî Osmaniyan hate destpê kirin. Kurdên deverê nedixwast Osmanî li herêmên wan birêve bibin. Nerazîbûnên Şêx Ebdulselam heta 1914ê berdewam kir. Jixwe li sala 1914ê dema Şêx diçe hevdîtina Simkoyê Şikak li Bajêrga Mezin ji aliyê hindek kurdên xwefiroş tê girtin û teslîmî Osmanîyan dikin. Di encamê de li Musilê tê darve kirin. Lê ev kuştin netewperweriya di dilê kurdan de navemirîne. Jixwe paşî şerê cîhanî yê yekem destpê kir. Di vî şerî de İngilîzan Osmanî ji Başûrê Kurdistanê derxistin û şereke qirêj di navbera van herdu hêzan li Başûr qewimî.

Ji bo kurdan em dikarin bibêjin şerê parvekirina kurdistanê. Kurdistana Osmaniyan bû sê parçe.Bi hevpeymana Sykes-Pycot jî ev parvekirin hate fermîkirin. Li Tirkiye, Suriyê û Îraqê kurd ji hev hatin veqetandin. Kurdên Îraqê bi taybetî ketin bin desthilata İngilîzan. Dema Başûrê Kurdistanê ket bin desthilata İngilîzan de nerazîbûnên kurdan rûdan. Li Zaxo yekem serhildana dijî İngilîzan rûda ku kurdên deverê nexwastin ji layê ingilîzan bên rêvebirin. Bi taybetî eşîra Goyîyan li dijî İngilîzan serî hildabû.

Lİ bihara 1918ê de ingilîzan Kerkûk û Xaneqîn dagir kirin. Di vê dagirkirinê de yekem car bû kurdan alikariya ingilîzan kirî. Bi rêberiya Şêx Hemîd Telebanî ingilîzan gelek deverên kurdan ji tirkan standin [17]

Şêx Mehmûdê Berzencî li herêma Silêmanî kesekê binavûdeng bûye. Berî İngilîz tên herêmê Şêx Mehmûd Osmaniyan ji Silêmanî derdixe. Bi ingilîzan lihevtê û desthilata xwe li devera Silêmanî îlan dike. Lê her roja diçe navbera wî û ingilîzan xerab dibe heta ku ingilîz gelek erkên wî ji destê wî distînin. Li gulana 1919ê Şêx Mehmûd dijî vê nerazîbûnê xwe nîşan dide û li Silêmaniyê desthilatê bi temamî dixe bin destê xwe. Di navbera hêzên wî ingilîzan de gelek şer çêdibin. Di hezîrana 1919ê de jî Şêx Mehmûd ji layê ingilîzan ve tê girtin û tê sirgûnkirin.

Di kanûna paşîn a 1919an de jî li devera Amêdiyê li dijî ingilîzan nerazîbûn hatin nîşandan. Di dawiya salê de ev nerazîbûn bi çekên giran hat aştkirin.

Polîtîkayên ingilîzan li ser dagirkirina Başûrê Kurdistanê roj bi roj rastî nerazîbûnên kurdan dihat. Li herêma Barzan jî nerazîbûnan nîşan da. Guherîna statûya herêmê ji aliyê ingilîzan tesîr li kurdan kir. Şêx Ehmed Barzanî ku birayê Şêx Ebdulselamê Barzanî ye li dijî ingilîzan şerê çekdarî da dest pê kir. Birayê wî Mela Mistefa Barzanî jî di van şeran de bi awayeke aktîv dixebitî. Lê ji ber çekên giran yên ingilîzan hêzên kurd xwe neragirtin û çûn çiyayên Kurdistanê.

Di sala 1920ê de jî li Mûsil û Hewlêrê eşîra Sûrçiyan nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Di sala 1921ê de jî li Iraqê giştpirsî tê kirin. Emîr Faysal li vê salê dive keyê Iraqê. Êdî li Iraqê di bin mandateriya ingilîzan de rêvebirina key Faysal destpê dike.

Piştî desthilata key Faysal desthilata sivîl ya ereban li herêmê destpê kir. Lêbelê li herêma kurdan taybetî jî li Silêmaniyê pêvçûn û şer kêm nedibûn. Nebûna otorîteyeke wek Şêx Mehmûd aşkera bû. Ji ber van sedeman li sala 1922yê Şêx Mehmûd Berzencî hate efûkirin û ji sirgûnê hate Silêmaniyê. 12ê cotmeha 1922yê desthilata xwe li Silêmaniyê dîsa îlan kir. Her roja diçû xwe bêhtir desthilatê hemû Kurdistanê hîs dikir. Li mijdara 1922yê de jî xwe wek Şahê Kurdistanê îlan kir. Li ser vê ingilîzan jî êrîş bir ser Silêmaniyê û bi firokeyan Silêmanî ji hewayî hate bombebarankirin. Li cotmeha 1923ê Şêx û hevalên wî Silêmanî terk dikin û diçin çiyayên Kurdistanê. Her wisa berî vê rûdanê ingilîzan êrîş biribû li ser hêzên Ozdemîrê tirk li Rewandûzê. 19 nîsana 1923yê hêzên Ozdemîr têkçûn û êdî deng ji tirkan derneket li Başûra Kurdistanê. Şêx Mehmûd li sala 1927ê hate efû kirin û vegerî Silêmanî.

Daxwazên kurdan (1929)[biguherîne]

Li sala 1929ê de 4 parlamenterên kurd li meclîsa Iraqê hindek daxwazên neteweyê kurd pêşwazî serokwezîrê Iraqê û komîserê bilind yê Brîtanyayê kirin [18] :

  • Li bakurê Duhokê parêzgeheke nû were ava kirin
  • Ji dahatên hikûmeta Iraqê %20 divê werin ji bo deverên kurdan
  • Perwerdehiya zimanê kurdî divê mecbûrî be
  • Hêzên hikûmeta Iraqê (ji bilî polêsan) divên ji Kurdistanê werin derxistin
  • Divên du nûnerên kurd di hikûmeta Iraqê de bin

Lê ev daxwaz ji aliyê hikûmeta Iraqê û nûnerê Brîtanyayê nehatin pejirandin

Rêxistinên polîtîk[biguherîne]

Li sala 1930ê Komeleya Lawan ava bû. Ji ber nebûna partiyên kurd li sala 1934ê ev komele beşdarî Partiya Komûnîst ya Iraqê bû.

Komeleya Brayetî jî bi rêberiya Şêx Letîfê kurê Şêx Mehmûd Berzencî dixebitî.

Rêxistina Darkar jî têkiliya wan bi Partiya Komûnîst ya Iraqê hebû. Bingeha Hîwa (rêxistin) ev rêxistin bû.

Hîwa li sala 1944ê belav bû. Rêxistin bû sê parçe, hindek tevlî Partiya Komûnîst ya Iraqê bûn.Hindek tevlî Partiya Şoreş 1945, hindek jî tevlî Partiya Rizgarî 1945 bûn. Di encama yekitiya van partiyan de Partiya Demokrat a Kurdistanê ava bû.

Li salên 1940an ji bilî van rêxistinan rêxistina Yekitiya Kurdan jî hebû ku Mihemed Emîn Zekî, Huseynê Mukriyanî Tewfîq Wehbî, Pîremêrd jî endamê wê bûn.

Hewlên Şêx Ehmed Barzanî(1931-1934)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Serhildana Şêx Ehmed Barzanî

Li sala 1931ê de ji ber gelek sedeman li herêma Barzan bi rêberiya Şêx Ehmed Barzanî ve serhildanek din hate destpêkirin. Li sala 1932yê bi alikarîya hêzên hewayî yên Brîtanyayê, hêzên Iraqê devera Barzan dagir kir û Şêx Ehmed û hevalên wî, derbasî Bakurê Kurdistanê bûn.

Malbata Barzaniyan diçin Tirkiyeyê (1933)[biguherîne]

Dewleta Tirkiyeyê Şêx Ehmed Barzanî bi şerta nekuştina wî teslîmî dewleta Iraqê kirin. Iraq van kesan Mela Mistefa Barzanî jî di nav de koçî Silêmaniyê dike.

