Dîroka Hizrê ya kurdan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jump to navigation Jump to search

Dîroka Hizrê ya kurdan, ji gelek aliyên xwe ve pêdivî pê heya ku were ser ziman. Ji deme Sumeriyan ve hate ku dem tê deme Gûtî û mîtanî, Hûrî û Naîriyan û ji wir jî hate ku tê deme Mediya, xwedşiyê xateka pêşketinê ya.

Bi kurtasî destpêk[biguherîne]

Dema neolitikê, demeke ku hizir bi pergal bidest pêşketinê dike ya. Di vê demê de hizir hin bi hin bipergal dibe. Mirov bidest naskirin jiyanê dikin. Bicihbûn bi pêş dikeve.Kombûn di nav mirovan de dibe. Bi bûna koman re hin bi hin bingihê xalkîtiyî tê avêtin. Serek û parastvan tê dîin û naskirin. Hêzbûn wan re çêdibe. Ev yek, di rastiyê weke destpêka şaristaniyê ji tê dîtin. Mikarê wilo ji şîrove bike. Hîmê şaristaniyê ta deme sumeriyan her weha bi vê yekê diafirê. Parastgah û serektiya koman an ji bi navê ku piştre tê ser ziman ´hozên´ ku diafirin, hin bi hin pêşketin derdikeve. Weke saziyekê bi pêşdikevin. Ev yek dibe bingihê pêşketinê hizir ji. Naskirin, destpêka bûna hizire. Naskirin, bi xwe re hîmê kifşkirinê ji ya. Kifşkirina jiyanê û kifşkirina tiştên ku di jiyanê de bênebi kar anîn, pir girînge û di wan pêşvajoyan de li gor pêşketine şaristantiyê diafirin.Navende wan pêşketinan, ber diclê û firatê ya. Jiyan, her weha li wanderan pêşî hîmê xwe bi vê yekê diafirinê. Li ser vê afirandinê hin bi hin êdî şaristanti bi pêşdikeve. Şaristantî ku pêş dikeve, êdî jiyana mirov di pêşketina xwe dikeve demek nû ya pêşketina xwe de. Ji vir pê ve, êdî dîrokê şaristaniyê bidest dike.

Deme Sûmeriyan, Ol, Şaristanî û xate têgihiştinê[biguherîne]

Di deme şaristaniyê de, tiştên ku di deme şaristaniyê de lazimin û pêdivî pê heya têne kifşkirin. Têne çêkirin. Li gor jiyanê ev yek dibe. Lê hizir mazin di vê demê bi pêş dikeve. Hevirdore naskirin û serwerbûna wê, di vê demê mazin bi pêşdikeve. Bi vê yekê re pêşketin mazin dibe. Xalkîti ji êdî mazin bi pêdikeve. Di deme şaristaniyê de xalkîti, bi hizir ji dibe û afirandina xwe mazin dibe. Hizir çêdibe. Bi çêbûna hizir re anîna ser zima ji dibe. Hizir her weha diafirê. Lê bi hizre pêşî ku diafirê, hizre olê tirh dide. Hizre olê, dageriyên deme neolitikê biwate dike. Wan dii jiyanê bi nirx dike. Bi vê yekê re dager mazin diafirin.Hîmê hizir û hizirkiirn û naskirinê bi vê yekê çêdibe. Ku mirov dibêje şaristan, pêşî navê sumer tê bîre mirov. Ji ber ku wan şaristaniyê herî pêşî li naqabîne diclê û fîratê de afirandin. Çandin û cohtkirin, pêşî li vanderan bû. Şaristanî bi wan derket û pêşket. Têgihiştin, pêşî li vanderan bû.Bivê yekê re dîroka sumeriyan pêşket. Bi wê têgihiştinê pêşket û pêşxist. Di deme sumeriyan de gund û bajarên şaristaniyê afirin. Piştre dewlet ji bajaran afirîn. Piştre ji hêzên mazin yên serwer yên mazin weke împaratoriyan afirîn. Sumeriyan, di deme xwe de pêşvaniya vê yekê kir. Şaristaniya sumeriyan pêşketinên mazin derxistina hole. Hizre olî pêşxistin. Dema ku mirov bahsa hizre wan ya olî bike, divêt ku mirov ji bêr neke û bi pêvajoyan bêne ser ziman.Deme pêşî deme ku mirov ji aliyê teheriya hizrî ve bêne ser ziman deme metafîzîkê bû. Di wê demê de dager afirin û ji bo hebûne wan li berxwe dan çêbû. Demeke dirêj bi vê yekê ev bû. Li ser wan hizir bûn bû û naskirin bi hizirbûnê re bû. Wê demê, sazbûn û bicihbûn bi hizre wê re bicih kir. Di vê demê de têgihiştina guharandinê hê ne serdest bû. Piştre ku demeke dirêj bi ser ve diçê, êdî bi çêbûn hizire re êdî hin bi hin hizre guharandinê dibe.Jiyan diriyekê de diharikê û diçê. Mirov bi jiyanê ve girêdayî ya. Her weha têgihiştin hin bi hin bi pêşdikeve. Êdî deme nû ya dî dest pê dike. Deme dîyelektikî dest pê dike. Ev dem, ku mirov li deme sûmeran dimeyîzenê, mirov dibîne ku hizre wê hin bi hin dibe. Di deme şaristaniyê de ev têgihiştin hin bi hin bi pêş dikeve. Hizre miretê, vê yekê xurt dike.Di deme şaristaniyê de pişt deme sumeriyan re di deme naîriyan de ev têgihiştin, di olê de ji bicih dibe.

