Here naverokê

Dîroka Diyarbekirê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Dîroka Amedê (kurdî: Amed,[1] bi zazakî: Diyarbekir,[2] aramiya nû ya asûrî: Amedi / Amedu,[3] ermenî: Տիգրանակերտ, Tigranakert;[4] suryanî: ܐܡܝܕ, Āmīd)[5], dîroka Diyarbekirê yan jî tarîxa Diyarbekirê, Amed yek ji mezintirîn bajarên Bakurê Kurdistanê ye ku dîroka bajêr bi hezaran salan dirêj dibe. Bajar mazûvaniya gelek şaristaniyên ku li bajêr bi cih bûne kiriye ku di nav wan de mîtanî, aramî, asûrî, ûrartî, farisên hexamenişî, medî, seleukî û partî hebûn.[6] Amed di sedsala 11ê b.z. de demek dirêj ji aliyê Împeratoriya Medan ve hatiye birêvebirin. Komara Romayê di sedsala yekem a berî zayînê de kontrola bajêr bi dest xistiye û di wê qonaxê de navê wê "Amîda" bû.[7]

Bajarê despêkê an navçeya îro ya Sûrê li ser qeraxên çemê Dîcleyê ye hatiye avakirin ku ji aliyê Sûra Amedê ve hatiye dorpêç kirin. Amed di serdema nûjen de yek ji navendên herî girîng ê Bakurê Kurdistanê ye ku bi nasnameya xwe ya polîtîk hatiye naskirin.

Amed û wîlayeta Diyarbekirê di dawiya sedsala 19an de

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gorî erdnîgarnasê fransî Vital Cuinet di 1890î de rûbera wîlayetê Diyarbekirê bi 46.800 km2 bû û di warê îdarî de bi sê sencaq (Amed, Erxenî û Mêrdîn), 13 qeza, 54 nahiye û 3.201 gundan dabeş bû.[8]

Niştecihên navend, sencaq û wîlayetê (1890)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 1890î de hejmara niştecihên bajarê Amedê gihîşte 34.000-35.000 kesî:

Niştecihên navenda Amedê di sala 1890î de[9]
Dîn Gel Hejmar (bajar)
Misilman: Misilman 15.000
Kurd, hwd. 4.100
Erebên sûrî 1.012
Mesîhiyên rojhilatî: Ermeniyên gregorî (gregoryen) 8.480
Ermeniyên katolîk 899
Ermeniyên protestan 880
Yewnaniyên ortodoks 900
Yewnaniyên katolîk 60
Keldaniyên katolîk 999
Suryaniyên katolîk 400
Suryaniyên jakobî 950
Mesîhiyên latînî: Mesîhiyên kapuçîn ên îtalyan 2
Mesîhiyên fransîskan ên fransî 4
Cihû Cihû 284

Dîsa li gorî Cuinet, di 1890î de rûniştvanên wîlayeta Diyarbekirê 471.462 bûn:

Niştecihên Diyarbekirê di sala 1890î de[10]
Dîn Gel Hejmar (sencaq) Hejmar (wîlayet)
Misilman: Misilman 36.481 110.644
Kurd, tirk û tirkmen 57.207 200.000
Çerkez 3.334 10.000
Erebên sûrî 2.668 8.000
Dînên din: Êzdî û elewî (qizilbaş) 2.000 6.000
Qereçî (roman) 1.000 3.000
Mesîhiyên rojhilatî: Ermeniyên gregorî (gregoryen) 28.984 57.890
Ermeniyên katolîk 1.845 10.170
Ermeniyên protestan 1.544 11.069
Yewnaniyên ortodoks 900 9.250
Yewnaniyên katolîk 60 190
Keldaniyên katolîk 1.600 16.420
Suryaniyên katolîk 810 4.990
Suryaniyên yaqûbî 5.200 22.554
Mesîhiyên latînî: Mesîhiyên kapuçîn ên îtalyan 2 6
Mesîhiyên fransîskan ên fransî 4 10
Cihû Cihû 284 1.209