Hewlên Xelîl Xoşevî(1935-1936)[biguherîne]

Piştî têkçûna kurdan Xelîl Xoşevî û hevalên wî li dijî artêşa İraqê dest bi çalakiyan dike, gelek baregehên Iraqê distîne. Ehmed Nadir di pevçûneke li gel tirkan de jiyana xwe winda kir. Xelîl Xoşevî jî li adara 1936ê hat girtin û bidarve kirin [19]

Endamên serhildana Şêx Ehmedê Barzanî; Xelîl Xoşevî, Ehmed Nadir û Ebdula Gurgemoyî li sala 1935ê çekên xwe hildan û çûn çiya. Malbatên van leşkeran jî ji aliyê hikûmeta Iraqê sirgûnî başûrê Iraqê kirin. Her wisa Mela Mistefa Barzanî jî ji Tirkiyeyê derbasî Barzan bû û beşdarî Xelîl Xoşevî û hevalên wî bû

Li sala 1935ê hikûmeta Iraqê li gel Tirkiyeyê peymaneke ewlehiyê destnîşan kir û tirkan êrîş bir ser Ehmed Nadir û Ebdula Gurgemoyî, di şer de Ehmed Nadir mir, Gurgemoyî brîndar bû. Xelîl Xoşevî li gel 30 eqrebayên xwe xwest biçe Mandateriya Sûrî lê nekarî. Li ser vê vegerî nav gundên Doskîyan. Çû mala Kelhî Rêkanî lê Kelhî Rêkanî xiyanet li Xelîl Xoşevî kir. Li sala 1936ê de bi xiyanetekê Xelîl Xoşevî hate girtin û bidarve kirin. Kelhî Rêkanî jî li sala 1961ê bedela xiyaneta xwe da, hat kuştin [20]

Serhildana kurdên Êzidî (1935)[biguherîne]

Li herêma Barzan hêj serhildana Barzaniyan berdewam dikir, li kêleka vê serhildanê li herêma Şingalê ji aliyê Dawid ed-Dawid serhildanek li dijî hikûmeta Iraqê tê destpê kirin. 5 rêberên serhildanê hatin bidarvekirin. Dawid ed-Dawid revî bo Rojavayê Kurdistanê [21]

Avabûna Rêxistina Hîwa (1939)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Hîwa (rêxistin)

Li sala 1939ê de ji aliyê hindek efserên kurd di artêşa Iraqê de rêxistina Hîwa tê ava kirin. Têkiliyên vê rêxistinê û Mela Mistefa Barzanî gelek baş bûn. Jixwe Mela Mistefa bi alîkariya vê rêxistinê ji Silêmanî derbasî herêma Barzan bû.

Hîwa li sala 1944ê belav bû. Rêxistin bû sê parçe, hindek tevlî Partiya Komûnîst ya Iraqê bûn.Hindek tevlî Partiya Şoreş 1945, hindek jî tevlî Partiya Rizgarî 1945 bûn. Di encama yekitiya van partiyan de Partiya Demokrat a Kurdistanê ava bû.

Her wisa wextê Hîwa belav bûyî rêxistina Yekitî Xebat jî hate ava kirin.

Hewlên Mela Mistefa Barzanî (1943-1975)[biguherîne]

Şoreşa Barzanî[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Şoreşa Barzanî 1943

Nêzî deh salan li Başûrê Kurdistanê bêdengiyek dikeve. Di wan navberan de li Başurê Kurdistanê guherînên sîyasî çêdibin û tevgerên modern ava dibin. Li sala 1939ê de Hîwa (rêxistin) hate ava kirin. Têkiliyên vê partiyê li gel Mela Mistefa hebûn. Endamên Hîwayê leşkerên pîlebilind bûn ku di artêşa Iraqê de dixebitin. Di wexteke wiha de li sala 1943yê Mela Mistefa Barzanî rûxseta xwe ji Şêx Ehmed Barzanî dixwaze û ji Silêmanî direve û diçe Şinoyê li cem ewrebayên xwe.Paşî vedigere herêma Barzan. Li Barzan dest bi çalakîyan dike, gelek noqteyên dewleta Iraqê distîne. Alîgirên wî her roja diçe zêde dibin. Hemû Başûrê Kurdistanê dikeve bin tesîra Mela Mistefa. Ji ber vê dewleta Iraqê ditirse ku hemî kurd li dijî wan dest bi serhildanê bikin.

Çalakîyên Mela Mistefa hêdî hêdî feydeyên xwe dide kurdan. Li dawîya sala 1943yê hikûmeta Nurî Seîd tê ava kirin. Sê kurd di kabîneya wî de dibin wezîr. Wezîrê dadê Ehmed Muxtar, wezîrê karên navxweyî Omer Nazmî û Mecîd Mistefa. Mecît Mistefa tenê ji bo kar û emelên kurdan mesûl bû. Ev pêngav ji bo kurdan baş bû ku dewletê yekem car bi awayeke fermî kurd wek hevparê dewletê qebûl kirin. Kurd ji ber vê pêngavê gelek memnûn bûn. Her wisa danûstandin hatin kirin û di encamê de hikûmeta Iraqê daxwazên miletê kurd qebûl kirin.

Di dawiya sala 1943yê de di navbera heyetên hikûmeta Iraqê û hêzên Barzanî de danûstandin tên kirin. Şertên heyeta Barzanî ev bûn [22];

  • Ji bo bajarên kurd; Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî, Xaneqîn û Duhokê divê statûyeke taybet were çêkirin
  • Ji bo kabîneya hikûmeta Iraqê ji bo karên herêma kurdan, divê kurdek bixebite
  • Ji bo her wezîrekî divê cîgirekê kurd were tayîn kirin
  • Zimanê kurdî divê bibe fermî
  • Reformên aborî divê li Kurdistanê werin destpê kirin

Lê di encama danûstanin herdu alî li ser hindek xalan lihev hatin [23];

  • Axa ji aliyê serhildêran hatiye bidestxistin ji bo serhildêran e
  • Ji ber pêvçûnên li Bakurê Iraqê kesên hatine girtin hemû dê werin berdan
  • Serhildêran çek û sîlehên bidestxistî dê bihêlin di destê xwe de
  • Li Kurdistanê ji bo parvekirina berhemên senayî û xwarinê divê biedaletî werin parve kirin
  • Rêvebirina herêma kurdan, dikeve destê kurdan
  • Li aliyê perwerdehiyê û çandê, herêma kurdan mafên otonom bidest dixe

Li sala 1944ê de dema serokwezîr Nurî Seîd diçe Filistînê bêyî civata wezîran kom dibe û hindek biryaran ecêb dide. Bi dûçûna wan biryaran; divêt Mela Mistefa ji welat derkeve, li herêma Barzan li herderê noqteyên leşkerî werin danîn hwd [24]. Ji ber van pirsgirêkan serokwezîr Nurî Seîd li 3yê xizîrana 1944ê îstîfaya xwe da. Li ser van bûyeran Mela Mistefa û endamên rêxistina Hîwa hevdîtin kirin. Di encamê de biryar hat girtin ku dîplomatekî bişînin Rojavayê Kurdistanê ji bo danûstandinên li gel Xoybûn û dîplomatê din jî bişînin Rojhilatê Kurdistanê ku danûstandinan li gel Komeley Jiyanewey Kurdistan bike û hemahengiyekê di nav rêxistinên kurdan de ava bikin [25]

Di reşemeha 1945ê de Barzanî danûstandinan dewam dike. Li gel hinek efserêm kurd rêxistina Meclîsa Azadiyê (rêxistin) ava dike.

Hikûmeta Iraqê kete bin destê Elbacacî (Bacacî) û di encamê de ev peymana kurd û hikûmeta Iraqê red kir. Paşî 8ê gelawêja 1945ê hikûmeta Iraqê biryar da ku şer li dijî hêzên Barzanî destpê bike. 11ê cotmeha 1945ê hêzên Barzanî ber bi sinorên Îranê ve çûn.

Çûna Barzanî bo Mahabadê(1943-1945)[biguherîne]

Piştî têkçûna şoreşa Barzanî, hêzên Barzanî ji Iraqê çûn ber bi Iranê ve. Li wê derê jî di damezrandina Komara Kurdistanê de roleke mezin lîstin. Piştî têkçûna hereketa Mela Mistefa, Hîwa belav bû. Piştî vê belavbûnê li sala 1945ê de Partiya Komûnîsta Kurd an ku Şoreş hate ava kirin. Ev partî jî dibe bingeha Rizgariya Kurd(rêxistin)

Li 14ê tîrmeha 1958ê şoreş li Iraqê peyda bû. Desthilata kraliyetê xelas û komara parlamaneterî dest pê kir û Mela vedigere.

Çûna Barzanî bo Sovyetan(1947-1958)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Çûna Barzanî bo Sovyetan
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Xebatên Barzanî li Sovyetan

6ê gulana 1947ê Mela Mistefa rûxseta xwe ji Şêx Ehmed Barzanî xwest û dest bi çûna bo Sovyetan kir. Li Sovyetan du vebijêrkên Mela hebûn ku bicîh bibe. Wî şûna Ermenistanê, Azerbaycan tercîh kir û heta demekê li wir bicîh bû.

Barzanî 19ê rêbendana 1948ê li Bakûyê konferansek li darxist. Di encama konferansê de biryar hat girtin ku di radyoya Bakûyê de weşana kurdî dê were kirin û rojnameyeke kurdî dê were vekirin.

Lê li Azerbaycanê têkiliyên Barzanî bi Baxirov re baş nebûn. Baxirov bi eslê xwe tirke azerî bû ku ihtimal heye ji kurdan re hezneke.