Piştî Pêşketina Mezopotamya û têgihiştina wê[biguherîne]

Bi deme sumeriyan re pêşketin dest pê dike. Piştî deme sumeriyan, êdî pêşketin di hizir de bi hinek gavê maztir her weha hebûne xwe berdewam dike. Sumerî, hizre metafizikê mazin bi pêş dixiin. Lê yên ku wê hizre mazin di xwe de bi kevne şopî dikin ji naîri ne. Berî wan, akadî û babilî ji vê yekê dikin. Ev yek dibe bingihê pêşketinên piştre. Hammurabi, xwest ku wê hizre bi paraze. Ji ber vê yekê zagona (destûr) xwe ya pêşî derxiste hole. Zagona wî, bi ya koladariyê. Ji ber ku ew pir bi xwûdayê xwe vve bû. Ew xwedê yê wî yê deme sumeriyan bû. Nêzîkatiyê ku wî pêşxist ya wê demê bû. Li gor vê yekê, mirov divêt ku bêje ku wî bi bawer ev yek kir. Wî bawer dikir ku deme xwede yê wî nayê guharandin. Bi vê yekê re, ew û demê wî, dayimî ya. Mayînda ya. Ev hizre wî, wî kir keyê wê demê. Wî bi vê yekê keyitiya xwe haya haya ku wê bimene didît. Wî di wir de rastteqîni didît. Xwe bi wê ve girêda. Li ser wî jîn bû û xwest ku bide jînkirin. Ku mirov ji wê demê tê deme naîriyan, mirov bi naîriyan de nêzîkatiya pir pêşketî û bi hizir dibîne. Mirov bi wan re Nêzkîkatiyeke wilo dibîne, ku mirov bêje mihteşeme. Ew vê nêzîkatiyê bi xwe re mazin bi pêş dixisin. Lê nêzîkatiyeke ku guharandinê ji di cewherê wê de bicih dikin. Bi vê yekê ji, bi hizirkirina li ser demê re dikin. Hizikirina wan ya li ser demê, hizre wan ya pêş û paş bi hev ve girêdide. Bi vê yekê re ev dîyelektikê ku Hegel bi pêşxisti û weke bavê wê tê nîşandin, mirov bi wan re dibîne. Ew hizrê wê dîyelektikê di deme wan de bi vê yekê re mirov karê bêje ku hîmê xwe bidest avêtinê dike. Ew li gor wê jîn ji dibin.