Dîroka kevnar: serdema subaro, hûrî û mîtaniyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heta îro bi qasî ku hatiye tespîtkirin 6.000 hezar sal berî niha yanî 3.000 sal b.z. cara pêşî subaro li herêma Amede jîyane û hukim kirine. Sumer û akadan bi wateya xelkê navbera herdû çeman, ku paşê grekiyan ji vê herêmê re bi zimanê xwe gotine Mezopotamya. Piştre navê subaro bûye hûrî. Yanî subaro û hûrî heman gel in.[çavkanî hewce ye] Dibe ku li gor eşîran navê wan were guhertin. Di wê demê de kîjan eşîr desthilatdariyê bigirta destê xwe, ew bi wî navî dihat naskirin. Îro hemû dîroknas dibêjin ku subaro û hûrî heman xelk in û zimanê wan hind û ewropî bûye.[çavkanî hewce ye] Hûriyan li herêma jorê Dîclê hikûm kirine. Demeke ji çiyayên Zagrosê, heta Amed, Riha, Mêrdîn, Kerkûk û beşek ji Sûriya îro û heta Deryaya Navîn jî ketine bin destê hûriyan. Li van herêman kevneşopên hûriyan îro jî gelek in. Di navbera salên 1800-1500an b.z. de li herêmê dewleta herî mezin û bi nav û deng ew bûne. Bz piştî 1500î mirov êdî li herêmê ji derî hûriyan mîtaniyan jî dibîne. Subaro, hurî û mîtanî heman xelk bûne, yek eşîrek bûye.[çavkanî hewce ye] Piştre mîtanî desthilatdariyê digirin destê xwe. Mîtanî bêtir li herêmên Mêrdîn, Haran, Riha, Heleb, Entakyayê hikûm kirine.[çavkanî hewce ye] Li Amedê bi tenê herêma rojava girtine bin kontrola xwe. Weha xuyaye ku herêmên bakur û rojhilatê Amedê di destê mîtaniyan de maye.[çavkanî hewce ye]

Bedena bajarê Amedê cara pêşî ji aliyê hûriyan ve hatiye çêkirin. Li derê çiyê li qata herî binî bi nivîsên bizmarî û bi zimanê hûrî hatiye nivîsîn. Amed an jî Amîda bi hûri ye.[çavkanî hewce ye]

Serdema asûriyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dema mîtaniyan de êdî asurî ji jêr ve êrîsî mîtaniyan dikin. Hêdî hêdî asûrî li herêmê xurt dibin û dixwazin bibin hakimê herêmê. Di salên 1300an b.z. de asûr herêma Amedê dagir dikin û bajar dikeve bin destê wan. Herweha di gelek dem salên ciyê ciyê de asûrî herêmê dagirdikin.[çavkanî hewce ye]

Serdema urartuyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji dema asûriyan ve li herêma Wanê bi navê Urartu xelkek hikûm dikir. Ji roja ku asûrî hatibûne herêmê her êrîşî urartuyan dikirin. Berî zayînê di sala 781 an de Asûr êrîş bir ser artêşa urartuyan. Urartuyan bi Mîtan û Nêrbiyên ku di nav artêşa asûriyan de bûn bi dizî bi wan re li hev kiribûn. Di dema şer de Mîtan, Nêrbî û Urartu bi hev re li asûriyan dan û artêşa asûr şikiya. Û herêm ket destê ûrartuyan. Di sala 743an de artêşa asûr di bin serokatiya keyê nû Tîglatpileser III an de zora urartuyan bir û Amedê bi paş ve girt.[çavkanî hewce ye]

Serdema iskîtiyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Iskîtî ji Qefqazê ve hatin û zora urartuyan birin û berî zayînê di sala 635an de herêma Amedê jî girtiye bin kontrola xwe û bi qasi 28 salan li herêmê hikûmdarî kirine.[çavkanî hewce ye]