Mela Mistefa Barzanî ji Sovyetan daxwaz kir ku cihê wî biguherin. 13ê adara 1949ê Barzanî û hevalên wî neqla Ûzbêkistanê kirin lê Ûzbekan jî miameleyeke xerab li Mela û hevalên wî dikir. Di encamê de Sovyetan lêborîneke fermî ji Mela Mistefa xwest [26]. Cihê mana Barzanî wek Mosko hate qebûl kirin. Piştî Mela Mistefa Barzanî hatiye Moskoyê, derfet ji bo çêbûn ku dest bi dîplomasîyê bike.

Mela Mistefa Barzanî li sala 1956ê seredana Komara Ermenistanê kir. Têkiliya xwe li gel kurdên Ermenistanê ava kirin.

Li sala 1957ê Celal Telebanî tê Mosko û li wir bi Mela Mistefa hevdîtinekê dike. Her wisa li Mosko; serokê Partiya Komûnîst ya Sûrî Xalid Bektaş û helbestvanên kurd Hejar û Qedrî Can jî li gel Mela Mistefa hevdîtin kirin.

Xebatên PDK-I (1945-1958)[biguherîne]

Piştî Mela Mistefa diçe Sovyetan barê siyaseta kurdên başûr dimîne li ser milê Partiya Demokrat a Kurdistanê. Di partiyê de serokatiyeke bi istiqrar peyda nabe. Di navbera parêzer Hemze Ebdula û Îbrahîm Ehmed de hevrikî çê dibe. Di kongreya sêyemîn ya PDKÎ li sala 1954ê Îbrahîm Ehmed dibe sekreterê giştî û Hemze Ebdula ji partiyê tê dûrxistin.

Di hilbijartinên sala 1954ê de partiyê li gel Partiya Komûnîst ya Iraqê bihevra tevlî hilbijartinan bûn. Herdu rêxistin jî li dijî Pakta Bexdayê bûn.

Li sala 1957ê rewşenbîrên di nav Partiya KOmûnîst ya Iraqê de tevlî PDKê bûn. Hemze Ebdulla di partiyê de bipêş ket û Îbrahîm Ehmed û Celal Telebanî ji partiyê îxrac kir. Mela Mistefa di serî de di navbera van herdu fraksiyônan de bû. Lê piştî hatî, Hemze Ebdula sûcdar kir û 20ê xizîrana 1959ê ji partiyê dûrxist. Micadeleya di nav PDKê de wiha jî nema [27]

Peymana Bexdayê(1955)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Peymana Bexdayê

Derbeya leşkerî li Iraqê 1958[biguherîne]

Mela Mistefa Barzanî û Ebdulkerîm Qasim

Piştî şoreşê ku bi rêberiya Ebdulkerîm Qasim birêveçûyî makezagon hate çêkirin. Yekem car kurd di makezagonê de hatin nivîsîn ku Kurd û Ereb gelên hevpar yên vê dewletê ne û mafen wan di bin sîwana Iraqê de tên nasîn[28]. Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Nurî Seîd li sala 1943yê gelê kurd naskiribû. Lê Ebdulkerîm Qasim ji layê mafên gel, miletê kurd wek miletê ereb xwedî maf nasîbû. Yanî mafên van herdu gelan wekhev bûn [29]

Mela Mistefa Barzanî jî piştî şoreşê vegerî welat. Gelek reform ji bo kurdan hatin çêkirin, bi taybetî jî ji layê çandî ve. Di radyoya Bexdayê de êdî zaravayê kurmancî jî hate bikaranîn. Hêjayî gotinê ye ku malbata barzaniyan jî kurmancin û diyar e ku daxwazeke wan û alîgirên wan bûye. Ev jî nîşan dide ku li Başûrê Kurdistanê li ber tenişta soranî, kurmancî jî dibû zimaneke sereke. Şêx Ehmed Barzanî ji zindanê hate berdan.

Li sala 1957ê rewşenbîrên di nav Partiya KOmûnîst ya Iraqê de tevlî PDKê bûn. Hemze Ebdulla di partiyê de bipêş ket û Îbrahîm Ehmed û Celal Telebanî ji partiyê îxrac kir. Mela Mistefa di serî de di navbera van herdu fraksiyônan de bû. Lê piştî hatî, Hemze Ebdula sûcdar kir û 20ê xizîrana 1959ê ji partiyê dûrxist. Micadeleya di nav PDKê de wiha jî nema [30]. Hemze Ebdula jî xwe diparast ku grûba Îbrahîm Ehmed guhê xwe nadin serokatiyê.

Li sala 1959ê li Mûsilê terefdarên Ebdulselam Arif serhildan dijî hikûmetê derxist. Van kesan dixwest komara hevpar li gel Misirê ava bikin. Lê terefdarên Ebdulkerîm Qasim û hêzên kurd ev serhildan vemirand.

Piştî vê derbeya leşkerî hikûmeta Ebdulkerim Qasim 24 adara 1959ê ji Peymana Bexdayê vekişî û navê peymanê wek CENTO hate guherandin. Ev daxwaza kurdan jî bû. Êdî dewleta Iraqê ji peymaneke dij-kurd vekişî.

Vegera Barzanî ji Sovyetan[biguherîne]

Mela Mistefa Barzanî li Kurdistanê ye

Bûyerên li Kerkûkê[biguherîne]

Li mijdara sala 1958ê li Kerkûkê gelek pêvçûn û şerên navxweyî çêbûn. Efserekê tirkmen bi navê Hidayet Aslan ku pantirk bû bombeyek li helîkoptera Barzanî çandibû ku dixwest Barzanî bikuje. Lê efserekê kurd hay li vê sûîqastê bû û sûîqast betal bû[31]. Piştî aşkerabûna vê sûîqastê Hidayet Aslan bi krîza dil jiyana xwe winda kir û li Kerkûkê di navbera kurd û tirkmenan de pêvçûn çêbûn. Bi dûçûna angaştan kurd û komûnîstan dijî tirkmenan şer kir û gelek tirkmen kuştin. Wadie Jwaideh dibêje ku Mela Mistefa Barzanî di nav vî şerî de nebû [32]. Wî wextî li dijî şînbûna tevgera kurd li Iraqê, Tirkiyeyê gelek hewl dida ku hizûra Kurdistanê xerab bike.

Serhildana Şêx Raşîdê Lolan (gulan 1959)[biguherîne]

Di gulana 1959ê de bi piştgiriya Tirkiyeyê Şêx Raşîd Lolanî dijî tevgera Barzanî serhildan da destpê kirin. Lê negihişt armanca xwe. Çeteyên Şêx Raşîd revîn bo Tirkiyeyê.

Tesîra vegera Barzanî li ser Kurdistanên din[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Doza 49an

Têkiliyên kurdan û Iraqê xerab dibe[biguherîne]

Serokê eşîra Zêbarîyan Ehmed Zêbarî bi sûkastekê li Mûsilê hate kuştin. Ehmed Zêbarî dijî PDKê bû. PDKê jî ew wek Cehş binav dikir. Di destpêka sala 1960ê têkiliyên Ebdulkerîm Qasim û Mela Mistefa Barzanî ber bi xerabûnê ve diçû. Serokê eşîra Xoşnavan ji aliyê milîsên Barzanî hate kuştin. Xoşnavî piştgirên hikûmeta Iraqê bûn. Li ser vê Îbrahîm Ehmed hat binçav kirin, rojnameya Xebat di adara 1961ê de hat girtin û hebûna leşkerî ya Iraqê hate zêde kirin. Her wisa perwerdehiya kurdî jî hate qedexe kirin.

5ê mijdara 1960ê Barzanî wek mêvanê Nikita Khrushchev tê vexwendin û diçe wir. Ev jî ji Ebdulkerîm Qasim şkestin bû ku serokê kurdan ji aliyê Sovyetan tê vexwendin.

Di îlona 1961ê artêşa Iraqê bi firokeyên şer dest bi bombebarana herêma Barzan kir.

Şoreşa Îlonê 1961[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Şoreşa Îlonê
Ji destê rastê bo çepê; Celal Telebanî, Ehmed Tofîq, Mela Mistefa Barzanî, Hejar(Helbestvanê neteweyî)

Partiya Komûnîst ya Iraqê di şoreşa îlonê de bi awayeke aktîf ji sala 1963yê heta sala 1873yê alîkariya kurdan dikir. Li sala 1973yê peymanek li gel Beesiyan destnîşan kir û têkiliya wan bi kurdan re xerabû. Piştî wextek din pêvçûn di navbera van herdu hêzan de çêbû. Li sala 1979ê Partiya Komûnîst ya Iraqê hebûna xwe bidawî kir li Başûrê Kurdistanê.