Li gor wê jînbûnê, pêşketina wan ji bipêşdikeve. Hizre wan bi pêşdikeve. Ku mirov dîrokê hizrê e kurdan şîrove bike, divêt ku mriov ya hemdem û nûjen ji vir pêve bêne ser ziman.Emê di vir de nikaribin ku wê hemûkî li ser pêşketin û demên xwe bênin ser ziman. Ji ber ku pir mazin û kur û dirêje. Lê emê di vir de têne bi sereke hinekî bênine ser ziman. Emê hewl bidin ku di derbarê deman de bi kurtasî bênine ser ziman. Diroke hizir, naqşa bêşketinê ya. Ji ber vê yekê, werê fahmkirin û têgihiştin, pir girînge.Dirokê hizir ya kurdan, mijaraka ku herî kêm li ser lêkolin hatina kirin. Lêkolinên ku li ser hatina kirin ji, ne temem têr in.Pir kêm in. Diroke hizir ku werê ser ziman. bi xwe re wê hîmê pêşketinê afirêne.Ji ber vê yekê em hêvî dikin ev nivîs bibe mijara hin niqaş û nivên pir cidî û bilêkolin. Ev yek, ji herkeskî hêhtir pêdiviya kurdan pê heye.Dema ku mirov dirokê hizir ne nivîsêne û bi gişti baş fahm neke û tê negihê, mirov wê nikaribe di nav xwe de ji, serweriyeke baş bi xwe re ji xwe re bike. Ev yek ji ber vê yekê ji girînge. Hê ji gelek aliyan ve girînge.

Berev Kurdistanê ve û demên êqil ên pêşketinê[biguherîne]

Li dîrokê hizir û pêketine wê, li Kurdistanê, ku mirov lê dimeyîzenê, mirov pir pêşketineke mazin dibîne. Dîrokeke ku hizir ya pêşketi pir mazin û dirêj heya. Dema ku li ser dîrokê di hizirê, her weha mirov vê yekê pir baş û qanc dibîne. Hizre kurdan, di pêşketine xwe de pir afirandiya. Di serî de deme ku mirov bidest anîna hizre wan ya ku pêşketi bênine ser ziman bikin, em pêşî xosletekê wan yê pir mazin û li ber çavan bênine ser ziman. Ew xoslet ji hertimî li azadî û aştiye nav xwe xwedi derketine. Li ser vê yekê sekinandina. Vê yekê, hertimî, di nav xwe de bûya sedeme ku girîngiye bidine jiyana xwe ya asayî û bi pêşve herin.Ev yek, di gelek deman de bûya sedeme raxna kirina ji li wan.Her weha hinek raxna li wan hatina kirin. Gotine ku wan pir girîngî daya civaknasiya di nav xwe de, lê girîngî zêde wilo ne dana rêzaniya dii nav xwe de. Bi vê yekê re ji, hertimî li ser serê wan, hêzne ku serwer ru dana...

Deme ku mirov li diroke hizrê ya wan dimeyîzenê, mirov dibîne ku ji deme neolitikê ve pêşketineke wan ya ji hîm heya.Di deme neolitikê de xosletên ku pêşketine, di demên pitre de, bi wan re dibine hîmê hizir û pêşketine hizir. Ev yek,pir li ber çavan bûya.Di wê demê de, ´koçertî´ bi pêş dikeve. Koçertî, rewşeke ku divêt ku pir mazin werê fahmkiirine.Bingiheê hizrê ya. Koçertî, deme ku tê ser ziman, weke rewşeke pênebertiyê tê ser ziman. Lê di rastiya xwe de ev yek ne rasta. Di rastiyê de, koçertî, hebûne pergalakê ya. Pergalaka hizire. Hîmê koçertiyê, li ser ´şivantiyê´ û ´nêçîrvantiyê´ ava ya. Ev herdû bêje têde weke nirxne ne. Deme ku mirov li jiyana wê dimeyîzenê, mirov vê yekê pir baş û qanc fahm dike. Îro ji, li dore botanê, serhadê û reha ya hîmê vê jiyanê ku ne weke demên xwe yên berê ji bê heya.Koçertî her weha deme ku werê ser ziman, divêt ku weke pergalaka xalkê werê ser ziman.Pêşketine koçertiyê, destpêka pêşketine pergala xalkîtiyê ya. Bi vê yekê re mirov karê bêne ser ziman. Mirov karê bêje ku destpêka pêşketine têgihiştinê ji ya. Mirov ji nû ve hevirdore xwe nasdikin û êdî bidest bi kar anîne hevirdore xwe dikin. Bi naskirinê re hevirdor tê bi kar anîn. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku ev destpêk, destpêkaka ku pir mazina. Ziman, weke filozefên wê deme û pêşketinê derdikevine hole. Ew yên hevirdore nasdikirin, çêrandine dikin û di xwezeyê de yên ku karin xwe ji xatarayan bi parezin in. Bi vê yekê re, ew, yên ku zane ne.