Wek tê zanîn medan bz di sala 612an de zora asûriyan biribû. Di sala 625an de herêma Amedê ket bin destê medan û heta 550an di destê wan de ma.[çavkanî hewce ye]

Di sala 550an de şahê faris Kûruşê Mezin zora şahê medan bir û Amed ket bin destê farisan. Heta sala 331ê b.z. Amed û herêma wê di bin bandora farisan da ma.[çavkanî hewce ye]

Serdema Îskenderê Mezin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Keyê Mekdonyayê Îskender di sala 331ê b.z. de bi artêşeke mezin berê xwe ber bi rojhilat ve kir û Amedê girt û ber bi Îranê ve çû. Heta sala 323 herêm di bin destê Îskenderê Mezin de ma. Piştî mirina Îskender herêm ket destê seleukiyan. Heta sala 140î di destê wî de ma.[çavkanî hewce ye]

Partan xwe xwedî mîratê farisan didît û îktîdarê girtin destê xwe û herweha herêma Amedê jî heta sala 85an di bin bandora wan de ma.[çavkanî hewce ye]

Serdema Tîgranê Mezin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tîgran sistiya partan dît û êrîş bir ser wan û herêmê girt bin destê xwe. Herwiha Amed jî di navbera salên bz 85-69an ket bin destê Tîgran. Tîgran xwe warisê urartuyan didît.[çavkanî hewce ye]

Serdema Roma û Bizansê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji sala 69an berî zayînê heta sala 639an piştî zayînê herêma Diyarbekirê ket bin desthilatdariya romiyan. Pêşî Roma û piştre jî Roma bû du perçe vê carê bizansî li wir man. Îro jî mirov him li ser kevirên bedena Amedê him jî li gelek ciyan rastî şopên nivisarên û xerabeyên romiyan tê. Ev dema xiristiyaniyê ye. Di serdema romiyan, sala 149an de, beden ji aliyê Împerator Constantius II ve him hatiye tamîrkirin û him hinek ciyên nû jî lê hatine zêde kirin. Navbera Derên Çiyê û Rihayê hatiye xerabkirin, ji çaran yekê bajêr hatiye fireh kirin û ji nû ve beden hatiye çêkirin. Di sala 359an de nifûsa bajêr 20.000 bûye.[çavkanî hewce ye]

Serdema îslamê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dema derketina îslamê de Amed di bin destê Bizansan de bû. Di serdema Xelîfe Omer de, di sala 639an de eskerên artêşa îslamê bi şerekî dijwar Amedê digirin. Heta sala 661 an Amed di destê ereban de dimîne. Ji sala 661 heta 750 yan vê care di destê emewiyan de dimîne. Ji sala 750 heta 869an dikeve bin destê ebasiyan. Ji sala 869 heta 899an di destê Kurê Şêxan de dimîne. Ji sala 930 heta 980î di bin destê hamdaniyan de dimîne. Ji sala 980 heta 984 di destê Kurê Buveynan de dimîne.[çavkanî hewce ye]

Serdema merwaniyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Merwaniyan

Belê, wek me di serî de jî destnîşan kiribû bav û kalên kurdan subarto û hûrî, 3.000 sal b.z. Amed ava kiribû an jî dîwarên bajêr cara yekem ji aliyê wan ve hatibû lêkirin. Ji wê rojê şûn ve heta dema merwaniyan nêzîkî 3.500 salan bajarên kurdan ketibû bin destê dijminê renge reng, curbe cur û care duyem bû ku carek din diket destê kurdan. Merwanî ji sala 984 heta 1085an, tam 101 sal Amed û herêma Amedê birêve dibin. Di dîroka Amedê de demeke zêrîn dest pê dike. Êdî artêşên dagirker li vir tunebûn. Merwanî ne ji bo talan û wêrankirinê hatibûn, lewre ew xwediyên malê bûn û mala xwe yanî bajarê xwe ji her alî ve ava dikirin û diafirandin. Av û avadaniyê dikirin. Pire, hemam û seraya çêdikirin. Pira Amedê ya Dehderî û Pira Mala Badê di vê demê de hatine çêkirin. Ziman û edebiyata kurdî li Amed û Farqînê gelek bi peş dikeve. Amed û Farqîn dibin buhişta derewîn.[çavkanî hewce ye]