8ê tîrmeha 1962yê dewleta Iraqê li Qilabana girêdayî Hekariyê, wî wextî navê wê Gerûr bû, êrîşek anî ser herêmê. Her wisa 15ê gelawêjê jî dîsa êrîş anî ser herêmê. Îdiya wan ew bû ku kurdên Iraqê revîne Tirkiye û Tirkiye jî alîkariya wan dike. Ev pirsgirêk di navbera van dewletan de bû sedemên xerabûna têkiliyan.

Di encamê de Şoreşa Îlonê dawiya rêvebirina Ebdukerîm Qasim tîne.

Derbeya leşkerî 1963[biguherîne]

8ê reşemeha 1963yê b rêberiya Ebdulselam Arif derbeya leşkerî li dijî rêvebirina Ebdulkerîm Qasim pêkhat. Rêyek nû vebû kurd danûstandinan bikin. Lê ev hikûmet ji ya Ebdulkerîm Qasim xerabtir derket. Têkiliyên hikûmetê li gel kurdan xera bû. Hetta Iraqê li dijî kurdan alîkarî ji dewletên derdorê xwest. Li bakur Tirkiye, li rojhiatê Îranê givaş li ser kurdan zêde kirin. Fiîlen Peymana Bexdayê hate pê. Peymana Bexdayê nêzîkî dewletên rojavayî bû ku serkêşê wan DYA bû. Ji ber van sedeman jî 9ê tîrmeha 1963yê Sovyetan li dijî van dewletên zilimkar daxuyandinek da ku dixwest ev dewlet dest ji karûbarên Iraqê vekêşin. Rasterast nekarî lê bi rêya dewleta Mongolya mijara kurdan bir Neteweyên Yekgirtî. Ev piştî Peymana Sevrê duyem care ku mijara kurdan dibe mijareke enternasyonel [33]

Danûstandin destpê dike[biguherîne]

Di 13 û 18ê reşemeha 1963yê de du hevdîtin pêk hatin. Di hevdîtina duyem de Celal Telebanî daxwazên nûnerên kurd, pêşkeşî nûnerên hikûmeta Iraqê kir. Daxwazên kurdan ev bûn [34];

  1. Komara Iraqê ji du neteweyên bi navê ereb û kurd pêk tê. Ev herdu netewe xwedî mafên hevpar in.
  2. Makezagona Iraqê divê bi dûçûna rêjeya kurdan li Iraqê mafê rêvebirin û qanûnçêkirinê bide kurdan
  3. Divê erkên rêvebirina Komara Iraqê ev bin; rêvebirina dewletê, têkiliyên li gel Neteweyên Yekgirtî û têkiliyên derve, parastina neteweyî, polîtîkayên derbarê petrolê de, karên hidûdî, karên welatiyan, karên radyô û televiyonan..hwd

Kongreya giştî ya kurdan(18 adar 1963)[biguherîne]

Kurd ji bo hevdengiya xwe û dijî polît3ikayên rêvebirina Iraqê kombûn. Ne tenê PDK, gelek rêxistinên din jî yên Başûrê Kurdistanê tevlî kongreyê bûn.

Têkiliyên kurdan û Iraqê xerab dibin[biguherîne]

Danûstandin û hevdîtinên kurd û hikûmeta Iraqê negihiştin çi armancan. Ji ber hêza xwe, hikûmeta Iraqê li dijî kurdan êrîşkar û bêtawîz bû. Di nîsana 1963yê de gelek endamên PDKê hatin girtin. 10ê xizîrana 1963yê de hikûmeta Iraqê kurd tehdît kirin û herêmên kurdnişîn wek herêmên leşkerî îlam kirin. Hikûmeta Iraqê mirî an saxî ji bo anîna Mela Mistefa Barzanî bo Bexdayê 100 hezar dînar xelat daxuyand[35]. Ev amadehiya şer bû li dijî kurdan.

Her wisa hikûmeta Iraqê dest bi xebatên herêmî kir li dijî kurdan. Di encamê de artêşa Sûrî alîkariya leşkerî bo Iraqê şand. Tirkiyeyê jî merzên xwe bihêz kirin li dijî çalakiyên pêşmergeyan. Efserên Îranî jî alîkariya îstîxbarî dida Iraqê [36]

Di xizîrana 1963yê şer li dijî kurdan destpê dike. Li dijî van êrîşan li dinyayê tenê Yekitiya Sovyetan bi rêya hikûmeta Mongolan berteka xwe nîşan dide. Hikûmeta Mongolan 2 xizîrana 1963yê li Neteweyên Yekgirtî, li dijî komkujiyê pirsgirêka kurd dixwaze bixe nav rojevê. Lê sovyetan nekarî û pirsnameya xwe vekêşî.

Kudetaya 18ê mijdarê[biguherîne]

Ebdulselam Arif û hevalên wî 18ê mijdara 1963yê li dijî Beesiyan kudetayekê didin destpê kirin û Beesê ji rêvebirinê dûr dixin. Dawî anîna Beesiyan çi tesîr li şerê dijî kurdan nekir û hikûmetê givaşa leşkerî li kurdistanê her zêdetir dikir. Lê Ebdulselam Arîf û hevaên bi ser neketin û mecbûr man bo danûstandinan li gel kurdan

10ê reşemeha 1964ê nûnerên kurdan û Iraqê dest bi hevdîtinan kirin û di van hevdîtinan de ev biryar hatin wergirtin: [37]

  1. Hikûmeta Iraqê di çarçoveya Komara Iraqê de, mafên neteweyî yên kurdan dipejirîne
  2. Ew kesên li bakurê Iraqê hatin girtin, hemû dê werin berdan
  3. Li herêmên bakur dê rêvebirinên herêmî dîsa werin ava kirin.
  4. Ew kesên ji kar û xebatên xwe hatin dûrxistin, dê dîsa dest bi kar û xebatên xwe bikin
  5. Astengiyên li dijî temînkirina xwarin û vexwarinê dê werin rakirin
  6. Komîsyonên nû dê werin ava kirin û zerarên ew kesên zeredîtî dê werin tezmîn kirin
  7. Piştî îmhakirina bendavên Derbendîxan û Dûkanê rencberan zerer dîtibû. Zererên wan dê werin tezmîn kirin
  8. Hikûmeta Iraqê ji bo ewlehiya welat hemû erkên xwe dê bicî bîne
  9. Hemû wezaretên Iraqê dê li ser vê peymanê biryarnameyên xwe dê parve bikin

Makezagona 1964ê ya demkî tê pejirandin û di vê makezagonê de diparast ku kurd û ereb li hemberî qanûnan hevpar in. Di PDKê de li ser vê makezagon û peymanê de nakokî derketibûn. Fraksiyona Îbrahîm Ehmed û Celal Telebanî li dijî makezagon û peymanê bûn û li ser vê Mela Mistefa Barzanî rexne dikirin. Di tîrmeha 1964ê kongreya PDKê hate lidar xistin û di encamê de alîgirên Telebanî ji partiyê hatin dûr xistin. Îbrahîm Ehmed û Celal li dijî van biryaran nêzî hezar endamên aligîr ji partiyê veqetîn û çûn ber bi Îranê ve. Hikûmeta Iraqê jî dixwast PDKê wiha parçe bibe, ji ber wê aliyê Mela Mistefa Barzanî digirt.

Têkiliyên kurdan û Iraqê xerab dibin[biguherîne]

Hikûmeta Iraqê wek hergavan li ser gotinên xwe nema û dîsa dest bi rûxandina statûya kurdan kir. 3 nîsana 1965ê dest bi êrîşa kir li dijî kurdan. Gelek gundên kurdan hatin şewtandin. 13ê nîsana 1965ê Ebdulselam Arîf di qezayeke firokeyî de jiyana xwe ji dest da. Brayê wî Ebdulrehman Arîf bû serokkomarê nû. Li dijî kurdan plan nehate guhartin û êr3iş berdewam kirin.

11-12 gulana 1965ê de pêşmergeyan derbeyên mezin li artêşa Iraqê dan. Lîwaya 4ê ya artêşa Iraqê li Rewandizê hate îmha kirin. Di encamê de 150 jê efser 2 hezar kuştiyên artêşa Iraqê hebûn [38]. Di dawiya van şeran de hikûmeta Iraqê qanî bû ku rûne li ser maseyê.

Peymana 26 xizîranê (26 xizîran 1966)[biguherîne]

Di encama şerên dawî de hikûmeta Iraqê û nûnerên kurd li hev hatin. Peymanek hate destnîşan kirin. Mela Mistefa biryar da ku eger hikûmeta Iraqê erkên xwe bicîh neîne, şer dê dîsa destpê bike [39].