Bi vê yekê hin bi hin li kurdistan pêşketin çêdibe. Jiyan li ser hîmê çandin, nêçîrkirin û jiyana her weha ya şivantiyê ava dike.Jiyan ku rûniştiya. Ev pêşketin, pêşketineke pir girînge. Dima destpêka şaristaniyan ji, ev pêşketin dide dest pê kirin. Bi bicihbûnê re, êdî jiyan bicihbûne bi pêşdikeve. Zagon û nirxên wê bi pêş dikeve. rist û sinc derdikeve û bi pêş dikeve.Hizir tirhên xwe yên pêşî biradike û şîn dike. Di van pêşketinan û hin pêşketinên din yên weke van, dibine hîmê pêşketinê şaristaniyan di demê de. Şaristanî û pêşketina wan, demeke nû ya. Êdî ev deme koçertiyê bi xosletên xwe re li şûn ve dimene. Lê xosletên wê yên bi hev re bûne di deme şaristaniyê de bi pêş diekevin û dibine hîmê pêşketina şaristaniyan. Bi vê yekê re pêşketinê dikeve demeke nû de. Hizir bi demeke nû ve bi pêşdikeve.

Pêşketina têgihiştina pergaliya ya bihizir û têgihiştina wê re[biguherîne]

Dema şaristaniyan, weke ku tê zanîn, ji deme sumeriyan, deme herî pêşketî tê dest pê kirin. Ev dem, demeke mazina û pêşketiya. Ev dem, demeke ku mirov karê hizir bi kar bêne û bi hizir serweriya xwe avabikê ya. Her weha ev dem, demeke ku pir girînge. Di wê demê de, li kurdistanê pir pêşketin derdikevine hole.Li keviya diclê û firatê, pêşketineke mazin derdikeve hole. Di hizirên wê demê de, dageriyên demên pêş, dibine hizir û bi pêş dikevin. Ew dager bidest xwe bi mirovan re anîne ser ziman dikin. Weke dageriyên hizir û filozofên deme xwe ji mirov ku karê şîrove bike nav derdikevine hola. Destpêka hizre şaristaniyê mîtolojî ya. Bi vê yekê re, êdî tê fahmkirin ku em bahsa çi dikin. Navê ´xwûda´ derdikeve hole.`Enlîl, Enkî, tiamat, Înanna, Anu, Marduk,.. bi sirayê hê gelek navên din derdikevin. Ev hemû di demên xwe de yan navên keyana û an ji navên serekeyên olî ne. Her yek, ku tê ser ziman, bi navê dewlet-bajarakî re tê ser ziman.Ev ji vê yekê radixe berçavan.Ev nav û hê gelek navên weha yên wê demê, çend ku navên {{mîtolojî]]k ji bin, mirov dihizir de û di pêşketine hizir de weyne divêt ku binçav neke.Li dore wan navan li hevdû kombûn û hizirkirin û nivîsandin, vê yekê radixe ber çavan. Bi wan re şaristanî û hizre wê û ha herî girîng ji têgihiştine wê mazin bi pêş dikeve.Çend ku ew têne têgihiştin, bi wan re şaristanî ji bi znistî bi pêşdikeve. Gilgameş û hizire wî û bajarê wî Uruk û navê Utnapiştim, xataka pêşketinê li kurdistanê radixe berçavan. Ew li ber dicle li keviye wê jîn dibin.Pişt wan re ji, pir zanist derdikevin.Lê her derketin ji, ji pêşketinê şaristaniyê û hizre wê ne dûre. Piştî deme sumeriyan re, dema akadiyan û babiliyan, Asuriyan û Naîriyan û ta ku mirov tê deme Medan, di xatekê de pêşketin hebûne xwe berdewam dike. Deme Medan demeke ku nû ya.Weke dageriyên hinek ji van dem û şaristaniyan, di deme akadiyan de Sargon û neviyê wî Naramsin û di deme babiliyan de hammurabbi û di deme asuriyan de Asurbanîbal yên herî navdar bûn û yên ku mohra xwe li dîrokê xistina. Edî mirovên ku hziir çêdikin û derdikevin, navê xwe li dîrokê dixin.Di deme medan de keyê wan yê bi navê Dayakos pir bi zane bû. Heredot, di dîroke xwe de bahsa wî dike û li ser navê wî her weha dibêje.`wî got ezê xwe diman civaknasiyê û pêşketinê û bi vê yek xwe ji keyitiyê vekişand bi pşûn ve´. Ev gotin bi serê xwe hebûne pêşketinekê û asta wê radixe berçavan. Ev mirov, mirovên ku navê li dîrokê hiştine.Piştre Zerdeşt tê. Ew hizre mazin têne ser ziman. Zerduşt, bi hizir jiyanê têne ser ziman. Haya wê demê, bi hizirkirinê tişte ku dihata ser ziman, yên bûbûn. Lê ji wê demê pêve, êdî ne tenê ew tê ser ziman. Pêre, êdî bi qasî ku jiyan çawa ya, wilqasî ji êdî divêt ku li gor rastiyê divêt ku çawa bibe tê ser ziman.yanî li ser pêşarojê hizirkiirin çêdibe û hizir tê ser ziman. Zerduşt, hizire vê yekê têne ser ziman.