Serdema eyûbiyan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
 Gotara bingehîn: Xanedana Eyûbiyan

Di navbera salên 1193-1401ê de Amed dikeve bin destê eyûbiyan. Ku serokê dewleta eyûbi Selahedînê Eyûbî bi xwe kurd bû lê li gor bîr baweriyên wê demê, dîn bêtir li pêş bû netewe hewqas ne girîng bû. Di wê demê de dijberiyên misilman û xiristiyanan hebûn. Selahedînê Eyûbî û serleşker û piştre jî padîşahekî îslamê bû.[çavkanî hewce ye]

Selcûqî, osmanî û komara Tirkiyeyê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her çiqas dem dem Amed ketibe bin destê tirkên selcûqî û qerekoyunî jî bi rastî piştî şerê Çaldiranê di sala 1515an de artêşa osmanî der û dor li Amedê digirin û xelkê bajêr jî êdî ji birêvebiriya şahê Îranê gelek eciz dibin û alîkariya osmaniyan dikin. Ji wê roja reş şûn ve Amed wek birêvebirî bi osmaniyan ve tê girêdan. Heta salên dawiya osmaniyan jî, bi tenê bac didin osmaniyan. Wek hemû bajar û herêmên Kurdistanê, Amed jî nîv otonom bû.[çavkanî hewce ye]

  1. ^ Avcýkýran, Dr. Adem (edîtor). "Kürtçe Anamnez, Anamneza bi Kurmancî" (PDF). Tirsik. r. 55. Ji orîjînalê (PDF) di 27 kanûna paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 kanûna pêşîn 2019.
  2. ^ Zazaca-Türkçe Sözlük, R. Hayıg-B. Werner
  3. ^ Bryce, Trevor (2009) The Routledge Handbook of the Peoples and Places of Ancient Western Asia p. 38
  4. ^ Western Armenian pronunciation: Dikranagerd; Hovannisian, Richard G. (2006). Armenian Tigranakert/Diarbekir and Edessa/Urfa. Costa Mesa, California: Mazda Publishers. r. 2. ISBN 978-1-56859-153-7. The city that later generations of Armenians would call Dikranagerd was actually ancient Amid or Amida (now Diyarbekir or Diyarbakır), a great walled city with seventy-two towers...
  5. ^ "J. Payne Smith (Mrs. Margoliouth), A Compendious Syriac Dictionary (Oxford: The Clarendon Press, 1903) p. 19 [from sedra.bethmardutho.org, tagged by George A. Kiraz, accessed on May. 20, 2020]".
  6. ^ Bryce, Trevor (27 çiriya pêşîn 2005). The Kingdom of the Hittites. Oxford University Press. ISBN 978-0-19-928132-9.
  7. ^ "Theodor Mommsen History of Rome - The Establishment of the Military Monarchy Page 24". italian.classic-literature.co.uk. Roja gihiştinê 30 kanûna pêşîn 2025.
  8. ^ Cuinet, Vital (2001). La Turquie d'Asie, 1. Stembol: Les Éditions ISIS. r. 342.
  9. ^ Cuinet, Vital (2001). La Turquie d'Asie, 1. Stembol: Les Éditions ISIS. r. 376.
  10. ^ Cuinet, Vital (2001). La Turquie d'Asie, 1. Stembol: Les Éditions ISIS. r. 345, 372.