Brakujî 1966[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Şerê Brakujî

Celal Telebanî û Îbraim Ehmed li sala 1964ê ji PDKê vediqetin û partî dibe du parçe. Lê grûba İbrahim Ehmed nekarî coşa PDKê di nav gel de bişkîne. Di encamê de li gel hikûmeta Iraqê li dijî pêşmergeyê PDKê şer kirin [40]

Avabûna Parastinê (1967)[biguherîne]

Parastin wek rêxistineke îstîxbarî li sala 1967ê hate damezrandin. Li sala 1969ê Mesûd Barzanî wek serokê vê rêxistinê hate tayîn kirin [41]. Jixwe têkiliyên kurdan vî wextî li gel Îsraîlê jî şîn dibin. Lê hêjayî gotinê ye ku di şerê 1967ê ku di navbera dewletên Ereb û Îsraîê de Mela Mistefa Barzanî bêalî dimîne. Ne leşkerên xwe dişîne alîkariya filistîniyan li gor cîhada ereban îlan kirî ne jî li Iraqê dijî leşkerên iraqî çalakiyan lidar dixe [42]

Kudeta Beesiyan li Iraqê 1968[biguherîne]

17ê tîrmeha 1968ê efserên Beesî li dijî braderên Arif, kudetayek pêkanî. Di encamê de Hesen El-Bekr bû serokomar, Sedam Huseyn jî bû cîgirê wî.

Li sala 1969ê rêvebirina Iraqê givaş li ser zanayên Şîî kir ku li dijî kurdan fetwayan bidin. Li ser vê Mela Mistefa Barzanî nameyekê ji mezinê Şîiyan Ayetulahê Mezin Muhsîn El-Hekîm re dinivîse. Piştî vê nameyê Muhsîn el Hekîm fetwayekê dide ku şerê li dijî kurdan nerewa ye, heram e. Celal Telebanî vê jibîr nake û li sala 1996ê li Silêmanî ji bo Şîiyan mizgeftekê ava dike [43]

Êrîşên pêşmerge bo bîrên petrolê li Kerkûkê (1969)[biguherîne]

Li reşemeha 1969ê Mela Mistefa bi pêşmergên xwe ve êrîş bir ser petrolên Kerkûkê ku dixwast dahatên petrolê bidest bixe ji bo şoreşê. Bîrên petrolê di destê şîrketeke ingilîz de bû. Ji 12 tesîsên petrolê 10 lib hatin bomb kirin

Destxistina xweserîyê 1970[biguherîne]

Hevpeymana Iraqê li gel Mela Mistefa Barzanî ji bo xweseriya Başûrê
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Peymana Xweseriyê 1970

Şoreşa Îlonê gihişt armanca xwe û kurdan xweserî bidestxıst. Li gorî peymana xweseriya 11ê adara 1970an pêwîst bû pênc şalyarên kurd li Bexda di xwermenda Iraqê de cih bigrin, yek ji wan lawê herî mezin ê Barzanî Ubeydullah bû. Di sala 1974an de Taha Muhi ad-Din Maʿruf (bi eslê xwe kurd) bû pîgarê serokê Iraqê. Heta niha dûgela ku tê de zimanê kurdî wek zimanê fermî tê bikaranîn Iraq e - lê bi tenê di sê parêzgehên herêmê de. Lê pirsgirêka Kerkûkê nehate çareser kirin

Celal Telebanî û grûba wî jî dîsa vegerîn partiyê.

Têkilî xerab dibin[biguherîne]

Wî wextî têkilîyên Îran û Iraqê ji ber pirsgirêka Şetelereb gelek dijwar bûn. Her wiha DYA jî piştgirîya Îranê dikir. Lêhevhatina kurd û Bexdayê, Şahê Îranê gelek aciz dikir û dixwast ku kurd li dijî Iraqê şerê xwe berdewam bikin. Heta ku DYA jî qanî kir ku alîkarîya kurdan bike. Di konjunktûreke wiha de,11 adara 1974ê hikûmeta Iraqê biryarnameyek belav kir. Biryarên peymana xweseriyê bicîh neanîn. Hikûmeta Bexdayê qebûl nekir ku Kerkûk axa Kurdistanê ye. Xeta sor ya Mela Mistefa jî kurdistanîbûna Kerkûkê bû. Di encamê dê Mela Mistefa Barzanî biryar da ku li sala 1974ê dîsa serhildan da destpêkirin. Lê zêde dewam nekir. Iraq û Îran bi hevpeymana Cezayîrê lihevhatin û pirsgirêkên xwe çareser kirin. Di encamê dê Iraq ji mafên xwe yên li ser Şetelerebê xwe vekişî. Hemberî vê Îranê alîkarîya xwe ya ji kurdan re vekêşa.

Derxistina qanûna nimre 33 (11 adar 1974)[biguherîne]

Armanca vê qanûnê zeîfkirina peymana xweseriyê bû.

Serhildan (nîsan 1974-adar 1975)[biguherîne]

Belavbûna serhildana kurd li sala 1975ê (rengê sor)

Zilma li ser kurdên feylî[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Zilma li ser kurdên feylî
Searchtool.svg Gotara bingehîn: Feylî

Di salên 1945an de ji aliyê hindek ticar û rewşenbîrên feyliyan ve Komeleya Feyliyan hate ava kirin. Vê komeleyê ji bo zarokên feyliyan du dibistan ava kirin. Ji bo çakkirina jiyana feyliyan gelek xebat dikirin [44]. Li sala 1968an de ji aliyê partiya Bees ve ev dibistan û rêxistin tên girtin.

Piştî dewleta Îsraîlê avabûyî wek her cihûyên dinyayê, cihûyên Iraqê jî bi taybetî yên Bexdayê koçî Îsraîlê bûn. Di ticaretê dinyayê de jî ya Iraqê de jî, cihê cihûyan cuda bû ku ticaret bi gelemperî di destê wan de bû. Lê piştî koçkirinê bi taybetî li Bexdayê ticareta herêmê ket bin destê kurdên feylî. Heta vî wextî kurdên feylî li Iraqê bêdeng bûn lê piştî derketina wan bi navê ticaretê, êdî feylî jî hem di jiyana civakî ya Iraqê de hem jî li jiyana siyasî ya Iraqê de cihê xwe girtin.

Wek me gotî, valabûna cihê ticarên cihû ji aliyê kurdên feylî hate tijî kirin lêbelê xelkê ereb li hêcetekê digeriyan ku feyliyan biêşinîn. Hêceta wan jî ew bû ku cihû dema ji Iraqê derketin hemî ticareta xwe, şirketên xwe, karên xwe dan feyliyan [45]. Piştî van gotegotên rewşenbîrên ereb, li dijî kurdên feylî hişmendiyeke panereb derket holê. Jixwe êdî li ser feyliyan givaş û zext zêde bûn.

Kurdên feylî yên Bexdayê bi taybetî li taxên Exd el Ekrad, Babûşşeyh, el-Fedek, Şûrya, Aqarî, Şerîa Filistîn û Cemîle dijîn. Her wisa Xaneqîn, Mendelî, Bedrê bajarên girîng yên kurdên feylî ne.

Yekem car li salên 1930an de ji aliyê wezîrê derve yê Iraqê Raşîd Ali el Geylanî hindek malbatên kurdên feylî ji hemwelatiyê hatin derxistin. Li salên 1963-1968an de ji aliyê braderên arif jî gelek malbatên kurdên feylî ji hemwelatiyê hatin derxistin.

Li salên 1971-1972yê de ji aliyê Partiya Bees 50 hezar kurdên feylî ji hemwelatiyê hatin derxistin. Ev yekem car bû ku hejmareke wisa zêde kurd ji hemwelatiyê hatin derxistin. Di nîsana 1980ê de jî Sedam Huseyîn kampanyayek da destpê kirin ku 200 hezar kurdên feylî ji welat derbêxin [46]

Meylên siyasî ya kurdên feylî[biguherîne]

Kurdên feylî bi giştî xwedî nêrîneke çep bûne, hem ji ber givaşên li ser xwe hem jî ji ber sirûştiya wan ku kurd bûn. Bi giştî di nav du hereketan de kurdên feylî diyar dikin: Partiya Komûnîst ya Iraqê û PDK. Wek tê zanîn desthilata Iraqê sunî bû û mixalif jî sê cure bûn; kurd, şîî û komûnist. Ji ber vê meyla feyliyan bi giştî li ser kurdbûn û fikrên din bûn.