Zerduşt di olê de hizre yek-yazdaniyê bi felsefe dike. Divêt ku mirov bi vê yekê re wî pir baş fahm bike. Ev dem, her weha demeke nû ya dî ya, êdî. Pişt vê demê re, êdî demên ku derdikevin, di pêşketinê hizir de, her weha bi pêşdikevin. Pişt vê demê re, gelek zanistên ku iro em navê wan nizanin ji derdikevin.Lê gelek ji wan yên ku em navê wan zanin ji hene. Demên piştî zayinê ev yek li ber çavana. Manî, di piştî zayîne di deme sadsala duyemîn de derdikeve. Manî bi hizre xwe re demeke nû bihizir diafirêne. Hizre wî, ku iro zêde hê bi gişti nehatibê fahm kirin ji, em zanin ku wî di deme xwe de hhizre li kurdistanê bigişti belav kiriya.Hizre wî tê naskirin. Piştî wî re gelek zanistên derdikevin. Piştre Dînewerî, Şihabedînê Suhrewerdî, Bawe Tahirê Uryan, Evdilsemedê Babek û hewd hê gelek zanistên mazin yên ku hizre wan li Kurdistanê bi xwe re demên nû têne derdikevin. Ta deme Elî Herîrî ev dem, pir pêşketinan her mazin çêdike. Ji deme Elî Herîrî pêde, demeke nû ya nûjen dest pê dike. Ta deme Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran ev dem pir pêşketinên civakî û hizirî di xwe de diafirêne. Ji deme Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran û wan ta deme Ehmedê Xanî, di wê deme kin de pir pêşketinên hizrî û civakî derdikevin. Ev hersê zanistên mazin, di deme xwe de bi xwe re demeke mazin ya nû di afirênin. Pişt wan re ew deme ku bi wan re dest pê kirî, di wê şûpê de pir zanist derdikevin. Mele Mahmûdê Bazîdî û yên weke wî mazin ku di hizirin li gor deme xwe derdikevin. Ev zimên mazin bi pêş didixin. Pêş wan re her weha pêşketin û hizir û hizirvan derdikevin. Mirovên weke Nalî, Seîdê Nûrsî û hwd, gelek zanistên din derdikevin. Hemû ji hzire xwe mazin tênine ser ziman. Mirovên weke Meleyê Cizîrî û Feqiyê Teyran, hizre felsefe ya hemdem mazin bi pêş dixin. Pişt wan re hizre wan bi pêş dikeve. Gelek hizir û zanist derdikevin û wê hizre bi pêş dixin.

Çavkanî[biguherîne]

Çîrokê keçelok (Abdusamet Yigit)[çavkanî pêwîst e]


Girêdanên derve[biguherîne]