Bi dûçûna Hanna Batatu, piştî salên 1947an jimara kurdên feylî di nav Partiya Komûnîst ya Iraqê de pir zêde bû, heta ku pirraniya ji 49 kesên girîng kurdên feylî bûn yên Bexdayê. Ezîz El-Hac yekemîn endamê navendî ya partiyê hatibû hilbijartin ku kurdê feylî bû. Piştî çend salan di komîteya leşkerî ya Partiya Komûnîst de jî endamên kurd diyar bûn [47]

Li sala 1958ê jî kurdên feylî piştgiriyeke xurt dabû şoreşa Ebdulkerîm Qasim. Dayika Ebdulkerîm Qasim jî kurda feylî bû. Bi dûçûna Ezîz El Hac, Ebdulkerîm Qasim soz dabû ku pirsgirêka hemwelatîbûna feyliyan çareser bike lê fersend nedîtibû ku li sala 1963yê hate kuştin [48]

Jimareke zêde kurdên feylî jî di PDKê de cihê xwe girtibûn. Avakerekê PDKê Cafer Mihemed Kerîm ji kurdên feylî bû. Jixwe gelek feylî di partiyê de bibûn xwedî cihên girîng. Hebîb Mihemed Kerîm cîgirê Mela Mistefa Barzanî bû û di komîteya navendî ya PDKê de bû. Her wisa li sala 1970ê de di peymana xweseriyê de endamtiya cîgire serokwezîrê Iraqê hatibû dayîn. Lê Beesiyan ev yek qebûl nekir. Di peymana xweseriya 1970ê de PDKê mafên feyliyan jî danibûn ser maseya Sedam Huseyîn lê heyeta wî kurdbûna feyliya înkar û red dikir.

Li sala 1974-1975ê de kurdên feylî bi taybetî ticaran, karsazan û hûnermendan gelek piştgiriya PDKê û pêşmergeyan dikir hem ji aliyê pere ve hem jî ji aliyê menewîyat ve.

Li sala 1975ê YNK ava dibe. Di nav avakerên YNKê de du kurdên feylî rolê xwe dilîzîn; Rezaq Mîrza û Adil Murad.

Di navbera salên 1976-1979ân de feyliyan li Bexdayê bi navê Xwênî Şehîdan rêxistinek ava kiribû. Her wisa 1976ê de jî rêxistineke veşartî Kowmala ji aliyê feyliyan hatibû ava kirin. Ev herdu rêxistin Xwênî Şehîdan û Kowmala bûn yek û di encamê de Haloyî Sor ava kirin. Haloyî Sor jî tevlî YNKê bû. Armanca Haloyî Sor ew bû ku li Bexdayê şerê gerîlayî bide destpê kirin. Lê li sala 1978ê hevalê Sedam Huseyîn û wezîrê çandê yê berê yê Iraqê Osman Mihemed Faîq bi sûîkastekeê hate kuştin. Ji ber vê kiryarê gelek endamên Haloy3i Sor hatin girtin û kuştin. Lê nediyare ku Haloyî Sor, Osman Mihemed Faîq kuştî ye [49]

Şikestin 1975 û belavbûna PDKê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Peymana Cezayirê

Piştî xiyaneta Îran û DYAyê kurd bêçare man. Di vê neçarîyê de Mela Mistefa Barzanî li 23yê adara 1975ê dê daxuyand ku serhildana kurdan bidawî hat. Lê herkesê ev daxuyanî qebûl nekir. Celal Telebanî cîgirê Mela Mistefa bû û di warê siyasetê dê gelek jêhatî bû. Xwedî îdyolojiya marksîst bû. Wî rawestandina serhildanê qebûl nekir û di heman salê de YNK ava kir û dest bi xebatan kir. Êdî PDK û YNK cuda cuda pêşmerge hebûn û şerê gerîlayî dan destpêkirin.

Piştî şikestinê dewleta Îranê biryar da ku 30 rojan dê hidûdê li gel kurdan were vekirin ku kurd wek miltecî biçin Îranê. Mela Mistefa Barzan piştî şikestinê wek milteciyê siyasî diçe Îranê. Jixwe êdî jiyana siyasî ya Mela Mistefa jî bidawî hat. Lê dîsa jî dest ji xebatên name şandinan berneda ku dîsa ji gelek dewletan re name dişand.

Piştî Peymana Cezayîrê tê destnîşan kirin Mela Mistefa Barzanî wiha dibêje;

Avabûna YNKê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: YNK

1ê xizîrana 1975ê daxuyaniya avabûnê hate dayîn. Li Şamê, Beyrûtê, Qahîrey Trablusê ofîsên xwe vekirin.

Avabûna partiyên din[biguherîne]

  • PKDP
  • PSK
  • PASOK

Xebatên PDKê û YNKê(1975-2003)[biguherîne]

Serhildana YNKê (1975-1979)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Serhildana YNKê

Serhildana gulanê(1976)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Serhildana gulanê

Mirina Mela Mistefa Barzanî (3 adar 1979)[biguherîne]

Mela Mistefa Barzanî ji bo nexweşiya xwe çû bû Amerîkayê lê hem ji ber nexweşiyê hem jî ji ber pîrbûnê wextê wî hatibû 3 adara 1979ê jiyana xwe ji dest da. 5 adarê ji amerîkayê bi firokeyeke taybet hate şandin bo Tehranê. Ji Tehranê jî bo 6ê adarê bo Mahabadê hate şandin û li Mahabadê hate binax kirin. Li sala 1993yê jî cenazeyê wî ji Mahabadê anîn gundê Barzan û li wir hate veşartin.

Avabûna Tevgera Îslamî li Kurdistanê[biguherîne]

Serhildana 1983yê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Serhildana 1983yê

Serhildana 1983yê di nav Şerê Îran û Iraqê de qewimî. Hêzên pêşmerge yên girêdayî PDK û YNK li dijî hikûmeta Bees serhildan da destpê kirin.

Serhildana 1986ê[biguherîne]

Şerê Îran û Iraqê (1980-1988)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Şerê Îran û Iraqê

Li sala 1979ê de li Îranê şoreşa îslamî bi serket û dewleta Îrane ket bin kontrola îslamîyan. Her wisa li Îranê dijî îslamîyan jî, dij-şoreş hate destpêkirin. Di encamê de rêvebirina dewleta Îranê ket bin kaoseke mezin de. Dewleta Iraqê jî fersend dît ku bi zeîfbûna Îranê dikare Xûzistanê ku gelheya wê bi giştî ereb in dagir bike. Lê ev pêngava Sedam Huseyn bû sedema şerekê 8 salan. Şer bi giştî jî li herêmên kurdnişîn rûda û Kurdistan dîsa bû meydana şer.

Li salên 1980yan de li Başûrê Kurdistanê aktorekê din jî peyda bû ku êdî di dîroka Başûrê Kurdistanê de roleke mezin dê bilîze. PKK piştî derbeya leşkerî li sala 1980ê li Tirkiyeyê, çûn Başûrê Kurdistanê û li wir binecih bûn.

Li tîrmeha 1983ê de di navbera PDKê û PKKê de hevpeymana Prensîbên Hevkariyê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê hevpeymanê ev herdu hêz dê li dijî emperyalîzmê alîkariya hev bikin. Jixwe berî vê hevpeymanê Tirkiyeyê bêhna yekitiya kurdan hîs kiribû, ji ber wê di gulana 1983yê de êrîş bir Başûrê Kurdistanê[50]. Her wisa di heman salê de hêzên kurd li dijî Iraqê dest bi şerê çekdarî kir. Îran û hêzên kurd dijî hêzên Iraqê alîkariya hev dikir.

Yekbûna kurdan[biguherîne]

Di şerê Îran û Iraqê de YNKê banga yekitiya kurdan kir. Idrîs Barzanî û Celal Telebanî li sala 1986ê diçin Tahranê. Li wir bi berevaniya Haşimî Rafsancanî herdu hêz Eniya Yekitiya Kurdan ava dikin

Komkujiya Enfalê (1986-1988)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Komkujiya Enfalê

Di şerê Îran û Iraqê de PDK bi alîkarîya Îran şer li dijî Iraqê da destpê kirin. YNKyê got ew ê li dijî Îranê şer bikin û bi Hikûmeta Bexdadê ketin têkilîyê lê ev rewş heta sala 1985ê berdewam kir. YNK jî biryar da ku li dijî Iraqê şer bike. Li sala 1987ê Hikûmeta Bexdadê hereketa enfalê da destpê kirin. Di encamê de gelek herêmên kurdistanî bi gazên kîmyewî hatin bombebaran kirin. Bajarê Helebçe jî yek ji wan niştecihan bû ku 16ê adara 1988ê bi bombeyên kîmyewî êrîş lêhate kirin. Di encamê 5 hezar kurd hatin kuştin.

Piştî Hereketa Enfalê PDKê û YNKê bi navê Enîya Kurdistanê ya Iraqê komxebatek ava kirin û bi hevre xebat kirin. Heta dagirkirina Kûwêtê ji alîyê Iraqê, pêşmergeyan li çiyayên Kurdistanê şer li gel hêzên Iraqê dikir.

1ê îlona 1988ê û nîsana 1991ê pêşmergeyan xwe avêt nav axa Tirkiyeyê

Komkujiya Helebçeyê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Komkujiya Helebceyê 1988

Avabûna Eniya Kurdistanê (gulan 1988)[biguherîne]

Serhildana Ranyayê (7 adar 1991)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Serhildana Ranyayê

Piştî şerê Iraq û Kuweytê li sala 1991ê, bi taybetî welatên li Kendava Farsê bûn cihê dewletên rojavayî, bi taybetî jî DYAyê. Piştî têkçûna Iraqê li dijî Kuweyt û dewletên rojavayî, li Iraqê bi taybetî li bajarên kurdan li Ranya û şîîyan serhildan li dijî rêvebirina Sedam Huseyn hate kirin. Hêjayî gotinê ye ku Partiya Sosyalîst ya Kurd roleke girîng di vê raperînê de lîstibû. Berî ku serhildan destpê bike,29ê rêbendana 1991ê partiyên kurd ji cehşan re efûyek daxuyand û ew jî tevlî serhildanê bûn. Di encamê de gelek bajêr ketin bin destê serhildêran de. Li Başûrê Kurdistanê li Ranyayê ji alîyê gel ve raperîn hate destpê kirin kû hemî partîyên kurdistanî ku pdk, ynk, pkk, îslamî tê de. Lê hêzên Iraqî piştî vemirandina serhildanên Şîîyan vegerîn bo Kurdistanê û yekûyek bajarên kurdan dagir kirin. Di encamê de gelek kurd ber bi sinorên Tirkîyeyê û Îranê ve bûn koçber û qeyranên însanî derketîn. Tirkiyeyê û Îranê jî nedixwast van kurdan werbigirin welatê xwe û dixwastin li Iraqê bimînin.

Hêjayî gotinê ye ku Micahîdên Gel di şerê navbera Bees û kurdan de gelek alîkarîya Sedam Huseyn kir. Jixwe Sedam jî gelek alîkarî dabû vê rêxistinê dijî Îranê[51]

Daxuyandina herêma ewle[biguherîne]

Piştî daxuyandina herêma ewle Başûrê Kurdistanê

5 nîsana 1991ê de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî biryarek bi jimara 688 wergirt û ji bo kurdan herêmên ewle hatin afirandin. Her wiha ji budçeya Iraqê %13 dahatû ji bo sê parêzgehên Kurdistanê hate biryar dan. Piştî vê biryarê DYAyê û dewletên rojavayî nehêla ku Iraq êrîşên hewayî li dijî kurdan pêk bîne. Piştî van derfetên bo kurdan çêbûn, gelek rêxistin û partî jinûve jîndan. Hêjayî gotinê ye ku herêma ewle ji bo paralela 36 û bakurê wê hatibû îlamkirin. Di vê herêmê de Zaxo, Duhok, Hewlêr dihate parastin lê Silêmanî û Kerkûk nehate parastin. Musil jî her çend di nav herêma ewle da be jî, di bin kontrola Sedam Huseyn da bû ku nîv welatîyên vî bajarî erebên sunî bûn.

Operasyona Hizûrê 1[biguherîne]

Operasyona Hizûrê 2[biguherîne]

Ambargoya Iraqê li ser kurdan[biguherîne]

Komara Iraqê di cotmeha 1991ê de ji Duhok, Hewlêr û Silêmanî derket û dest bi ambargoyê kir. Her wisa Akrêya girêdayî Mûsilê û Derbendîxana girêdayî Diyalayê jî ji kurdan re hêla

Avabûna hikûmeta Başûrê Kurdistanê(1992)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Mesud Barzanî û Celal Telebanî piştî hilbijartina 1992yê

Li sala 1992yê Enîya Kurdistanê ya Iraqê biryar da ku hikûmetekê û meclîseke herêmî ava bikin. Di roja 19ê Gulana 1992an parlamentoya herêmê ji nû ve hat hilbijartin û YNKê (Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê) 50 kursî, ya PDKê (Partiya Demokrat a Kurdistanê) jî 50 kursî stendin. Wekî din, partiya Asûriyan bi navê "Tevgera Demokratîk" 4 kursî û „Yekitiya Xristiyan“ jî kursiyek stendin. Di roja 4ê Cotmeha 1992an de parlamento serxwebûna Kurdistana Federal îlan kir.

Partiyên beşdarî hilbijartinê bûn;

  • PDK: Serokê wê Mesûd Barzanî; %45,3 deng
  • YNK: Serokê wê Celal Telebanî; %43,8 deng
  • Partî Gelî Dimukratî Kurdistan: Serokê wê Samî Ebdulrehman
  • Hizbi Sosyalîstî Kurdistan-Iraq: Serokê wê Resul Mamend
  • Partî Sosyalîstî Kurdistan(PASOK): Serokê wê Ebdula Agirîn
  • Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan: Serokê wê Osman Ebdûlezîz; %5,1 deng

Partiyên din yên beşdar bûn;

  • Partî Komûnîstî Iraq-Herêmî Kurdistan: Serokê wê Eziz Mihemed
  • Tevgera Demokratîk ya Aşûriyan: Serokê wê Younadim Yusuf
  • Hizbi Zehmetkêşanî Kurdistan: Serokê wê Qadir Ezîz

Di hilbijartinê de bend hebû ku divê eger partiyek dixwaze bikeve parlamena Kurdistanê %7 dengan bêhtir werbigire.

Lê ji ber dijminatiya her du partiyan di sala 1994an de şerê navxweyî yê Kurdistanê destpê kir û di dîroka Kurdistanê de wek Şerê brakujî tê binav kirin.

Birakujî (gulan 1994-17 îlon 1996)[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Şerê birakujî

Piştî meclîseke herêmî hate damezrandin, pirsgirêkên rêvebirinê derketin holê. PDK li Duhok û derdora wê xwedî hêz û erk bû, YNK jî li derdora Silêmanî xwedî hêz bû. Li Hewlêrê hevrikîya herdu hêzan hebû û bi temamî di destê hêzekê de nebû. Debara herêmê bi giştî bi rêya Deriyê Brahîm Xelîl birêve diçû û dahatûyên vî derî jî bû pirsgirêk di navbera van herdu hêzan de. Di encamê de li sala 1994ê di navbera PDK û YNK şerê navxweyî destpê kir. Di dîroka Kurdistanê de xelekeke din ya Birakujî hate destpê kirin.

Li sala 1994ê Tirkiye tirsiya ku eger PDK û YNK şer bike dê PKK li herêmê bihêz bikeve. Ji ber vê, navbeynkarî di navbera PDK û YNKê de kir ku silhê bikin

Li tebaxa 1996ê YNK bi alîkarîya Îranê êrîşî PDKê kir. Ji bêçaremanê, Mesûd Barzanî alîkarî ji Sedam Huseyn xwest. Di encamê de YNK ji alîyê PDK û Iraqê ji Hewlêrê hate derxistin. Lê şerê herdu partîyan hêj jî dewam dikir.

Di proseya şerê brakujî de, Iraqê ji Neteweyên Yekgirtî xwest ambargoya firotina petrolê li ser Iraqê rakin. Neteweyên Yekgirtî bi şerta belavkirina petrolê ya adilane ku %13 par ji bo kurdan ambargo rakir. Ev yek jî bû destkeftiya Herêma Kurdistanê ku ji aliyê aborî ve tenê girêdayî Deriyê Brahîm Xelîl nebû.

Bi rêya Wezareta Derve ya DYAyê, di navbera PDK û YNKê de hevdîtin hatin kirin. Di encamê de li sala 1998ê herdu partî lihev hatin. Silêmanî ji bo YNK ma, Hewlêr û Duhok jî ji bo PDKê man. Di navbera herdu herêman de jî hêzên tirk wek zêrevan hatin binecih kirin. Lê piştî du-sê salan têkilîya herdu herêman xurttir lêhat û ji hêza tirk xwestin ku ji herêmê derkevin. Di dawîya sala 2002yê de jî YNKê beşdarbûna parlamentoya Hewlêrê pejirand û tevlî parlamentoyê bû.

Kurd, bi vê germahîya yekîtiya xwe, bi psîkolojîyeke xurt û hêzeke mezin beşdarî Şerê Iraqê bûn.

Di vê hengameya şerê navxweyî yê kurdan de siyaset jî zindî bû. Ji aliyê Selahedîn Behadîn, Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê li sala 1994ê hate ava kirin.

Proseya Dublînê ya yekem (10 tebax 1995)[biguherîne]

Proseya Dublînê ya duyem (12 îlon 1995)[biguherîne]

Peymana Washingtonê (1998)[biguherîne]

Piştî Şerê Iraqê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Şerê Iraqê

Heta sala 2003yê, du hikûmet li Başûrê Kurdistanê hebûn. Li Silêmanî û li Hewlêrê cuda cuda du hikûmet hebûn ku yek ji aliyê YNK, yek jî ji alîyê PDK ve dihate rêvebirin. Li sala 2003yê herdu hikûmetan hevkarî kir û li sala 2006ê de jî hikûmeta hevpar hate damezirandin. Wek tê dîtin, qonax qonax kurd fêrî dewlet rêvebirinê dibin û dibin xwedîyê tecrûbeyan.

Herêma Kurdistanê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Hilbijartinên 2005ê[biguherîne]

Giştpirsiya serxwebûnê[biguherîne]

Li sala 2017ê Giştpirsiya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin. Di encamê de bajarên Kurdistanî biryara xwe da û gelek herêmên girêdayî Iraqê yên kurdnişîn biryar dan ku bajarên wan Kurdistanî ne

Şerê 2017ê[biguherîne]

Searchtool.svg Gotara bingehîn: Şerê 2017an

Sinorên Başûrê Kurdistanê[biguherîne]

Paşeroja Başûrê Kurdistanê[biguherîne]

Nivîskarê kemalîst yê tirk Tuncay Özkan li ser babeta serxwebûna Kurdistanê wiha bilêv dike[52];

  1. Operasyon û xebatên Tirkiyeyê ji bo midaxîlbûna Başûrê Kurdistanê pir girîng in û sedema meşrûtirîn jî hebûna çalakiyên PKKê yên terorîstî ne
  2. Helwestên Tirkiyeyê li dijî serxwebûna Kurdistanê hiqûqî nînin, sîyasî ne.
  3. Ji bo otonomiyeke berfireh bertekên me bihêz nabin
  4. Bikaranîna çekan li Başûrê Kurdistanê ji bilî bikaranîna PKKê li dinyayê meşrû nabe
  5. Tirkiye dikare li Başûrê Kurdistanê bazirganiyê rawestîne (wek girtina derê Brahîm Xelîl). Li dijî vê helwestên û alternatîfên kurdan divên werin lêkolîn
  6. Di encamê de em dikarin bibêjin Tirkiye dikare li ser Başûrê Kurdistanê tesîrbar be, lê bi temamî nikare tesîrbar be

Her wisa binêre[biguherîne]

Pirtûk[biguherîne]

  • Dr. Dindar Farzende Zubier, The Kurdish Safe Heaven in Iraq: The Problem of Non-State Status, Weşanên Spîrêz
  • Cengiz Çandar, Mezopotamya Ekspresi
  • Muhsin Dizayi, Ehdesun Asartuhe, Hewlêr 2013
  • Kürt Millet Hareketleri ve Irak'ta Kürdistan İhtilali, Dr. Şivan, Weşanên APEC 1997, Weşanên El 2014

Kronolojiya dîroka başûrê Kurdistanê[biguherîne]

  • Li sala 1918ê Şêx Mehmûdê Berzencî Keyaniya Kurdistanê ava kir. Piştî avakirinê keyaniyê komîserê pîlebilind yê ingilîzan Arnold Wilson seredanî Şêx Mehmûd dike. Şêx Mehmûd hevpeymaneke hatiye destnîşankirî ji aliyê 50 serokeşîrên kurd, pêşkêşî Arnold Wilson dike ku otonomiya kurdan qebûl bike. Lê ingilîzan ew daxwazên kurdan qebûl nekirin û kurdan jî li 19 gulana 1919ê dest bi serhildanê dijî ingilîzan kirin [53]
  • Li sala 1932yê Şêx Ehmedê Barzanî li dijî ingilîzan serhildan da destpê kirin, ingilîzan serhildan bidawî anî.
  • 20 xizîrana 1932yê Şêx Ehmed bi leşkerên xwe ve, xwe teslîmî tirkan dike. 250 leşker li nav gundên Gerdîyan man. Şêx Mehmûd û hinek hevalên wî jî sirgûnê Erziromê kirin.
  • Li bihara 1933yê tirkan Şêx Ehmed teslîmî Iraqê kirin. Li ser vê Mela Mistefa Barzanî û kesên din yê li nav Gerdiyan man vegerîn herêma Barzan
  • Hikûmeta Iraqê Şêx Ehmed û malbata wî sirgûnî Bexdayê kir lê di navbera Şêx Ehmed Barzanî û Şêx Mehmûd Berzencî de gelek hevdîtin çêbûn li Bexdayê. Li ser vê Hikûmeta Iraqê Malbata Barzaniyan sirgûnî Nasiriyeyê kir.
  • Endamên serhildana Şêx Ehmedê Barzanî; Xelîl Xoşevî, Ehmed Nadir û Ebdula Gurgemoyî li sala 1935ê çekên xwe hildan û çûn çiya. Malbatên van leşkeran jî ji aliyê hikûmeta Iraqê sirgûnî başûrê Iraqê kirin.
  • Li sala 1935ê Ehmed Nadir û Ebdula Gurgemoyî li gel tirkan şer kirin, di şer de Ehmed Nadir mir, Gurgemoyî brîndar bû. Xelîl Xoşevî li gel 30 eqrebayên xwe xwest biçe Mandateriya Sûrî lê nekarî. Li ser vê vegerî nav gundên Doskîyan. Çû mala Kelhî Rêkanî lê Kelhî Rêkanî xiyanet li Xelîl Xoşevî kir. Di xiyanetê de Xelîl Xoşevî hate girtin û bidarve kirin. Kelhî Rêkanî jî li sala 1961ê bedela xiyaneta xwe da, hat kuştin [54]
  • Piştî melikê IraqÊ mirî, nêzî 40 serokeşîrên kurd ser li Cemiyeta Neteweyan dan ku biryara li sala 1926ê ya Cemiyeta Neteweyan were bicîh kirin ku divê kurdî bibe zimanê fermî. Eger ev neyên cih kurdan biryar da bû ku serhildanê destpê bikin
  • Li sala 1939ê Şêx Ehmed û malbata wî bi rêz neqlî Altunkoprî, Kifrî û di dawiyê de neqlî Silêmanî kirin. Li vê derê Barzaniyan têkilî li gel rêxistina Hîwa/Hêvî(rêxistin) danîn.
  • Mela Mistefa Barzanî li sala 1936ê seredana parêzgarê Mûsilê dike, li wir qehweyeke jehrî didin Mela Mistefa ku pê bimire lê ji vê xeterê xelas dibe. Li vir şêxê eşîran Şemaran Şêx Acil Yawer alîkarî dide Barzanî [55]. Malbata Barzaniyan heta sala 1943yê li Silêmanî dimîne. Di heman salê de rûxseta xwe ji Şêx Ehmed dixwaze û ji Silêmanî direve, diçe Şinoyê li cem eqrebayên xwe.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Musul Komplosu, Mim Kemal Öke, Weşanên Irfan, 2012, r:84
  2. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:371
  3. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:373
  4. Musul Komplosu, Mim Kemal Öke, Weşanên Irfan, 2012, r:135
  5. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:442
  6. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:442
  7. Musul Komplosu, Mim Kemal Oke, WeşAna Îrfan, 2012, r:139
  8. Musul Komplosu, Mim Kemal Oke, WeşAna Îrfan, 2012, r:141
  9. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:336
  10. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:350
  11. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:339
  12. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:351
  13. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:353
  14. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:376
  15. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:361
  16. İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, 2008, r:362
  17. Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:312
  18. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:241
  19. Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:96
  20. Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:182
  21. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:244
  22. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:250
  23. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:250
  24. Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:452
  25. Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:186
  26. Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:306
  27. Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:299
  28. Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:537
  29. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:284
  30. Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:299
  31. Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:312
  32. Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:545
  33. Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:112
  34. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:300
  35. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:301
  36. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:302
  37. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:307
  38. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:313
  39. Kürdistan Tarihi, M.S. Lazarev-Ş.X. Mıhoyan, Weşanên Avestayê, r:318
  40. Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:411
  41. Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:96
  42. Türki Korkunun Antomisi, Irak Kürdistanı ve Etkileri, Zeyne Abidin Yaprak, Weşanên Doz 2005, r:108
  43. Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:317
  44. Kürtler Milliyetçilik ve POlitika, Falih A. Cabbar û Hoşam Davud, Weşanên Ayrıntıyê, r:182
  45. Kürtler Milliyetçilik ve POlitika, Falih A. Cabbar û Hoşam Davud, Weşanên Ayrıntıyê, r:182
  46. Kürtler Milliyetçilik ve POlitika, Falih A. Cabbar û Hoşam Davud, Weşanên Ayrıntıyê, r:189
  47. Kürtler Milliyetçilik ve POlitika, Falih A. Cabbar û Hoşam Davud, Weşanên Ayrıntıyê, r:191
  48. Kürtler Milliyetçilik ve POlitika, Falih A. Cabbar û Hoşam Davud, Weşanên Ayrıntıyê, r:191
  49. Kürtler Milliyetçilik ve POlitika, Falih A. Cabbar û Hoşam Davud, Weşanên Ayrıntıyê, r:191
  50. Kürt Meselesi ve Türkiye-İran İlişkileri, Robert Olson, r:56
  51. Irak'ın Sonu,Ulus Devletlerin Çöküşü mü, Peter Galbraith,r:228
  52. CIA Kürtleri: Kürt Devleti'nin Gizli Tarihi, Tuncay Özkan, r:213
  53. Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:159
  54. Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:182
  55. Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:181